01.12 - 31.12.2003

efrin.net 31.12.2003

Tirkmen û Ereb li dijî kurdistaniyeta Kerkûkê dengê xwe bilind kirin

KERKÛK— Îro dora 2 000 Tirkmen û Ereb, yên ku li dijî daxwaza Kurdan ya vegerandina Kerkûkê bo rêveberiya Kurdistana federal in, li Kerkûkê, dilê Kurdistanê, li dijî daxwaza Kurdan û kurdistaniyeta Kerkûkê xwepêşandanek li dar xistin û gotin Kerkûk bajarê Îraqê ye, ne yê Kurdistanê. Bixwîne >>

efrin.net 30.12.2003

Mesûd Barzanî: Divê lihevkirina guhastina destlatê bête serastkirin

Li gor rojnameya Birayetî duh Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê rêzdar kek Mesûd Barzanî li ser wê yekê sûr e, ku divê ew peymana, ya ku di navbera Encûmena Destlatê ya Îraqê û Paul Bremer admînîstratorê sivîl yê hêzên hevpeymanan de ji bona guhastina destlatê bo îraqiyan di dema serokatiya Celal Talebanî ya Encûmena Destlata Îraqê de roja 15.11.2003-an hatiye îmzekirin, bête serastkirin û mafên miletê kurd tê de bêne çespandin. Bixwîne >>

efrin.net 29.12.2003

Kongreya 69-ê ya PEN-a Navnetewî Kurd ji bîr ne kirin

Kongreya 69-an ya PEN-a Navneteweyî li paytexta Meksîkoyê bi amadebûna 250 beşdaran, ku nûnerên 65 Navendên PEN-ên Neteweyî ne, ji 22. heta 28. Mijdarê sala 2003-an pêk hat. Gelek hevdîtinên berdar, gotûbêjên bi nirx û civînên wêjeyî Kongreya îsal xemilandin. Bixwîne >>

efrin.net 29.12.2003

Divê Dewleta Tirk rêz li daxwaz û armanca Kurdên Başûr bigre

Piştî ku Kurdan pêgiriya xwe bi vîn û biryara gelê kurd ji bo cara heyarî ji dost û dijminan re diyar kirin û projeya xwe ya îraqeke federal pêşkêşî Encûmena Destlatê ya Iraqê kirin dijmin û neyarên Kurdan li Tirkiyê dîn û har bûn. Bixwîne >>

efrin.net 26.12.2003

În û Şemiyê êdî ji bo xwevehesandinê ne

Li gor bernameya ku encûmena wezîran ya Sûriyê nû ava kirî êdî li Sûriyê hemû desgeh û saziyên dewletê ji heftê du rojan (În û şemiyê) dê bêne girtin û xelkê Sûriyê jî êdî dê di rojên dawiya heftê ji bo xwevehesandinê werbigre.
Hêvî ew e ku destlata Sûriyê di wê yekê bigihîne ku xwevehesandina resteqîn ew e ku milet ji çavsoriya desgehên asayîşê rizgar bibe. Lewre jî pêwîstî ew e ku destên van desgehên ne destûrdayî bêne kurtkirin û neynûkên wan jî bêne kokirin.

efrin.net 25.12.2003

Hejmara 10-ê ya kovara ZEVÎ derket

Berî çendakî hejmara 10-ê ya kovara ZEVÎ, ya ku li Başûr-rojavayê Kurdistanê derdikeve û rêzdar Arşêvê Oskan sernivîserê wê ye, kete destên xwendevanê xwe. Ev hejmara jî weke yên berê di warê naveroka xwe de dewlemend û cihêreng e.
Di demeke nêzîk de ev hejmara jî dê di www.efrin.net de li ber destên we be.

efrin.net 25.12.2003

Hemwelatiyekî din î kurd hate girtin

Roja 21.12.2003-an desgeha asayêşa leşkerî ya sûrî li bajarê Efrîn hemwelatiyê kurd Idrîs Ebdo Ebdilmecîd girt. Heta nuha jî çarenûsa rêzdar Idrîs Ebdo wenda ye.
Weke tête xeyanîkirin, rêzdar Idrîs Ebdo ji ber beşdarbûna xwe di xwepêşandan li pêş avahiya Dadgeha Leşkerî li Helebê (20.12.2003), ya ku li gor agahiyên ku gihane me, nêzîkî 1000 mirovî tê de beşdar bû bû, hatiye girtin.

efrin.net 25.12.2003

“Tevgera Netewî ya Kurd li Sûriyê...  nêrîneke rexneyî ji hundir ve”

