Kongreya 69-ê ya PEN-a Navnetewî Kurd ji bîr ne kirin
efrin.net 29.12.2003
Kongreya
69-an ya PEN-a Navneteweyî li paytexta Meksîkoyê bi amadebûna 250
beşdaran, ku nûnerên 65 Navendên PEN-ên Neteweyî ne, ji 22. heta 28.
Mijdarê sala 2003-an pêk hat. Gelek hevdîtinên berdar, gotûbêjên bi nirx
û civînên wêjeyî Kongreya îsal xemilandin.
Hêjayî gotinê ku ji 32 biryarnameyên (rezolusiyonên) kongreya 69-an ya
PEN-a Navneteweyî sê biryarname bi Kurdan ve girêdayî ne. Yek ji wan
biryarnameyan li ser mafên zimên ji bona Kurdên Kurdistana Bakur,
Rojhilat û Rojava ye. Ya din jî li ser binçavkirina siyasetvan û
helbestvanê kurd Merwan Osman e. Biryarnameya sisiyê jî di dermafê
girtina xanima xebatkar Leyla Zana ye.
Biryarnameyan bixwîne:
Biryarnameya li ser Sûriyê di derbareya binçavkirina Merwan Osman
de
Civîna Giştî ya Beşdarên Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta
Mêksîkoyê, Mexico City, 22-28 Mijdara 2003-an
Protesto dike, ji ber ku binçavkirina nivîskar, helbestvan û endamê
Navenda PENa Kurd birêz Merwan Osman hên jî dewam dike û Dadgeha
Ewlekariya Dewletê ya Sûriyê doza wî vekiriye û wî bi ‘cudahkirina dîn û
nijadan’ tawanabar dike;
Bi qelem dike ku Merwan Osman 10 Kanûnê sala 2002an bi boneya
xwepêşandana aştiyane hatibû binçavkirin û eger wek gunehkar were dîtin,
girtineke heta 15 salan jêre lêdikeve. Ev xwepêşendan ji hêla Partiya
Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyayê (Yekîtî) bi daxwaza parastina mafên
Kurdên ku hemwelatiyên Sûriyê ne, pêk hatibû;
Bawer dike ku dewamkirina binçavkirina Merwan Osman li dijî mafê azadiya
raman û civînan e; ev maf di Peymana Navneteweyî li ser Mafên Civakî û
Ramyarî de (International Covenant on Civil and Political Rights) hatiye
misogerkirin û Sûriyê bi xwe jî ev Peyman destnîşan kiriye;
Daxwaz dike ku birêvebirên Sûriyê bi şêweyekî mirovane - heta Merwan
Osman binçavkirî bimîne – pêre bidin û bistînin; Banga rizgarkirina
Merwan Osman ya lezgîn û bê merc dike.
Biryarnameya li ser Tirkiyê di derbareya Girtina Leyla Zana de
Civîna Giştî ya Beşdarên Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta
Mêksîkoyê, Mexico City, 22-28 Mijdara 2003an
Xemgîniyeke kûr nîşan dide, ku serkêşa mafên Kurdan, siyasetvan û
nivîskar Leyla Zana hên jî di girtîgehê de ye, herçend 21 Mijdarê sala
2003an êdî dozguhdarkirina nehan li hember wê çê bûbû;
Bi qelem dike ku Leyla Zana hatibû tawanbarkirin, ku ew endama Partiya
Karkerên Kurdistan (PKK) bû, lêbelê di doza wê de lihevnehatinên
berfireh hebûn û lewma PEN digel çavdêrên din gihîştine vê encamê, ku
Leyla Zana ji ber piştgiriya mafên Kurdan yên aştiyane û qanûnî hatibû
cezakirin;
Vê berxweketinê parve dike, ya ku ji hêla saziyên navneteweyî û berî her
tiştî Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan ve hatiye diyarkirin, ku doza
Leyla Zana û sê siyasetvanên Kurd, yên ku di sala 1994an de bi hev re
