Ma Sûriyê ya Ereban tenê ye?
efrin.net, 26.12.2003
Zandarê Zindî
Gava misilmantî ji beybûna erebî bi derket, Civaka êlên ereb ji ya
koletiyê (Ibodiyê) bi derket. Ola îslamî bi seroketiya pêximber Mihemed
bingeha dewleteke nuh danî. Roj bi roj hêvî û daxwezên wê dewletê fereh
û mezin dibûn, daxwazên aborî di bin siya ramana îslamî de nuxmandî bûn.
Serok, leşker û Xelîfên wan hergav ji leşkerên xwe re xuya dikirin ku
divê “hûn bi hemî hêza xwe şer bikin, da ku hûn mewdanên wan ji xwe re
bi beglik û bistînin, ji wê parek li we vedigere.
Aya wan berî îslamiyê bi Mezopotmiya û Şamê bihîsti bûn? Nav lê kiri bûn
Buhişt. Digotin ev welatan yên kanî, xêr û bêrê ne. Ev sedemeke serek
bû, kuwan çav berda bûn van welatan, dest bi dagîrkirinê kiri bûn,
bindest- û talankirin di bin navê belavkirina ola îslamî û bilindkirina
peyva Xwedê de. Ev gav tersî pêvajoya dîrokê bû. Ji ber ku şaristaniya
van welatan (Rom, Pars, Kurd û gelên din) ji ya Ereban pir pêştir bû. Bi
xwe re hilweşandin û tirs û kuştin anîn herêmê.
Gava leşkerên wan herêm bindest kirin, gelên van welatan bi zimanê erebî
nizanîn. Weke mêtingehkar û biyanî derbas bûn. Di pêvajoya dîroka
ademizyad de gava miletek bixweze yê din bindest bike û berdewam bike ji
xwe û wan re riyan dibîne û rawe dike, sedem û egerên ramanî û mirovane
hildide. Lê di piş de yên aborî, leşkerî û hinên din hene. Ala pêşxistin
û rizgarkirinê radikin. Ereban jî ev peyv û ev wat di destpêka
belavkirina Îslamê de bi kar anîn. Ku,riya Xwedê Binasin û herin
Buhiştê.
Xaçperest jî ji bo rizgarkirina ciyên pîroz û ciyê sereke Qudsê hatin
Rojhilata Navîn, ji ber ku Mislimanan ew zepkiriye. Lê tiştên di paş wê
duruşmê de dewlemendiya welatên rojhilatê bû. Osmaniyan jî bi navê
vejîna Îslamê gelek welat û milet bindest kirin. Nepilyon û
mêtingehkarên rojava piraniya gozemînê di bin siha “welat û miletên
paşmayî bi pêşxin” zep kirin.
Nivişka ramanê her mêtingehkarekî bi bêje û gotinên sipî û qelakirî
hildidin û di paş de berjewendiya xwe ya taybet vedişêre.
Împeretoriya Osmanî li vê herêmê 400 sal fermandarî kir, ku ew Îslamê
diparêze, ew şivan û xwediyê herêmê û rastiyê ye... Lê mixabin di bin re
gelek kar û livên xerap kir û pê rabû. Ji kuştin, talan û mişextkirina
miletan û hwd. Ta ku gihêştin demeke pir reş û tarî ji paşketinê.
Împretorî nexweş bû, dewlet pizirî, zor û stem pir bû bû, şoreş û
serhildan radibûn, şerê azadî û rizgariyê li dijî wan geş û germ dibû...
Van sedeman dewlet û civak ji hundir ve dixwarin. Ji hêla derve ve
dewletên mêtingehkar (Înglîz, Firansa, Almaniya û hwd.) lê zor dikirin û
jê re tu rêzgirtin ne dikirin. Ji ber wê lihevkirina Seyks-Pîko bermaya
Împretoriya nexwaş li hev parvekirin. Di wê hîngê de Ereb bi seroketiya
Şerîf Husên bi piştgiriya Îngilîz şoreşa rizgarkirinê pêxistin û bi
serket. Ev yek ji berhema şerê cîhanê yê yekem bû. Li hêla din Îngilîz û
Firansa li gor berjewendiyên xwe yên taybet (mewdan, konevanî,
rewşenbîrî...) berkêr kirin, dewletine nuh bi navlêkirinine nuh çê kirin
(Libnan, Sûriye, Îraq, Urdin...)
Di vê kefleftê de Ereban kanî bûn dewletên xwe yên netewî ava bikirina.
