Lihevhatina Sûriyê û Îsraêlê
dikeve xizmeta Rojhilata Navîn jî
Aştî, azadî û wekhevî bi daxistina rêjîma Sedam dest pê kir û dên li
tevahiya Rojhilata Navîn ich bigrin
efrin.net, 31.12.2003
Abdallah Osman
Ariyêl Şaron, serokê Îsraêlê û Beşar el-Assad, serokê Sûriyê, ji
çend rojan û vir de ve, helhal di bin zor û zextên Emerîkan û Înglîzan
de, çêrê lihevhatineke aştiyane dikin û dixwazin di demeke nêzîk de bi
hev re di axaftin û goftûgoyan kevin. Armancên vana yên nêzîk pejirandin
û hevnasîna hevdu bi şêweyên fermî, rakirina rewşa cengî-dijmantiyê,
vegeranda bilindiyên Golanê 1967 zeptkirî û zelalkirina pirsa 400.000
penahgirên filestînî li Sûriyê, yên ko ji sala 1948 ji welatê xwe hati
bûn derkirin.
Lihevhatina Şamê û Til Avîvê, dahanîna rewşeke aştiyane û vekirina riyên
danistanan di navbera her du dewletan de dê bêguman bikeve berjewendiyên
siyasî, aborî û civatî yên mirov, gel û netewa kurd li Sûriyê û li
tevahiya deverê û cîhanê. Kurdên Sûriyê ji demeke zû de û bi siqbûneke
balkêş li ser pirsa, ma gelo aştî û hevnasîneke di navbera (rêjîma
erabên) Sûriyê û (rêjîma jihuyên) Îsraêlê de dikeve xizmeta berjewendiya
Kudan yan çon? Ji ber ko îsta ev pirsa careke din hatiye meydanê, ez
çend behanên erêniyê dijmêrim:
Rêjîma Baasî ya arabên Sûriyê di rewşeke asayî de nema dikane
berdewambike yan li hember rêjîmên dêmokratîxwaz yên Rojhilata Navîn,
Îraka nû, îsraêl, Lubnan û Turkiyê li deverê berxwebide. Ne Alemanya yan
Fransa, satan Russya yan Sîn ne bi caryekê wên bikanibin rêjîma Baas
weke heta îro bijînin. Rêjîma şîyiyên Îranê nikane li gel şîyiyên Îraqê
bi alewiyên Sûriyê re hevbendiyeke hêzdar li deverê avabike. Alewîyên
Sûriyê yên li çiyayên alewiyan li ber Derya Sipî nîştîman in (dorî 1,5
Mio.), bûne arab, xwe dikin arab û bi navê arabiyetiyê (urubiye) li Şamê
hukimdar in, û ji ber ko hevna bi xwe jî kurd in, lê kurdiyetiya xwe
înkar dikin, hefkî çû wên xwe pirrtir nizîkî alewiyên kurd yên li bakur,
li Turkiyê dijîn (dorî 17 Mio.) bikin. Alewî wekî êzdiyan bi tenê di nav
kurd de hene. Alewiyên rojhilata navîn tevahî kurd in. Alewîyên bakura
Afrîqayê jî ji koka Rojhilata Navîn ne. Alewiyetî bi xwe şîyeyetiya
Rojhilata Navîn ye li hember ya araban û farisan e. Dorçêma rêjîma
arabên Sûriyê hatiye girtin û nema dikane xwe bi derewan bisitirîne.
Peymaneke hevnasînê bi Îsraêl re aştî, wekhevî û azadiyê, yanê
ketxiwarina rêjîma Baas û dawiya hukimdariya alewiyan dihêne Sûriyê. Ev
yeka jî wê rêkê li pêş Rojhilata Navîn vede.
Rêjîma Baasî ya arabên Sûriyê ya ko ji sala 1963 de mîna şorişvanên
arabên-sosyalîst bi hêza leşkerî-asayîşî, bi alîyeta rewşa-awarte, ne bi
rêya destûrî-demokqratî bi tenya xwe û bi darê zor û derewan hukim dike,
nikanî heta îro bingeheke leşkerî, madeyî û gelerî tund avabikira, da
bikanibe îro xwe li dij givaştinên Amerîkayê û Îsraêlê pêbiparêze. Bi
nerindiyên xwe rêjîma arabên Sûriyê dijimên xwe li hundir, li dor xwe û
li cîhanê ne kêm, zêde kiriye. Şaronl li hember Beşar danaxîne. Çon mala
Saddam mala al-Assad jî weke îro namîne. Baasê Sûriyê wê bi dizzî teslîm
bibe û erzan bikeve pençên wan hêzan, yên ko araban ji xwe re û ji me re
dijmin didîtin. Bi teslîmbûneke wisa ve tersiya araban yên nijadî û
tirskarî beramberî kurdên Sûriyê jî wên bilêde biçin, hemû gunehkariyên
araban bi Rojhilata Navîn kiribûn wên açiqbibin û belkî bi pirranî jî
bihêtin vegerandin. Arabên Baasî wên bi xwe rabin hevdu.
Nemandina rêjîma baasiya araban li Sûriyê wê kesetiya mirovên kurd li wê
derê (dorî 3 Mio.) azad bike. Arabên ji çolyên Arabistanê hatibûn, bi
bahweriya Îslamê û zora şûrê kurd kole dikirin û bi arabiyetiya
Bassiyetiyê ditirsandin, wên weke arabên Îraqê bi hevdu kevin.
