Serdana serokomarê Sûriyê Beşar el-Esed bo Tirkiyê
Mislim Kobanî
efrinênetî 11ê01ê2004
Serokkomarê Sûriyê Beşar el-Esed piştî dijminatiyeke dirêj li ser
pirsên curecur, mîna Wîlayeta Îskenderonê, sînorên di navbera herdu
dewletan de û parvekirina ava Ferêt, berî çend rojan bi seredanekê çû
dewleta Tirkiyê.
Nemirê gewre Mistefa Barzanî sala 1948-an li paytexta Ezerbeycanê Bako
got ku “gava doza kurd balkêş dibe û tê meydanê, hîngê ew dijminên ku
Kurdistan bindest kirine dijminatiya xwe ji hev re ji bîr dikin û li ser
Kurdan digihên hev”. Bê guman ev seredana serokkomarê Sûriyê Beşar
el-Esed bo Tirkiyê baş xuya dike ku bersiva gotina Mele Mistefa Barzanî
ya dîrokî dide. Ev ji aliyakî ve, ji aliyê dî va jî Beşar el-Esed gelek
pirsgirêkên xwe yên hundirîn li şûn pişta xwe hêştine û paş guhan de
avêtine; ji wan pirsgirêkan: dijminatiya Îsraîl, doza Colana bindest,
pirsgirêka 250 hezar hemwelatiyên xwe yên kurd, yên ku ta niha bê sûc û
guneh bê nasname mane, herweha rewşa dijwar ya gelê Sûriyê serûber, yê
ku jiyana xwe ya rojane di bin zogna cengî û nedemokrat de û di bin barê
birçîbûnê de derbas dike, bi ser hemiyan de jî pirsgirêka (3) melyon
Kurd, yên ku ji hemî mafan bêpar kirine û hîn bi dehan pirsgirêkin
pêwîst, yên ku li Sûriyê hene û bi hewcî çareserkirinêne zû û bi lez in.
Belê Beşar el-Esed ev pirsgirêk hemû bê çareserkirin li pê xwe hêştin û
berê xwe da dewleta Tirkiyê, gava agahdar bû ku kurd li Kurdistan Başûr
doza federaliyetê dikin. Wî maf da xwe û Tirkan ku li dijî federaliyetê
û xwesteka Kurdan rawestin. Herweha bê şermî gotin: “Em li dijî
avakirina dewleteke kurdî li Bakurê Îraqê ne.” Di vir de mirov dipirse,
ma gelo Beşar el-Esed tu çare ji wan pirsgirêkin xwe re – yên ku berî
hertiştî bi hewcî çareserkirinê ne – dîtin, ta ku here Tirkiyê û bibêje
çê nabe ku tu dewleteke kurdî li Bakurê Îraqê ava bibin. Ne bes weha hîn
avakirina wê jî “xêza sor e”!?
|