Felsefeya hemdemî ya helbestê li cem seydayê Cegerxwîn
Arşevê Oskan
efrin.net, 11.12.2003
Dema em bên û hestê Seyda di helbestên wî de bipîvin, di wê derê de,
felsefeya hûnandina hest û ramanê, nirxê bedewiya giyanê mirvatiyê, ji
bo girêdana wê bi teybetiyên jiyana civakî de ronahîyê dide mirov, di
heman çaxê de, samana hişmendî û kûrbaweriya wî di wê çarçewê de berçav
dibe, helbet ev felsefeya sermedî tu dikare, di bi çend xalan bi gewde
bike :
* Raza sermedî û hêza naveroka helbestê
Helbet hestê mirov neynikeke rastekiye li pêşiya civaka wî û pîvana doz
û daxwazên jîwariya wî miletî ye, di vî derbarî de, têgihiştina
Cegerxwîn di hemî layên jiyanê de, hêzeke balkêşbû di warê serketina
naveroka helbesta wî, dema em bala xwe didin mijara helbestê, banga
Cegerxwin bi doz û daxwazên bindestî, sitemkarî, azerî û birçîbûna li
nik mirovan hevbeş dibe, ev xal jî, bedewiya dilsoziyê dixemilîne, di
şêweya wêjeyî de, ya ku pêkarîna wê di himêzkirina êş û derd û xeman de
heye, bê gumane ku mirovên ji vî celebên rastgo pir kêmin û ew sedeme ku
dibin mirovin dîrokî û hema sedeme jî, ku mîna dibistanan bi hemû
taybetiyên xwe hatiye ferzkirin.
Gula baxê buhişta rojhilatim
Di tarîka şevan rojim hilatin
Ji nav sînga demê pijqîme îro
Bi himhim têm ji ezmanê welatim.
* Hilbijartina mijarên mezin yên civakî
Dema em helbestekê ji Seyda re dixwînin, mirov bi giyanê û hestê xwe tê
birijandin, ew şewat jî bicî û war dibe, lewra ku gelek mirîd û şakirt
jê re hatine peydakirin, ji nifşên ku di çax û dema wê de hebûn û wan
helbestên wî di civatan de ji ber dixwînin û dilorînin, bi dengên xemgîn
û bi şewat, nemûneyên zindî ji wan mijaran, dema ku axatî li ser lingan
bû, wî bi xurtî şerê zordestiya axa û şêx û mele û dijmin dikir, di
mijarên helbestên xwe de, ev gotin tê watiya ku, nivîskar divê di
nivîsandinên xwe de, ne lawê qonaxekê be û li gorî siyast û mercên wê
tevgerê bike, helbest samaneke dîrokiye, ne alaveke dirûtî û
keysebaziye, ji bo qezenckirina hin qurişan yan razîbûna hin kesan, ev
herdu xal jî bi hev re tên girêdan, canfidayî ku li cem Seyda gelekî
navdarbû, di dema ku li ser şêx digot:
Şêxê min destê te maçî nakim ez bese
Kavil û wêran te hiştin ev sera û medrese
Şêxê ewropa binêre wana hesn birne jor
Em bi xişt û def û dîlan paşketin te mane kor.
Ne tenê rexne û şer bi axa re dikir lê ji layekî din ve jî şêx wek
gunehkar didît di ber weran kirina hişê keç û xortên kurd, û doza
pêşketinê jê dixwest.
* Mijara azadiya jinê
Li cem Seyda cihekî giring û taybet digre, di helbestên xwe de, ji jina
Kurd dixwaze ku mîna jinên cîhanê, ji bin sitema mêr û dijminan derê û
li kêleka mêrê Kurd rola xwe ya dîrokî bilîze, û tu carî xwe di kulînê
de asê neke, di dema ku jina Kurd dihat kirîn û firotind û bi darê zorê
didan kurê apê wê, wek ev nemûne di helbesta wî ya çîrokî de ya (Zoro
Axa) de baş diyare, di gel ku nemûneyên dîrokî bi ked û xebat û
fîdakariya jinan wek çavkanî di helbesta xwe bikartîne, mîna bijîjkekî
derdê wê jî derman dike û bang dikê:
Keçê rabe serî hilde di vê çaxê wiha nabî
Binêr jin çûne ezmana heta kengî di xewdabî
Çine ev çarik û pêçî di rextan de xwe rapêçî
Bi destê te kilaşnîkof bila zana û xwendabî.