Li rex wê gelê kurd bi dehan şoreş û serhildan di wê demê de rakiri, lê
mixabin bi ser ne ketin, û dewleta kurd ava ne bû. Bi ser de jî welatê
Kurdan careke din hate berkêr- û dabeşkirin. Gelê kurd ji hemî gelên ku
di bin destên Osmaniyan de pirtir ziyan dît. Mistefa Kemal bi pêlewaniya
xwe ya konevanî karî bû beşekî mezin ji Kurdistanê bi Turkiya nûjen ve
girêda û bi awakî hov Kurd û Ermen zeft bikirana.
Sûriyê bi (el-Dewlê el-Sûriyê) hate binavkirin û ji hêla Fransa ve hate
dagîrkirin. Ji ber ku miletê vê dewleta nuhçêbûyî ne xurû ye, ji Ereb,
Kurd, Çerkez û Suriyanan hevedudan e, lewre jî çê nedibû bête gotin ku
Sûriyê ya Ereban tenê ye.
Ji hêla dîrokî ve
Weke me berê jî bi kurtahî xuya kiri bû, berî Îslamê li herêma ku paşê
Sûriyê jê re hate gotin Ereb ne dijîn û lê tune bûn. Bi hatina Îslamê re
hatin serdestî kirin û piraniya gelên li vir dijîn bûn Îslam, di
pêvajoya dîrokê de bûn Ereb. Lê di rû û mirûzî de piraniya gelê Sûriyê
pişka nijada ereb lê nakeve. Ji aliyê din ve, hebûna gelê kurd ya dîrokî
li Sûriyê gelek kûr û dirêj e, ew vedigere dema Sobarî, Mîtanî, Xurdî
(Horî) û Mediya. Ev miletan tev bavpîrên Kurdan in û li bakurî Sûriyê
dijîn. Weke belge û kavilên dîrokê (Rexa Horî, perestgeha Endarê, Şêran,
Orkêş...) dibêjin, rastiya dîrokê xuya dike ku beşek ji Kurdistanê bi
xaka Sûriyê ketiye. Ji ber vê serokê şoreşa Erebî Şerîf Husên 1916-an
doza ciyên ku Kurd tê de dijîn ji Osmêniyan ne dikir.
Ji hêla erdnîgarî ve
Weke me berê jî gotî, beşk ji axa Kurdistanê bi dewleta Sûriyê ketiye,ta
roja îro di her sê herêmên Kudistana Sûriyê de ji sedî Nod û pênc Kurd
in, pêncên mayî, ku ne Kurd in, dereng hatine herêmê. Rastiyeke beloq
xwe bi xwe dide xuyakirin ku qad û milet Kurd in.
Ji hêla netewî ve
Sûriyê welatekî pirmilet e, yê yekem Ereb in û yê diduyê Kurd in, pişt
re jî Aram, Asor, Çerkez, Turkman, Ermen û hinên din. Ev bi xwe hewal
dide û dibêje evqas ziman, rewşenbîrî, kelepûr, folklor û tiştên din di
Sûriyê de hene. Lê mixabin îro roj daxma Ereban li tevan ketiye.
Axa ku Kurd li ser dijîn gelek bi xêr û bêre, çi yên binax (Hesin,
pêtrol, baqir, mengenîz) û çi yên serax (Genim, pembî, nîsk, nok, zêtûn
û hemî darên meyw yên din) digel sazkarî, bazirganî û tîmarkirina
sewalan. Ev di mewdaniya (aborî) Sûriyê de stûnine mezin in. Kurd û
miletên din gelek dek û dolabên mewdanê û qasnaqên pirojeyên wê
digerînin, lewre jî çê nabe ku nav lê bibe aborî û civaka erebî.
Di warê derûnê de
Hemî miletên di Sûriyê de dijîn ta roja îro xwe torinên milet, dewlet û
împeretoriyên kevin dibînin. Ango xwe xwedî dîrokeke şaristaniyê
dibînin. Wan şaristaniya mirovatiyê gelek dewlemend kirine û naxwazin
xwe jê bikin û dev jê berdin.
Nimûme Kurd xwe zarokên dewleta Mîtan, Koşan û Mediya dibînin. Di
pêşxistina dîrokê de rola van pir berz û bilind bû, ta roja îro xwedî
taybetî ne û di ber wê cudatiyê de dixebitin.
Gelê asûr tucarî bi tu gel din bi nav nabin, ji ber ku nav û deng û
temenê fermandariya wan gelek sergevaz bû, ta niha şoveniya ereb
Asûriyan ji bavpîrên xwe dijmêrin, tevî ku di hemî aliyan de ji hev cuda
ne.
