Xwepêşandanek li pêşiya avahiya dadgeha leşkerî li Heleb
Mislim Kobanî
efrin.net, 05.12.2003
Roja 30.11.2003-an li katjimêr 10.00 li pêş avahiya dadgeha leşkerî
li bajarê Heleb dora 700 kesê kurd û ereb xwepêşandaneke rûreşkirin û
protestoyê li dijî siyaseta rêjîma Sûriyê li dar xistin. Beşdaran
nerazîbûna xwe ji rewşa heyî dan xuyakirin û dirûşmeyên mîna “yasaya
awarte rawestînin!” “em Sûriyeke ji hemû hemwelatiyên wê re dixwezin”
“Rêzgirtina mafên mirovan” hilda bûn.
Weke tête zanîn di wê rojê de Dageha Leşkerî li bajarê Helebê dixwest 14
rewşenbîrên sûrî çi kurd çi ereb, yên ku berî demekê dixwestin li
sêmînarekê beşdar bibûna, bi tawanbra endametiya rêxistineke îlêgal”
bide “dadgehkirin”.
Hêjayî gotinê ku di nav xwepêşandêran de piraniyeke berçav ji keç û
lawên gelê me yê kurd hebûn. Herweha hêja ye bête gotin ku bêtirî 280
bervedêrî (advokat), ku ji wan 100 li vê “dadgehkirinê” beşdar bû bûn,
amadebûna xwe ji bo bervêdêriya van 14 çalakvanan dabûn xuyakirin.
Herweha ciyê balkêşiyê ye ku di vê qaşodadgehkirinê de nûnertiya
Yekîtiya Ewropa jî beşdar bû bû.
Qaşo-dadgehkirina navborî ji bo 20.10.2003-an hate pêşdexistin.
Rewşenbîrên ku “ji yekîtiya niştîmanî re bivehiyeke mezin in” ev in:
1. Ebdilcewad el-Hesen el-Salih
2. Ebdilxenî Bekirî
3. Fatih Camûs
4. Fûad Omer
5. Haşêm Ebûd Haşêm
6. Hazêm Ecac el-Eqreî
7. Mihemed Dîb Kor
8. Necîb Dedem
9. Reşîd Şehban
10. Sefwan Ikaş
11. Semîr Neşar
12. Xaz, Mistefa
13. Yesar Qedor
14. Zeredeşt Mihemed
|