Sedamê xwînmij hate girtin
efrin.net 14.12.2003
Li gor Ajansa Nûçeyên Îranê (IRNA), ya ku xwe dispêre ragehandinên
sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mam Celal Talebanî,
dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Husên îro berbangî li Tikrîtê, bajarê
jidayîkbûna wî, hat girtin.
Li gor kanala televizyona emerîkî CNN-ê jî berpirsekê emerîkî dibêje
heye ku Sedam Husên hati be girtin. Berpirsên emerîkî dê li gor dema
Iraqê seet 15.00-ê preskonferansekê amade bikin û agahdariyên
berfirehtir di vî warî bidin.
Li aliyekî din rêzdar Nazim Debax, nûnerê YNK-ê li Tehranê, ji bo ajansa
Reutersê dibêje:
– Ez piştrast dikim ku Sedam Husên hatiye girtin.
Herweha rêzdar Întîfad Qenber, rayedarê Kongira Niştîmanî ya Iraqê, ji
Televisiyona el-Cazîra re misogeriya girtina Sedamî ragihand. Li gor wî
vekolînên DAN wê yekê diçespînin, ku ewê ku hatiye girtin ji sedî sed
Sedam Husên e.
|