Xwepêşandeneke Kurdan li pêş Perlemana Sûriyê
efrin.net 09.12.2003
Li gor agahiyên ku ji rayedarekî berpirsiyar di Partiya Yekîtî ya
Kurd li Sûriyê gihane efrin.net-ê Bereya Demokrat a Kurd, Partiya
Hevgirtina Gelê Kurd û Partiya Yekîtî ya Kurd gihane biryareke hevbeş ku
roja 10.12.2003-an xwepêşandanekê bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan
li dar xînin.
Li gor heman çavkaniyê armanên xwepêşandanê ew e ku ji destlata sûrî
bête xwestin ku ew çareseriyeke dadmend ji doza kurd re bibîne û gelê me
bi awayekî yeksane bi maf û erkên xwe şa bibe.
Herweha çavkanî dibêje ku hevdîtin di navbera wan û Hevbenda Demokrat a
Kurd de li ser beşdariya di vê xwepêşandanê de hîn berdewam in. Lê,
dîsan gotin ya rayedarê Partiya Yekîtî ya, weha xuya ku Hevbendî dixweze
tenê bi wê yekê bes bike, ku ligel Komîteyên Vejandina Civaka Şaristan û
Komîteya Mafên Mirovî memurandomekê pêşkêşî bi daxwezên jêrîn pêşkêşî
serokşaliyarê Sûriyê bike:
– Vegerandin hemwelatiyê ji kesên bê nifûs re
– Ziman ji hemiyan re û herkes bi zimanê xwe dixwîne
Hêjayî gotinê ye ku heya nuha ti agahî di vî warî de ji Hevbendiyê
derneketine.
|