Newroz – cejna berxwedan û xweragirtinê
Dr. Kamiran Bêkes
Efrin.net, 21.03.2004
Adar e; bîranîna şîn û şahiyan e.
Buhar e – demsala azadî û serxwebûnê.
Evîn e; evîna gel ji jiyaneke nû re ye.
Newroz e – cejna têkoşîn, berxwedan û xweragiriyê; cejna
lixwexwedîderketinê, cejna xortkirina viyan û hêviyan, cejna nîşankirina
yekbûna Kurd û Kurdistanê.

Li destpêka vê demsalê gelê kurd li her çar perçên Kurdistanê û li
hemû welatên ku Kurd lê cîwar bûne cejna xwe ya netewî, Newroza xwe ya
pîroz hembêz dike. Bi ser de jî pêgiriya xwe bi maf û daxwazên xwe yên
netewî û mirovane nîşan dide û bi agirê Newrozê yê zindî hêzeke nû dide
xebat û têkoşîna xwe ya rewa û dadmend.
Belê, gelê kurd, bi evîn û viyaneke pir bilind, Newroza xwe hembêz dike
û li ber agirê wê dîlana xweragirî û berxwedanê şên dike. Kurdistan jî,
weke bûkekê, xeml û xêza xwe girê dide û xwe bi agirê pîroz dixemilîne.
Ev agirê ku di şeva Newrozê de ji Mehabad, Sine û Serdeşt ta bi
Silêmanî, Hewlêr û Dihokê, ta bi Amed, Agirî û Wanê, ta bi Efrîn,
Qamişlo û Kobaniyê ten û canê Kurdistanê serûber dixemilîne û ji nû ve,
tevî sînorên destkird û çêkirî, dike yek û ji tevaya cîhanê re – ji
dostan re jî, ji dijminan re jî – xuya û aşkere dike ku gelê kurd di
bingehê de yek netewe ye, welatê wî Kurdistan jî yek welat e. Belê,
aşkere û xuya dike ku vîn û daxwaza netewa kurd bi tevayî her yek e:
azadî, azadî û dîsan azadî.
Erê Newroz di bingehê de cejneke olî-dîrokî û girêdayî xuristê ye, lê
îro roj, ji ber sedemên perçebûn û bindestiya Kurdan, wateyeke xwe ye
din standiye û pê hatiye naskirin. Belê, ew îro roj bûye şana xebat û
têkoşîna li hember stem, zor û çewsandinê; bûye şana berxwedanê; şana
yekîtiya netewî, azadî û rizgariyê; şana xweragirtinê.
Bê guman Newroza îsal xwedî girîngî û wateyeke taybet e – ji aliyekî de
ev yekem Newroz e ku di ser Kurdan re derbas dibe, ku beşek ji welatê me
bi awayekî fermî û destûrî bi hinêza xwîna bi hezaran şehîd û
berxwedaneke bêhempa federaliyeta xwe bi dest xistî. Ji aliyekî din de
jî ev yekem Newroz e ku bi ser me de tê û pêrgî serhildan û berxwedaneke
ewqas gewre û hêzdar; pêrgî xweragiriyeke bêhempa li Kurdistana Rojava
tê, ya ku gelê wê ev bûye deh roj in toşî hovîtiyeke zor tund û teroreke
nedîtî ji aliyê desthilata şoven û nijadperest de dibe. Belê, desthilata
şoven û nijadperest li Şamê bi hemû hêz û karînên xwe yên hov, qirêj û
dirinde dide xwe ku raperîn û serhildana gelê me, ya ku bersiveke pir
xurist ji stem, zor û çewsandina bi dehsalan re ye, ji ber bike, pûç
bike û ji wateya wê bi dûr xîne.
Tiştekî pir aşkere ye ku di van çend salên dawiyê de gelek tişt li
cîhana me ya rengîn hatine guhartin, gelek pêşketin di warê mafên mirov
û miletan de hatine holê, gelek netewe bi dewlet bûne, pir dîktator û
deshilatdar hatin rûxandin, gelek mejiyên tund û hişk li seranserî
cîhanê hatin “nermkirin” û ji geftûgoyan re amadekirin… Lê li ba me,
mixabin, rewş her weha ye: Hîn ji sedî 10 ji miletê Kurd li Sûriyê, yê
ku ji berê û paşê de li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, bê nasname ye, bê
seretayîtirîn mafên mirov e; hîn hebûna Kurdan – weke mirov jî, netewe
jî – ji aliyê desthilata Sûriyê ya “welatparêz” de ne hatiye pejirandin.
Belê, hîn Kurd bi tevahî li Sûriyê, li ser xaka bav û kalên xwe, têne
hingavtin û bi hemû awayan hewla pişaftina wan, erebkirina wan tête
kirin.
