Serkirdayetiya kurd federaliyeta netewî-erdnîgarî bi dest xist
dimîne Kerkûk û deverên din ên nûrizgarkirî

Dr. Kamiran Bêkes
efrin.net, 10.01.2004
Piştî ku serkirdayetiya kurd, mala Xwedê ava be, helwesta xwe
sebaretî çarenûs û paşeroja Kurdistana Başûr kirin yek ew êdî ligel
aliyên din, ku bi paşeroja Îraqê re têkildar in, rûdinin û kêşeyê bi wan
re gotûbêj dikin. Ev hevdîtin û danûstandin wisan hêgin bûne, ku
Selahedîn van rojan bûye meydana şerekî siyasî û û dîplomasî di navbera
Kurdan û Ereban de û di navbera Kurdan û Emerîkiyan de.
Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê kek Mesûd Barzanî û Sekreterê
Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mam Celal Talabanî li Hewlêrê
bi rêveberê sivîl ê Emerîkayê Paul Bremer û nûnerê Îngilistanê yê Iraqê
Jeremy Greenstock re ji duh de hevdîtin pêk anîn û pêvajoya siyasî ya
Kurdistan û Îraqê bi wan û hin kesayetiyên ereb re, çî endamên Encûmena
Destlata Îraqê û çi ji derveyî wê encûmenê, gotûbêj kirin.
Bazar û xirûcir li ser prosesa siyasî ya Îraq û Kurdistana Başûr e. Ji
aliyekî de Kurd ji federaliyeta netewî-erdnîgarî kêmtir napejirînin û bi
ser de jî daxwaza berfirehkirina desthilata xwe ya siyasî û erdnîgarî
dikin, bi awayekî ku deverên din ên Kurdistanê, yên ku nû hatine rizgar
kirin, dilê Kurdistanê – Kerkûk jî di nav de. Ji aliyê din de aliyê ereb
dixweze projeya federaliya netewî-erdnîgarî bi yeke wîlayetan ji ber
bike. Emerîkî jî bêçare mane…
Eger Kurdan ya Ereb û Emerîkiyan bipejiranda diviya bû wan dest ji
daxwazên xwe yên neteweyî berdana û welatê xwe Kurdistan bikirina
parçeyek ji Îraqê. Lê belê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd
Barzanî di civînên digel Paul Bremerî de pir vekirî behsa daxwaza miletê
kurd ya dewleteke kurdî ye serbixwe kir û got ku kurd ji desthilata nuha
kêmtir tiştekî din napejirînin. Sûrbûn û hemhelwestiya Kurdan hêşt ku
Paul Bremer û endamên ereb yên Encûmena Desthilata Îraqê bêçare bimînin
û bipejirînin ku federalîzma netewî-erdnîgarî bo Kurdistanê di versiyona
demkurt ya yasaya bingehîn ya nû ya Îraqê de binivîsînin, ya ku divê
heta dawiya Sibatê amade bibe.
Mixabin ev lihevhatina nuha tenê li ser bingehê deverên Kurdistanê, yên
ku berê rizgarkirî bûn, hatiye danîn. Çarenûsa Kerkûkê – dilê Kurdistanê
û bajar û herêmên din ên nûrizgarkirî dê bimîne bo sala 2005-ê heta ku
yasaya bingehîn ya nû tête amadekirin. Çunkî Bremer û Ereb di wê
baweriyê de ne ku divê “biryara dawî ya statuya Kerkûkê ji hêla Îraqiyên
ku werin hilbijartin de were dayîn”
Di vî şerê dîplomatîk de Kurd di warê çespandina federaliyeta
netewî-erdnîgarî ya Kurdistanê de bi ser ketin. Lê mixabin di
destnîşankirin sînorên wê erdnîgariyê de û biservekirina Kerkûk û
deverên din ên nûrizgarkirî de, helbet bi bin ketin, ji ber ku ew
armanca Kurdan ya herî sereke ye, ku ji ber ve bi hezaran şehîd hatine
pêşkêşkirin. Belkî sedema şerê û xebata ji 1974-an de dibe jî ev yeka bi
xwe be.
Wisa xuya ye ku ev doza, doza Kerkûk û deverên din, yên ku nuha ne
ketina nav sînorên herêma federal, dê careke din, sala 2005-ê yan
2006-ê, gava ku destûra Îraqê bête danîn, dê dîsan bibe sedema
danûstandinê germ û sêrine dîplomasî yen din (Xwedê bike tu şerên din jî
bi xwe re nîne). Belê ez bawer im ku hîngê jî Kurd dê, wekî van rojan,
cardî berxwedaneke siyasî ji bo wan bajarên Kurdistanê bikin. Ne dûr e
ku Kerkûk bibe xudana statûyeka xweser û rêveberiyeke wê ye taybet hebe.
Lê armanca Kurdan ew e ku herçend statûyeke xweser jî ji bo rêvebirina
Kerkûkê bête destnîşankirin jî, divêt ew di nav sînorên erdnîgarî yên
Kurdistana federal de be, çunkî ew dilê Kurdistanê ye.
|