Suriyanan jî demeke dirêj fermandarî li herêmê dikirin, ziman û dîroka
wan gelekî ji yên Ereban dûr e.
Vêca di pêvajoya dîrokê de derûna van miletan li gor berjewendî,
rewşenbîrî û heyama xwe hatine histiran. Di riya rama, gerdîş, folklor
nîr û demên jiyanê bi xwe ferziyake taybet û serbixwe ji gelên din peyda
kir û girêdaneke xurt bi boriya xwe re çê kir. Roja îro tu gel ji van
xwe Ereb nabînin. Ew hemî ta roja îro bi dîrok, kelepûr û rola xwe serî
û pozbilind in. Ango derûna van miletan ne yeke erebî ye. Ew dibînin ku
gelê ereb ew dagîr kirine – dixwzin xwe ji bin destê wan rizgar bikin û
mafên xwe yên mirovan e û milî jê bistînin. Çawa bi çixîza pênûsê erebkî
re û zora asayîşekî re ev dîrok, şaristanî, derûn, rewşenbîrî dikarin
bibin yên erebî?
Avakirina Sûriyê
Weke em tev dizanin, berî lihevkirina Saykis-Pîko tu dewlet bi van navên
nuh tune bûn. Ango ev dewletan berhemên wê lihevkirinê ne. Ev hemî
dewlet şerê wê dikin, nexwaş û vereşiya xwe xuya dikin, bi nerindî bêzar
boneya wê bi bîra xwe tînin.
Ev ji hêlekê ve, ji hêla din ve ev dewletan tev bi dev û diranan bi
sînorên wê lihevkirênê girtine, dibînin ku ew sedema perçebûn û
paşketina wan e. Bona parastina wan sînoran, yên ku Saykis-Bîko dînane,
van dewletan çiqas mirov kuştin, mafê çiqas gelan hatin pêlêkirin, rûmet
û kesîtî binpêkirin... Ma gelo ev dibin dostên Saykis-Bîko!?
Sûriyê ji hêla dewleta Firansa ya mêtingehkar ve hati bû dagîrkirin,
sedemên wê jî nasin. A giring û pêwîst ew e ku rola gelê kurd di
berxwedana Sûriyê de çi bû.
Qurşîna yekê li Xota Şamê, ya ku di rûyê leşkerê Firansî de hatî
peqandin, yê Ehmedê Baravî yê kurd bû.
Ê ku generalê firansî yê bi nav û deng Kilîpir kuştî Silêman Helebî ji
Kurdaxê, gundê Kokanê bû.
Pir serhildan jî li herêmên kurd li Firansa pêk hatin. Ji wan:
– Ên herêma Kurdaxê (Efrînê): Îbramê Şaşo li Hemamê, Mistefa û Çolaqê
Hemedê û Hecîkê, Şûmê û Seydê Dikê û Tevgera Mirûdan û hinên din...
– Li Cezîrê: Şerê Girê Biyendorê, ku tê de general Roken bi destê yekî
kurd hatî kuştin,şerê Amûdê û hin cihên din.
Herweha serokkomarê Sûriyê yê yekem Fehid el-Abêd kurd bû. Yanê gelê
kurd ji ber Sûriyê ve xwîna xwe rijandî û hê dirêje. di şerê bi Îsraîl
re, çi li Sûriyê û çi li Libnanê, ji roja ku navê Sûriyê hatî peydakirin
gelê kurd di ber de dixebite.
Guman tê de nîne ku şaristaniya Sûriyê ya îro parek jê gelê kurd ava
kiriye. Ma gelo çawa gelê kurd wê bi hêsanî dev ji xwîna rijandî û xuya
dayî berde?
Ev kar û cefayê ku gelê kurd û yên din di ber Sûriyê de dîtine û hê
dibînin berçavên Partiya Be’s û Erebên şoven û çavteng bigirin. Ew îro
rola wan ji bîr dikin, dixwazin wan tune bikin û bi rola wan ya niştmanî
bi guman in.
Çima di navê Sûriyê peyva ereb?
Piştî ku şoreşa Erban ya milî bi seroketiya Şerîf Husênî li dijî
Osmaniyan, bi alîkariya Îngilîz û Firansa, bi ser ket, rêjîmên wan
dewletên alîkar ya konevanî li gor dewleta dagîrker hatin hûnandin û
ristin. Nimûne, Îngilz rista xwe ya konevanî kişwarî bû (melekî), lewre
jî piranya wan weke xwe çê kirin (Urdin, Si’udiyê, Îraq). Lê rista
Firansazê komarî bû, lewre jÎ wî dewletine komarî ava kirin (Sûriyê,
Libnan, Cezayêr). Ji wan re ne gotin hûn dewletine milî xurû ne – li gor
heyîna wan ya dêmografî ristên konevanî jê re çê kirin.
