01.02 - 29.02.2004

efrin.net 18.02.2004

Çarenûsa gelê Kurdistanê tenê biryara gelê Kurdistanê ye

HEWLÊR – Duh Desteya bala ya Tevgera Rapirsînê li Kurdistanê serî li kek Mesûd Barzanî xist.
Bixwîne >>

efrin.net 18.02.2004

PEN-a îngilîzî daxweza serbestkirina Merwan Osman dike

Bona azadkirin û serbestberdana xebakarê kurd rêzdar Merwan Osman (Royarê Amedî) Navenda PEN-a înglîzî îmzeya 202 nivîskarên bi nav û deng civandiye û ji serokkomarê Sûriyayê Beşare el-Esed û rayedarên din yên dewleta Sûriyayê re şandiye. Bixwîne >>

efrin.net 16.02.2004

Reşemeh li Binxetê bi berfê hate spîkirin

EFRÎN /QAMIŞLO - Li gor agahiyên ku heta nuha gihane me bajarê Efrîn xwe weke bûkekê bi rengê spî yê berfê xwemilandî.
Li gor agahiyên ku gihane efrin.net-ê îro li bajarê Efrîn berfeke xurt bariye û hîn jî dibare. Herweha li bajarên din yên Başûr-rojavayê Kurdistanê jî îro berfeke xurt dibare.Çend wêne >>>

efrin.net 14.02.2004

Medya TV “Dengê azadî û aştiyê” hat rawestandin

Bruksel – Saziya Lîsansê a fransî (CSA) lîsansa weşanê ya Medya Tv bi îdîaya ku dewama MED TV ye, betal kir û weşana Medya Tv da rawestandin. Bixwîne >>

efrin.net 13.02.2004

Sedsaliya Apo Osman Sebrî

BERLÎN – Komeke ji rewşenbîrên kurd, yên ku li Bajarê Berlînê dimînin, di bangeke ji bo raya giştî de pêşniyar dikin ku sala 2005-an bibe sala Apo Osman Sebrî, ji ber ku sedsal di ser jidayikbûna vî xebtkarê xweragir re derbas dibe. Bixwîne >>

efrin.net 12.02.2004

Hinek deng ji xwepêşandana Kölnê

Roja 07.02.2004-an revenda kurd li Almaniya ji bo piştgiriya federaliyeta netewî, erdnîgarî û siyasî, ya ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê ji bo çareseriza pirsa kurd li Başûr bi tevaya dengan kiri bû biryar, xwepêşandaneke gewre li Kölnê li dar xistîn. Bixwîne >>

efrin.net 10.02.2004

Sêmînareke siyasî di koçka Qamişlo Bajarê Evînê de

Roja Şemiyê, 14.02.2004-an li katjimêr 21.00 siyasevanê kurd Xoşnav, berpirsiyarê ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûrî dibe mêvanê koçka Qamişlo – Bajarê Evînê. Rêzdar Xoşnav dê li ser kar û xebata partiya xwe ya dema dawiyê baxife.

efrin.net 09.02.2004

Li Kerkûkê çar têrorîst hatin girtin

KERKÛK – Duh li Kerkûkê polîsan çar terorîstên ereb, yên ku dikirin êrîsî bîroyên Herdu Partiyên Kurdan yên sereke PDK-ê û YNK-ê li Kerkûkê bikirana, girtin. Li gor agahiyên ku Şefê polîsan Şêrko Şakir dane ew her çar kes ji devera Amara ya herêma ereban in.
Berî ku polîs wan terorîsatn desteser bikin wan hewla revê kirin, lê polîsan teqe li wan kir û karî bûn ew desteser bikirana.

efrin.net 09.02.2004

Mesûd Barzanî: Em di şerê dijî diktetoriyetê bi ser ketin, emê di ya dijî terorê de jî bi ser kevin

