Hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistanê û Trikiyê
û rewşa DEHAP-ê
- I -
Fûad Sîpan
(Fuat Akpınar)
efrin.net, 30.01.2004
HEP, DEP, HADEP û DEHAP, ev hemû partî heta niha li Tirkiyê û Bakurê
Kurdistanê bi awayekî legal, fermî hatine damezirandin û hemû jî ketine
ber êrişa dewleta tirk. HEP, DEP, û HADEP hatin qedexekirin, lê DEHAP
hên li ber xwe dide, dê kîngê ji aliyê dewleta cinawiran (Haydut devlet)
ve bête qedexekirin ne diyar e. Lê ez dikarim bêjim, rojên DEHAP-ê jî
têne jimartin. Ne hewce ye ku mirov dûr û dirêj li ser sedemên
qedexebûna van partiyan bisekine, lê dîsa jî beriya ku ez vegerim ser
mijara hilbijartinê, dixwazim çend mînakan ji hovîtiya siyaseta Tirkan û
şaşiyên Kurdan bêjim:
Sedemên qedexebûnê herdem wek hev in; yan çima van partiya ala Tirkan di
kongreyên xwe de hilnedane, yan axaftina kurdî di çalakiyan de hatiye
bikaranîn, yan alîkarî ji bo PKK-ê kirine û yan jî hin slogan avêtine. Û
ji ber ku ev partî daxwaza demokirasiyê û mafên Kurdan li Kurdistanê û
Tirkiyê dikin, loma dewleta tirk jî bi derewan bi biryarên dadgehên xwe
van partiyan qedexe dike. Baş eşkere ye ku biryara Tirkan ne hiqûqî, lê
belê siyasî ye. Ji xwe li ser biryarên dadgehên Tirkan heta niha Dadgeha
Ewropî ya Mafê Mirovan bi sedan biryarên Tirkan red kirine û li nav
çavên wan xistine. Lê Tirk fedî nakin û siyaseta xwe ya Kemalîzmê ya bi
qirêj bi îsrar didomînin.
HEP, DEP, HADEP û DEHAP heta niha di hilbijartinan de li gorî dilê
Kurdan pêş de ne çûne. Bê guman sedemên wê jî gelek in. Sedema herî
girîng jî ew e ku dewleta Tirk bi çavekî xerab li Kurdan dinihêre û ji
bo pêşdeneçûna Kurdan di warê siyaseta legal (fermî) û demokirasiyê de
hemû tengasiyan derdixe. Dewleta tirk a olîgarşîk naxwaze Kurd bibin
demokrat jî û di warê demokrasiyê de mafên xwe biparêzin. Ji ber ku
dewlet dewleteke derewçîn e, loma ji hebûn û pêşeroja xwe ditirse. Û Ji
ber ku dewleta Tirkan rasterast nikare têkeve nav siyaseta Kurdan û
tevlihev bide, loma qaşo-çepên xwe kirine nav tevgera Kurdan û bi salan
e bi destê wan guhên hin Kurdan, yên di nav siyaseta PKK/KADEK û an jî
KGK de, girtine û virde dibin, wêde dibin, ji xwe re kirine wek gog û bi
wan dilîzin. Gelê kurd jî bedel dide. Yanê bi kurtayî mirov dikare bêje
hîn ji Kurdan re li Bakur siyaseteke sedî sed ji aliyê Kurdan ve paqij,
him di warê legal û him di warê îlegal de çê ne bûye. Çumkî, ji ber ku
Kurdên Bakur yên ku li pê Kemalîzmê û Stalînîzmê diherin her dem ji
qiralan qiraltir in û xwe wek qaşo înternasyonalîst, kul û kurider
dibînin, loma siyaseteke bi duristî ji Kurdan re derneketiye holê.
Kemalîstan Kurd baş kifş kirine û dizanin ku Kurdên reben ji siyasetê
fêhm nakin. Loma bi destên qaşo-çepên xwe tevgera Kurd û Kurdistanê
kirine nava depresiyonê.
