|
01.10 - 31.10.2003
|
|
efrin.net 31.10.2003
Sedsaliya jidayîkbûna Cegerxwîn li Holenda
- Îro (Yekşem, 19.10.03) tevgera hunermend û rewşenbîrên kurd li
Holenda semînarekê bi boneya sedsaliya jidayikbûna helbestvanê
kurd yê gewre Cegerxwîn li dar dixe.
Bajar: Rotterdam
Navnîşan: Vervrijver hof 27 Li Rotterdam
Dem: 17:00
Bo agahdarî û têkiliyê: 0031 0624120088
|
|
efrin.net 19.10.2003
Li Holendayê sedsaliya nemir Cegerxwîn
- efrin.net 19.10.03
Platforma Kurdên Sûriyê li Holendayê roja 25.10.2003-an li bajarê
Arnheimê sedsaliya helbestvan û xebatkarê nemir Cegerxwîn di
şahiyeke wêjeyî de vedijîne.
Mêvanên vê şahiyê jî dê nivîskarên jêrîn bin:
1. Ehmedê Huseynî
2. Bavê Narîn
3. Hoşeng Broka
4. Henîf Yûsuf
5. Dilyar Dêrikî
6. Muzik: Rubar
Roj: Şemî, 25.10.2003
Kat: 15:00
Cih: Komeleya Cegerxwîn li Arnhem
Navnîşan: Veerp0lderstraat 128, Arnhem
|
|
efrin.net 19.10.2003
Pênûsa nû derket
- efrin.net 19.10.2003
Hejmara 15-ê ya kovara “Pênûs”, ya ku li Almaniyayê her sê mehan
carekê derdikeve, derket. Herweha ewê pir nêzîk di malperê de jî
(www.efrin.net/penus) li ber destê we be.
Ev hejmara jî – weke hertim – ji 100 rûpelî hevedudan ye, û
piraniya wê (67 rûpel) bi zimanê kurdî ye.
Di beşê kurdî de van berhemên hêja çî girtine:
1. Divê pîvan Kurdayetî be; dr Kamiran Bêkes
2. Hozanvanê kurd Cegerxwîn; Rezoyê Osê
3. Gelê kurd li Kurdistana Sûriyê; dr. Ebdilmecît Şêxo
4. Qedrî Can, Dilawerê Zengî
5. Hunera gotinê, Lokman Polat
6. Helbesta folklorî a kurdî, Keça Kurd
7. Xewna Zemîn, dr. Zorabê Bûdû aloian
8. Ewropî, dr. Mihemed Zeyno
9. Bîstûhineksalî, Ebdulrehman Efîf
10. Hey evîna ku di mofirkên dîwaran de, Hêmen Kurdaxî
11. Piştî nîvê şevê, Şêlan
Di beşê erebî de jî (ku vê carê ji 33 rûpelan hevedudan e)
berhemine hêja cî girtine; ew jî ev in:
1. رؤية مستعصية في واقع متناقض؛ هيبت بافي حلبجة
2. مأساة بلغت عامها الواحد و الأربعين، عبدالله نور إمام
3. لقاء مع السيد تيلمان زوليخ؛ برزان نيو
4. جيومارت ـ الجد الاسطوري للبشرية؛ جمعة الداوود
5. الثلج (قصة قصيرة)؛ محمد خير عمر
6. حين تحترق النساء (شعر)؛ جان هيمن
7. ثلاثة قصائد؛ شه ف يار
Hêjayî gotinê ye ku sernivîserê kovarê (Dr. Kamiran Bêkes)
sernivîsara vê hejmarê“div`e p`ivan Kurdazet`i be“ li ser
guhartinên, rewşa gelê kurd li Sûriyê, siyaseta Sûriyê û pêdiviyên
demê nivîsandiye. Em kêfxweş in ku li vir temna wê sernivîsarê
pêşkêş bikin.
|
|
efrin.net 12.10.2003
Li Stockholmê jî Kurdan Sûriyê protesto kirin
- efrin.net 12.10.2003
Duh li katjimêr 11.00-ê dora 200 kurdî li Stockholmê
xwepêşandaneke protestoyê li hember balyozxaneya Sûriyê, bi boneya
41-saliya projeya “serjimartina awarte” ya nijadperest ya ku di
encamê de îro roj dora 250000 Kurd ji mafê nasnameya Sûriyê û
hemwelatiyê bêpar hatine hêştin, li dar xistin. Herweha heyeteke
kurd li ser navê beşdaran xwast nameyeke nerazîbûnê bide
balyozxaneya Sûriyê, lê her wekî li pir dewletên Ewropa li
stockholmê jî balyozxaneya Sûriyê deriyê xwe li pêş Kurdan girt û
ne xwast tu kesî pêşwazî bike.
