Rojeke xweş û nûçeyeke reş

FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)

efrin.net, 02.02.2004

Dijminên Kurdan rojên xweş, cejn û şahiyan jî layîqî gelê kurd nabînin. Tevkujiya di 01.02.2004-an de jî rayê dide ku tahlûke li ser Kurdan berdewam e. Gelê kurd dîsa li Hewlêr bi sedan şehîd dan.

Li gor agahiyan heta niha Samî Ebdulrehman, sekreterê Polîtbîroyê û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Şewket Şêx Yezdîn, wezîrê karê civata wezîran û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê, Seîd Ebdella, wezîrê çandî û avdêranê, endamê Polîtbîroya Partiyê, Ekrem Mentik parêzerê Hewlêrê, Mehmûd Halo şûnkarê wezareta darayî û aborî, Mehdî Xoşnav, cîgirê parêzerê Hewlêr û serokê tayê Hewlêr yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Ehmed Rojbeyanî, qaymeqamê bajarê Hewlêr û Emîd Nerîman birêvebirê polîsên Hewlêrê, herwiha jî hejmareke din ya kadro û endamên Partiyê û welatî şehîd û birîndar bûne.

Di heman demê de, ku welatî diçûne pîrozkirina cejnê, teqîneke mezin li baregehê melbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê jî li Hewlêrê çê bû, ku tê çendîn endamên serokatiya Yekîtiya Niştîman ya Kurdistanê û hejmareke kadro û welatiyan jî birîndar bûn. (çavkanî daxuyaniya Kek Mesûd Barzanî)

Ez ji van şehîdên Kurdistan Kek Mehdî Xoşnav nas dikim. Kek Mehdî cîgirê parêzerê Hewlêr û serokê nivîskarên Hewlêr bû. Şehîdên Kurdistanê ji bo min hemû yek in. Bê guman kesên mirov bi şexsî nas dike, bi wan re axivî be û bi wan re geriya be, êşa mirovan bêtir kûr dibe.

Belê gotinên, yan jî senaryoya, Güneri Cıvaoğlu ya yekem derket holê. Lê nîşan (hedef, armanc) tam îsabet ne kir. Çumkî armanc Kek Mesûd Barzanî bû. Lê bedel ji bo gelê kurd pir giran e. Rast e ku mirov bêje, senaryoya Güneri Cıvaoğlu ne ji ber wî derketiye, ew senaryoya ku wî di gotara xwe de aniye zimên senaryoya serleşkeriya Tirkan e. Gotara Güneri Cıvaoğlu 31.12 2003 bi zimanê Tirkî: http://www.milliyet.com.tr/2003/12/31/yazar/civaoglu.html

Güneri Cıvaoğlu qunciknivîsê rojnama Milliyet e û ew jî wek Fatîh Altayli, Oktay Ekşi, Ertuğrul Özkök, Sedat Ergin, Emin Çölaşan û yên din şagirtên akademiya serleşkeriya Tirkan e, wan dersa xwe di hêlîna serleşkeriyê de girtine û haya wan ji hemû senaryoyên dewleta wan ya nehênî (kûr) heye û ew dizane, dewleta wan dê kîngê û li kû derê çi bike.

Güneri Cıvaoğlu di gotara xwe, ya di 31.12.2003-an de, li pê hev rêz dike û dibêje ku dê di sala 2004-an de li Iraqê û Kurdistanê çi bibe. Ew dibêje ku dê Mesûd Barzanî di meha yekan de bi sûîqastî bêye kuştin.
Û serokwezîrê Tirkan qubedeyî (kabadayi) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdoğan di gel rojnama erebî “Hawadîs”, ya ku li Beyrûdê tête weşandin, di meha yekê sala 2004-an de wiha dibêje: “Eger li Arjantînê jî dewleteke Kurdan bête damezirandin, emê dijî wê jî şer bikin.”

Ji ber ku dewleta Tirk a cinawiran (Haydut Türk Devleti) di pirsa Kurdistan û Iraqê de bi siyaseta xwe ya fen û fûtî bi ser ne ket, loma dîsa dest avêtiye mîrasê bav û kalên xwe yê Osmaniyan. Ev bûyera bi destê kê dibe, bila bibe, tecrûbên me Kurdan baş rayê didin ku tiliya Tirkan, Faris û Ereban di nav de ye.

Kurdistaniyên hêja, birîna me pir kûr e û êşa me giran e. Lê em mecbûr in di bûyerên wiha de bi xwînsarî tevbigerin. Çumkî dijminên me pir in û dostên me hindik in. Û divê heta ku ji Kurdistanê re statûyeke fermî di hiqûqa navnetewî de neyê pejirandin, Kurd şaşiyan nekin. Çumkî di demên wiha hestedar û dîrokî de ji bo Kurdan şaşîkirin luxeke pir mezin e û dê bedelê wê jî pir giran be.

Loma ez daxuyaniya Kek Mesûd Barzanî pir zana û di cih de dibînim û divê gelê kurd û Kurdistan neyê provakasyonên dijminan.

Ev tawanbara li Hewlêrê dijî gelê kurd dîsa baş rayê dide, ku ji bilî serxwebûna Kurdistanê tu garantiyek di Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan tune ye. Kurd ancax dikarin di welatekî serbixwe de di aramî û aştiyê de bijîn.
Û bila ev tawana terorîstan ji Kurdan re careke din bibe şîret, da ku ew yekîtiyeke xurt di nav hev de li her çar perçên Kurdistanê çê bikin û ala serxwebûnê bi hev re bilind bikin.

Kurd ancax dikarin bi yekîtiyeke xurt dijî dijminan li ber xwe bidin. Alternatîveke din ji Kurdan re tune ye.

Hey terorîstên roma reş, hey terorîstên melayên kevneperest û hey terorîstên erebên nijandperest û şovenîst, van xerabiyên hûn bi navê îslametiyê bi Kurdan dikin ji we re namînin, ewê rojekê di qirika we de bimînin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]