Bijî Kurdistan, bijî serhildan
Yan Kurdistan yan neman

Fûad sîpan (akpinar)

efrin.net, 19.03.2004

Gelê me ev cara yekem e, ku bi vî awayî li Başûr-rojavayê Kurdistanê serî radike û ji bo mafê xwe yê çarenûsî li ber xwe dide.

Serhildana gelê me li Başûr-rojavayê Kurdistanê pilan û pirojeyên dewleta Sûriyê, Îranê û dewleta Tirkiyê li ser Kurdan tevlihev kir. Çumkî ew wek herdem ji xwe wisa bi bawer bûn, ku dê bikari bin di nav çend rojan de serhildana Kurdan li kîjan perçê dibe bila bibe ji holê rakin.

Bê guman Başûrê Kurdistanê ji hemû Kurdan re ji her alî ve cesareteke pir mezin e. Ev cara yekem e, ku di dîrokê de li seranserê Kurdistanê û tevahiya cihanê hemû Kurd baş dizanin, ku ew êdî bê xwedî nînin; ew li xwe xwedî derdikevin. Ev bûyer ji Kurdan re çavkaniya moraleke pir mezin e. Loma êdî ne hêsan e ku dijminên Kurdan pêşiya serhildana Kurdan bigirin. Serhildan dê roj bi roj pê de here. Ez bi bîr û bawer im, ku êdî tu kes nikare pêşiya vê pêvajoya nû bigire û êdî rojên rêjîma dewleta el-mixaberat (Sûriyê) têne jimartin. Textê Beşar el-Esedê tûle êdî diheje.

Eger dijminên Kurdan hinek ji dîrokê fêhr bikirana, dê bizanî bana ku ew bi kuştin, lêdan û îşkencan nikarin koka gelê kurd biqelînin. Bila dijminên Kurdan baş bizani bin ku şehîdên serhildana Şêx Seîd, Agirî, geliyê Zîlan, Dêrsim, Mehabad, şehîdên Enfal, Helebçe, Hewlêr, Qamîşlo, Amûde, Efrîn û bajarên Kurdistanê yên din nayên jibîrkirin û emê rojekê van xerabiyên wan fitîl fitîl di pozên wan re derînin.

Kurdistan ji bilî Kurdan ji tu kesî re ne bûye welat û nabe welat jî. Loma belkî rev jî bi destê wan nekeve, ku ew ji Kurdistanê bicehimin û herin.

Kurdistaniyên hêja!
Kêmasiya Kurdan ya herî girîng niha ew e ku li Başûr-rojavayê Kurdistanê organîzekirina gel bi rêk û pêk nîne. Divê Kurd zû refên xwe bikin yek û bi yek dengî tev bigerin û neyên lîstikên dijminan.

Ne tenê li Kurdistanê herwiha li Ewropa jî wisa ye. Divê Kurdên Ewropa xwe dûrî çalakiyên kilasîk, ku bi salan e hatine kirin, bikin. Bê guman dilê me hemûyan li ser şehîdên me dişewite. Lê belê wek tê zanîn, dewletên Ewropa di pirsa Kurd û Kurdistanê de durû ne û heta niha ji bo Kurdan tiştek nekirine. Mirov dikare bêje, dewletên Ewropa li dijî doza kurdî ne. Eger armanca me ew be ku em gelên Ewropa ji tevgera xwe re qezenc bikin, divê çalakiyên wek êriş li ser balyozxanan û çalakiyên wek gireva birçîbûnê neyên kirin û kara wan ji Kurdan re nîne. Eger li Ewropa li hemû herêman bi awayekî fermî çalakî bêne amadekirin dê kara wan ji Kurdan re zêdetir be.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]