Li Sûriyê pesna-xwendinê-dayîn nijadperestî ye

Mislim Kobanî

efrin.net, 12.12.2003

Roja 08.12.2003-an dadgeha leşgerî li Helebê endeziyar Xelîl Mistefa Silêman vexwandî dadgehê kir û ew bi “xortkirina nijadperestiya netewî” gunekar kir. Sedema wê yekê jî ew e ku vî welatparêzî di şahiyekê de, ku bi mebesta serkeftina xwendekarên rêza 9-ê û 12-ê li bajarokê Şiyê li dar keti bû, gotineke pîrozbahî û spasiyê arasteyî xwendekarên serkeftî kiri bû û rola xwendin û zanînê di civakê de dabû xuyakirin. Bi vî awayî jî rêzdar Xelîlê Sofî “yekîtiya Sûriyê kiri bû bivehiyekê û nijadperestî li Sûriyê xort kiri bû”.

Weke tê zanîn, berî demekê (30.08.2003) birêz Xelîl Mistefa Silêman (Xelîlê Sofî), dema ew li ser karê xwe bû, ji aliyê hêzên ewlekariya destlata sûrî de bê sûc û sedem hati bû girtin û 19 rojan li ba hêza ewlekeriya hewayî di zîndanê de mabû û pişt re ew azad hati bû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku gelek edvokatên kurd û ereb piştgiriya birêz Xelîl Mistefa Silêman kirin û li dadgehê beşdar bûn. Edvokatên ku beşdar bû bûn ev in:

1. Cemal Mile Elî
2. Cemîle Sadiq
3. Ebidilrehman Necar
4. Ehmed Şêxo Mistefa
5. Fewzî Hesen Fehmî
6. Feyroz Dîko
7. Husên Nehso
8. Îbrahîm Milkî
9. Mihemed Henîf Mihemed
10. Nezîr Şêx Mihemed
11. Sibhî el-Elî
12. Sibhî Skender
13. Xalêd Mistankî

Babetên têkildar:

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]