01.11 - 30.11.2003

Nivîskar Salihê Kevirbirî di Koçka Qamişlo de

Roja Şemiyê 06.12.2003-an li katjimêr 21.00 nivîskar û rojnamevanê kurd Salihê Kevirbirî, endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, dê bibe mêvanê koçka Qamişlo – Bajarê Evînê ya Paltalk-ê. Bi beşdariya we şeva koçka Qamişlo, helbet, dê hîn dewlementir bibe. Danûstandina ligel Kevirbirî jî xweştir dibe.

Sedsaliya Cegerxwîn li Wuppertal û Bottropê

efrin.net 29.11.2003
Bi boneya sedsaliya helbestvanê kurd ê gewre CEGERXWÎN Yekîtiya Komelên Kurdistan (KOMKAR) roja 06.12.2003-an li bajarê almanî Wuppertal-ê konferansekê li dar dixe. Nivîskarên ku dê berhemên xwe di vê konferansê de pêş^kêş bikin ev in:
– Dr. Eskerê Boyîk; Cegerxwîn şaîrê gel e.
– Mamoste Heyderê Ome; Çêroknivîsariya Cegerxwîn.
– Dr. Husên Hebeş; Ferhenga Cegerxwîn û Pirsgirêkên Ferhenga Kurdî
Helbet herkes vexwendiyê vê konferansê ye.
Roj: 06.12.2003
Kat: 14.00
Navnîşan: Alte Feuerwache
Gathe 6
Wuppertal
Hêjayî gotinê ye ku sibede jî (30.11.2003) li bajarê Bottropê mamoste Heyderê Omer dê di sêmînarekê de, ku Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd bi heman boneyê li dar dixe, li ser helbestvaniya Cegerxwîn lêkolînekê pêşkêş bike.
Dem: 30.11.2003
Kat: 13.00
Cî: Hevaltî e.V. Bottrop
Gerichtsstraße 3
46236 Bottrop
Ji bo pirs û têkiliyê:
Tel.: 0241 267 80
Mobil: 0174 922 47 09

MEZOPOTAMYA TV weşana xwe dirêj dike

efrin.net 27.11.2003
Ji roja 01.12.2003-an û pê ve televizyona MEZOPOTAMYA dê katjimêrên weşana xwe bêtir bike – êdî hûn dikarin êvarî jî li MEZOPOTAMYA TV temaşe bikin.
Dema weşanê dê bi vî rengî bin:
SIBEHÊ: Ji katjimêr 6.30 heta 10.30 li gor dema navîna Ewropa.
ÊVARÎ: Ji katjimêr 17.00 heta 20.00 li gor dema navîna Ewropa.
Hêjayî gotinê ku weşana MEZOPOTAMYA TV tenê bi zimanê kurdî ye (bi hemû zaravên kurdî). Bernameyên MEZOPOTAMYA TV jî bernamene li ser çand, civak, perwerdeya zarokan û muzîka kurdî ne.
Mezopotamya TV (digital):
– Hotbird.13° East.
– Frequency(FR): 12.476 MHz.
– Polarization: Horizontal.
– Symbol Rate(SR): 27500.
Agahdarî:
Mezopotamya TV li ser heman xeta ku hesê televizyonên kurdî (Kurdistan TV, Kurdsat û Medya TV) derdikeve.

Helbestxwendin

Duh 26.11.2003-an li bajarokê Cindirêsê / Efrîn sê helbestvanên ciwan şevbuhêrkeke helbestane li dar xistin. Di şevbuhêrkê de her sê helbestvanê ciwan helbestên xqwe pêşkêş beşdaran kirin. Pişt re jî şevbuhêrk bi axaftin û danûstandina li ser helbesta kurdî û rola wê di jiyana gelê kurd de bi dawî hat.
Hersê helbestvanên me jî ev bûn:
– Elî Hemo
– Şiyar Cûmî
– Temoz Şemalî

Helepçe – malpereke kurdî ye nû

efrin.net 27.11.2003
Berî çendakî malpereke din e kurdî li malperên kurdî hate zêdekirin. Malpera nû xwe bi bajarê Helepçeya şehîd binav kirî. Navnîşana malpera nû jî ev e: www.helebce.tk
Ji bo têkiliya bi malperê re jî e-mail ev e: webmaster@helebce.4t.com Em hêvîdar in ku malpera nû www.helebce.tk jî ligel malperên heyî hertim di rajeya çand, wêje, ziman û hertiştê girêdayî kurd û Kurdistanê de pêşde here.

