Pirsa kurd li Sûriyê piştî 12.03.2004-an

Dr. Mihemed Zeyno

efrin.net, 20.03.2004

Li dawiya dawiyê Kurdên Binxetê jî bûn armanca êrişên şoven û nijadperestên ereb, yên ku hemo sînor û bendên hişmediyê birîne û zimanê aştiyê dane paş xwe û daketin qada şerî. Wan rûyê xwe, ku ta demekê veşartî bû, eşkere kirin, rûyê xwe yê rasteqîn nîşandan û koma erebên çekdar û bi piştgiriya hêzên parastin û leşkeran êrişî ser mal û hebûna Kurdan kirin. Ev reşçalakiya wan hovîtiya salên 80-yan bi bîra mirovî tîne, dema bi fermana berpirsiyarên dewletê zarok, kal, pîr, mal û hebûna milet dan ber êgir û talanan. Lê tevî wê jî van çalakiyên Kurdan sê faktoran nîşan dikin:
Desthilata sûriyê tenê di şerê navxwe de bi ser dikeve, li dijî gelê sivîl ew merd û serkeftî ne, û di qada şerê derve de ew her car bi bin dikevin û çi caran bi ser ne ketine û bi ser nakevin jî. Di van çel-pêncî salên dawî de wê yek mitir ji xaka xwe rizgar ne kiriye, yek ji girtiyên xwe ji zîndanên dijminê xwe (Îsraîl) serbest ne kiriye.Yek ji armancên xwe pêk ne aniye. Ji bo berpirsiyarên dewletê tevaya welêt bûye qada talan û diziyê, wan hefsarê diz û hovan, çi li navçeyan û çi li navendan, serbest kiriye û yek mirovê diz ne hatiye dadkirin.
Herwiha baş diyar e ku guhartinên li cîhanê diqewimin hîn jî nikanin bandora xwe li rewşa hundir bikin, kesên berpirsiyar di desthilatê de bi guhên girtî û çavên damirandî jiyana xwe didomînin, wekî ku ew li gerdûneke din dijîn.
Bûyerên roja 12.03.2004-an li bajarê Qamişloya birîndar û di dûv re li Heleb û Efrîna delal baş diyar kirin ku soz û peymanên vekirin û rêforman, yên ku dewletê dabûn pêşiya xwe, vit û vala derketin. Ji bo pêkanîna wan soz û peymanan kesên nû, ên bi hişên nû û vekirî, ên ji gûhartin û rastiyê natirsin, gerek in; kesên dilxort pêwîst in.

Serpêhatiyên ku li dijî gelê kurd pêk tên diyar dikin ku desthilat, û bi taybetî berpirsên wê, li navçeyên Kurdan hîn jî bi hişê zor û qiwetê diramin, zimanê danûstandinan, zimanê aştiyê nas nakin. Diyar e yek ji stûnên ramana wan ew tunekirina gelê kurd û pirsa wî ya netewî li sûriyê ye. Ew gelê kurd wek penaberan, yên ji deverên dûr ve hatine û “xaka sûriyê” dagirker kirine, dibîne. Bi vê yekê deshilat xwe ji encamên pirsa Kurdan diparêze û berdevkên wê yelo-yeko li dûv hev dubare dikin “pirsa kurd li sûriyê tuneye”. Lê tiştê herî bêhiş û ne mafdar ew e ku ku hin ji kesên “pêla demokrasiyê” jî li zurna deshilatê didin. Va ye mirovekî navdar, wek Riyad el-Turk, dibêje: “Pirsa kurdî?! Ez vî tiştî napejirînim. Girêka Kurdan ew e ku hin mafên hevwelatiyê û zivirandina nasnameyan ji bo Kurdan.” Bi van gotinan wî bersiv ji ber hemo erebên “demoqrat” ve da.

Lê çalekiyên roja 12.03.2004-an ev bîrdoz hilweşand û li erdê xist. Diyar e ku di demeke nêzîk de wê gelek rewşenbîr û rojnamevanên ereb xwe bi pirsa kurd re mijûl bikin, gelek gotar û lêkolîn di mediya wan de têne weşandin, ev jî qey nîşana xêrê ye, gelekê wan pirsa kurdî bi hebûn û ferhkirina demokrasiyê ve girêdidin, ji ber ku çi aştî nabe, bê çareserkirina pirsa Kurdan; çi demokrasî nabe bê çareserkirina pirsa Kurdan; çi wekhevî nabe bê çareserkirina pirsa Kurdan. Bi vî şêweyî pirsa kurdî dibe pîvana rastiya xebata ji bo demokrasiyê.

