|
01.01 - 31.01.2004 |
|
efrin.net 27.01.2004
Serokkomarê Gurcistanê basa
Kurdan dike
Dr. Zorab Aloian
Roja Yekşembê, 25.01.2004, Mîxayîl
Saakaşvîlî bi awêrdeke fermî li paytextê Gurcistanê
bajarê Tibîlîsî (li gor devoka Kurdên wêderê, Tilbîs) bû
Serokkomar.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 17.01.2004
Dîsan
gefûgurên vala
Mirovê didoyê yê ordiya Tirkiyê
Ilker Başbug duh li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê
ji medyaya Tirkiyê re peyivî û got heger federalîzmeke
etnîkî li Iraqê bête avakirin, dê xwîn biherike û
encamên wê dê pir xirab bin.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 16.01.2004
Radyoya Tahranê dema weşana xwe
ya bi kurdî kurtir kir
STENBOL (DÎHA) – Radyoya Tehranê,
ya ku ev 57 sal e bi kurdî jî weşanê dike, mixabin
bernameya xwe ya kurdî ji 7 katjimêran daxist 4
katjimêran.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 16.01.2004
Berhem
Salih: Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye
ANQERE (KK) — Duh serokwezîrê
Kurdistanê (Silêmanî) rêzdar Berhem Salih hat Tirkiyê da
digel berpirsên dewleta Tirkiyê danûstandinan li ser
rewşa nû ya Kurdistanê û Iraqê bike.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 15.01.2004
Kongreya dudoyê ya Hevbendiya
Demokrat a Sûrî
Piştî kongira xwe ya yekem, ya di
15. û 16. Çiriya Paşîn de li Waşîngtonê li dar xisti bû,
Hevbendiya Demokrat a Sûrî (SDC) kongireyeke din îcar di
rojên 17., 18. û 19. meha Çile de li Belcîkayê li dar
dixe.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 15.01.2004
Selah Resûl di “Qamişlo – bajarê
evînê” de
Roja Yekşemê 18.01.2004-an li
katjimêr 21.00 bi dema navîna Ewropa dengbêj Selah Resûl
dibe mêvanê Koçka Qamişlo Bajarê Evînê. Dengbêj Selah
Resûl dê bi deng, tembûr ûstranên xwe helbet şeva
beşdaran şên û geş bike. |
|
efrin.net 13.01.2004
Mizgîniya yekirina herdu
hikûmetên Kurdistanê ne dûr e
HEWLÊR – Ev demek e dirêj e ku
Kurd li seranserî Kurdistanê çavên xwe li wê yekê ne, ku
rojekê pêş de herdu hikûmetên Kurdistana Başûr bibin
yek, da ku çêtir li vîn, hêvî û daxwezên gel û netewa
kurd xwedî derkevin.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 12.01.2004
Hêmen
Kurdaxî îşev dibe mêvanê MesopotamiyaTV
Îşev li katjimêr 20.10 bi dema
navîna Ewropa helbestvanê kurd Hêmen Kurdaxî, yê ku berî
demekê berhevoka xwe ya helbestan “Çêroka neynûkên
şikestî” li Almaniyayê dabû weşandin, dibe mêvanê
bernameya Mesopotamiya TV “Gava sêyemîn”, yê ku
nivîskarê hêja Helîm Yûsiv amade û pêşkêş dike. |
|
efrin.net 11.01.2004
Girtiyên
kurd îro li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hatin
“dadgehkirin”
Bi tawana endametiya partiyeke
îlegal û perçekirina beşekî ji Sûriyê bona girêdana
wî bi dewleteke biyan re îro li Şamê dest bi
“dadgehkirina” heşt girtiyên kurd, yên ku roja
25.06.03-an li Şamê di xwepêşandana zarokên kurd de
hati bûn girtin, bû.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 11.01.2004
99-saliya Apo Osman Sebrî
QAMIŞLO – Bi boneya 99-saliya
jidayîkbûna xebatkarê gewre apo Osman Sebrî û bi
beşdariya gelek hunermend, nivîskar û komên folklorî
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê roja 05.01.2004-an
şahiyek li bajarê Qamişlo Sebrî li dar xist.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 10.01.2004
Sêmînareke li ser dewleta kurdî
Sibeda 11.01.2004 li katjimêr
22.00 di koçka KURDISTAN DENGÊ BAKUR de sêmînareke ji
aliyê endamê Kongreya Gel Felemez Basboga, endamê
Pêvajoya Rizgarî Mesût Zîlan û endamê PADEK-ê M. Elî
Yildirim ve tête lidarxistin. Mijara sêmînarê ev e:
Eger yekîtiya Kurdan pêk were, gelo zemanê dewleteke
kurdî heye? Rêvebirên sêmînarê berpirsên hemû partî
û rêxistinên kurd vedixwînin vê sêmînarê û dibêjin:
werin em bi hev re sêmînar û mijarê dewlementir bikin. |
|
efrin.net 08.01.2004
Televizyoneke kurdî di înternêtê de
Televizyoneke kurdî, ku navê wê
KNN TV e, li ser pelên înternêtê dest bi weşana xwe kir.
