Yan Kurdistan yan neman
Fûad Sîpan (Akpinar)
efrîn.net, 14.03.2004
Dewleta el-Muxaberat dîsa xwîna Kurdan rijand. Gorî agahiyên Kurdan
ji duh de li Qamîşlo û derên din li Başûr-rojava, Kurdistana binxetê
heta niha nêzîkî 70 kesî şehîd ketine. Sebra gelê me êdî ne maye. Gelê
kurd êdî bindestiyê naxwaze, dibêje yan Kurdistan yan neman. Ma em ji çi
rojê re dibin, ewên mafên me yên rewa jî ji bo me nas nakin, ew vî mafî
çawa ji bo xwe de dibînin.
Min ji duh de bi dehan caran ji Televîzyonên Almaniya, ARD (Tagesschau,
Tagesthemen), ZDF (Heute û Heute Journal), RTL, ajansa Almanya DPA, û
Balyozxana Emerîka re telefon kir û ew di derbarê bûyerên kuştara
Qamîşlo û derên din agahdar kirin. Min ji wan re got, ma qet qîmeta
agahdariyê jî tune, ku hûn qala rêjîma Sûriyê nakin. Lê çapemeniya
Almaniya jî wek siyaseta Almaniya çi dermafê Kurdan de bi awayekî
negatîv mêze dikin.
Siyaseta Almaniya û Ewropa ya durûtî vê carê jî rûyê xwe yê reş wek her
dem baş rayê me Kurdan dide. Min ji duh de sê caran ji wezareta Almaniya
ya derve re telefon kir û wezaret derbarê vê kuştara Qamîşlo agahdar kir
û ji wan xwast ku bi rêjîma Sûriyê re têkiliyê çê bikin û zorê bidin ser
wan, da ku ew siyaseta xwe di dermafê Kurdan de biguhêrin û pêşî li
tevkujiyên mezin dijî Kurdan bigirin. Her car bersiv wiha hate dayîn “Me
wezîrê derve agahdar kir, çi hewce be, dê bike”.
Min pirsî, ku êdî divêt çi bibe, ku wezîrê we û hukumeta Almaniya
daxuyaniyekê li ser vê kuştarê bide? Wan nikari bû bersiva vê pirsê
bidin, çumkî dewleta Almaniya xwe ji zû de firotiye Erebên şovênîst û
kevneperest. Hukumeta Almanya her dem dibêje ku berjewendiyên wan di ser
her tiştî re ne. Ev jî têye wê wateyê, ku ew xwefiroş in, kî zêde pere
bide wan, ew siyaseta wan diparêzin, Loma ez siyaseta Almaniya dijî
Kurdan bi nefret û îbret protesto û mahkum dikim. Bila ew meraq nekin,
ger Kurdistan serbixwe îlan bibe, emê ji herkesî zêde ir pere bidin wan.
Bijî Kurdistan
Bijî şehîdên Kurdistan
Bijî Başûr-Rojavayê Kurdistanê
Bijî bajarê Qamîşlo
Bimre dewleta el-mixabarat, basî, Esad û mesad
|