Weke tê zanîn rêxistinên her çar perçên Kurdistanê di vê
xwepêşandanê de beşdar bûn. Herweha hêjayî gotinê ye ku ev cara
pêşî ye ku Kurdên Kurdistana Sûriyê bi hev re digel kurdên ji
parçeyên din yên Kurdistanê li Stockholmê li hember siyaseta
Sûriyê ya şoven û nijadperest xwepêşandaneke bi vî awayî li dar
dixin.
Dirûşmên xwepênîşandinê ev in:
– Naskirina hebûna gelê kurd li Kurdisatna Sûriyê û pejirandina
mafên wî yên demokrat
– Vegerandina hemwelatiya Kurdan li herêma Cizîrê
– Rakirina “Kembera Erebî” û nehiştina erebkirina Kurdan
– Azadkirina hemû girtiyên siyasî yên kurd di zindanên Sûriyê de.
Rêxistinên ku ev çalakiya li dar xistine ev in:
– Tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê - Komîteye Swêdê
– Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê- FKKS
– Komîteya Hevakariya Rêxistinên Kurdistanî li Swêdê
– Insyatîva Kurd li Swêdê.
|
|
efrin.net 12.10.2003
Kurdan memorandumek dan Perlemana Danîmark
- efrin.net Kopenhagen, 12.10.2003
Di çarçewa çalakiyên rûreşkirin û protestokirina siyaseta şoven û
nijadperest ya desthilata Sûriyê li dij gelê me yê kurd li
Başûr-rojavayê Kurdistanê, û bi boneya 41-saliya projeya
“serjimartina awarte” ya nijadperest, ya ku di encamê de îro roj
bêtirî 250000 kurdên ku jiberê û paşê de li ser erdê bav û kalên
xwe dijîn ji mafê hemwelatî û nasnameywergirtinê hatin bêparkirin,
Kurdan li Danîmark jî çalakiyeke li dar xistin û siyaseta Sûriyê
riswa rûreş kirin.
Li gor agahiyên ku ji efrin.net re hatine pêr HEVKARÎ, XWEYBÛN,
KOMKAR û INSYATÎVA KURD memorandumek li ser rewşa gelê kurd li
Başûr-rojavayê Kurdistanê pêşkêşî Perlemana Danîmarkê kirin. Di
mêmorandumê de hem siyaseta şoven û nijadperest tête riswa û
rûreşkirin, hem jî ji Perlemana Danîmarkê tête lavekirin ku ew di
riya Yekîtiya Ewropa de, bona çareserkirina doza kurd li Sûriyê,
pest û zorê li desthilata Sûriyê bike.
|
|
efrin.net 09.10.2003
Li Swêdê jî Kurd dê siyaseta Sûriyê rûreş bikin
- efrin.net 09.10.03
Di çarçewa çalakiyên rûreşkirin û protestokirina siyaseta şoven û
nijadperest ya desthilata Sûriyê li dij gelê me yê kurd li
Başûr-rojavayê Kurdistanê, û piştî ku li pir dewletên Ewropa
çalakiyên curecur li dij rêjîma Sûriyê pêk hatin, Kurdên Swêdê jî
biryara xwe standine ku bi hev re li dij siyaseta Sûriyê ya şoven
û nijadperest xwepêşandanekê pêk bînin.
Li gor agahiyên ku gihane efrin.net Çalakiya Swêdê dê roja Şemiya
bê (11.10.2003) li Stockholma paytext bêten lidarxistin.
Partî û rêxistinên amadekar agahdariyek derbarî vê çalakiyê amade
kirine. Em wê bi dilxweşî di li vir diweşînin.
AGEHDARÎ
Îsal 41 sal derbas dibin, ku hemwelatiya 250 hezar Kurd li
Kurdistana Sûriyê ji wan hatiye standin û ji hemû mafên mirovayetî
bêpar manin.
Bi vê helkeftina tracîdî diyaspora kurd li Swêdê roja 11.10.
2003-ê, katjimêr 11.00, xwepêşandineke protestoyê hemberî
balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê pêk tîne.
