“Tevgera Netewî ya Kurd li Sûriyê...
nêrîneke rexneyî ji hundir ve”
efrin.net 25.12.2003
Di bin sernavê jorîn de rêzdar Selah Beredîn pirtûkeke nû li
pirtûkxaneya kurdî bêtir kir, û gelek quncikên tarî yên ne aşkere di
dîroka Tevgera Netewî ya Kurd li Sûriyê de bi agahiyên cihêreng ronî
kirin.
Pirtûk ji 231 rûpelan, yên qewareya navîn, hevedudan e û ji aliyê
Hevbenda Kawa ya Çanda Kurdî ve hatiya weşandin. Hêjayî gotinê ku pirtûk
pêşîn bi erebî hatiuye nivîsandin û weşandin, pişt re jî ew bo kurdî û
îngilîzî jî hatiye wergerandin. Lewre jî ew dikare weke çavkaniyeke hêja
ji aliyê wan kesan ve bête bikaranînîn, yên ku dixwezin ji nêzîk ve
dîrok û pêvejoya Tevgera Kurd li Sûriyê, ji destpêka damezrandina wê de
û heya sala 1975-an, nas bikin û lê bikolin.
Hêjayê gotinê ye ku di vê pirtûka hêja de hin belge û agahiyên pir hêja
û nirxdar sebaretî dîrok, erdnîgarî, siyaset û xeysetên Tevgera Kurd li
Sûriyê hene, ku ev cara pêşîn e têne weşandin û belavkirin.
|