01.10 - 31.10.2003

Nameya rêwiyê azadiyê
Janê, tu dizanî jan çi ye?

Omer Dilsoz
Erê, jana dilê min, erê!...
Tu dilê min î, ango dilê min... Dilistana min. Welatê min ê hundirîn. Warê min ê berze. Ango jêrhişê min. Quleteyna xewn û xiyalên min. Birka raman û hêviyên min. Welatê “te” yê ku minê berze di malzaroka xwe de dihewîne. Li wî welatê berze “tu”ya kûr veşartî yî. Ew “tu”ya ku dibî mijara xewn û xiyalên min ên berze. Ku hin caran, demildest, di nava axîneke sivik de diherikî. An jî, hin caran ji nişka ve dibî rondikeke dizok û ji kaniya çavê min diniqutî...
Payîza hestên min hatiye.
Ez ji payîzan hez dikim. Ev demsal ji bo min pir watedar in. Ji nav demên winda, fasileke bîranînan li bîr tînim. Û xwe davêjim nava payîzên xwe yên winda. Li “te” ya berze, ya di malzaroka dilistana min de dijiyî, digerim.
Di dîwarên baxçeyên hemû dibistanan de “te” dibînim. Bi rapêça qutabiyeke lîseyî, mîna karxezaleke kûvî xuya dikî. Hingê demildest zimanê min dikeve bin lehiya gotinan... Ji demên winda, helbesteke nîvcomayî diherike ser dilê min û hemû peyvên min ji bo te rêz dibin û tên xwarê. Lewma, bi kovana dilê xwe navê te diqulipînim ser ‘jan’a dilê xwe û ji bo janê diqêrînim:
Jana min!...
Tê bîra te
wexta ez li zindanê
min ji bo te stûvanek çêkiri bû,
ji rengên welatê me,
bi movikên rengîn ên hûr;
li rexekê 96,
li rexê din sernavê min û te,
di nava dilekî şikestî de hûnandi bû...
Erê, jana dilê min erê,
hingî jiyanê dom dikir,
îro jî her bi ya xwe dike û diçe
umrek li min bihûrî;
him nêzîkî te,
him dûrî te...
lê her dem bi evîna te
bi kovana te...
Jana min,
em qet tênegihîştin hevûdu,
kengî me destên xwe dane hev,
me ji hev şikandin awir û rû...
em di nava babelîska salan de,
bi evîneke kûr gevizîn,
kengî em nêzîk hev bûn,
hingê em ji hev dûr bûn...
lê dil peritî bi hesreta te,
bi kovana te,
bi jana te...
Payîza hestên min hatiye. Pelên hêviyan yek bi yek ji dara jiyanê diweşin. Umrê min di destê bêwijdaniya demê de dinale. Jankêşiyeke bêeman xwe bi gerdena ruhê min pêçaye û dilistana min bi wan janan digevize...
Jana dilê min tu dizanî jan çi ye?
Jan... Yanî ez, tu, ew û yên din... Yanî kul û kovana me û yên din... Yanî jana me ya domdar. Kula bênavber. Kupê xeman. Yanî em; ez, tu û ew... Em hemû, janên jiyana me jibîrbûyiyan. Jivanên me yên bêmirazmayî... Xweziyên me yên çilmisiyayî... Jan, navê tevnê me yê vereşiyayî, çîroka me ya bêencam-mayî... Strana bi bayê axîn û kovanan çerxvedayî... Kurdistana me ya birîndar; doz û rastiya me ya pîroz a di dilê dîroka bêdil de zîldayî... Jan, birîna birîndareke ji hevalên xwe vemayî... Evîneke di du dilên bêguneh de fetisiyayî... Jan, zarokekî di malzaroka dayîka xwe de bi qûndar û jopên xwedan apoletan ve giyana xwe jidestdayî... Jan, hêviya ciwaneke dilpak a di bin reniya serdemê de bênefesmayî... Jan, rondikeke bêdeng a di çavên bûkeke desthenekirî de ziwabûyî... Maleke sotiye jan... Gundeke wêran e jan... Dileke qerimiye jan... Nefeseke fetisiye jan... Hucreke bê Xwedê ye, çiyayeke bê rê ye; hevraz û rijdeke asê ye jan... Zindana mirinê ye jan... Yanî, ez im, tu yî, ew e jan! Em in jan!... Dilên me ne. Rêgeha stalaytên hestên me ye jan!... Jiyana me ye jan... Diruşmeke têkel a xîsikên kelegiriyeke tal a di gewriya pîremêrekî hêvîşikestî de ye, jan. Rîsê teşiya pîrejinekê ye, ku li hêviyên xwe yên winda digere, jan. Nameyeke negihîştî cihê xwe ye, jan... Evîneke di destê zemên de wekî kefa sabûnê ji nava dilê evîndareke dilpatî