Tirkmen û Ereb li dijî kurdistaniyeta Kerkûkê dengê xwe bilind kirin


efrin.net, 31.12.2003

KERKÛK— Îro dora 2 000 Tirkmen û Ereb, yên ku li dijî daxwaza Kurdan ya vegerandina Kerkûkê bo rêveberiya Kurdistana federal in, li Kerkûkê, dilê Kurdistanê, li dijî daxwaza Kurdan û kurdistaniyeta Kerkûkê xwepêşandanek li dar xistin û gotin Kerkûk bajarê Îraqê ye, ne yê Kurdistanê.
Beşdarên xwepêşandanê li dijî daxwaza Kurdan ya federalîzmê jî derketin û sloganên wekî “Kerkûk bajarekê Îraqî ye”, “na ji bo federalîzmê” avêtin.
Beşeke ji beşdarên xwepêşandanê ji bajarokên derdora Kerkûkê Hewîce û Tozxormatoyê hati bûn di xwepêşandanê de bêşadr bû bûn.
Hêjayê gotinê ye ku polîsê Kerkûkê ji bo ku xwepêşandêr û Kurd li hev nekevin nobedarî li xwepêşandanê kirin.

Weke tête zanîn hefteya borî (22/11) jî Kurdan li Kerkûkê bi daxwaza ku Kerkûk ji nû ve bi ser Kurdistanê ve bibe û bikeve bin desthilata hikûmeta Kurdistana federal xwepêşandaneke mezin amade kirin û bi dehhezaran kes başdarî wê xwepêşandanê bûn. (Bixwîne>>>)

Wisa diyar e ku li ser Kerkûkê, ku dîrok û erdnîgarî kurdistaniyeta wê diçêspîne, dê Kurd û aliyên din (Ereb û Tirkmen) zû zû li hev nekin û dê mixabin devjeniyên xurt çê bibin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]