Lihevhatineke di navbera Sûriyê û Îsraêlê wê zimanê arabên hukimdar û
sextekar li ser me Rojhilata Navîn bibirre. Rêjîma araban di 40 salên
borî de heta îro kurd (li Sûriyê) bê sebeb her tim ji xwe re dikirin
xeterên û xayînên mezin. Her kes dibê bi qandirî gunahiyên xwe cezayê
bixwe. Bi daxistina rêjîma Baas hevnasîna Rojhilata Navîn, hevgirtin û
berxwedana wan li Sûriyê bo azadî û wekheviyê wên bilindtir bibin. Kurd
wên – çon li Baxdadê - li Şamê jî biryardar, hukimdar bin. Bi va yekê
asoyên nû bo Rojhilata Navîn li welat û cîhanê dên vebin.
Çon li Misrê, Îraqê, Turkiyê û li Libya hat, dirran û dirnaqên tûj yên
leşkeriya Sûriyê jî wên ku bibin. Ji Îsraêl û Amerîka pirtir naka Beşar
û rêjîma wî ji çekên xwe yên komkuj ditirsin û dixwazin, bangdikin, da
vana bişewitînin, tune bikin. Alewiyên Sûriyê nema dikanin tiriskaran
(terrorîstan) behewînin û bihajon ser xelkê û dijberên xwe. Bi girtina
Saddam (13.12.2003) ve hevna bi xwe ketine xewa tirsînê. Amadebûna
yekserî ya hêzên leşkeriya Hevpeyman (Amerîkan ûhd.) li Kurdistan û
Îraqê piştên rêjîmên sitimkar li Şam, Anqarê û Tehranê şikand û
kopiriyên tiriskariyê yên Europayê bi rojhilata navîn ve dirrand. Yanê
tilliyên tundrê û tiriskarên cîhaniyê li deverê dişewitin. Ev yeka jî
demarê jiyandinê ya rêjîma Sûriyê bûye.
Bi aştiyeke li gel Îsraêl û xerakirina çekên komkujiyê ve rêjîma Sûriyê
wê li gor pîyasên xwe yên şorişgerî û berxwedankêşî xayîn û derewçî
derkeve. Lewma ew nîzma pîyasan jî dikeve. Nemandina çekên komkujiyê û
lawazbûna leşkeriyên dijminên aramiyê û medeniyetê li deverê (rêjîmên
turkan, araban û farisan) berî giştî dikeve xizmeta gelê kurd.
Lihevhatina Sûriyê û Îsraêlê wê ne bi tenê li ser bilindiyên Golanê yan
revînçiyên fillestîniyan be. Hevnasîna fermî û danistanên pirral di
navbera her du dewletan de wên hên rêkê li pêş vegerîna, jiyandina
dehhezaran jihuyên cîhanê li ser erdê Sûriyê vebike, bi taybet jihuyên
ko paşî 1948 ji Sûriyê revîbûn Îsraêlê yan Amerîkayê. Azadbûna Lubnanê
ji serperiştiya leşkeriya Sûriyê jî misuker e. Lubnaneke azad bo me
Rojhilata Navîn her tim pencereyeke bêhnkişanê bûye. Beşar û rêjîma wî
ya Baasî wên belkî nikanibin vegerîna fillestînyên ji Sûriyê berve
Îsraêl yan Fillestînê ve bicihbihênin. Hukimdarên Sûriyê wên ji îro û pê
de bi zorê bi Îsraêl re di axaftinên aşkere, ne yên dizzih, kevin.
Rêvebirên Îsraêlê ji gelê xwe fedî nakin, natirsin, ji ber ko hewna
hatin hilbijartin. Da ka emê bibînin, enteriya arabên Sûriyê li kuh
dimîne!
Rewşeke asayî û aşitî li Sûriyê û rojhilata navînê dawî bi rêjîma
Baasiyetiyê dihêne, qenalên rizandina, riswandina kemalîsma turkan,
sehyoniyetiyaa îsraêliyan, şîyiyetiya farisan û arabiyetî-îslamtiya
wehabiyan vedike. Gelek bahwerî û siyasetên nijadî, olperistî, talandî,
tirsandî û kevnexwazî wên bibin mijarên danistanên serbest. Di biwareke
wisa de arab yan turk yan faris nema dikanin bi behanên îslametiyê,
birayetiyê yan welatiyê (nîştimanperweriyê) Rojhilata Navîn bixopînin û
ji xwe re li dij xelkên derve bikin şûjin; hewna nema dikarin bi tenê
loman li Rojhilata Navîn bikin, bo çi li peywendiyan bi Îsraêl yan
jihuyan re digerin. Arabên virronak li Sûriyê nema dikanin ji doza
el-urubiye (nijadîtiya raban) û cîhana arabî bimijin û perdeyên tariyê
li ser rûyên me dahînin û singên rêgirtinê li pêş me venînin. Divê Kurd
bo guhartinên li deverê û cîhanê amade bin.
Em Kurd nabe li dij aştiyê bin, li açiqbûnê bitirsin. Her aştiyeke li
Rojhilata Navîn azadiya hemû mirovan e, berî giştî ya me Rojhilata Navîn
e.
© ABDALLAH OSMAN, osmanabdll@aol.com, Berlîn, di 29.12.2003-an de
|