Lê mixabin van dewletên nuh, yên ku nav li xwe kirine niştamperwer,
nikari bûn van welatan di hemî waran de (mewdanî, civakî, konevanî) bi
pêş xistana.
Sûriyê yek ji dewletên ku di bin destê Firansa de bû, lewre jî rista wê
ya konevanî komerî hate ava kirin (el-Dewlê el-Sûriyê, pişt re Komara
Sûriyê). Ev nav di ciyê xwe de bû, ji ber ku dewleta Sûriyê ya ku teze
ava bûye pirmilî ye (Ereb, Kurd, Suriyan, Asûr, Çerkez...). Lê piştî
ramana erebî ya milî xurt û tûj bû, li ber ronahiya wê nêrînê, partiyên
milî û netewî (Partiya Netewî ya Civakî, Partiya Bees, Partiya Nasirî)
hatin ava kirin û program û durûşmên milî hatin hildan, doza yekîtiya
welatên ereb kirin û azadî û sosylistî jê re xwastin. Daxwaz û hêviyên
gelê ereb di van durûşaman de qelandin û pişfandin. Gava ev partiyên
netewperest hilperikîn ser kursiyê navên wan welatan guhartin. Sûriyê di
yekbûna bi Misrê re nav û destûra xwe winda kirin. Piştî ku Sûriyê ji
Misirê Qetî navê wê kirin Komara Erebî ya Sûriyê(el-Cimhoriye el-Erbiye
el-Sûriyê).
Gava partiyên netewî yên erebî hilkişîne ser têxt gaveke ber bi paş ve
bû – bi hikişandina wan re jiyana konevaniyê (sîyasî) hate kuştin. Wan
hemû nêrînên partiyên din ji civak û serkêşiya welatên xwe bi dûr
xistin, ew tenê di destê partiyekê de hêştin, bûn dêwên çavên kaniyê,
welat û milet li şûn cîhanê hêştin, daxwazên xwe yên deslata sadî hê jê
têr ne bûne, dixwazin û dixebitin ku gel mezoxî bikin, divê bi serketin,
yê ji gel ne bû mezoxî, kuştin yan penaber kirin. Ev ton nêrîn û
kiryarên ne şaristanî gelên din jî bi xwe re berkêr- û bincil kirin,
tersî zagon û rêweyên Xwedê û mirovane çûne û hê li ser wê riyê ne.
Weke ku dîrokê bi heyîna xwe ya miletî, dêmografî, zemîngarî berçav
kirî, pir şaş û neheqî ye ku navê “erebî” bi komara Sûriyê keve. Lê
mixabin yê li ser yekîtiya Misirê û Sûriyê û Erebîtiya wan morkirî
Tewfîq Nîzam el-Dîn serokê komîta leşkerê ji hêla Sûriyê ye, ew jî Kurd
bû, nehat bîra wî ku Kurd e û gelê kurd di vî welatî de dijî!
Divê dîrok serat bibe, di rojên bê û guhartinan de xeyseta “erebî” ji
navê Sûriyê were rakirin û bibe (Komara Sûriyê ya Demokrat) ku mafê hemî
gelan neyê Kêmkirin û hebûna wan bête çespandin
Çareserkirin
– Çima “Sûriya Demokrat”dixwazim?
Divê em van du gotekariyan (meqolat) binasin: Sûriye navekî dîrokî ye,
hin dîroknas vî navî vedigerînin navê Suryan, ku ew dewleteke kevin e li
vê xakê demekê fermandarî kiriye. Niha ev nav nas dibe, navê welatekî
ye, cîhekî xwe yê jiyopolîtîk î pir pêwîst heye, û gelek bi xêr û bêr e,
çi binax û çi serax dewlemend e; heyamê xwe ne germ, ne sar e; yek ji
ciyên şaristaniyê ye; ji du beşên zemînîgarî çê bûye, beşek Ereb tê de
dijîn ew ne xurû ye û beşê din Rojavayê Kurdistan e. Divê ev xêr û bêr û
giringiya xwe ya jiyopolîtîk di berjewendiya gelê wê de bi rengekî
dademend bête belavkirin. Tu dikarî bêjî ku Sûriyê Buhuştek e, divê gelê
xwe di wê Buhuştê de bijî, ne stuxar û birçî û bi tirs be. Yanê divê ev
Bihuşta xwazeyî wergere bibe Buhuşteke komelgehî.
