Bangeke pewîst

Kawa Reşîd – Holenda

Wekî em hemû dizanin înternêt ji bo Kurdan, bi taybetî jî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, tiştekî zor baş u pîroz e. Bi rastî gelek kesan cihê pênûsa xwe ya azad di gelek malperan de dîtin u karî bûn bi serbestî binivisînin. Gelek malperên kurd bi xebateke zor baş di rola gihandina nêçeyên kurdî ji walêt bo derveyî walêt rabûn, lê mixabin ev malperên han çi arîkarî ji rêxistin û partiyên kurdî ne dîtin. Ji ber vê yekê jî ev dengên azad ji hemû alîyan de (aborî, teknîkî...) ketin tengasiyên mezin û nema karin kar u xebatên xwe pêş bixin.
Ji ber vî tiştî ez bang li hemû rêxistin u partiyên kurd û hemû kesên welatparêz dikim, da ku arîkariya van malperan bikin, bi taybetî jî malperên serbixewe wek:
– www.amude.com
– www.efrin.net
– www.kobane.net
– www.qamislo.com
– www.tirej.com

Bere em van navên şêrîn û ciwan winda nekin, û van kaniyên zanistiyê neçikînin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]