Nameyeke vekirî bo berpirsiyarên rêxistinên kurdî li sûriyeyê
Birêzên hêja sekretêr û berpirsiyarên rêxistinên kurdî li Sûriyeyê,
hûnê ji bo nivîsandina vê nameyê li birayê xwe bibexşînin. Amanca
nivîsandina wê ne ew e ku xebat û têkoşîna we kirî biçûk raber bike, lê
ew e ku ji bo berjewendiya giştî pêşniyaziyekê pêşkêşe we birêzan bike.
Nivîskarên kurd ji bo diyarkirina rastiya rewşa gelê xwe, daxwaza mafên
wan û ji bo rexnegiriya li hukûmetên desthelatdar mirin, zindan,
êşkencekirin, dûrî û belengazî dane ber çavan e, lê pirr caran
nikaribûne di derbarê rêxistinên kurdî û civatên kurdî de tevahiya
rastiyê binivîsînin. Eger çi bin jî beşekî mezin ji rastiya xwe bi
Kurdan û rêxistinên wan ve girê dide veşartî mane. Dem êdî hatiye ku
bizava ragîhandina rastiya tevahî bihête kirin çiqa bicîhbûna hêviyeke
weha bi tevahî di nav Kurdan de hîn xewn be jî.
Birêzan, hûn ê baş bizanibin ku yek ji egerên herî mezin yên bindestbûna
Kurdan bêtevdêrî û jihevbelavbûna wan bi xwe bûye. Nivîskar û
rewşenbîrên Kurdan, her weha rêxistinên Kurdan, bi pirranî hemî egerên
bindestbûn û sernekeftinê, berê û nuha, her xistine stuyê aliyên
dervayîye, lê rastî ne weha ye. Qe nebe nîvê sedemên rewşa Kurdan ya
nuhayî kêmasîyên di nav Kurdan bi xwe de bûne. Wek nimûne, eger di
navbera salên dawîhatina Dewleta Osmanî û dawîhatina şerê cîhanî yê
duyem de di nav Kurdan de rêxistinên zîrek hebûna û di nav wan de
koordinasyoneke rêk û pêk hebûya guman tê de niye ku dewleteke kurdiye
sewrbixwe dê nuha li holê bûya. Li milê din, eger têkoşîneke li gor
rewşê bi amanc û plan û rêyên çaktir û pêşvetir cîh girtibûya, heye ku
li hin beşan bêtir maf hatibûna bidestxistin. Amanc bi vê gotinê ne
biçûkkirina têkoşîna hatî kirine, ne jî înkarkirina fîdakariya wan
têkoşer û cangorên salên par e, lê ew yeka ye ku em haydare kêmasîyên di
nav xwe de bin da ku bikaribin ji wan fêrî dersan bibin, bi amnca ku
xebat û têkoşîna bo bidestxistina mafan baştir bibe. Lê em vê pirsê li
şûn bihêlin û vegerin ser amanca nivîsandina vê nameyê.