* Xwendin
Yek ji mijarên herî pêwîste di civaka Kurd de, Cegerxwîn xwendin dikir
dermanê her êş û azeriyan, di riya xwendinê re, pirsgirêkên mezin derman
dikir, di gel ku gelê Kurd, di vî warî de hinekî li paş maye, lewra
Cegerxwîn bi qîrîn bang li me dike û pêwistiya zanînê di guhê me de
dixwîne, helbet ev jî ji ezmûneya xwe, di warê zanînê de qezenc kiriye,
digot mirovên zaniyar dikarin dîrokek birfireh evabikin û herdem cihê
xwe di dîrokê de diparêzin, û mirovên nexwendî kore, kere, lale:
Xwendin nebû kes naçe pêş
Peyda dibin pir derd û êş
Herdem di bin destê neyar
Dê`mê bidin xûkî û bêş.
* Helbesta evîndariyê
Li cem Seyda, bi ruhekî tije evîn û hêvî diyar dibe, ma gelo mirov dibe
helbestvan, heyanî ku hestê wî bi ax û av û zevî û daristanên welatê wî
re ne qijqije, helbestek wî tê bîra min, dema ku temenê wî nezîkî heştê
salî bibû, digot:
Maçek ji wan lêvên şêrîn derdê dilê min xweş dikî
Nazdarî û pçeyv û kenîn riwê nexweşan geş dikî.
* Helbesta welatparêzî
Dema em tên û li ser xebata tekoşerekî bejin bilind, ku roleke balkêş di
qonaxeke dîrokî de lîstiye, em di wê demê de, nirx û xebateke giring
dipelînin, û li hember roleke dîrokî dibin berpirsyar... ne bi tenê em
ezmûneya Cegerxwîn wek nemûne di ber çavan re derbas dikin, lê gelek
sûde ji serpêhatiyên wî em bi hişdixin.
Cegerxwîn wek mirovekî xwedan bîr û bawerî, ku pêdiviyê civaka xwe baş
naskiribû, û zimanê civaka bindest bi her hêz û pêkanînên xwe dilivan û
bi livandina wî zimanî, zordar jî dixistin taya mirinê:
Di tarîka şeva hicran çiraxek sîfetim ya reb
Ji ser heta piyan arim bi carek vêketim ya reb
Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil
Evîn behre belê tenha di ber pêlan ketim ya reb.
Helbet mirovên mîna Cegerxwîn wek xebatkar û giyanparêz, em bê çarin ku
wî di giyanê xwe de biparêzin,
Berhem û nivîsên Seyda, çawa ku bi giyanekî pesporî hatibûn xêzkirin li
ser rûpelan, bê guman ku ew raman û hêviyên wî, mîna firyadan di hiş û
hestê gel de şax û bax didin, pê nasnameya xwe ya ku bi hezarên salan,
di nav lingan de hatibû pelçiqandin, nemaze ku bi gotinên wî re, cegera
her welatparêzekî Kurd dihate sotin bi rastiyeke jîwarî .
Seydayê Cegerxwîn, bi bûyîna xwe re dozeke sereke anî hebûnê, hestê wî
mîna ava kanîkên çiyayî, ku wêneya Kurd û Kurdistanê bi çelengî têre
digirnijî .
Bi pelandina van hest û daxuyaniyan û ji encama vê xebata pîroz, gelek
kes hatin afirandin ji ciwanên Kurd, li ber tîrêj û ronahiya hestê
Cegerxwîn, kaxez û Pênûs ên xwe mîna cekên parastinê bikaranîn, ziman,
rojname, govar, sazî di bin sîwana wî de hatin stran û mezin bûn û
sipartin hêza tekoşîn û baweriya wî û ew ji xwe re mîna sitûn vegirtin .
Gelek caran di gotinên xweser de, em li ser ziman gotinên mîna mirin,
koçkirin diherkînin, bêyî ku em bi wan gotina re peyedar bibin û heyanî
kîjan radeyê bidin pîvandin, ev gotinên xwerû wateya xwe bicî nînin, li
ser kesên wek Cegerxwîn, lê ya rast ewe ku kesên mîna Cegerxwîn ne
koçkirîne û ne koç dikin, ji ber ku mirov ji bilî hest, hêvî, omîd,
armanc tiştek wî bi jiyanê ve girênade, ji nuha û heyanî sedên salan ewê
Cegerxwîn bibe jêderkî welatperwer, emê hestên xwe ji kanîkên wî yên
zelal av bidin.
|