Li hember siyaseteke weha di şovenî û nijadperestiyê de berdewam,
helbet, mafê gelê kurd e ku ew, bi hemû awayan, hebûna xwe, kesayetiya
xwe ya taybet û serbixwe, berjewendiyên xwe û paşeroja xwe biparêze û
xwedî lê der keve; mafê gelê kurd e ku bi hemû şiyan û karîna xwe dengê
xwe bigihîne cîhanê, siyaseta şoven riswa û rûreş bike û dostan ji
xebata xwe ya rewa û dadmend re peyda bike, da ku rojekê pêştir Kurd jî,
weke hemû gelên cîhanê, li ser xaka bav û kalên xwe azad û serbest bijîn
û taybetmendiyên xwe yên netewî biparêzin û pêşve bibin.
Ew roja jî, roja azadî û serbestiyê, helbet dûr an nêzîk li hêviya me
ye. Lew dem ne dema berê ye. Dem dema azadî, demokrasî û wekheviyê ye.
Dema parastina mafên mirov û miletan e. Dema pejirandin û rêzgirtina
hevdu ye. Dema bi hev re cîhanpêşdebirinê ye.
Belê, ew roj – roja azadî û serbestiyê – li benda me Kurdan e jî. Ew
xeml û xêza xwe ji me re girê dide û li benda wê yekê ye ku em jî –
piştî evqas sal be jî – xwe ji wê re amade bikin: yekîtiya xwe biparêzin
û berjewendiyên bilind yên miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin;
hergav bi hev re, bi yek dengî, biqîrin: Bijî Kurdayetî berî hertiştekî
din.
Di vê çarçewê de ev 10 roj in ku gelê me li Kurdistana Rojava wek şêran
rabûye ser piyan û li xwe û doza xwe xwedî derdikeve. Bi yek dengî
dibêje “bijî Kurd, bijî Kurdistan”. Ev gel dixwaze bide xuyakirin ku bê
çareserkirina pirsa wî ya netewî ya pir rewa û dadmend ti aştî û ewlehî
ne li Sûriyê, ne jî li herêmê pêk nayê.
Li hemberê jî desthilata Sûriyê ya şoven û nijadperest bi her awayî dide
xwe ku bide diyarkirin ku serhildana gelê me li Kurdistana Rojava ne ji
vîn, kîn û mafdariya Kurdan hatiye, belê ew dixwaze bide xuyakirin ku ev
raperîna – xwdêgiravî – bi destên hin “xêrnexwazan” û “hêzine ji derve”
tête birêvebirin, yên ku dixwazin “yekîtiya niştîmanî li Sûriyê têk
bidin û riyê li pêş destêwwerdanên derve dûz bikin”. Belê, ew dixwaze
bide xuyakirin ku ti doza kurdî û ti bindestî yan siyaseteke şoven li
Sûriyê di dermafê Kurdan de nîne.
Li vir pirsek xwe bi hêz dide pêş:
– Gelo çima kî yekîtiya niştîmanî têk dide?
Bersiv helbet aşkere ye: Ewê ku doza kurdî binpê bike, demokrasiyê tune
bike, hebûna Kurdan (ku ji sedî 12 ji xelkê Sûriyê ye) înkar bike,
siyaseta yekpartîtiyê bi zorê bimeşîne, helbet tenê ew û ne kesî din
dijminê pêşîn yê yekîtiya niştîmanî ye, dijminê bi hev re jiyana
neteweyên Sûriyê ye, berî hertişî jî yê ne welatperwer û ne pêşverû ew e
– kî dibe bila bibe.
Ev yeka han helbet tenê tiştekî diçespîne; ew jî ew e ku ev rêjîma şoven
û dîktetor hîne dide xwe ku di siyaseta xwe ya înkarkirin û tunekirinê
de berdewam bike, û ti çareyeke siyasî ji doza gelê kurd ya rewa û
dadmend re nebîne. Yanê ew hîn dixwaze xwe li hember guhartinên cîhanê
kehr û kor bike û vê heyama me, heyama demokrasî, mafên mirov û miletan
bi piş guhan de bavêje.
Lê bila şoven û nijadperest baş bizani bin ku ti hêz û şiyan nikare
miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike
qurban – û va ye dike jî – heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja
azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.
Li dawiyê ez dixwazim bêjim ku gava mirov dibîne çawa gel bi coş û
viyaneke bêhempa li taybetmendiyên xwe yên netewî xwedî derdikeve û wan
diparêze, gava dibîne ku li hember kuştar û tevkujiyan Kurdên herçar
perçên Kurdistanê yekden û hemhelwest in, helbet baweriya mera bi doza
gel û netewa mera gelekî bilind û bihêztir dibe û mera – îjdil – şanaz û
serbilind dibe ku mera lawê ton miletekî weha xweragir û ewqas vînxort
e.
• Bera Newroz li gelê me yê kurd, ewê ku herdem tî û birçiyê azadî û
serxwe-bûna xwe ye, pîroz be.
• Bera agirê Newrozê yê pîroz herdem gur û hêgin be.
• Bera Kurdayetî jî herdem di ser hertiştekî din re be.
• Serberzî bo şehîdên Adara Rojava û hemû şehîdên Kurd u Kurdistanê.
21.03.2004
|