Hewlêr – “Ew ziyaneke mezin bû, lê belê yê ku riya kurdayetiyê ji xwe re vebijêre, divê sêhîdbûnê jî di her katekê de li pêş xwe bibîne.”, bi van gotinan duh kek Mesûd Barzanî bûyera têroristane ya 1-ê Sibatê nirxand.
Bixwîne >>

efrin.net 09.02.2004

Konsêrta KNN TV

Bi armanca ku xwe bêtir bi temeşevanên xwe bide naskirin televisiyona kurdî ya înternetî KNN TV, ku berî demekê dest bi weşana xwe ya test kiri bû, konsêrtekê roja Şemiyê, 14.02.2004-an li katjimêr 14.00 li bajarê Arnhem li Holenda li dar dixe. Bixwîne >>

efrin.net 08.02.2004

Hêmen Kurdaxî Siba dibe mêvanê Mezopotamiya TV

Siba li katjimêr 18.00 bi dema navîna Ewropa helbestvanê kurd Hêmen Kurdaxî, yê ku berî demekê berhevoka xwe ya helbestan "çêroka neynûkên şikestî" li Almaniyayê da bû weşandin,... Bixwîne >>

efrin.net 08.02.2004

Bi hezaran Kurd li Kölnê:
Federaliyeta netewî, erdnîgarî û siyasî bo Kurdistanê

Köln – Duh li bajarê Köln dora 10 hezar Kurd xwepêşandanek li dar xistin û bi yekdengî piştgiriya biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê, sebaretî federalîzma neteweyî, erdnîgarî û siyasî, kirin. Bixwîne >>

efrin.net 08.02.2004

Hejmara 16-ê ya Pênûsê derket

Hejmara 16-ê ya kovara Pênûs, ya ku li Almaniyayê weke kovareke rewşenbîrî ye giştî ji her sê mehan carekê derdikeve, derket.
Ev hejmara jî weke hejmarê berê di naveroka xwe de dewlemend e. Bixwîne >>

efrin.net 08.02.2004

Şaxê PEN-a Kurd li Amedê tê damezrandin

Ev çend sal in Navenda PEN-a Kurd di wê bizavê de ye, ku şaxên xwe li hemû beşên welêt damezirîne. Bixwîne >>

efrin.net 06.02.2004

“Azadiya rengan” –
Pêşangeha hunermend Reşad Yûsif

Hunermendê kurd yê hêja Reşad Yosif roja 13.02.2004-an li bajarê Salzbach-ê pêşangeheke hunerî li dar dixe. Pêşangeh dê ji aliyê serokbajarê Salzbachê rêzdar Hans-Werner Zimmer were vekirin.
Bixwîne >>

efrin.net 04.02.2004

Ji bo federalîzma arezûmendane xwepêşandaneke Kurdan

KÖLN – Ji bo piştgiriya biryarên Perlemana Kurdistanê ya sebaretî federalîzma siyasî, erdnîgarî, netewî û arezûmendane kurdên ji herçar perçên Kurdistanê dê roja 07.02.2004-an li katjimêr 12.00 li bajarê Köln li Almaniyayê xwepêşandaneke aştiyane li dar xînin. Bixwîne >>

efrin.net 04.02.2004

Têrorîstê Hewlêrê erebekî yemenî ye

Piştî ku Partiya Demokrat ya Kurdistanê duh wêneya wî reşekujî, yê ku xwe di baregeha PDK-ê li Hewlêra paytext teqandi bû, da bû belavkirin îro, Bixwîne >>

KK 02.02.2004

Analîz – Bask û perên Mesûd Barzanî şikestin

HEWLÊR, 01.02.2004 — Îro li Hewlêrê bask û perên serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî şikestin. Êrişa îro ne tenê karesateka neteweyî ya gelê kurd bû. Bixwîne >>

efrin.net 02.02.2004

Daxuyaniya Mesûd Barzanî

Bi navê Xudayê mezin û dilovan,
Cemawerê kolinderê Kurdistanê,
Welatiyên Îraqê, Bixwîne >>

efrin.net 01.02.2004

Êrişên xwekuj li Hewlêra peytext

HEWLÊR – Pêla terorê îro xwe gihande Hewlêra paytext. Li gor agahiyên ji Hewlêra peytaxt terorîstan di heman demê de êrişên xwekuj bi riya du kesan, yên ku teqemenî li xwe pêçabûn, birin ser barehagên Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê. Bixwîne >>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]