Sedam Husênî xwe di bin kuneka zêrzemînî (binerdî) de veşarti bû


efrin.net 14.12.2003

Îro li katjimêr 15.00 li gor dema Iraqê serokê hêzên emerîkî general Ricardo Sanchezî di preskonferansekê de piştrast kir ku dîktatorê Iraqê yê berê Sedam Husên hatiye girtin û kasêteke vîdeo-yê, ya ku Sedam Husênê girtî tê de xuya dibe, nîşan da. (Wêne: Sedam Husên)
Sedam Husên di encama operasyoneke hevbeş ya hêzên Kurdan û Emerîkiyan de, ku dora 600 leşkerên emerîkî tê de beşdar bû bûn, duho li katjimêr 20.30 li gor dema Iraqê, li Tirkrîtê hat girtin.
Sedam Husênî xwe di bin kuneka zêrzemînî (binerdî) de veşarti bû, rih û pora wî dirêj bû bûn. Niho jî dîktatorê xwînmijê li cihekî veşartî di destê hêzên hevpeyman de ye.
Endamê Konseya Hikûmeta Iraqê Ednan Paçacî di preskonferansê de got ku desthilata nû ya Iraqê dê Sedam Husênî di dadgeheke xweser de mehkeme bike û rê bide wî ku ew bi alîkariya edvokatan xwe biparêze jî.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]