Dîrok xwe dubare dike

Dr. Kamiran Bêkes

efrin.net, 20.03.2004

Desthilata Sûriyê ya şoven û nijadperest bi her awayî dide xwe ku bide diyarkirin ku serhildana Kurdan li Kurdistana Rojava ne ji vîn û kîna Kurdan hatiye, belê ew dixwaze bide xuyakirin ku ew bi destên hin “xêrnexwazan” û hêzina ji derve tête birêvebirin. Belê ew dixwaze bide xuyakirin ku tu doza kurdî û ti bindestî yan siyaseteke şoven li Sûriyê nîne.

Di vî warî de wê (desthilata Sûriyê) piştî ku hemû awayên din ên hov di vê çend rojên borî de bi tundî li hember serhildana gelê me ya aştiyane bi kar anîn (lêdan, kuştin, girtin, gef û gur…) duh bi darê zorê xwepêşandaneke qaşo kurdî li Şamê organîse kir, da ku dirûşmeyên weke “bi can, bi xwîn em bi te re, ey Beşar”. Herweha di wê qaşoxwepêşandanê de dirûşmeyên ji bo parastina yekîtiya niştîmanî li Sûriyê bilind hatin avêtin.

Li vir du xal xwe didin pêş:
1. Gelo çima kî yekîtiya niştîmanî têk dide? Bersiv helbet aşkere ye: Ew ku doza kurdî binpê bike, demokrasiyê tune bike, hebûna Kurdan (ku ji sedî 12 ji xelkê Sûriyê ye) înkar bike, siyaseta yekpartîtiyê bi zorê bimeşîne, helbet tenê ew û ne kesî din dijminê pêşîn yê yekîtiya niştîmanî ye, dijminê bi hev re jiyana neteweyên Sûriyê ye, berî hertişî jî yê ne welatperwer û ne pêşverû ew e – kî dibe bila bibe.
2. Nizanim çima vê qaşoxwepêşandanê ew qaşoxwepêşandanên li Bexdayê anîn bîra min, yên ku berî ketina dîktetorê Bexdayê yê berê hema bi çend rojan li dar diketin.

Ev yeka helbet tenê tiştekî diçespîne; ew jî ew e ku ev rêjîma şoven û dîktetor hîne dide xwe ku di siyaseta xwe ya înkarkirin û tunekirinê de berdewam bike, û ti çareyeke siyasî ji doza gelê kurd ya rewa û dadmend re nebîne. Yanê hîn dixwaze xwe li hember guhartinê cîhnaê kehr û kor bike û vê heyama me, heyama demokrasî, mafên mirov û miletan bi piş guhan de bavêje.

Li hember siyaseteke weha di şovenî û nijadperestiyê de berdewam, helbet, mafê gelê kurd e ku ew, bi hemû awayan, hebûna xwe, kesayetiya xwe ya taybet û serbixwe, berjewendiyên xwe û paşeroja xwe biparêze û xwedî lê der keve; mafê gelê kurd e ku bi hemû şiyan û karîna xwe dengê xwe bigihîne cîhanê, siyaseta şoven riswa û rûreş bike û dostan ji xebata xwe ya rewa û dadmend re peyda bike, da ku rojekê pêştir Kurd jî, weke hemû gelên cîhanê, li ser xaka bav û kalên xwe azad û serbest bijîn û taybetmendiyên xwe yên netewî biparêze û pêşve bibe.

Ew roja jî, roja azadî û serbestiyê, helbet dûr an nêzîk li hêviya me ye. Lew dem ne dema berê ye. Dem dema azadî, demokrasî û wekheviyê ye. Dema parastina mafên mirov û miletan e. Dema pejirandin û rêzgirtina hevdu ye. Dema bi hev re cîhanpêşdebirinê ye.

Belê, ew roj – roja azadî û serbestiyê – li benda me Kurdan e jî. Ew xeml û xêza xwe ji me re girê dide û li benda wê yekê ye ku em jî – piştî evqas sal be jî – xwe ji wê re amade bikin: yekîtiya xwe biparêzin û berjewendiyên bilind yên miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin; hergav bi hev re, bi yek dengî, biqîrin: Bijî Kurdayetî berî hertiştekî din.

Bila şoven û nijadperest baş bizani bin ku tu hêz û şiyan nikare miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike qurban, heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]