Li ser pirtûka Dr. Kamiran Bêkes:
“Bingehên rêzimana kurdî - zaravê kurmanciya bakur”


Cankurd

efrin.net, 04.04.2004


Berî her gotinekê ez dibêjim:
“Destên te nerizin Dr. Kamiran Bêkes, ku bi vê pirtûkê te xebatkarên mezin ên zimanê kurdî tev anîn ber maseya hevotin û hokirinê li pêş şagirtên dibistana kurdî.”

Pirtûka Dr. Kamiran Bêkes ji 378 rûpelan e û bi qabekî delal ji aliyê çapxaneya BABOL Druck ve di Avdara 2004-ê da derketiye. Mixabin li gor giringiya mijarê û li gor berhema giranbuha, ya ku Dr. Kamiran Bêkes pêda kiriye, ev çap ne bi dilê min e, diviya bû gelek çêtir ba. Lê diyar e, bo xebatkarên me yên jêhatî û zimanparêz her û her astengên diravî dertên pêş û ji ber wê jî pirtûkêd wan ne li gor ked û cefayên wan in, hinek ji wan jî tew nikanin pirtûkêd xwe çap bikin. Rehmetiyê hêja Qedrî Can berê di sergotina “Di welatê zembeqê gewir de” wilo nivisandiye:
“Min hêvî dikir ku rojekê perên capê pêda bikim û vê kitêba yekta ji miletperwerên kurd, nemaze ji xortên nuh re berpêş bikim. Lê muxabin, heta îro hêvîya ku min dikir xuya ne bû…”

Niviskarê “Bingehên rêzimana kurdî – zarava Kurmanciya bakur” di seriyê pirtûkê da xwe daye nasîn, lew re pêwîst nake ez jî di vir da li ser jiyan û karê wî rawestim. Ez dikarim tenê vê bibêjim:
“Em her pêdiviyê pênûsa Dr. Kamiran Bêkes in, ne ji ber ku ew bi zimanê kurdî baş dinivîse, lê ji ber ku ew bi zanistî jî li ser nivisîna bi kurdî radiweste. Ev terzê hajêkirina zimanî – mixabin – li ba pir kesan ji nivîsevanêd me, yên ku wek namdaran tên jimartin, berçav nabe.”

Naveroka pirtûkê li ser hefdeh biran ligel jêder û çavkaniyên wê hatiye behirkirin: “Deng û tîp, kît, bêje û daijtina bêjeyan, navdêr, tewandin, jimarnav, veqetandek, bernav, rengdêr, hoker, gihanek, baneşan, daçek, lêker, kesandina lêkeran, heveksazî, rastnivîsandin, jêder û çavkanî.”

Dr. Kamiran Bêkes bi hosteyî xal bi xal û mijar bi mijar ev bir, yên ku bingehên rêzimana kurdî bi hev dixin, dane ravekirin. Bi hûrnêrînî hemî mijar dane xuyakirin û pir hode ji mamhosteyên rêzimana kurdî yên sedsala bîstê girtiye.

Bê guman di nêrîna wî ya zimanî da ew ketiye bin hikariya berhemên Mîr Celadet beg Bedirxan, Dr. Kamiran beg Bedirxan, Prof. Qanatê Kurdo û mamhoste Reşîd Kurd. Bi taybetî jî hikariya kovara “HAWAR”-ê di teviya nivîsandina Dr. Kamiran Bêkes da diyar e.
Wek roşenbîrekî kurd ê bi çar-pênc zimanan dizane, wî dîna xwe daye zimanên biyanî jî, û weku toxtirekî di karê xwe da li ser gelek aliyên zanistî miqayit e. Wilo ew di ravekirina rêzimana kurdî da jêhatî û hoste ye û bi hezkirin û dilxweşiyeke berçav ketiye nav xemla vî zimanî.

Çendî hokirin û hevotina rêzimanî giran û req e, dîsa jî niviskarê me yê hêja zeviyê xwe bi tewat ajotiye û teviya pirtûka xwe bi zarekî asan biriye serî. Eve jî nîşana keftelefteke temendirêj e di warê gêrobûn û mijûliya bi zarê kurdî re ye.

Carek dî ez dibêjim:
“Bila destêd te nerizin, gelek supas bo vê berhema dagirtî, dê bibe dareke bilind wek darêd maziyê di xaka zimanê dayikê da, û herbijî bo Kurd û Kurdistanê hêja Dr. Kamiran Haj Abdo.”

Bonn, 03.04.2004

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]