Tirajediya siyaseta Kurdên Bakur
-III-

efrin.net, 29.12.2003

Fûad Sîpan (Fuat Akpinar)

Xwendevanên hêja, berya ku ez dîsa li ser mijarê dîtin û nêrînên xwe binivîsînim, dixwazim li ser e-maila yanê tehdîda Ferda Çetin çend gotinan bêjim. Ferda Çetin di pê belavkirina nivîsa min re “Tirajediya siyaseta Kurdên Bakur II” ji min re roja 23.12.2003-an li saet 17.07an e-mailek şandiye û di destpêka e-maila xwe de bi zimanê tirkî wiha dibêje: “Uyarı ve talep Ferda Çetîn” (şiyarî, îhtar û daxwaz) û di dosiyê de jî nameyek ji bo min nivîsiye. Di nameya xwe de ew tehdît û şîretan li min dike û dibêje: “Tu mecbûrî li ser her tiştî binivîsînî, tu gotinên ji xwe mezintir dibêjî û hwd.

Min jî di heman rojê de jê re bersiv da û wiha got:

Birêz Ferda Çetin,
ez jî wek we xwe perçek ji Tevgera Kurd û Kurdistanê dibînim û loma her tiştên we eleqeder dike, min jî eleqeder dike û loma li ser mijarên cida dîtin û nêrînên xwe dinîvîsînim. Ez naxwazim bi we re têkevim gengeşiyeke wiha erzan, ku kî zane ye û kî nezan e, û hewceyî gotinên wiha jî nakim.

Lê dixwezim ji we re tiştekî bêjim, ku hûn jî vî tiştî baş guhdar bikin. Dema tehdîdan ji zû de rabûye. Ne hûn, ne hêzek û ne jî tukes nikare min tehdîd bike. Tiştên ez pê bawer im û dizanim ezê binivîsînim. Ez kolê tu kesî nînim û di dermafê nivîsên xwe de ji kesî jî emir nagirim. Ezê di gotarên xwe de tehdîdên we jî bînim zimên, da ku mirov bizani bin ku hûn ne dikarin xwe bi guhrînin û ne jî ji guhertinê re amade ne. Ji bo min ne diyar e ku hûn van şîret û tehdîdên xwe bi serê xwe dikin an jî bi navê tevgerekê? Yan jî bi navê medya xwe dikin? Divê hûn vê pirsê zelal bikin.

Silav û rêz

Fûad Sîpan
(Fuat Akpinar)


Belê ji bilî sedemên ku min heta niha ji bo tirajediya siyaseta Bakurê Kurdistanê dane, sedemeke din jî pir girîng e, ku ezê vê carê li ser rawestim.
Yên ku naxwazin tevgera gelê kurd xwe biguhrîne û gorî rewşa cihanê ya nû siyaseteke bi aqil û mantiq bimeşîne, bi taybetî rantçî û malperestên di nav siyaseta PKK/KADEK û an jî di nav KGK de û di medya Kurdê Bakur de kok girtine. Ji ber ku bi salan e di nav tevgera Kurdan de rantçî xwedî gotin in, loma ew naxwazin guhertin çêbibin. Çumkî çiqas guhertinên pozîtîv çêbin, ewqas jî rola rantçiyan ji dest dihere. Loma rantçî ji pêşeroja xwe ditirsin. Rantçî rexneyan napejirînin û naxwazin jî xwe biguherînin. Dema ew rastiyê bipejirînin, êdî nirx û akama gotinên wan namîne. Rantçiyan heta niha serê pir welatparêzan xwarine.
Lê bila rantçî tiştekî baş bizani bin û van gotinan baş fêhm bikin ku êdî, hêdî hêdî be jî, dawiya wan dê were. Ez dîsa dibêjim ku gelê kurd bira kesî nîne, ku heta hetayê gotina rantçî û derewçînan bike.
Tehdîtkirin û biçûkxistin ne karê camêran e, kesên bi bîr û bawer û xwedî bîrdoz kesî tehdît nakin, dertên meydanê û wek camêran bi camêran re gengeşiyê dikin. Lê pir mixabin ku îdeolojiya Kemalîzim û Stalînîzmê ji bilî tehdît û şantajan tiştek rayê belengazan ne daye. Dema ew dikevin tengasiyê û nikarin xwe biparêzin metodeke wan tenê heye, ew jî tehdîd e.

Min di jiyana xwe de ji bilî kara gelê kurd qasî qirşekî zerar ne daye tevgera Kurdistanê. Ewên zerar dane Kurdan bila hesabên xwe baş bikin. Destê welatparêzan êdî ji paskura wan dernayê.

Ez ji rantçî û tehdîtkeran re dibêjim, we hên fêhm ne kiriye ku ez çiqas bi bîr û bawer ji bo gelê kurd û Kurdistanê me. Ez hêza xwe ji vê bîr û baweriyê digirim, loma ez ji tehdîdên tu kesî re ê welah nabêjim.

Jiyaneke bi rûmet, rast û durist ji bo min ji jiyaneke bê rûmet çêtir e. Hodrî meydan.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]