verisiyayî ye, jan!... Xweziya keçeke gundî ya dilê xwe bi ariya kesera asoyên pişt helesorka dîrokê vedayî û ji nişka ew kesera wê li pêş çavan avabûyî ye, jan... Jan bêhna nanê sêlê ye. Dengê tivengê ye. Xwîdana ser eniya palekê ye. Berê zeviya cotkarekê ye. Dengê bilûra zîz a şivanekê ye. Guhana pezî ya li ber destê bêrîvanekê ye. Tîna dilê zarokekî ye, ku li ser sergoyan zikê xwe têr dike... Jan, rondikeke kesertijî ya di çavê êtîm û sêwiyekê de ye. Nalîna bêxudanan a di destê qederê de ye. Ripêna bêwext a dilistana pênûsa min e. Sebr û hedara dirêj a kaxezên min e. Tu dizanî Janê, herî bêtir çirûska çavên te ye jan!...
Erê janê erê, tu ripêna dil a bêwext dizanî? Wekî dûvê dûpişkekê ye; wexta bi vedizî li bi mirov vedide... Piştî xewîniya hingorê şevê, wexta xew ruhê mirov dipêçe û ji nişka dûpişkeke negazîkirî bê û bi wê şîşika xwe ya tijî jehr derbekê li ser laşê mirov vede çawa ye; bizane ku vedana te jî ya bêwext ew qas jan daye giyanê min... Ruhê min di destê jehra te de digevize.
Erê janê erê, payîza dilê min daketiye û bêwext ketiye nav dilistana min... Lê, tuyê vê terazina min neçilmisînî... Ji bo min payîza herî pîr, bihara herî sava, havîna herî kemildar û zivistana herî rût ne gelek ji hev cuda ne... Ji ber ku ez terazineke veşartime û dê di her demsalê de bikaribim xwe bivejînim... Ango, ezê bi vîna xwe bibim jarkuja jehra te û dê bi hezkirina xwe jî jana nava xwe vekujim.
“Jan jiyanê tamdar dixe
Jiyan janê domdar dike”
Erê janê erê, payîza hestên min li şevekorên şikesteyên jiyana min digere. Her şikestek bi serê xwe janeke bênav diafirîne. Ew di nava ruhê min de digevize û reh û rîşên xwe bi xweziyên min dipêçe. Ez diêşim û êşên har bera nav dilistana min didin. Lê, serokaniya dilistana min bi terazina hêviyê jîndibe, lewma têk naçe. Ewê têk neçe jî!...
Payîz dengê xwe yê şikestî belav dike. Rengê xwe yê behî hêdî hêdî li ser jîngeha hestên min ên westiyayî dineqişîne. Hêvî di lepê demê de bêgav dimînin. Ez bi jehra janê digevizim û babelîskên mirinê li ser ruhê min dihêwirin...
Erê janê erê, gera min a di navbera mirin û jiyanê de li terazina veşartî ya dilistana min bidawî dibe. Ez hê jî nemirî me. Jiyan didome û di navbera xîçika zirav a ken û giriyê de tê û diçe... Her êşek dibe tecrûbeyeke nû. Her tecrûbe dibe hêviyeke nûtir û her hêvî dibe gaveke geştir ber bi asoyên nû... Roj diçin. Dem ranaweste; ya herî bêmirwet jî bêrawest herikîna demê ye. Ji bo me jî kîsikê bîrhatinan dimîne li şûnê. Lê di rastiyê de mirov bi mêj (rabûrî), hêj (îroyîn)) û pêşiya (pêşeroj) xwe ve heye. Bi duh, îro û sibehiya xwe ve yekparçe ye... Jixwe jan jî ev bixwe ye!...
07.10.2003

Nivîskarekî belengaz bû …

Zara Delîbro
Roja yekê
tîpek keritand
Roja dudoyê
stuyê rêzekê xwar kir
Roja sisiyê
sînga rûpelekê bi teniyê
şîr da
roja `arê
pirtûkek sêdar kir
roja pêncê
ji wêneyên rojnameyekê
têr xwar
roja şeşê
ramanên xwe
li ser kenara rêkek.
raxistin
Roja heftê
hemû berhemên xwe
yên belavkirî û ne belavkirî
û hemû gencên xwe
beramberî nanekî tisî
berdêl dan.

Du helbest

Xelîlê Ebdilhenên
Silav
Di gundê xewnên xwe de
ez li ser xaniyekî ji heriyê
kevokan difirînim.
Her roj
her yek
mîna rengê xwe
silavê dide
Civîn
Zenglê dêrê
berbanga şahiyan
xweş bîn dike.
Gubik û pelên zer
hevdû silav dikin
û bi bayê sibehê re
dûûûûr difirin.
Bihna tenê te
ji bihna suruşta Buharê ye.
Li nav darên merxê
torîna te
û hespê min
civîna xwe
li dar xistin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]