Ji raya Kurdistanê re

Fûad Sîpan *

efrin.net, 01.01.2004

Kurdistaniyên hêja!
Agahiyên ku digihîjin me, dîsa wek her dem, bi mij û dûman li ser Kurdistanê girtine û dilê me dêşînin. Hêviya min hên jî ewe e ku tiştên em jê ditirsin neyên serê me Kurdan. Hêvîdar im dê sala 2004-an ji bo me Kurdan ji salên din baştir be û daxwazên gelê me yên rewa bihêne pejirandin, da ku gelê me jî li ser axa bav û kalên xwe di jiyaneke aştî û demokratîk de bijî.
Daxwazên ku Kurd dikin ji kesî qenciyê naxwazin, ew mafên ku di cîhanê de ji her gel û her miletî re hene Kurd wan daxwazan tenê ji xwe re dikin, ne kêm û ne jî zêde.
Loma mafê tu dewletekê, mafê tu rêxistinekê û mafê tu kesî nîne ku ji daxwazên Kurdan yên rewa re bêje na. Yanê bi kurtayî ne mafê DYE ye, ne mafê Ewropa ye û ne jî mafê Tirk û Ereban e ku li dijî mafê gelê Kurd derên.
Lê mafê serokên partiyên Kurdan jî nîne ku li ser çarenûsa Kurdan bi siyaseteke erzan peymanan îmze bikin û paşê bi daxuyaniyan bêjin “min wiha kir, te wiha ne kir, û hevdû sûcdar bikin û hwd.”. Kes êdî vî tiştî qebûl nake.
Sînorê sebra gelê kurd êdî ne maye. Kesên ku nizanin û nikarin ji Kurdan re rêbertiyê bikin bila xwe bidin aliyekî, da ku xort û ciwanên Kurdan dest û milên xwe bidin jor û ji bo Kurdistanê kar û xebatê bikin û gelê me derxînin silametiyê. Siyaseta bi bazara Ereban namşe, dê herdem mahkum be. Tu dibêjî qey serokên partiyên Kurdan xwe ji bo Kurdan heta hetayê wek serok îlan kirine û xwe bi kursiya serokatiyê ve zeliqandine. Lê bila ew jî baş bizanibin ku gelê kurd êdî baş dizane ji wan jî hesêb bixwaze. Kîjan serokê partiyên Kurdan şaşiyan bike, divê cesareta wî ya medenî jî hebe û di heman demê de ji serokatiyê îstîfa bike.
Loma ez bangî kek Mesûd Barzanî û mam Celal Talabanî dikin, da ku ew ji serokatiya partiyên xwe îstîfa bikin. Çumkî wan şaşiyên mezin kirine, divê hesabê van şaşiyan jî bidin. Û rê ji kesên zana re vebe, da ku ew daxwazên gelê kurd bi siyaseteke hostatî biparêzin. Gelê kurd êdî ji wan aciz e, bila herdû serokên partiyên Başûrê Kurdistanê kerem bikin ji serokatiyê biqetin û herin di mala xwe rûnin.
Ev ji salekê zêdetir e ku parlamena Kurdistanê biryar girtiye ku herdû hukûmetên herêmê bibin yek û hilbijartin çê bibin, da ku parlamena Kurdistanê bi raya gel kar û xebata xwe bike; da ku dinya-alem jî bibîne ku, partiyên Kurdan bi hilbijartineke demokratîk hatine ser textî û daxwazên gelê xwe diparêzin. Lê pir mixabin ku ji ber sedema ku nakokî di navbera herdû serokên partiyên mezin de hene, van daxwazên gel hên jî ne hatine cih. Çumkî serokên partiyên Başûrê Kurdistanê xwe ji gelê Kurd mezintir dibînin, loma daxwazên gelê kurd nayên cih.
Banga min ji gelê me yê Başûr re ew e ku bila çarenûsa xwe bidin destê xwe û derên kolanên Kurdistanê û dengê serxwebûna Kurdistanê bilind bikin. Çumkî ger ew li hêviya serokên partiyên Kurdan bisekinin, ku ew ji Kurdistanê re çareserî bikin, dê hîn demeke dirêj, ku dawiya wê ne xuya ye, bisekinin.
Ew serokên partiyan, yên ku nakokiyên navbera xwe bi salan e çareser ne kirine, nikarin pirs û qedera Kurdistanê jî çareser bikin.
Divê gelê kurd li Başûr qedera xwe bide destê xwe, ala serxwebûna Kurdistanê bilind bike û daxwazên xwe ji cîhanê re bêje, ka ew ji bo Kurdistanê çi dixwazin.
Bijî Kurdistan

JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎNE

*) Fûat Akpinar

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]