Di bin sernavê jorîn de rêzdar Selah Beredîn pirtûkeke nû li pirtûkxaneya kurdî bêtir kir, û gelek quncikên tarî yên ne aşkere di dîroka Tevgera Netewî ya Kurd li Sûriyê de bi agahiyên cihêreng ronî kirin.
Pirtûk ji 231 rûpelan, yên qewareya navîn, hevedudan e û ji aliyê Hevbenda Kawa ya Çanda Kurdî ve hatiya weşandin. Bixwîne >>

efrin.net 24.12.2003

Bangeke pewîst

Kawa Reşîd

Wekî em hemû dizanin înternêt ji bo Kurdan, bi taybetî jî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, tiştekî zor baş u pîroz e. Bi rastî gelek kesan cihê pênûsa xwe ya azad di gelek malperan de dîtin u karî bûn bi serbestî binivisînin. Bixwîne >>

efrin.net 24.12.2003

Kerkûk dilê Kurdistanê ye

“Eger Kurdistana federal, ku Kerkûk jî di nav de ye, neyê pejirandin, hîngê Kurdistaneke serbixwe, ku Kerkûk dê paytexta wê be, armanc e.” Bi van gotinan rêzdar Kemal Kerkûkî, nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Kerkûkê, bersiva wan kesan da, yên ku li dijî federaliya Kurdistana Başûr û vegerandina Kerkûkê bo welatê dê ne. Bixwîne >>

efrin.net 14.12.2003

Sedam Husênî xwe di bin kuneka zêrzemînî (binerdî) de veşarti bû

Îro li katjimêr 15.00 li gor dema Iraqê serokê hêzên emerîkî general Ricardo Sanchezî di preskonferansekê de piştrast kir ku dîktatorê Iraqê yê berê Sedam Husên hatiye girtin û kasêteke vîdeo-yê, ... Bixwîne >>

efrin.net 14.12.2003

Li Iraq û Kurdistanê zemawend e

“Hêzên emrîkî Sedam Husên ji zêrzemînekê derxistin, ya ku xwe tê de veşartibû”, sizastvanê îraqî Ehemd Çelebî ji Televisiyona el-Ceyîre re ragihand. Hêjayî gotinê ye ku li Tekrît û Kerkûkê xelk bi hezara dakete kolanan û ji şabunekan re fîşek bi banî de avêtin û hevdu pîroz kirin. “Em weke çawa zemawendekê digêrin”, hemwekatî Mistefa Serîf got.

efrin.net 14.12.2003

Sedamê xwînmij hate girtin

Li gor Ajansa Nûçeyên Îranê (IRNA), ya ku xwe dispêre ragehandinên sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mam Celal Talebanî, dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Husên îro berbangî li Tikrîtê, bajarê jidayîkbûna wî, hat girtin. Bixwîne >>

efrin.net 12.12.2003

Li Sûriyê pesna-xwendinê-dayîn nijadperestî ye

Mislim Kobanî

Roja 08.12.2003-an dadgeha leşgerî li Helebê endeziyar Xelîl Mistefa Silêman vexwandî dadgehê kir û ew bi “xortkirina nijadperestiya netewî” gunekar kir. Sedema wê yekê jî ew e ku vî welatparêzî di şahiyekê de, ku bi mebesta serkeftina xwendekarên rêza 9-ê û 12-ê li bajarokê Şiyê li dar keti bû, Bixwîne >>

efrin.net 09.12.2003

Xwepêşandeneke Kurdan li pêş Perlemana Sûriyê

Li gor agahiyên ku ji rayedarekî berpirsiyar di Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê gihane efrin.net-ê Bereya Demokrat a Kurd, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd û Partiya Yekîtî ya Kurd gihane biryareke hevbeş ku roja 10.12.2003-an xwepêşandanekê bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan li dar xînin. Bixwîne >>

efrin.net 09.12.2003

Dadgehkirina herdu xebatkarên kurd
Hesen Salêh û Merwan Osman

Li gor agahiyên ku ji aliyê rêzdar Ebdilbaqî Yosêf, sekreterê Partiya Yekîtî degihane destên me, pêr (07.12.2003-an) dadgehkirina herdu xebatkarên kurd, endamên komîteye rêzanî ya Partiya Yekîtî, rêzdar Hesen Salêh û Merwan Osman li Şamê li Dadgeha Parastina Dewletê li dar ket. Dadgehê guhdarî li bervedêriya herdu xebatkaran, herweha li bervedêriya parêzvanên wan kir. Pişt re jî sozeke din ji dadgehkirinê di roja 22.04.2004-an (Roja Rojnamegeriya Kurdî!) hate destnîşankirin. Bixwîne >>

efrin.net 09.12.2003

Kongra Partiya Sosyalist a Kurdistan ya 7-ê

Di destpêka Çileya Pêşîn de, ango berî çend rojan, Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) kongira xwe ya 7-ê bi beşdarbûna nûnerên rêxistinên hundir û derveyî welêt li dar xist.
Li gor daxuyaniya PSK-ê, ku gihîştiye efrin.net-ê, di kongirê de li ser kar û xebata partiyê ya sê salên dawî (ji kongira 6-an û vir de), Bixwîne >>

efrin.net 05.12.2003

Xwepêşandanek li pêşiya avahiya dadgeha leşkerî li Heleb

Mislim Kobanî

Roja 30.11.2003-an li katjimêr 10.00 li pêş avahiya dadgeha leşkerî li bajarê Heleb dora 700 kesê kurd û ereb xwepêşandaneke rûreşkirin û protestoyê li dijî siyaseta rêjîma Sûriyê li dar xistin. Beşdaran nerazîbûna xwe ji rewşa heyî dan xuyakirin û dirûşmeyên mîna ...  Bixwîne >>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]