Feylesofekî gotiye, eger mirovek ji yên din bipê ku ji wî hej bikin
divêt berê ew bi xwe ji xwe hej bike û eger mirovek ji yên din bipê ku
ji wî re rêzdar bin divêt berê ew ji bo xwe rêzgir be. Hejmara rêxisinên
we nuha 10 derbas kiriye. Eger pirraniya Kurdên Sûriyeyê bi xwe êdî di
derbarê navên rêxistinan de şaşo-maşo mabin, gelo em ê çi ji aliyên
biyanî bipên? Da ku Kurdên Sûriyeyê bi we bawer bin, da ku dewleta sûrî
giraniyê bide we, da ku rêxistinên beşên din ji Kurdistanê ûda we
bikişînin û da ku cîhan we binase divêt berê hûn bi berpirsiyartiyên li
ser milên xwe rabin. Eger weha nebêt hûn ê her biçûk bimînin, çiqa hûn
amancpak bin jî. Bi salan e gotina pêdiviya bi yeketiyê dibêye, lê em
hemî baş dizanin ku yekgirtin ne hêsan e. Min dil niye li vir analîz û
şîrove bikim çima, lê dixwazim ji we birêzan re pêşniyaz bikim ku
rêxistinên Kurdên Sûriyeyê bi rêya serokên xwe:
1. di encûmenekê (meclisekê) de bibin yek. Bila sekretêrên hemî
rêxistinan di nav encûmenê de endam bin û bila salê yek ji wan wek
serokê encûmenê bihête hilbijarin. Navekî wek “Encûmena Yekgirtî ya
Partiyên Kurdî li Sûriyeyê” (El Meclis el Muwehhed lil Ehzab el Kurdiyye
fî Sûrya) dikare li wê “meclisê” bihête kirin. Di nav encûmenê de hûn
dikarin bi şêweyeke şaristnî û demokratî hemî pirsên xwe bi Kurdên
Sûriyeyê ve peywendîgir dikin têxine guftûgo û bi hev re bernameyeke rêk
û pêk ji bo karê encûmenê amade bikin. Biryarên ji aliyê pirraniya
endamên encûmenê de hatinî pejirandin divêt ji aliyê hemiyan ve bihête
pejirandin û rêzlêgirtin, çimkî demokrasî ew e ku di rewşên weha de
biryara pirraniyê bihête pejirandin. Eger her kes û aliyê di welatekî de
bi biryara pirraniyê ne qayil be veqete û biçe li dij yên din şer bike
encam ê têkçûna yeketî, aramî û sîstêa wî welatî be. Rêxistinên di
encûmenê de endam dikarin di nav xelkê de her karê xwe bikin û ji bo
berjewendiya rêxistinî hewl bidin, lê bi şertê ku propagandaya li dij
encûmenê nekin û li dij wê dernekevin çimkî encûmen ya wan hemiyan e û
biryarên wê bi dengên pirraniya endamên wê hatine girtin.
2. Endamên encûmenê divêt bi kêmasî mehê carekê bi hev re danişin û di
derbarê bernameyên xwe de tevdêr û plan û bernameyan bi rê xin. Ew
dikarin li gor pêkanî û jêhatina xwe komîtiyan bi rê xin, wek yên
perwerdekirinê, pêşvebirina ziman û çanda kurdî, peywendiyên bi aliyên
hukûmetî re, peywendiyên bi rêxistinên din yên sûrî re, peywendiyên bi
cîhana erebî re, bi ya îslamî re, bi ya rojavayî re, bi Kurdên li derve
re, yên pêşvexistina civatî, pakiya herêmî û yên din... Di eynî demê de
endamên encûmenê dikarin her wê bizavê bidomînin ku xwe bêtri ber bi hev
wînin, bi hêviya ku rojekê hejmara partiyan dakeve du yan sê rêxistinan.
3. Encûmen divêt bi aştî û bi rêyên demokratî, lê di eynî demê de bi
îsrar karê xwe bidomîne û dest ji daxwazên xwe yên di derbarê mafên
Kurdên Sûriyeyê de bernede. Encûmen divêt bi wêrekî, disîplîn û bi
biryar bernameya xwe têxe pratîkê û hemî daxwaz û amancên xwe aşkere
bike da ku ne tenê ji Kurdên Sûriyeyê re, lê her weha ji Kurdên aliyên
din re, ji dewleta sûrî re û ji cîhanê re vekirî xuya bike ka Kurdên
Sûriyeyê çi dixwazin.
4. Encûmen divêt ne tenê xwedî li Kurdên Sûriyeyê û daxwazên wan
derkeve, lê her weha xwe wek berpirsiyara wan bi bername û kirin îspat
bike. Heke neke rewşa kambax ê bidomîne, her kes û kom û nûpêketî û
xwediyê amancên baş û nebaş ê bikaribe xwe wek berpirsiyar bi nav bike.
