Tirajediya siyaseta Kurdên Bakur
-II-
efrin.net, 24.12.2003
Fûad Sîpan (Fuat Akpınar)
Min di nivîsa xwe ya yekem de tirajediya siyaseta Kurdên Bakur
hinekî vekiri bû û dixwezim vê mijarê dîsa bi hin mînakan bidomînim. Bê
guman mirov nikare siyaseta bi sal û deman tenê bi gotarekê an jî çend
gotaran bîne zimên.
Armanca min ne ew e ku kûr û dûr li ser pirsa tengasiyên siyaseta Bakurê
Kurdistanê rawestim. Ez bawer dikim ku hemû partiyên Kurdan û welatparêz
baş dizanin ku tengasiyeke mezin li ser siyaseta Kurdan, him li
Kurdistanê û him jî di qada navnetewî de, heye. Lê pir mixabin li ser vê
mijarê pir nayê rawestandin, an jî di çerçoveyeke pir teng de li ser
têye rawestandin.
Partî û rêxistinên Kurdên Bakur hên jî xwe ji îdeolojiya Marksîzim,
Lenînîzim, Stalînîzim, Sosyalîzim û Komînîzimê xelas ne kirine.
Kemalîstên Tirkan ev îdeolojiya qaşo-sosyalîzimê ji welatên
qaşo-sosyalîst kopya kirin û di Kurdan gerandin, ku tevgera Kurdan bi
gotinên derew mijûl bikin û bi vî awayî tevgera me bişkînin. Kemalîstên
Tirkan bi siyaseta qaşo-sosyalîzmê ev bi salan e Kurdan dixapînin û heta
niha jî di vî warî de bi ser ketine.
Ez fêhm nakim, çima Kurd vê rastiyê nabînin?! Dema hin Kurdên ji
partiyên cida diqetin û têne ba hev, da ku partiyeke nû ji bo Kurdan ava
bikin, serê gotina wan sosyalîzm e û binê gotina wan sosyalîstî ye û
hwd. Van kesana prosesa guhertina cîhanê nabînin, xwe gorî rewşê
naguherînin, tenê bi îdeolojiya sosyalîzimê xwe xeniqandine. Tu dibêjî
qey di cihanê de ji bilî vê îdeolojiyê wekî din tu tişt nîne û
sosyalîzim li ser wan hatiye dapo kirin.
Sosyalîzim, Komûnîzim, Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim û hwd.
Karl Marx û Friedrich Engels fîlozofên pir jîr û jêhatî bûn, ku teoriya
Hegel pûç kirin û hîmê îdeolojiya Sosyalîzim û Komûnîzmê avêtin. Bêguman
him Karl Marx û him jî Friedrich Engels bi niyeteke pir pak û durist ji
bo kêra gelan îdeolojiya sosyalîzimê ava kirin. Lê bi bîr û baweriya min
qasî ku Karl Marx û Friedrich Engels bi niyeteke pak û dirist bûn, ewqas
jî xeyalperest bûn. Çumkî wan ol (dîn) red kir û wek efyon dîtin, loma
bi ser ne ketin. Lê li aliyê din, wan jî nizanî bû ku dê piratîka
pergala sosyalîzimê çawa be? Piratîk jî di dawî de bû felaket.
Hewceyê gotinê ye ku bêjim xerabiyên bi navê sosyalîzim û komûnîzimê
hatine kirin, Karl Marx û Friedrich Engels di vê mijarê de hatin bi kar
anîn. Lenîn bi destê zorê hate ser têxt û Stalîn jî bi navê sosyalîzimê
teror kir û Fîdelê dîktator jî hên bermayînê sosyalîzimê diparêze û hwd.
Îdeolojiya ku dawiya wê felaket be û ne mimkin be, ku di nava civata
Kurdan de bingeh bigire, gelo çima? Kurd ewqas ji bo vê îdeolojiyê îsrar
dikin. Îdeolojiya sosyalîzimê teorî ye û dê wek teorî jî bimîne. Ez tu
carî bawer nakim ku ev îdeolojiya dîsa wek pergal di pêşerojê de ser
bikeve.
Divê em tiştekî tu carî ji bîr nekin, ku ol (dîn) di civatan de rola
herî girîng digire. Di civata Kurdan de jî wisa ye. Piraniyan Kurdan ji
ola îslamê ne. Îslamiyetî di civata Kurdan de wisa bingeh û kok girtiye,
ku loma tu hêz û qiwet nikare vê rewşê biguherîne û bi kopiya
îdeolojiyan gelê kurd îqna bike. Pirsa olan ne tenê di civata Kurdan de,
her wiha di hemû olên din yên di cîhanê de hene, ola Xiristiyaniyan, ola
Cihûyan û hwd. jî wisan e. Rola olan di civatan de ne tenê li ser civatê
û jiyana sosyal heye, her wiha akama olan li ser siyaseta dewletan jî
heye. Ger em di cîhanê de qiyasekê li ser şeran çê bikin, şerên di
dîrokê de çê bûne ji sedî nod zêde li ser olan çê bûne. Loma ol di
jiyana civatan de wisa kok girtiye, ku ji bilî daxwaza demokrasiyê tu
tiştek nikare bikeve nava civatê û xwe bide pejirandin.
Ji ber ku kemalîstên tirk kêmasiyên Kurdan baş dizanî bûn – û hên jî
wisa ye – loma wan bi hemû quweta xwe gelê kurd bi tiştên bê bingeh
mijûl kirine û heta niha jî bi ser ketine.