Dirûşmên xwepênîşandinê ev in:
– Naskirina hebûna gelê kurd li Kurdisatna Sûriyê û pejirandina
mafên wî yên demokrat
– Vegerandina hemwelatiya Kurdan li herêma Cizîrê
– Rakirina “Kembera Erebî” û nehiştina erebkirina Kurdan
– Azadkirina hemû girtiyên siyasî yên kurd di zindanên Sûriyê de.
Em bangî hemû niştîmanwerên kurd dikin ku beşdarî vê çalakiyê
bibin û vê siyseta nijadperest riswa bikin.
Amadekar:
– Tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê - Komîteye Swêdê
– Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê- FKKS
– Komîteya Hevakariya Rêxistinên Kurdistanî li Swêdê
– Insyatîva Kurd li Swêdê
Cih: Metro - Karlaplan Alle (Närvavägen) – Stockholm
Kat: 11 Oktober 2003, 11:00-13:00
|
|
efrin.net 06.10.2003
Li Holenda, Belcîka û Nemsayê xwepêşandanên
Kurdan
- efrin.net 06.10.2003
Duh bi boneza 41-saliza projeza “serjimartina awarte” ya
nijadperest bêtirî 100 kesê kurd li bajarê holendî Lahayê
xwepêşandanekê li pêş Wezareta Karûbarê Derve ya Holenda li dar
xistin, da ku siyaseta şoven û projeyên nijadperest, yên ku gelê
me yê kurd li Başûr-rojavayê Kurdistanê di bin de dinale, rûreş û
protesto bikin.
Hêjayî gotinê ye ku heyateke ji xwepêşandêran memorandumeke li ser
rewşa gelê kurd li Sûriyê û çewsandina heyî pêşkêşî Wezareta Derva
ya Holenda kir.
Li aliyekî din duh li Brûsselê (Belcîka) jî Partiya Yekîtî ya
Demokrat a Kurd, bi piştgiriya Partiza Yekîtî ya Kurd,
xwepêşandane li pêş balyozxana Sûriyê, bi heman bone û armancê li
dar xist. Mixabin li wir jî Balyozxana Sûriyê deriyê xwe li pêş
çalakiya Kurdan ya aştiyane girtin û ne xwastin kesekî pêşwazî
bikin û li daxwazên wan yên rewa û destûrdayî guhdar bikin.
Herweha Hevbendiya Demokrat a Kurd, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd,
Partiya Yekîtî ya Kurd û Partiya Çep a Kurd xwepêşandanek bi heman
bine û armancê li pêş baregeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li
Viyêna, paytexta Nemsayê, li dar xistin.
Hêjayî gotinê ye ku cîgirê serokê baregeha NY pêşwaziya heyateke
ji xwepêşandêran kir û guhdarî li daxway û armancên wan kir, li
dawiya hevdîtinê jî ewî bi kurdî got: “Bijî, bijî Kurd!”
Weke tête zanîn îsal bi boneya 41-saliya projeya “serjimartina
awarte” ya nijadperest li gelek welatên Ewropa û li Sûriyê Kurdan
ça;lakiyên curecur li dar xistin û siyaseta şoven rûreş û protesto
kirin.
|
|
efrin.net 06.10.2003
Li Berlînê xwepêşandana Kurdan
- efrin.net 06.10.2003
Duh dora 400 kesê kurd li Berlînê xwepêşandaneke rûreşkirinê bi
boneya 41-saliya projeya “serjimartina awarte” ya nijadperest li
dar xistin. Xwepêşandêr pêşî li nav kolanên Berlînê bi rê ve çûn,
pişt re jî li “hember” balyozxaneya Sûriyê kom bûn, da ku siyaseta
şoven û projeyên nijadperest, yên ku gelê me yê kurd li
Başûr-rojavayê Kurdistanê di bin de dinale, rûreş û protesto
bikin.
Hêjayî gotinê ye ku li gor rêdana ku rêvebirên xwepêşandanê bi
dest xistine diviya bû xwepêşandan ji balyozxanê de bi kêmanî 30
metroyî dûr be!! Weha xuya ku nijadperest û şovenê di hundir de ji
çalakiyên me yê pir aştiyane jî bi tirs in, yan jî dixwazin me
tersî wê nîşan bidin.
Xapêşandêran di daxwaz û sloganên xwe de ev tişt anîn zimên: “Bijî
Demokrasî û mafên mirovan”, “bijî azadî û wekhevî”, “na ji
şovenîzm û nijadperestiyê re”, “Kurd azadiya xwe dixwazin”… û hwd.