Encûmeneke weha divêt yeke serbixwe be, ne ku berdevka çi aliyên din be,
sûrî dibe, kurdî dibe yan biyanî. Erkê li ser milê encûmenê divêt ew be
ku rewşa Kurdên Sûriyeyê baştir bike û mafên wan di nav Sûriyeyê de bi
dest xe. Va yeka wê xwebêjê nade ku encûmen divêt telaqa xwe ji
rêxistinên beşên Kurdistanê yên din bibirre, yan dest ji Kurdên din
berde, lê ew e ku xwe bi tevahî têxe xizmeta Kurdên Sûriyeyê û rê nede
çi aliyan ku wan bo xwe û amancên xwe bi kar bihînin. Danûstendina
encûmenê bi rêxistinên Kurdistanê re divêt li ser hîmê rêzgirtina hevbeş
û berjewendiya hevbeş bêt. Ji mêj ve ye ku pêdivî bi wê yekê heye ku
koordinasyoneke rêk û pêk di nav rêxistinên hemî beşan de hebe bo
amancên hevbeşe ku xwe bi tevahiya gelê kurd re peywednîgir dikin.
Da ku encûmeneke weha bikaribe di kar û amancên xwe de bi ser keve pirr
grîng e ku PKK (KGK) bi tevahî dest ji Kurdên Sûriyeyê berde, ne tenê
destberdaneke rasterast, lê her weha ya bi navê rêxistineke din. Va
rastiya yek ji wan rastiyan e ku wek “tabû” maye. Ji bo berjewendiya
giştî, ya PKK jî di nav de, dem hatiye ku PKK dest ji Kurdên bin-xetê
berde.
Sekretêrê PKK Abudullah Ocalan bi salan li Şamê ma û akadêmiya Mazlûm
Dogan li Beqa’ bû... Eger ne bi hezaran be, bêguman bi sedan xort û
ciwanên ji Kurdên Sûriyeyê bo doza PKK û amancên wê ji bav û dayên xwe
dûr hatin kujtin, bi sedan seqet man, girtî man, bi hezaran ciwantiya
xwe pêşkêşe PKK û serokê wê kirin... Bêyî ku têkevim nav şîrovekirin û
analîzeke dûr û dirêj ya rast ew e ku birêz Ocalan îroj wê yekê daxwaz û
hêvî dikêye ku têkoşîn bo demokratîzekirina Komara Tirkiyeyê be. Ew
vekirî serokê PDK Mesûd Barzanî û sekretêrê YNK Celal Talebanî wek
“nasyonalîstên nezane kevneperest” bi nav dike û heta daxwaza
xwebirêvebirinê jî wek ya kesên “paşmayî” bi nav dike. Ez bi xwe, bi
dîtina xwe ya şexsî, ne li dij daxwaza demokratîzekirina Tirkiyeyê me.
Bi gotineke din, ez bi xwe, bi taybetî dema rewşa birêz Ocalan û ya
Tirkiyeyê didim ber çavan, ne li dij daxwazeke weha me bo Kurdên
Tirkiyeyê, lê biryara dawîn di dest Kurdên bakur bi xwe de ye; li gel ku
min bersîvên birêz Ocalan yên wî ber çend salan di hevpeyvîneke telefonî
de dabûn hîn ji bîr nekirine, bersîvên ku kesên otonomîxwaz wek “xayîn”
bi nav dikirin, bersîvên ku daxwaza Kurdistaneke azad û yekgirtî wek
amanca têkoşîna PKK diyar dikirin. PKK bêguman maf heye bernameya xwe
bide guhertin û daxwaza komara demokrat li Tirkiyeyê bike, lê divêt di
eynî demê de dest ji Kurdên beşên din berde. Bikarhanîna komeke ji
Kurdên bin-xetê, heta di bin navekî din de be jî, dibe egera
hevnegirtina Kurdên wê herêmê û kêşeyên din. Endamên gelê kurd, li ku
derê bin jî, divêt bo mafên Kurdan yên hemî beşan piştgir bin, lê
bikarhanîna Kurdên beşekî ji aliyê rêxistineke ji beşekî din de ne
durist e, di bin çi nav û amancan de be jî, û rêxistin ji çi beşê
Kurdistanê be jî. Va bûn bi sedan sal ku giyanê neteweya kurdî beşbeş
bûye û va bûn dora 80 salan ku bi encama têkçûna Dewleta Osmanî 3
sînorên din ketine navebra Kurdane. Em bixwazin-nexwazin bi encama vê
yekê her beşek bûye xwediyê rewşeke taybet. Tenê rêxistinên wî beşî
dikarin brînên xwe derman bikin. Ya ji rêxistinên kurdî dihêt hêvîkirin
alîkirina rêxistinên beşên din e, ne bêtirkirina kêşeyên wan û
dijwartirkirina rewşa wan.
