Kurd û rêjîma Sûriyê
Hanî Başo
efrin.net, 10.02.2004
Bi serdana serokê Sûriyê Beşar el-Esed ya Tirkiyê perdeya dawî ji
ser rûyê rêjîma Sûriyê û helwesta wê ya şoven, ya ku bi dehê salan e li
hember Kurdan dimeşîne, hate êxistin. Bi vê serdanê re rêjîmê helwesta
xwe ya dijî mafên Kurdan yên mirovane û neteweyî eşkere nîşan da, û
xwesteka Kurdan mîna “xeteke sor” bi nav kir.
Tiştê balkêş ew e ku ev rêjîma, ya ku li ser bingeheke diktatorî û
antidemokratîk ava bûye û ji roja roj de hemû mafên Kurdan yên ku di
hindur sînorê Sûriyê de dijîn mîna xeteke sor dibîne û siyaseta
erebkirin û pişaftinê bi darê zorê li ser Kurdên ku di bin
desthilatdariya Sûriyê de ne dimeşîne, bi vê serdanê dixwaze rola Sedam
Husên li beşên din ên Kurdistanê jî bilîze û xetên xwe yên sor ji
Kurdistana Sûriyê, di ser sînoran re, dirêjî Başûrê Kurdistanê jî bike.
Ji bo vê yekê, hewcedariya rêjîma Sûriyê bi cîranên dîrokî hebû. Mîna
hemû qonaxên dîrokê yên derbasbûyî ev rêjîm giring dibîne ku hemû
nakokiyên xwe bi Tirkiyê re deyne aliyekî, hetanî firotina beşekî ji
erdê Sûriyê be jî (weke ku tim digotin, Iskenderûn perçeyek ji axa
Sûriyê ye) weha tê xuyakirin ku ev rêjîm amade ye ku erdê Sûriyê hemû be
jî bifroşe da ku Kurd, ne li Sûriyê tenê, belê li welatên din jî mafên
xwe yên rewa bi dest nexînin.
Bê guman ev helwestên dagîrkerên Kurdistanê berpirsiyariya Kurdên
(Sûriyê) û Kurdên (Tirkiyê) jî zêde dike. Ango çiqasî tevgera kurdî ya
siyasî li Turkiyê qels bikeve, weha jî dewleta tirk dikare bi ser hêzên
Kurdên Başûr de, bi tundî, biçe û diranên xwe yên tûj bêtir nîşanî wan
bide; weha jî çiqasî çalakî û bizavên Kurdên Bakur xurt bibe, ewqasî
dewleta tirk wê di Başûr de dest kin bibe. Li hêla din, ji ber ku
tevgera kurdî ya siyasî li Sûriyê ne di wê astê de ye ku rêjîma Sûriyê
ji destdirêjiyan bitirsîne û bibe tehdîdeke cidî dijî helwestên rêjîmê
yên nijadperest, weha Beşar el-Esed jî pir xwe rehet dibîne ku hewara
xwe bibe ji Tirkan re, da ku bi hev re dijî Kurdan pilanên xwe yên gemar
saz bikin, da ku nameyeke vekirî ji Emerîka re jî bişînin û careke din
Kurdan bêmaf û bindest bihêlin û Kurdistanê bihêlin mêtingeheke hevbeş
ji bo Tirkiyê, Îran û Sûriyê. Herweha Kerkûkê jî derxînin derveyî
desthilatiyeke kurdî, piştî kişandina hêzên Emerîka ji Iraqê.
Dema mirov hinekî paş de vegere, mirov dikare bingeha van helwestan nas
bike, ku çawa rêjîma dewletekê xetên sor ji bo miletekî, ku di hindur
sînorê dewleteke din de dijî, datîne. Ev helwest girêdayî mantelîte û
zihniyeta partiya Baas ya desthilatdar e, ya ku pilanên xwe yên hemberî
Kurdên Sûriyê ji ramanên nijadperestê binav û deng Mihemed Teleb Hîlal
digre û li gor wan pilanên gemar çend gav hatine avêtin. Ev yek di
pirojeyê Kembera Erebî de diyare, ya ku li gor wê û di bin navê
sosyalîzmê de di destpêka salên heftêyî de bi hezaran erebên derdora
Reqa û Dêra Zorê anîn û ew di nav çavên Kurdan de bi cih kirin. Bi
hezaran cotkarên kurd li gundên xwe bê erd û par man. Weha bi darê zorê
hemû erdên Kurdan ji dest wan hatin derxistin û ereb, him bi çek û sîlah
kirin, û him jî ew kirin xwedî erd û gund û desthilatdarî. Li hêleke din
jî bi hezaran kurd piştî serjimartina 1962-an ji mafê hemwelatiyê hati
bûn bêparkirin û weke biyanî û xerîban, ji hêla derdorên rêjîmê ve, têne
binavkirin. Weha jî her kesê ku li hember vê siyaseta şoven û
nijadperest serî hilde, bi girtin û perçiqandinê re rû bi rû dimîne. Li
hember vê siyaseta qirêj, çiqasî Kurdan nikarî bûn rawestînin jî, lê
dîsa bêdeng neman û berxwedana xwe didomînin. Ev xwepêşandan û meşên ku
li Şama paytext jî hatine lidarxisin hinek ji nîşanên wê berxwedanê ne.
Ji ber vê îro ji her rojê bêtir hewcedariya tevgera siyasî ya kurdî bi
hevkarî û hevbendiyê heye, ne tenê ji bo bidestxistina mafê Kurdên ku di
hindur sînorên Sûriyê de dijîn, belê ji bo kinkirina destên rêjîma
Sûriyê ya diktator hemberî Kurdên Başûr jî. Ez di wê baweriyê de me,
dema ku rêjîm nikarî bûya xetên xwe yên sor li ser Kurdên Sûriyê
bimeşanda, wê helbet nikarî bûya qala xetên sor ji bo Kurdên Başûr jî
bikira.
Yekbûna berjewendiyên dewletên ku Kurdistanê dagîr dikin yekîtiya
berjewendiyên hêzên kurd li her çar perçên Kurdistanê jî tîne holê. Ev
yeka jî, dîsa û dîsa pêwîstiya jihevnêzîkbûn û yekgirtina hêzên kurd
nîşan dide. Pirsa sereke jî, ji bo qonaxa îroyîn ev e: heta çi radeyê wê
Kurd kari bin bi hevkarî û yekîtiya xwe vê qonaxa dîrokî derbas bikin û
bi ser kevin?!
Bûyerên vê dawiyê pêşeroja çil melyon kurd ber bi ezmûneyeke giring ve
dajon. Bersiv jî berî her kesî li cem hêzên siyasî yên Kurdan e. Îro roj
yekbûn hatiye wateya hebûnê, weha jî perçebûn û jihevdûrketin hatiye
wateya neman û wendabûnê.
|