Civîna xwendekarê kurd yên ji Başûr-rojavayê Kurdistanê

efrin.net 25.11.2003
Roja Şemiyê, 20.11.2003-an li Bonn-ê, paytexta Almaniya ya berê, dê xwendekarên kurd, yên ji Başûr-rojavayê Kurdistanê li hev bicivin û li ser kêşeyên xwe û şêweya alîkarîkirina bi xwendekarên nûhatî re, herweha li ser awayê xebateke xwendekarî ye hevbeş bidin û bistînin.
Hêjayî gotinê ye ku civîn vekirî ye û her xwendekarekî/eke kurd, ku ji Başûr-rojavayê Kurdistanê ye û li Almaniyayê dixwîne, vexwendî vê civînê ye.

Helbestxwendin

efrin.net 24.11.2003
Di bin duruşma “jin û penaberî” de û li ser daxwaza Radio Flora (Hannover), Navenda Insiyatîv ya Çanda Navnetewî IKK e.V , Navend Kultûrî û Ragehandina Kurdî li Hannover KIZ e.V, Navenda Çandê FAUST e.V. li Linden-Hannover û bi alîkariya Nivîsgeha Kultûrî ya Iyaleta Niedersachsen Kulturamt Nds helbestvana kurd Selwa Gulî dê roja 25.11.2003-an qeftek ji helbestên xwe yên nû ji pirtûka xwe ya bi navê “Sefera xewnên xema min” li Bajarê Hannover bixwîne
Dem: 25.11. 2003
Katjimêr: 20.00
Cih: Zur Bettfedernfabrîk 3 FAUST-Gelände
Cafe Siesta
30451 Hannover
Rê: Sb. 10 ji Hauptbahnhof -> Ahlem, daketin li Leinaustr.

Helbestvaniya Cegerxwîn

efrin.net 18.11.2003
Bi boneya sedsaliya Helbestvanê kurd yê nemir Cegerxwîn şaxa Başûrê Almaniya ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Komela Hevaltî li bajarê Bottrop-ê li Almaniya semînarekê roja 30.11.2003-an li bajarê Bottrop-ê li dar dixin.
Di semînarê dê mamoste Heyderê Omer li ser helbestvaniya Cegerxwîn lêkolîneke rexneyî pêşkêş bike.
Dem: 30.11.2003
Kat: 13.00
Cî: Hevaltî e.V. Bottrop
Gerichtsstraße 3
46236 Bottrop
Ji bo pirs û têkiliyê:
Tel.: 0241 267 80
Mobil: 0174 922 47 09

Li welatan buhar e, li Kurdistanê hawar e

efrin.net 18.11.2003
Bi boneya 43-saliya şawtandina sînema Amûdê (13.11.1960), ya ku di encamê de 280 zarokên kurd jiyana xwe ji dest da bûn, rêzdar Ahmad Hasan pirtûkeke ji 38 rûpelan bi sernavê “li welatan buhar e, li Kurdistanê hawar e” daye weşandin.
Ji bilî agahiyên li ser wê tawanê, pirtûk bi hinde wêneyan jî hatî dewlemendkirin.
Li dawiya pirtûkê jî rêzdar Ahmad Hasan li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê radiweste û siyaseta şoiven û projeyên nijadperest dide xuyakirin.

Hejmara 2-ê ya Pêlê derket

efrin.net 09.11. 003
Piştî 15 heyvan ji derketina hejmara 1-ê hejmara 2-ê ya kovara Pêl, ya ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdista – Rojava li Almaniya derdixe, kete destên xwendevan.
Weke tête zanîn hejmara yekê di Hizîrana 2002-an de derketi bû.
Ev hejmara re jî bi gelek berhemên hêja dewlemend e. Hinek ji nivîsarên vê hejmarê ev in:
– Bipêşeçûna dîrokî; dr. Zerdeşt Hajo
– Psikolojî û ziman; dr.Ilhan Kizilhan
– Helbesta Folklorî; Keça Kurd
– Jiyana Feqiyê Teyran; Seîd Dêreşî
– Ji rêzimana Kurdî; Hemîd kilicaslan
– Hemreş Reşo; Heyder Omer
– Hevdîtinek dîrokî; dr. M. Zeyno
– Stêrkên bê ruhnî; Zeynulabidîn Zinar
Herweha gelek berhemên din jî ciyê xwe di vê hejmarê de girtine.

Baran Kendeş ji nav xelkê xwe bar kir

efrin.net 09.11.2003
Duh hunermendê kurd ê ciwan Baran Kendeş, ku bi temena xwe 34-salî bû, li bajarê Kobanî çû ser dilovaniya xwe.
Em bi navê efrin.net-ê dibêjin: Bila serê malbata wî, xelkê Kobaniyê û tevaya gelê Kurdistanê sax be.
Di vê derbarê de malpera avesta (www.avestakurd.net) raporeke amade kirî. Ewê raporê pêşkêş bikin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]