Partiya Demokrat ya Kurdistan û Yeketiya Niştimanî ya Kurdistan, ew jî
divêt êdî wê yekê hewl bidin ku alîkariya Kurdên Sûriyeyê bikin û wan
ber bi hev wînin, ne ku wê bizavê bikin vê rêxistinê yan wê rêxistinê li
dij aliyê din bikin piştgirên xwe. Kurdên Sûriyeyê bi dirêjiya dora 50
salan xwe bi can û bêhn dan ber piştgiriya Kurdên başûr, di wê demê de
ku gellek başûriyan nedizanibûn ku li bin-xetê herêmên kurdî hene.
Kurdên bin-xetê ku bi pirranî belengaz û hejar in amade bûn bi her awayî
bi PDK û li dû 1975an her weha bi YNK re dilsoz û alîgir bin. Ji lewre
li ser milên Kurdên başûr erk e ku îroj piştgiriya xûşk û brayên xwe yên
din bikin û bi wan re bêtir alîgir bin.
Nizanim eger Abdullah Ocalan di salên mayîna li Şamê de bi serokê sûrî
Hafiz el-Esed re çi caran daniştibe, lê Mesûd Barzanî û Celal Talebanî
gellek caran hem bi Hafiz el Esed re, hem bi Beşar el Esed re, hem bi
serokê Partiya be’is ya sûrî re û hem bi wezîrên sûrî re daniştine. Ez
meraqdarê wê yekê me ku bizanibim, ka gelo yekî ji wan di daniştineke bi
berpirsiyarên sûrî de re daxwaza ku bila bo Kurdên Sûriyeyê hema
radyoyeke rojê bernameyeke yek-saetî bi zimanê wan pêşkêş dike hebe
kiribin? Nedizanim eger kiribin yan na, lê dizanim ku ne PKK, ne YNK û
nejî PDK li gel peywendiyên wan yên “gellekî baş” bi hukûmeta sûrî re, û
li gel ew qas fîdakariya kurdên Sûriyeyê bo wan û rêxistinên wan,
nikaribûne di nav 20 salên çûnî de heta xwendegeheke zarokan ku tê de
hema zimanê kurdî li dû erebî yê 2yem be ji bo Kurdên Sûriyeyê bi dest
xin. Ez bi xwe paşerehên vê pirsê baş fêhm dikim heye ku lomeyan jî li
wan nekim, çimkî rewşa wan û amancên danûstendina hukûmeta sûrî bi wan
re dizanim; her weha haydare wê yekê me ku rêxistineke bi xwe hewcedare
alîkirina dewleteke biyanî, rêxistineke ku nikaribûye amancên Kurdên
aliyê xwe hîn bi dest xe, dê çi caran nikaribe derdê Kurdên beşekî din
derman bike.