hatibûn cezakirin, dozeke ne durist bû; herweha dozguhdarkirina nû jî
wek berê bi guman e;
Bal dikişîne ku Leyla Zana di girtîgehê de bû, gava di sala 1998an de du
salên cezayê bi ser cezayê berê de hatibûn zêdekirin; sedema cezayê nû
nivîsên wê ji girtîgehê bûn û ev yek perçiqandineke din ya mafên mirovan
e, bi taybetî Beşê 19 yê Peymana Ewropî li ser Mafên Mirovan, yê ku
Tirkiyê bi xwe jî destnîşan kiriye;
Herweha bal dikişîne ku niha li Tirkiyê doz li dijî gelek nivîskar û
weşangerên din jî hatine vekirin, ji ber ku ew bi kêşeya kurdî ve mijûl
dibin;
Ø Banga wan birêvebirên dadê dike, yên ku serperiştiya doza Leyla Zana
dikin, ku ew heta encama dozguhdarkirina nû bi lêzgîn were berdan;
Ø Daxwaz dike, ku dadgeh rexneyên navneteweyî bi giranî di ber çavan re
derbas bike, hem rexneyên di warê doza berê de, hem jî rexneyên teze, ku
li hember dozguhdarkirina nû derdikevin holê;
Ø Hêvîdariya xwe nîşan dide, ku encama doza niha wê rizgarkirina Leyla
Zana be;
Ø Herweha bang dike, ku qanûn û zagonên Tirkiyê ji nû ve werin
nirxandin, da ku bingeha cezakirina nivîskar û weşangerên ku li gor mafê
raman û civîna azad dixebitin, nemîne; hukumeta Tirkiyê ev maf ji xwe re
kiribû armanc û bi vî awayî Peymana Ewropî li ser Mafên Mirovan
destnîşan kiriye.
Biryarnameya li ser Mafên Zimên ji bona Kurdên Tirkiye, Îran û
Sûriyê
Civîna Giştî ya Beşdarên Kongreya 69an ya PENa Navneteweyî li paytexta
Mêksîkoyê, Mexico City, 22-28 Mijdara 2003-an
Bi bîr tîne ku civaka bi zimanê kurdî dipeyve, bi giraniya erdnîgariya
xwe di navbera çar dewletan de dijî: Komara Tirkiyê, Komara Îslamî
Îranê, Îraqê û Sûriyê;
Herweha bi bîr tîne, ku ji bilî li Îraqê, zimanê kurdî û wêjeya kurdî ji
hêla van dewletên din ve nayê parastin û di dibistanan de perwerde pê
nayê kirin;
Bawer dike ku mafê axaftin, xwendin û perwerdekirina bi zimanê zikmakî
mîna mafekî jidayîkbûnê ye û pîvana gotûbêjên astiyane di navbera gelan
de ye;
Bawer dike ku lewma mafê Kurdan heye wek hemû neteweyên cîhanê bi rêya
astiyane biryara xwe bistîne, ew kîjan zimanî dixebitîne û kîjan wêjeyê
dixwîne;
Bi tundî dike bîra hemû hukumetan, ku li gor armanca UNESCO di derheqa
Pirrengiya Çandî de mafên bingehîn û wekheviyê ji bona her besekî
hemwelatiyên wan in û ew zengîniyê didine civaka sîvîl, hevqenciya komên
ku bi zimanên curbicur diaxivin, asantir dikin û bi vî awayî rê didine
pêsketina astiyane û demokratîk;
Hukumetên van dewletan hisyar dike, ku ew divêt mafên bingehîn yên hemû
zimanên kêmneteweyan di herêmên wan yên neteweyî de biparêzin û bi vî
awayî nehêlin, ku aloziyên bêkêr di navbera çandan de zirarê bigihînin
xaka dewletan;
Banga birêvebirên Tirk, Îran û Sûrî dike, ku ew dewlemendiya ziman û
wêjeya kurdî binasin û hemû qanûnên li dijî pirrengiya xwezayî di ware
zimanan de rakin. Di heman demê de banga birêvebirên Îraqê dike, ku ew
jî belêna (soza) xwe cihbicih bikin û pistgiriya zimanê kurdî bikin.
|