– Ji çi re “demokrat”?
Weke em tev dizanin, beş û xalên demokrasiyê yên sereke ev in:
Hilbijatina serbest, biryar bi piranî werin wergirtin, wekhevî di dan û
standina di navbera mirovan de, çavdêriya gelêrî li ser kar û liva
dewletê, zagonên jiyanê li saz û dûzan dixe... Ji ber vê ev tiştina bi
Sûriyê pir gerek in. Divê di hevsiyê de wekhevî bi kar were û tev li ber
zagonê berpirsiyar bin, maf û pêdiviyên wan bên terixadin, ne beşekî
mezin ji gelê kurd li Sûriyê bê nasname bihêlin... Ev jî bi xwe re gelş,
xem û derd û êşên civakî ji vî beş bê nasname, tîkeke mezin di dîwarê
yekîtiya niştmanî de dihêle. Di pêwira asayîşan de milet bi derecan li
gor nêrîna wan hejmartine, hin ji dereca yekê ne, û hin jî ji ya diduyê
ne. Divê êdî ev pêwira ne mirovane ji meydana mêjiyê berpirsiyarên
Sûriyê rabe.
Divê mirovê sûrî li gor pêkanîna xwe di civakê de, di hemî waran de,
were nirxandin. Mirov dikare bi çi kar û barî rabe, divê ew kar bi wî
were hilpesartin. Gelek pêwîste ku tiştin werin serastkirin, weke serok
û berpirsiyarê dewletê ew baş bi hemî tiştan zanin, divê ji ber gel ve
biramin û biryaran werbigirin, ji ber ku ew xwediyê pirsiyariya niştmanî
ne û berketiyê dewletê û welêt in, bes li gel dimîne li pê wan bimeşin û
aferina wan bike.
Ango nêreîna şivên û kerî ye, divê şivan wî keriyî kû ve bixwaze bajo,
tim li ber çav û li ber dest û di bin rihmeta wî de be. Milet stûxar û
melûl be, ne xwedî vîn û kesîtî û biryar be, pir giringe ev ton nêrîna
han bêne guhartin û jiholêrakirin, wekhevî ciyê xwe di dewletê û civakê
de bigre.
Ø Divê dewlet ji ber milet û welêt ve berpirsyar be, û pêgerekiya wan
pêk bîne. Ta roja îro desthilata Sûriyê li hêlekê ye û milet li hêla din
e, ta niha di jiyana xwe de ne ketî taybetiyê, çi di warê civakî, aborî,
derûnî de û bi ser de bela tirsa ji hertiştî bi serî hatiye.
Ø Baş tê zanîn ku di jiyana xwe de pirahî (pirbûn) heye ew bi hev re
dipeyvin, nêrîn û dîtinên hemreng tên xuyakirin. Ev yeka bi xwe re
pêşketinê tîne û keşta nêra çareserkirina li nav dimeye. Hêza baweriyê
ciyê xwe bigre, ne ku bi zorê bawerî ciyê xwe bigre, hevpeyvîn bi hev re
û guhdan li hev gaveke şaristanî ye. Ev kiryar girêkan vedike û çareyên
aştiyane tîne.
Ø Maf û azadiyên serekîn werin parastin. Demokratîk ew bi xwe serbestiya
guftûgoyê fereh bike û biparêze, ji ber ew riya yekê ye ji pirahiyê re û
neyeksaniya nêrînan e, ev rêbaza demokratîkê ye, zagon û belgeyên sîfîyê
û konevaniyê werin sazkirin, da ku mafê serbestiya gotbêj û kombûnê,
çûndin û hatinê û parastinê biparêze. Ev bi xwe dewleta demokratîk e.
Ton rêbazine han rê li ber pêşketina fereziya kesane dûz û fereh dike.
Ø Nuhkirina komelgê. Ev jî di hemû waran de bi dewlet û komelgeha Sûriyê
gerek e.
Ø Demokratîk nirxdar û biha ye. Mirovê zana dûr dibîne, ev nan û av û
bayê manda Sûriyê ye. Divê partî û mirov qedir û qîmeta hev bizanin û
bigrin. Dewlet, serok, berpirsiyar rêzê li milet bigrin, û milet jî rêza
wan bigre, ev têkiliya hevpişk divê peyda bibe. Tev ho bibin ku bi riya
zagonan hevdu binirxînin û paya hev bilind bikin.
Îro dewlet û civak ji gelş û nexwaşiyan mişt e. Bi durûşmên qelakirî yên
berpirsyarên dewleta Sûriyê nayên çareserkirin.
|