Nivîsandina gotinên li jor hatinî kirin ne hêsan e, çimkî di nav Kurdan
de gellek kes hene yên ku rastiyê, realîteya rewşê û atîfeya neteweyî li
nav hev dixin. Em Kurd pirr caran li şûna ku bi mêjiyên xwe bifikirin bi
dilên xwe difikirin û ji lewre dayîna nerxekî bi êş û janê dagirtî ji me
re bûye xusetekî ji xusetên gelêrî û folklorî. Li milê din, wek min
gellek caran nivîsdandiye, ji ber egerên corbicor kesekî hîn tevahiya
rastiya xwe bi Kurdan û rêxistinên wan ve, yan bi pirsên olî û eşîrtî û
civatî ve girê didin nenivîsandiye. Lê nivîskarê vê nameya vekirî li vir
maf maf dide xwe ku çend têbiniyan diyar bike, maf daye xwe çimkî bi
dirêjiya 40 salên ji jiyana xwe bi her awayî piştgiriya gelê kurd kiriye
û çi caran ferq nexistiye navbera vî yan wî beşî. Bi taybetî di salên
jiyana li derve de wî ji beşên din bêtir bêtir bo Kurdên başûr û bakur
kar kiriye. Di wan salên ku tê de gellek xwendekarên ji başûr ji tirsa
kiryarên terorî yên recîma Bexdadê newêribûn aşkere û vekirî li bajarine
rojavayî têbikoşin de nivîsakrê nameyê di kombûnên ku tê de balyozên
îraqî… beşdar bûn, di hevpeyvînan de û bi gotar û nameyên di rojnameyan
de… piştgiriya rêxistinên başûr û gelê kurd kiriye; her weha bi salan
aşkere û bi navê xwe yê rasteqîne, li gel gefan û serêşiyan û kêşeyên li
pêş wî hatinî çêkirin, bi gellek şêweyên rêxistinî, mîdyayî û bi
nivîsandina bi sedan name û belavokên siyasî piştgiriya daxwazên gelê
kurd li bakur û heta carine li hember berpirsiyar û rêxistinên tirk
piştgiriya birêz Ocalan û rêxistina wî jî kiriye. Nivîskar dikare van
gotinên xwe bi belgeh û îspat raber bike û ji lewre maf dide ku van
gotinên li jor hatinî kirin têxe rêzan. Ew weha dike ne ji bo çi
berjewendiya şexsî, çimkî li gor tecrûbeyên xwe yên şexsî baş dizane ku
gotinên weha dikarin bibin egera serêşiyeke mezin ji bo wî û dikarin
hestê mirîd û xêrnexwazan li hember wî tûj bikin, lê wek min li jor got
dem êdî hatiye ku bi kêmasî tiştine aşkere bihên gotin, yan na em li hev
û li yên din derewan dikin. Nivîskar û rewşenbîrên rast rewşenbîr
wûjdana gelên xwe ne, hêviyên gelên xwe ne û li ser milên wan erk e ku
ne tenê rastiyê diyar bikin, lê bikaribin rastiyê û nerastiyê ji hev
veqetînin. Çawa be jî pêwîst e ku ew rastiya li gor xwe bi nivîs û
gotin, û bi usûl, di nav xelkê de belav bikin.
Birêzên hêja,
bibexşînin, ez piçekî ji amanca serek bi dûr ketim, lê divabû van çend
rêzên di derbarê rêxistinên bakur û başûr de bihatana nivîsandin, çimkî
hûn jî baş dizanin ku yek ji egerên mezin yên hevnegirtina Kurdên
bin-xetê xwe bi dilsoziya aliyên cuda bi rêxistinên kurdistaniye cuda ve
peywednîgir dikin. Li başûr êdî federalîzm bûye amanc û em hêvî bikin ku
va daxwaza bi ser keve û xûşk û brayên me li wir êdî li dû sedsaleke bi
xem û êş têkevin nav jiyaneke aram. Eger federalîzm li Îraqê bihête
pejirandin û aramî bihête wir, dem êdî dê ew dema be ku Kurdên başûr
destê alîkariyeke rêk û pêk dirêje Kurdên Sûriyeyê bikin, hem ji aliyê
dîplomatî de, hem ji aliyê aborî de û hem jî ji aliyê perwerdeyî de.
