Kevana M. Kara pir çewt tîran davêje
efrin.net, 25.12.2003
Cankurd
Di Dema Nû de (hejmara 1-15 ê Çileyê Paşîn 2003, rûpel 9-ê)- hêja M.
Kara gotarek di bin “Bonbe li Istanbolê diteqin…” nivisandiye, tê da
hêrişek tund ajotiye ser ola Îslamê, li ciyê ku bajo ser têrorîstan û
têrorîzmê. Eve jî ne tenê bo M. Kara ne baş e, belku bo Dema Nû jî ne
baş e, ku xebatek hêja di nav gelê me da li derveyî welêt dike.
M. Kara bi xwe dibêje: “Belê, ez ne şêx, ne mele nejî di derheq ilmê
dînî da zanist û pispor im.” Lê dîsa jî li ser Îslamê xwe wek zanayekî
olî dide xuakirin û vê ola, ku Milyarek kes li cîhanê pê bwer e, wek
tevgerek têrorîstî şeqle dike. Ma ev bi xwe dikene an bi gelê
xwendevanan? Binêrin ew çi dibêje:
“Li gor îslamê qetla kafiran wacib e(helal e) Li gor dînê îslamê cîhat
li ser her musilmanî ferz e.” Gelo, ev ta çi radeyê rast e?! Ji kijan
rûpel û sûretên Qurana pîroz van hişmendiyên xwe yên delal û zelal anîne
ez nizanim. Li kû derê Îslamê gotiye ku “qetla kafiran wacib e”? Îslamê
tersî vê yekê gotiye. Ew Îslama ku em dinasin, di Qurana pîroz de
dibêje, kî nefsekê bê eger û maf bikuje, wek kuştina teviya mirovan e û
kî nefsekê vejîne, wek vejandina hemî mirovatiyê ye. Tiştê dî yê tev
bervajî ji aliyê M. Kara ve hatiye gotin, ku “li gor Îslamê cîhat li ser
her musilmanî ferz e…” xweş diyar dike ku ev kese hîç tiştekî li ser
Îslamê baş nizane, û gunehê Dema Nû ew e ku rê dide kesekî wilo, ku di
warê olê da nezan e, gotareke wilo di rûpelên wê de belav bike, û Dema
Nû ji ber wê yekê bibe ciyê pêkenînê.
Ji ber ku em dizanin, gava hinek bo musilmanan biçin “Cîhadê” êdî ew
histobarî ji ser ên din dikeve, lê gava hêriş bi ser tevan ve bê, hîngê
divê giş li gor kanîna xwe li hember wê hêrişê rabin. Ma ev li gorî
zagona navnetewî çewtî û têrorîzm e?
M. Kara, wek kesekî ku ji Japonê an ji paş oqyanûsan ve hatiye, hîç
tiştekî ji şaristaniya Îslamê nabîne û bi taybetî ew şaristaniya, ku
Europî hemî bo xwe wek dibistanek zanist dinasin û di dema xewa wan da
Îslamê ewqas zanayên hemî şaxên şaristaniyê pêda kiribûn. Ma vî kesî hîç
navên Ibin Xeldon, Ibin Sîna, Farabî, Ibin el-Heythem, Amedî, Ibin
Xelkan û mezinên din ên şaristaniyê ne bihîstiye an ne xwendiye? Ma
Ehmedê Xanî, ku li ser parçekirina atomê jî nivisandiye ne musilman bû?
Ma ew şaristaniya ku Îslamê di dîrokê de pêda kiriye ne ji bo guhartinê
bo? Çawa ew dibêje ku “Îslamiyet li hember guhertinê disekine”… Ma gava
yek sosyalîst be, divê çi hat ber devê wî bibêje?...
M. Kara dibêje: “Do bi devê şûr xwîna kafiran qasê bejna sê mêran û îro
jî bi bonbeyan xwîna kafiran!..” Baş e, ew dixwaze bibêje ku Îslam
bonbeyan diteqîne. Ma wan bombeyên li Îrland an li Serdîniya an li Srî
Lanka an jî li Bask yên Îslamê ne? Ma wan kesên li bajêrê Kolombia li
Amerîka bi sedan merî di bin xuliya xaniyan da hêştine musilman bûn?
Rast e musilman jî têrorîst hene, lê belê ola Îslamê ne ola têrorîstan
e, têrorîst di nav her olekê da pêda dibin. George W. Bush bi xwe jî
Îslamê nake ola têrorîstan.
Ew dibêje ku Îslam bi şûr belav bûye. De bila bersivê bide; çawa filetî
li Amerîka û Latayn Amerîka belav bû? Bila bersivê bide çawa Îslam li
Malayziya an li Indonisiya belav bû! Çawa Îslam li Amerîka û li welatên
Îskendînavî îro belav dibe? Çi demê Ereb bi şûrên xwe ve gihan wir?! An
jî ew hîç li ser vê yekê jî nizane?!
M. Kara bi vê tenê nake, ew têrorîzmê wek bingehek Îslamê dide
xuyakirinê: “Ev esaseka îslamiyeta orîjînal û mantalîta musilmanên
orîjînal e. Li gora vê mantalîtê rijandina xwîna kafiran helal e. û ewê
xwîn kafiran! Dirijîne cunetî ye.”
Ez dikarim li vir tenê tiştekî bibêjim: Ev mirov bi kînek nedîd tiştan
dibêje, wan tiştên ku ew baş li ser wan nizane.
Ne tenê wilo... Wek ez dibînim wî navê pirtûka Samoêl Hatington
bihîstiye, lê bi xwe ew pirtûk ne xwendiye, ji vir û wir hinek pevek
dizîne, ku pê gotara xwe dagire û quncikê xwe di Dema Nû da li ser
hesabê netewek ji Milyarek mirov dagire. Ew dibêje:
“Belê, ew şer e. Şerê navbera medenîyetan e. Ne şerê xiristîyanan,
musevî û musilmanan e. Ew şerê modernîtê û yê dînê here dawîn; yê
îslamiyetê ye.”
Evana peyvin navdarin ji peyvên S. Hatington. M. Kara ji xwe re
revandine û kirine yên xwe. Mixabin! Dizîtî û malrevandin di nav hinek
Kurdên “Roşenbîr!!” de bûne karekî rojan e. Eger em jî bawer bikin, wê
“Medenîyet” zora “Îslamê” bibe û hemî musilmanan bike Ciho an file an
ataîst!!
Bo van şêweyên ravekirinên ne zanist, va nezaniya nûjen, ku bi navê
şaristaniyê belav dibe, tenê yek armanc heye: “Xelkîno binêrin! Ez jî
neyarê ola xwe me, ka xilatên xwe bidin min, da ez di cîhanê da wek
niviskarekî payebilind namdar bibim…”
Ji vê armancê pê ve, tenê dagirtina quncikê rojnameyê armanca duwemîn e,
çawa dibe bila be, çi ziyan digihe Dema Nû û kesên li paş wê ne xem e.
Mixabin! Hinek niviskarên me ji generalên Tirkan bêtir dij bi ola
piraniya gelê kurd in. Eve jî me nagihîne çi waran.
|