Divêt doza kurdî bi awayekî siyasî bête çareser kirin
Dr. Kamiran Bêkes
efrin.net, 16.03.2004
Destlata Sûriyê di terora xwe de bi awayekî zor tund û hov berdewam
e. Ew ji aliyekî de, ji bo ku berxwedana gelê
kurd, ya ku ev pênc roj in berdewam e, pûç bike çi ji destan têt bi kat
tîne. Desthilata şoven û nijadperest heta ku jê têt dixwaze rengê şerekî eşîrtî bide
vê berxwedana Kurdistana Rojava û lewra jî hin eşîrên ereb bi çek û
sîleh dike û bi ser gund û bajarên Kurdan de dajo. Ji aliyê din ve jî ew
bi hemû hêza xwe ya hov ketiya nav bajar û bajarokên Kurdistanê û taxên
Kurdan li bajarên mîna Heleb û Şamê û teroreke nedîtî pêk tîne, li xelkê
dide û bi hezaran Kurdan digre û binçav dike. Ji roja Înê, roja yekê ji
serhildanê, heta nuha li seranserê Kurdistana Rojava û li Şam û Helebê
nêzîkî 5000 kurd hatine binçavkirin. Îro li gor agahiyên ku gihane me
tenê li Efrînê dora 1500 kes hatine binçavkirin. Hêzên leşkerî û asayêşî
yên destlata Sûriyê şevê bi ser malan de digirin û Kurdan desteser dikin
û dibin. Ji ber zehmetiya têkiliyan di heyameke wilo de li dewleteka
“el-Muxaberat” hejmareke piştrastkirî ji kesên girtî û binçavkirî re
nîne. Lê misoger bi hezaran e. Ev jî wê yekê diçespîne ku tu hêvî, çiqas
biçûk be jî, di desthilata heyî de nîne. Eger hîn kesin hebin, ku
dibêjin belkî ev desthilat kari be xwe biguhêre, ew bêguman ne tenê şaş
e, pir şaş e.
Kurd îro li seranserî herêmên kurd ji bo bibîranîna kuştara Helebçeyê li
katjimêr 11.00-ê pênc kêliyên bêdeng li malên xwe û li kolanan li ser
cadeyan rawestiyan. Hêzên dewleta Sûriyê cardî destdirêjî û hovîtiya xwe
nîşan dan. Lewma jî xelkê kurd, ku berê tije kîn û nefret bûye, bersiva
wan şovenîstan da û xwedî li xwe û li şehîdên van pêc rojan derket, serî
hilda, li ber xwe da…
Mirov dikare bêje ku serhildana ku li Qamişlo dest pê kirî êdî ne tenê
li qamişloyê ye – ji Dêrikê (li rojhilat) bigre heta bi Qermîtliq (gundê
herî rojava li herêma Efrînê) xelkê me li ser piyan e. Ne girtin, ne
lêdan, ne jî gef û gurên vala dê nikari bin çavê vî miletî bitirsînin.
Tenê tiştek heye ku dikare bibe çare. Ew jî ew e ku êdî guh li vîn û
daxwaza vî gelî bête kirin, vî gelî ku ji berê û paşê de li ser xaka bav
û kalên xwe dijî.
Destlata şoven û nijadperest ji roja roj de li gelê weke kesine sînorbir
dinêre, û doza me jî weke dozeke asayêşî dibîne, ne ku doza bêtirî du
milyon kes ku ji hezaran sala de li ser xaka xwe dijîn û hemû mercên
netewbûnê di xwe de civandine. Belê ev destlata şoven, ya ku li Sûriyê
tenê erebîtiyeke nijadperest dibîne, tenê bi çavine asayîşê li doza me
dinêre ya netewî, demokrat û mirovane dinêre û naxwaze ku rengekî siyasî
bidiyê. Îro jî ev destlata di vê şopa xwe ya dehsalan de berdewam e.
Herkesê ku xwe berketiyê mirovatiyê, berketiyê Sûriyê, berketiyê
bi-hev-re-jiyanê ye divê îro roj doza kurdî weke dozeke siyasî bibîne,
weha jî divê çareyeke siyasî jê re bibîne. Herkesê ku dûrî vê rastiyê tê
bikoşe, ew dijminê pêşîn yê Sûriyê ye, dijminê bi hev re jiyana
neteweyên Sûriyê ye, dijminê yekîtiya Sûriyê ye, dijminê mirovatiyê ye,
berî hertiştî jî yê ne welatperwer û ne pêşverû ew e, kî dibe bila bibe.
|