Ya herî grîng di vê qonaxê de ew e ku hûn birêzên hêja, sekretêr û
berpirsiyarên partiyên kurdî li Sûriyeyê, xwe bi şêweyekê bi şêweyen ber
bi hev wînin û bi yek dengî biaxifin, bi kêmasî di dema danûstendinên bi
dewletê, bi mîdyaya cîhanî û bi rêxistinên kurdî yên beşên din re. Min
birêxistina encûmenekê wek pêşniyazî da, lê hûn dikarin ji xwe re rêyeke
din jî bibînin. Bêguman hûn ê ji min bêtir haydare realîteya xwe bin û
hûn ê ji min baştir hev binasin û ji lewre hûn in yên ku bikaribin
tiştekî bo berbihevhatineke nêziktir ji hev bikin. Lê rê bidin min ku li
vir tiştekî diyar bikim. Her kes yeketiyê dixwaze, lê carine, heta bo
amancên neteweyî jî, kesine nikarin li gel hev kar bikin. Ev ne tenê bo
Kurdan weha ye, lê bo hemî mirovan. Miorovine hene ku yek nikare û
naxwaze bi wan re di nav komîteyekê yan encûmenekê de kar bike. Carine
hebûna du mirovên hevrike ku nikarin li gel hev kar bikin di nav
komîteyekê yan encûmenekê de dikare bi ziyan be. Li gor tecrûbeyên min
yên şexsî, eger di kar de be yan di siyasetê de be, heye ku ya herî baş
di rewşên weha de dûrmayîna wan her du kesan ji hev be. Tiştê dixwazim
bibêjim ev e: Eger di nav sekretêr û rêvebirên rêxistinên we de kesine
hebin ku ne mumkine bikaribin li gel hev di nav encûmenekê de kar bikin,
wê demê karê encûmenê dê dijwar bibe û wê demê ya herî baş bo
berjewendiya giştî dê ew be ku ew kesan şûnên xwe bidin kesine din.
Ezê nameya xwe li vir bi dawî wînim bêyî ku pêşniyaziyên hûrtir di
derbarê kar û bernameyên “encûmena” min bo wa pêşniyaz kirî de diyar
buikim, çimkî ew karê we ye û bêguman hûn ji her kesî çêtir xwedan
xibretên di derbarê daxwaz û merqa û pêdiviyên xelkê xwe de ne. Dîsa jî
ew ê bo min serbilindî bêt eger hûn birêzan bixwazibin di derbarê çi
pirsê de be jî dîtina me kesên li derve bizanibin. Li dû bûyerên dawîne
diltezîne û êş û jana xelkê me û her tiştê bi wan bûyeran ve girêdayî
min li ser milê xwe wek erk dît ku vê nameyê binivîsînim û wûjdana xwe
rihet bikim. Dîtinên tê de şexsî ne û wê xwebêjê nadin ku ew illeh
durist û yên din nedurist in.
Baweriyên min yên şexsî di derbarê Kurd û Kurdistanê de û piştgiriya min
bo mafên Kurdên hemî beşên Kurdistanê dê her wek xwe bimînin û bila
kesek weha bawer neke ku nivîskarê nameyê li vir cudabûnê dixe navbera
Kurdan. Li dû van salên dûr û dirêj ez gihîştim wê encamê, helbete li
gor xwe, ku ya herî baş bo Kurdên li welêt (ne yên li derve) ew e ku
a) rêxistinên her beşekî bo mafên wî beşî kar bikin, bi hêviya ku
bikaribin li gel hev di nav encûmenekê de bibin yek, bi kêmasî yekbûneke
li ser amancên hevbeş û danûstendina bi dewletê û bi derve re, û
b) di nav encûmenên hemî beşan de koordînasyon hebe di derbarê
berjewendiya giştî ya tevahiya gelê kurd de.
Bi hêviya ku nivîsandina van rêzên li jor li şûna afirandina xezebeke li
hember nivîskêr bibin egera destpêkirina munaqeşeyeke berbihevhatineke
bo amancên dûr bi sûd û baştirkirina rewşa Kurdan.
Bi rêz û slav
Şahînê Bekirê Soreklî
Sydney, 23/03/2004
|