Ev televisyona înternêtî ji Holendayê weşana xwe dike.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 08.01.2004
Dadgehkirina
lehengên xwepêşandana zarokên kurd
Şam – Li gor agahiyên ku ji
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê gihane efrin.net-ê dê
civata pêşîn ya dadgehkirina her heşt girtiyên kurd, yên
ku di çalakiya xwepêşandana zarokên kurd de (25.06.03)
li Şamê hati bûn girtin, roja 11.01.2004-an li dadgeha
ewlekariya dewletê li samê dest pê bike.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 08.01.2004
Ji dewleta kurdî re erê bike
Televisiyona erebî al-Jazeera di
malpera xwe de (www.aljazeera.net)
de rapirsînek daye weşandin û dixwaze ku mêvanê wê dengê
xwe bi pirseke ku ji me Kurdan re girîng e bidin.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 07.01.2004
Partî û Yekîtî di çarenivîsa
Kurdistanê de
hevhelwest in
DUKAN
– Bi mebesta dan û standina di derbara pêşhatin û
rûdawên nû li Kurdistan û Îraqê duh (06.01.2004) kek
Mesûd Barzanî û mam Celal Talebanî bi beşdarbûna şandên
serkirdayetiyên herdu aliyan, Partiya Demokrat ya
Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, li
havînegeha Dokan civiyan.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 06.01.2004
Kurd li ser vê yekê sûr in:
Federaliyeta netewî, siyasî û erdnîgarî
Dr.
Kamiran Bêkes
Êdî baş diyar dibe ku endamên ereb
yên Encûmena destlata Îraqê û endamên kurd ji bo
paşeroja Kurdistanê û Îraqê wekî ne hemraman û –awaz in.
Piraniya Ereban li dijî federalîzma neteweyî ne, ya ku
kurd dixwazin.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 06.01.2004
Hunermend Reşîd Sofî jî bû qurbana
çavsoriya ewlekariya siyasî ya sûrî
KOBANÎ – Di ahengeke sersalê de,
ku di êvara sersala 2004-an de bi boneya sala nû hati bû
lidarxistin, hêzên ewlekariya siyasî yên rêjîma Sûriyê
li bajarê Kobaniyê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê êrîşî
hunermendê kurd Reşîdê Sofî kirin û ne hiştin ku ew
stranên kurdî pêşkêş bike.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 05.01.2004
Beşar
el-Esed:
Em li dijî avakirina dewleteke kurdî li Îraqê ne
ANQERE – Di hevpeyvîna xwe ya
ligel CNN-Turk de serokomarê Sûriyê, ku hîne li ser
bêparhêştina du milyon kurdên Başûr-rojavayê Kurdistanê
ji hemû mafên wan ên neteweyî û mirovane berdewam e, îro
ragihand û got ku dewleta wî li dijî avakirina dewleteke
kurdî li Îraqê ye.
Bixwîne >> |
|
efrin.net 02.01.2004
Hejmara 56-ê ya DENG-ê derket
Li Başûr-rojavayê Kurdistanê
hejmara 56-ê ya rojnameya mehane DENG derket. Ev hejmar
jî weke yên din di naveroka xwe de dewlemend e û ji 12
rûpelan hevedudan e.Weke tête zanîn li Başûr-rojavayê
Kurdistan tenê du rojnameyên kurdî derdikevin: Deng û
Newroz. Newroz ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a
Kurd li Sûriyê ye. Deng jî ji weşanên Partiya Hevgirtina
Gelê Kurd li Sûriyê ye.
Hejmara
56-ê ya DENG-ê bixwîne >> |