Dijminên Kurdan di pirsa qedera Kurd û Kurdistanê de dibin yek
Fûad Sîpan
efrin.net, 11.01.2004
Gotineke me Kurdan heye wiha dibêjin “av û agir disekine, dijmin
nasekine”. Ji ber ku dewleta Tûran êdî ji kirîz û şokan xelas nabe û ji
ber ku pirsgirêkên wan ên bi sedsalan ketine ser hev, nizanin û nikarin
çi bikin; ji xwe re riyan nabînin û derewên wan jî êdî di dinyayê de
pere nakin, hêza wan jî ne maye, ku bi metodên bav û kalên xwe siyaseta
xwe gorî daxwazên dilê xwe bibin serî, loma di Rojhilata Navîn de hêviya
wan dewleta el-mixaberat û dewleta meleyên kevneperest maye.
Ev hersê dewlet, dewleta Tûran, dewleta el-mixebarat û dewleta melayên
kevneperest dijiminên hev in. Tiştên ku van dewletên hov û har tîne ba
hev pirs û dijminahiya Kurd û Kurdistanê ye. Tu dibêjî qey dijminahiya
wan li dijî Kurdan ji bo wan bûye ferz. Di pey jiholêrabûna pergala tolê
Tîkrîtê, Sedamê qirş û qalê dîktator, bermayiyê ereban, tirs û xof
ketiye dilê van dewletan, dîn û har bûne û êdî ji xwe re dikin, nakin
nikarin riyeke rast bibînin. Çumkî tiştên ew dizanin, derew, înkarî û
sextekarî ye. Ji ber ku metodên wan êdî pere nakin, loma têne ba hev, da
ku ji xwe re çareyekê bibînin.
Yanê bi kurtahî pêvajoya nû di cîhanê de û siyaseta Emerîka li Rojhilata
Navîn li serê wan bûye bela. Rihetiya wan ji dest çûye û xewna wan
reviyaye. Loma dîsa têne ba hev, da ku ji xwe re çareyekê bibînin.
Serokê dewleta el-mixaberat Beşar el-Esad ji bo serdanekê di roja
06.01.2004-an de hate Tirkiyê û beriya ku ew were di daxuyaniya xwe de,
ya ku ji rojnamegerê navdar M. Ali Biran re daye û ya di rojnama
Hürriyet-ê roja 05.01.2004an hatiye weşandin, wiha dibêje: “Irak'ta bir
Kürt devleti benim de kırmızı çizgim” (damezirandina dewleteke kurdî li
Îrqê ji bo min jî xet û çixêzên sor in). Serokê dewleta el-mixaberat
Beşar el-Esad dibêje ku ew ne tenê li dijî dewleta kurdî ne, herwiha li
dijî federasyonê ne jî û hwd. Armanca serdana serokê dewleta
el-mixaberat Beşar el-Esadê nijandperest û şovenîst ew e kudanûstandinan
bi dewleta Tûran re çê bike, çawa tevgera Kurdistanê li Başûr bişkînin.
Mirov di daxuyaniyên wî/wan de jî baş dibîne ku ew hov in, dijminên
Kurdan in û eger ji wan were, dê di rojekê de gelê Kurd di Rojhilata
Navîn de bifetisînin.
Dijminên Kurdan wisa hov û çavsor in, ku him hebûna gelê kurd nas nakin
û gelê me bê par hîştine, bi destê zorê kirine bin bandora xwe, gelê me
înkar dikin, zimanê me qedexe kirine, her roj dest davêjin namûsa Kurdan
û tecawizî mafên Kurdan dikin, daxwazên Kurdan yên rewa her car bi
hovîtî bersiv didin... û him jî li aliyê din ve Kurdan sûcdar dikin, ku
yên ji aştiyê re di Rijhilata Navîn de tahlûke ne rayê didin.
Kurd çawa dikarin netewa xwe di cîhanê de bidin qebûlkirin?