Deshilata sûriyê, wek dagirkerên din yên Kurdistanê, herêma Kurdan birêve dibirin wek koledarên îngilîz û firansî. Lê taybetmendiyeke koledarên Sûriyê heye, ew jî ev e: çi caran înglîz ne dan xwe ku Efrîqiyan û Hindiyan bikin Îngilîz; çi cara Firansiyan ne dan xwe ku xelqê welatên koleniyal bikin mirovine firansî. Lê va ye bêhtirî çel salî ye ku desthilata Sûriyê bi hemo rengan û bi darê zorê dike ku me bike ereb – li gor belgeyên fermî yên dewletê hemo rûniştevanên Sûriyê ereb in; ji şefeqa sibehê de ta bi derengiya şevê divê em her dem dubare bikin ku “netewa ereb yek e, ew xwedî nameyeka pîroz e, armanca me yekîtî, azadî û sosyalîzim e”. Helbet ew yekîtî û azadî û sosyalîzim tenê ji bo Ereban e. Gelê kurd ev bîrdoz, silogan û propaganda dewletê ne pejirand û di roja 12.03.2004-an de ew pûç kir.

12.03.2004-an rewşa Yekîtiya Sovyetistana berê bi bîra min tîne. Di salên dawiya 80-î û destpêka 90-î desthilata komunîstan li Moskovayê piçekî bandora xwe li ser navçeyan kêm kir, di encamê de gelên biçûk rabûn ser piyan û daxweza demokrasiyê kirin, belê ne demokratên rûs. Di serî de gelên li ser kenara Deriya Baltîq û di dûv re gelên qafqasê ermenî û corcî serî li dijî metodên parastinî û leşkerî yên desthilatê serî hildan. Herçendî nijadperestên rûs li navendê, Moskovayê, bi zora leşkeran dan xwe ku çerxa cîhanê dîsa li gor armancên xwe bizivirînin, lê ew jî pûç bûn û ne gihan çi meraman. Li dawiyê pirê wan hatin ber dadgehê û bûn mêhvanên zîndanan.
Herwiha dawiya rejîma Sedamî jî li ber çava ye. Bi ya min be, yek ji sedemên herî giring û sereke ji helweşandina Yekîtiya Sovyêtê û rejîma Sedamî ew e ku van herdu dewltan pirsa netewî bi şêweyeki dirust û demokratane ne pejirandin.
Çi baş e ku 12.03.2004-an li Qamişloya birîndar û Efrîna delal van mînakan ber çav dikin, tunekirina pirsa kurdî û nepejirandina wê li Sûriyê dikare bibe sedemeke sereke di leqandina rejîma Sûriyê. Ji ber hidê ne rast diramin xwediyê bîrdoza ku dibêje “tevgera kurd ne girêka navendî ye di tevgera demokrasiyê de li Sûriyê”. Îro roj tevaya tevgerên ereb dixwezin bi şêweyekî ji şêweyan xwe ji tevgera gelê kurd ve nêzîk bikin, ji ber hindê çi gotar û lêkolîn ji aliyê wan ve nayên weşandin bêyî ku navê Kurdan di nav xêzên wan de cih bigre, ta radayekê ku Civta Birayên Misilman di daxwuyaniyekê de dibêje ku “zora bi salan li dijî gelê kurd bûye sedema çalakiyên 12.03.2004-an. Ev roj û qehremanên wê bûne xêzeke qalind ji bo demokrasiyê li Sûriyê”.

Herçendî desthilat bixweze an jî nexweze qehremanên roja 12.03.2004-an xebat û berxwedana dewletê ji bo erebkirina gelê kurd pûç kirin. Herçendî tevgera demokrasiyê li Sûriyê bixweze an jî nexweze bêyî çareserkirina pirsa kurdî xebata wan sist û qiloç e, jar û qels e.

Ez di wê baweriyê de me ku desthilat nirîna xwe zû zû li ser Kurdan naguhere. Ji vir û pê ve ewê bi tundî li dijî Kurdan karê xwe bike, wê bi sedan xortên kurd bavêje binê zîndanan, wê bi dehan xwendevanan ji zanîngeh û dibîstanan bike mêvanên kolanan, wê hîn xortir giraniya zora xwe bide ser tevgera siyasî ya kurd, wê herêma Kurdan bike qada lez û beza leşker, tîmên parastin û nokeran. Bi gotinekê ewê şerê gelê kurd bi şêweyekî vekirî bike, ku rewşa civakî, aborî û siyasî hîn jî aloztir bike.

De ka bê ta çi radayê Tevgera Azadîxweza Kurd ji van pirsgirêkan re amade ye, ew dikare bibe xwediyê vî barê giran, ta ku bi rastî ew bibe nûnera gelê kurd li vî beşê Kurdistanê.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]