Lîstokên Osmaniyan xelas nabin
Fûad Sîpan
(Fuat Akpinar)
efrin.net, 11.12.2003
Tirk bi xwe dibêjên ku lîstokên Osmaniyan xelas nabin. Rastî jî wisa
ye, lîstikên wan xelas nabin. Ji ber ku mîrasê Osmaniyan, dewleta Tirk,
êdî nikare siyaseta xwe ya derew wek her dem bi cîhanê bide qebûlkirin,
loma dîsa dest bi fen û fûtên Osmaniyan kirin. Fen, fûtî, fîtne û fesadî
pîşeya dewleta Osmaniyan bû. Loma wan hezar salî seltenata xwe bi hovîtî
li ser gelan berdewam kir.
Dewleta devrût jî mîrasê bav û kalê xwe didomîne. Mirovatî, medeniyetî û
şaristanî dûrî kevneşopiya wan e. Ew xwe mecbûr dibînin, di her kirinên
xwe de bi hovîtî be jî ser bikevin. Windakirin dûrî aqilê wan e. Gava
dibînin ku êdî qîmeta siyaseta wan li tu derê derbas nabe, dê winda
bikin, berê bi tehdît û şantajan dest pê dikin. Dema ku tehdît û şantaja
wan bi kêra tiştekî neyê, îcar bi fen, fûtî, fîtne û fesadiyê berdewam
dikin. Fen, fûtî, fîtne û fesadiya wan jî kêra tiştekî neyê, wê çaxê
êriş, talankirin, hovîtî û qirkirina wan dest pê dike. Osmaniyan û
mîrasê wan dewleta Tirk bi sal û deman e ku bi vî awayî siyaseta xwe
domandine û hên jî didomînin.
Teqînên bombeyan ên di rojên 15.11. û 20.11.2003-an de li dijî Cihû û
Îngilîzan, ku di van bûyeran de ji 60-î bêtir mirov jiyana xwe ji dest
dan û ji 600 kesî bêtir jî li Stenbolê birîndar bûn, roj bi roj baş
eşkere dibe ku dîsa tiliya lîstoka Osmaniyan di nav de ye.
Ne tenê tiliya wan, rastî dest û lingê wan jî di nav van bûyeran de
heye. Çimkî ew rêxistinên ku qala wan têye kirin (Hîzbûlah û hwd.) hemû
bi destê dewleta tirk hatine damezirandin, da ku tevgera gelê Kurd li
Bakurê Kurdistanê bişkînin û terorîze bikin, da ku gelê Kurd nikari be
pêş de here û bi ser keve.
Tirk bawer dikin ku ewê bi aqilê xwe – yê çûçikan – dinyayê bixapînin.
Lê ez ji sedî sed bawer dikim ku Îsraîl (Cihû), Îngilîz, Emerîka û
dewletên Ewropa baş dizanin ku tiliya dewleta Tirk di nav van bûyerên
kirêt de heye û van bûyeran ji bîr nakin; û dê di der mafê Tirkan de di
pêşerojê de hêsabên xwe baş bikin û bersiveke wisa bidin, ku Tirk dê
nizani bin ev çi felaket e hatiye serê wan.
Wekî din dewleta Tirk bi taybetî di pirsa Başûrê Kurdistanê/Iraqê û di
pirsa Qibrisê de ketiyê komayê û nizane ku ji van pirsan çawa xelas
bibe.
Wek tê zanîn, Tiran bi rişwetan gotinên xwe heta niha bi Emerîka û
Ewropiyan dane qebûl kirin. Lê belê ji ber ku Tirk roj bi roj ji
berjewendiyên Emerîka û Ewropiyan re astengiyan derdixin, loma êdî
qîmeta rişwta Tirkan jî li ba Emerîka û Ewropiyan ne maye. Tirk roj bi
roj gogan davêjin qala xwe.
Leşkerê Emerîka li Silêmanî çuwal kire serê mehmetçik, dîsa jî Tirkan ar
ne kirin. Tirkan xwe wek dîkan tix kirin, ku êrişî leşkerên Emerîka
bikin, lê wan bala xwe dayê ku êrişkirina Emerîka mêtrekî ji bejna wan
dirêjtir e, loma bi xwe moralê didin xwe û dibêjin ku bila bûyerên wiha
dubare nebin. Gelo di serê mehmetçik de dîsa çuwal derbas bibe, yanê
bûyer dubare bibe, dê Tirk çi bikin?
Qet nikarin tiştekî bikin. Çimkî Tirk hên jî ji Emerîka re kole ne. Her
çiqas navbera wan wek herdem ne baş be jî, Tirk dizanin ku eger
têkiliyên wan bi Emerîka re qut bibe, ewê bibe sedema felaketa pêşeroja
Tirkan.
Bûyera çuwalê di serê leşkerên Tirk re hate derbas kirin, ji Tirkan re
bûye birîneke pir mezin. Lê eger ew dest ji siyaseta xwe ya bi qirêj û
dijminahî, ya li dijî herkesî, bernedin, dê hêj pir çuwal di serê
mehmetçikên wan re derbas bibin.
|