Piştî serhildanê kongira netewî pêwîst e
Dr. Mihemed Zeyno
efrin.net, 24.03.2004
Tevaya gelê kurd di wê baweriyê de ye ku gerek e xwîna qehremanên
serhildanê zû ji bîr nebe, ango di encamê de pêwîst e hin ji mafên
neteweyî yên tevgera kurd bi cih bên.
Wek diyar e ev bûyer tiştekî nuh bû ji bo tevgera gelê me, bi taybetî ji
bo berpirsên wê li Başûr-rojavayê Kurdistanê, xebata siyasî piştî şerekî
dijwar di navbera gelê sivîl ê kurd û çekdar û hêzên parastinê yên
dewletê.
Pêwîst e berî her tiştî hin ji partiyên Kurdan bi lez ber hev bên, ango
bi şêweyekî orgenîzekirî xwe tevlî hev bikin, bi yek bin. Eger ev gav
bête pejirandin, em dikarin bêjin ku yek ji armancên serhildanê bi cih
hat.
Ji me hemiyan re diyar e ji bo meydaneke bi çûk wek ya Kurdan li Sûriyê
gelek partî û rêxistin hene, û ya herî balkêş ew e ku gelek ji wan bi
yek navî ne, du yekîtî, du elpartî, du pêşverû, du çep, û her yek ji wan
doza nûneriya milet dike. Eger em statîsteke bi lez bikin, wê baş xuya
bibe ku çiqas rewşa wan partiyan xirab û lawaz e, kar û xebata wan qels
û qiloç e.
Em bêjin 10–12 partî karê xwe di nav Kurdan de bi rê ve dibin, ev tê wê
wateyê, ku 10–12 serokên wan hene, 10–12 polît-bûro û ewqas jî komîteyên
navendî û komîteyên herêmî û navçeyî hene. Eger di her komîteyeke
navendî de 10–15 endam hebin, em dibînin ku dora 150 endamên wan
komîteyan hene, bila em bizani bin ku li ba partiya komunîst ya Yekitiya
Sovyêtê 400 endamên komîta navendî û 9 endamên polît-bûroya wê hebûn, lê
wan karê dewleteke mezin wek Yekîtiya Sovyêtistanê bi rê ve dibirin, kar
û barê 20 melyon komunîst û rêvebiriya 300 melyon kes dikirin. Endamên
komîteyên navendî yên partiyên me karê xwe di nav 1,5–2 melyon Kurd de
dikin. Ev tişt baş diyar dike ku tevgera me hewcedarî ewqas partî û
komîteyên wan yên navendî nîne, ji ber hindê gereke di demeke nêzîk de
hin ji wan partiyan xwe tevlî hev bikin û bi yek bin. Weha diyar e ku ev
xwestek ne tenê xwestekeke orgenîzeyî ye, belê ew xwestekeke neteweyî û
gelêrî ye. Bila em bi bîra xwe bînin çendî dilê gel geş bû û tevgera me
bi hêz bû, dema hin partî tevlî hev bûn û Partiya Yekîtî hate
damezrandin. Herwiha çendî dilê gel melûl û şikestî bû, dema ew partî bû
du qetên bi navekî, ev pirînsîp li ser partiyekê tê pîvan.
Eger mirov li silogan û daxwezên van partiyan mêze bike, wê baş bibîne
ku nakokiyên mezin di navbera daxwezên wan de nînin, pirê wan daxwaza
mafên siyasî, çandî û civakî dikin, tevî ku wan bernameyeke eşkere û
diyar dernexistine ka bê çi mebesta wan ji wan mafan heye, ta ku ne tenê
gelê kurd belê kesê ne kurd jî daxwezên wan bipejirînin, bi taybetî
dostên Kurdan yên roj bi roj di nav refê tevgera demokrasî de pir dibin.
Ev jî tê wê wateyê ku ev daxwez ne tenê xwestekeke neteweyî kurdî ye,
belê ew daxwazeke niştmanî-sûrî ye. Hawar û giliya me tenê, ku em
bindest in û pirojeyên şoven li ser pişta gelê me diqewimin, ne bes e ku
em kani bin dostan ji xwe re peyda bikin.
Êdî tiştekî ne durist e, demê em di belavokên xwe de armancên rengareng
diyar dikin, ji daxwaza mafên siyasî û çandî û otonomiyê ta bi mafê
çarenûsiyê, pêwîst e tevgera kurdî li ser yek armanceke neteweyî karê
xwe bike yek. Herwiha di vir de em di warê erdnîgarî (ceografî) de jî ne
yek in. Ango divê em li ser yek navê herêmên Kurdan bi yek bin. Ev herêm
beşek ji Kurdistanê ye, navê wê Kurdistana Sûriyê ye, an Başûr-rojava
ye, an Başûrê biçûk e an jî em Kurdên Sûriyê ne…
Barekî pir giran li ser milê rewşenbîrên kurd li welêt heye – ji wan bi
taybetî tête xwestin ku civaka kurdî ji hundir ve şirove bikin. Di nav
van çel salên dawî de çiqas bandora erebkirina civaka kurdî şax û
striyên xwe berdane, çiqas wê mejiyê nifşên nû yên kurd dane ber pêla
xwe, çiqas hejmara be’siyên kurd heye, çiqas hejmara ajan û endamên
hêzên parastinê û polîsan yên kurd heye, çiqas kes ji Kurdan dikarin bi
zimanê kurdî bixwînin û binivîsin, çiqas hejmar ji her kovar û
rojnameyekê belav dibin, çiqas kurd ji ereban zewicî ne û zarokên wan
xwe çi dibînin, çiqas hejmara ereban li herêmên Kurdan dijîn, ew axa
kîjan axayî bû ku li wan hate belavkirin, ev erebnan ta kîjan radayê xwe
xwedî erd dibînin, û ya herî taybet çiqas hejmara kurdan heye. Bi
gotinekê em hewcedarî lêkolînên komelayetî (sosiolocî) ne, yên bi ferehî
van babetan vekolînin. Ji bo şirovekirina hin bendan em îro hewcedarî
kongereke netewî ne, ya ku bi giştî li ser van û babetine din raweste û
vekolîne. Ev kongir dikare di serî de li derveyî welêt çê bibe, berî
damezirandinê pêwîst e komîteyeke organîze bike û bernameya wê li Kurdan
belav bike, ta ku gelê kurd bizani be ku rewşa wî tê vekolandin.
|