Kemalîstên Tirkan, him li Tirkiyê, him di cîhanê de û bi taybetî li
Ewropa bi siyaseta xwe ya hov li dijî Kurdan serketî ne. Bê guman
serketina Tirkan serketineke xapandozî û derew e. Lê dewleta Tirk ji bo
ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser neke, dubendî dilîze. Dewleta Tirk ji
alîkî ve siyaseta Kurdan li Kurdistanê û li Tirkiyê kiriye cihokeke şaş
û bi destên Kurdan xerabiyan dike, çalakiyên şaş bi destên Kurdan dide
kirin. Li aliyê din jî, bi taybetî ji Ewropiyan re dibêje, ka binêrin,
ew Kurdên ku hûn mafên wan diparêzin hemû çep in û ekstremîst in, vana
ji dewleta me re û ji Ewropayê re tahlûke ne. Tirk hîn bûne ku emrê
siyaseta xwe ya bi qirêj bi vî awayî, derew, dek û dolaban dirêj bikin.
Tirkan bi derewên xwe yên qaşo bi navê laysîzmê Kurdistan û Tirkiye di
Rojhilata Navîn de kirine zîndan. Ew bi gotina laysîzmê him Tirkan, him
jî Ewropiyan dixwapînin.
Va gotina laysîzmê layîqî Tirkiyê ye? Bê guman Na. Dewletên Ewropa jî
baş dizanin ku Tirk xwe bi derewan diparêzin û dewleteke layîk û
demokrat nîne. Lê Ewropî ji bo berjewendiyên xwe ji Tirkan re dengên xwe
nakin.
Hewceyê gotinê ye ku li ser derewên dewleta Tirk ji faşîstên Almanan, ji
Adolf Hitler mînakekî bidim. Adolf Hitler ê faşîst li ser derew û
hovîtiyên xwe wiha dibêje: “Je größer die Lüge, desto mehr Menschen
folgen ihr.” Yanê her ku derew mezintir be, ewqas pirtir jî mirov dê li
pê herin.
Ev gotina Adolf Hitler layîqî dewleta Tirk e. Tirk çiqas derewan dikin,
gelê wan jî ewqas li pê wan diçe. Ewropî jî bi gotina Tirkan dikin.
Çumkî ew Kurdên bê fahm li Ewropa jî şaşiyên xwe bi îsrar berdewam
dikin. Ka binêrin Kurd ji bilî çepên qirş, qal û bermayînên Ewropiyan bi
kê re dan û standinên wan hene. HEP, DEP, HADEP, DEHAP û partiyên Kurdan
yên din heta niha tenê bi çepên Ewropayê re dan û standin kirine.
Ew çepên Ewropiyan, yên qaşo ji tevgera kurd re alîkariyê dikin û mafên
mirovan ji bo Kurdan diparêzin, pir mixabin, ku bêjim, kesên ku di nav
wan rêxistinan de bi desthilat in, piraniya wan mirovên îstixbaratên
Ewropa ne û tenê dixwazin siyaseta Kurdan kontrol bikin û înformasiyonan
bidin dewletên xwe. Rayedarên HADEP û DEHAP jî dema têne Ewropa bi van
kesan re dan û standinê çê dikin. Yanê bi kurtayî, ez dikarim bêjim, ku
felaketeke wisa hatiye serê Kurdan, lê pir mixabin Kurd hîn jî nizanin,
ev çi felaket e û ji vê felaketê re çareseriyekê nabînin, tenê xwe bi
çalakiyên vala mijûl dikin, ku bi siyaseteke erzan û rezalet li ser
piyan bimînin.
Nîşe: Ezê di gotara din de bi taybetî li ser endametiya HADEP-ê ya
sosyalîst înternasyonal (SI) û çima DEHAP ne bû endama SI. Herweha ezê
mînakekê ji gosarmetiya (rezaleta) hilbijartina herêmî ji bajarê ku ez
lê mezin bûme, ji Qereyaziyê (Gogsî) bidim û texmîna xwe li ser
hilbijartinan bêjim.
|