Divê partî û hêzên Kurdan berî her tiştî bi siyaseteke nû û nûjen, bi
bîr û bawer derên ortê û dest ji vê îdeolojiyê berdin; bila bi
siyaseteke pirrengî û pirdengî têkevin nava civata Kurdan. Siyaseta ku
helwesta Kurdan rast û durist neparêze, ew siyaset ji tengasiyan xelas
nabe û dê têk here. Gelê kurd, bira, pezê kesî nîne û tu kes jî nikare
têkoşîna gelê kurd bi gotinên vala û bi parastina bermayiya (döküntü)
Kemalîzimê biparêze. Dijminê Kurdan yê herî mezin Kemalîzim e û yê
dudiyan jî îdeolojiya sosyalîzmê ye. Yan Kurd viya fêhm dikin, yan jî
bila dest ji serî tevlihevkirinê berdin û rê ji mirovên jîr û jêhatî re
vebe, ku ew siyaseteke li gor daxwaza gelê kurd û li gor rewşa cîhanê
bidomînin. Siyaseta Kemalîzim û Stalînîzmê ji bo Kurdan siyaseteke herî
ye.
Li aliyê din partiya ku nû ava bûye (KGK) ji xwe re dibêje ku goya ew bi
tevayî ji îdeolojiya Lenînîzmê xelas bûye û partiyeke nû ye. Ka em
binêrin rastî wisa ye yan na? Ev partiya ji xwe re dibêje Kongira Gel a
Kurdistanê. Partiya ku bêje, Kongira Gel a Kurdistanê, yanê xwe tenê
xwediyê gelê Kurd dibîne. Di vir de navê gel tê bikaranîn. Kongira Gel a
Kurdistanê xwe di destpêkê de pir baş bi navê xwe eşkere dike ku ew hên
ji pîskolojiya Marksîzmê, Lenînîzmê û hwd. xelas ne bûye. Çumkî navê gel
dane ser xwe û xwe wek xwediyê gelê kurd dibîne û tu dibêjî qey gel li
ser wan hatiye dapokirin.
Kesên beriya hilweşandina qaşo welatên sosyalîst dîti bin, baş dizanin
ku wan dewletan jî di her kirinên xwe de bi navê gel daxivîn û
tevdigeriyan. Navê desgeha polîsên wan, leşkerên wan, meydan û kolanên
wan jî bi gotina gel dest pê dikir. (Polîsên Gel, Leşkerê Gel, Meydana
Gel, Kolana Gel û hwd.).
Partî bi guhertina nav û hin naverokan tenê nikarin xwe biguherînin. Ev
mantiq gelê kurd wek malê xwe dibîne. Di cîhanê de gel nabin mal û milkê
tukesî û tukes jî nikare gel li ser xwe dapo bike.
Hewceyê gotinê ye ku li ser serokatiya Abdulah Öcalan jî çend gotinan
bêjim. Wek tê zanîn KGK di destpêka damezrandina xwe de biryar da ku ew
Abdulah Öcalan wek serokê gelê kurd dibîne. Di dinyayê de li tu welatekî
serokên gelan tune ne, serokên partî û dewletan hene. Ev bûyera ku
Abdulah Ocalan serokê gelê kurd e, di cîhanê de bûyereke nû ye, ku kenê
dinya-alemê jê re tê.
Mantiqê serokê gel di bingehê de ji faşîzima Kemalîzim û ji faşîzma
Hitler û Mosolînî tê. M. Kemal xwe wek kalê (mezinê) Tirkan bi biryara
parlemanê îlan kir. Adolf Hitler jî ji xwe re digot ”Führer” (serok).
Hitler bi destê zorê gelê alman dida qêrandin, ku jê re bêjin “Heil
Hitler” (bijî Hitler).
Tolê Tîkrîtê, Sedamê qirş û qalê dîktator, bermayiyê Ereban jî xwe wek
serok îlan kiri bû û wî jî bi destê zorê Erebên Iraqê didan qêrandin, ku
bila di şeqamên Iraqê de jê re bêjin “bi can bi xwîn em bi te re ne hey
Sedam”.
Mirovên ku kompileksê wan yê biçûkbûnê hebe, baweriya wan ji wan tune
be, pisîkolojiya wan xerab be, tirsonek û newêrek bin, êdî nizani bin çi
bikin, hewceyê tiştên wiha dikin.
Ji me Kurdan re rêberên zana, jîr û jêhatî gerek in, ne serokê gel.
Pêwîst e ku Kurd welatên ku tê de demokrasî heye, wek Emerîka û Ewropa
ji xwe re bikin mînak, ne welatên dîktator û hov.
Alternatîfa demokrasiyê di cîhanê de tune ye. Yan Kurd vê fêhm dikin û
yan jî dê ew tucarî di siyasetê de ji tengasiyan xelas nebin û bi ser
nekevin.
Di nava Kurdan de, ne ku mirovên jîr û jêhatî tune ne. Ez bawer dikim ku
potansiyeleke pir mezin heye, lê ev potansiyel, xwedî rêxistineke
demokratîk nîne. Bi taybetî kesên ji siyasetê dizanin û dikarin ji
Kurdan re rêberiyê bikin, yan bêdeng in, yan xwe hên ji hin tengasiyan
xelas ne kirine û yan jî ji bo wan astengî têye derxistin.
Rêxistinek û siyaseteke çawa ji Kurdan re divê, ezê dîsa vegerim ser
mijarê.
|