Civata ku ji aliyê siyasî ve bi rêxistin e, li ser erd û axa xwe xwedî
ziman, dîrok, çand (Kultur) û aborî ye, civateke serbixwe ye û jê re
netew-milet (nation) tête gotin.
Mirov bi kurtayî dikare netew-milet (nation) bi vî awayî bîne zimên.
Eger ew netew yekîtiya xwe ya siyasî û civakî pêk neyîne, ne bi
rêxistineke baş, bi rêk û pêk be û li ser bingehên demokratiyê
tevnegere, tu dewletek di cîhanê de qîmetê nade wan û daxwaza wan ya
serxwebûnê qebûl nake.
Serokên partiyên kurd jî bi Kurdan çi dikin?
Dijminên Kurdan dijminên hev in. Lê ji bo pirs û qedera Kurdan têne ba
hev û dibin yek, ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe. Lê li aliyê
din jî her serokekî partiyên Başûrê Kurdistanê xwe wek qiralê herêmên
Başûrê Kurdistanê îlan kiriye, ew guh nadin gelê kurd, malê Kurdistanê
li Başûr li hev parve kirine û ev sêzdeh sal in yekîtiya ku bi daxwaza
gelê kurd di nav hev de pêk ne anîne û xurt ne kirine, wek her dem li pê
hesabên biçûk mane û niha jî pê federesyon û mederesyonê û qaşo biratiya
Ereb û Tirkmenan ketine, ku Emerîka federasyona coxrafî qebûl bike.
Eger serokên partiyên Başûrê Kurdistanê qedera Kurdistanê qurbana
nakokiyên navbera xwe nekin, yekîtiyeke xurt di nava xwe de ava nekin û
li Başûr bi yek dengî neaxivin, tevnegerin, ne gelê kurd êdî ji wan
bawer dike û ne jî cîhan. Ji xwe Emerîka li herêmê ye û her tiştî dizane
û dibîne, ku bi salan e wan pirsgirêkên xwe çareser ne kirine, loma ez
jî bawer nakim ku Emerîka daxwaza wan wisa bi hêsanî qebûl bike. Çumkî
kesên ku nakokiyên di navbera xwe de çareser nekin, yan jî van nakokiyan
qurbana Kurdistanê nekin, ew nikarin dewletekê dûr û dirêj îdare bikin.
Eger serokên partiyên Kurdan bi daxwaza gelê kurd tevbigerin, bi yek
deng û bi cesaret serxwebûna Kurdistanê biparêzin û di cîhanê de bidin
qebûlkirin, ewê ji bo Kurdan heta hetayê him di dilê Kurdan de û him jî
di mêjiyê Kurdan de bibin qiral. Lê ew wiha berdewam bikin, dê winda
bikin û qet nabin tiştek jî. Vê carê êdî ne gelê kurd li wan dibore û ne
jî dîrok.
Êdî bes e, eger serokên partiyên Kurdan ji Kurdan fedî nakin, bila
serokên partiyên Kurdan ji dijminan fedî bikin.
Kurdistaniyên heja,
min ev gotara xwe di roja 06.01.2004-an de nivîsî. Êvara eynî rojê
nûçeyeke xweş ji Dokanê belav bû ku kek Mesûd û mam Celal di gelek
mijaran de li hev hatine û dê li ser van mijaran bi yek dengî siyaseta
xwe biparêzin. Ji xwe hêviya me hemû Kurdan jî ew e ku Kurd yek bin. Ez
bi vê bûyerê gelek dilşad bûm û bila ji gelê me re pîroz be. Eger
serokên Kurdan ji vê riya rast şaş nebin, dê him di dilê me de, him di
mêjiyê me de û him jî di jiyana me de qiral bin û emê herdem bi wan
dilşad bin û wan bi serbilindî biparêzin.
Bijî Kurdistan
JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETIR TIŞTEK NÎNE
|