Herweha partiyên ku ev xwepêşandana li dar xistine daxuyaniyek bi
vê boneyê bi zimanên kurdî, almanî û erebî belav kirin. Tê de evê
jêrîn têne xwastin:
– Nehêştina encamên “serjimartina awarte” û vegerandina
hemwelatiyê bo kesên jê bêparkirî.
– Jiholêrakirina encama “kembera erebî” û vegerandina erdan bo wan
kesan, yên ku ji wan hatî standin.
– Serbestkirina girtiyên siyasî, yên di girtîgehên Sûriyê de, û di
nav wan de xebatkarên gelê kurd.
– Jiholêrakirina yasa û fermandariya awarte, û bicihkirina
azadiyên siyasî û parastina mafên mirovan û rêzgirtina li wan maf
û azadiyan.
Weke tête zanîn rêxistinên ku ev xwepêşandan li dar xistine ev in:
– Hevbendiya Demokrat a Kurd
– Partiya Yekîtî ya Kurd
– Partiya Hevgirtina Gelê Kurd
– Partiya Çep a Kurd
Herweha HEVKARÎ (Hevkariya Partiyên Kurdistanî li Almaniya) û
Komîteya Bervedêriya Mafên Mirovî li Sûriyê piştgiriya vê
xwepêşandanê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di heman rojê de li Belcîka, Holenda û Nemsa
(Awstiryayê) jî xwepêşandên bi heman bone û mebestê hatin
lidarxistin.
|
|
efrin.net 05.10.2003
Li dawiya dawî her tişt zelal bû:
şeş partiyên kurd çalakiyeke rûreşkirinê li Şamê li dar xistin
- efrin.net 05.10.2003
Bêtirî 200 Kurdên Binxetê îro li pêşiya avahiya Serokwezareta
Sûriyê li dij projeya "Serjimartina Awarte" protesto kirin. Ev
çalakî bi şêweyeke xweşik û bê ti problem derbas bû.
Serokwezîrê Sûriyê Mihemed Nacî el-Eterî îro pêşwaziya komîteyeke
ji sê Kurdan kir û soz da wan ku ewê nêzîk de li ser daxwên wan
raweste. Herweha endamekî Perlemana Sûriyê bi navê Ebdulrehman
Hemrûş, ku bi nijada xwe kurd e, hevdîtin bi Kurdan re pêk anî û
soz da wan, ku ewê hewil bide ku di civîna perlemanê ya bê de
daxwazên Kurdan bikevin rojeva perlemanê.
Weke tête zanîn ev demeke dirêj e ku partiyên tevgera me li
Başûr-rojavayê Kurdistanê ketine danûstandinine pir dirêj û
lihevalî da ku – belkî – li ser yek helwestê bigihînin hevdu û
kari bin bi hev re çalakiyeke protestoyê li dij siyaseta şoven û
projeyên nijadperest bi boneya salvegera 5-ê Çiriya Pêşîn, roja
pêkanîna projeya “Serjimartina awarte” ya hov û nijadperest, ku di
encamê de îro roj bêtirî 250 hezar kurd bê nasname û mafê
hemwelatiyê mane.
Di van danûstandinên maratonî de xuya bû her layekî (ji herdu
layên tevgerê – layê ku dixwaze êdî bi çalakiyên hêja li maf û
daxwazên gel xwedî derkeve, û yê ku hîn bi berger û rihmisdanê
dixwaze ligel desthilata şoven têkildar bibe) dixwast ku partiyên
Tevgerê li ser helwesta wê bigihin hevdu. Lewra jî me dît ku
biryara wergirtî wek lihevkirineke nîv-nîv di navbera herdu
helwestan de bû – bila xwepêşandanek hebe, lê bila biçûk û bêdeng.
Lê ev kompromîsa ha jî ne çû serî: partiyan Hevbendiyê ji bilî
Partiya YEKÎTÎ ya Demokrat duh (04.10.03) di daxuyaniyekê de
helwesta xwe ya destkişandina ji çalakiya Şamê diyar kirin.
Herweha Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Nezîr Mistefa) û
Partiya Niştîmanî ya Demokrat (Tahêr Sifok) jî beşdarî vê çalakiyê
nebûn.
Bi vî awayî jî şeş partiyên kurd xwedî li biryara tevgerê ya berî
çend roja hatî wergirtin derketin û çalakiya xwe li pêş
Serokwezareta Sûriyê li dar xistin. Li gor agahiyên ku heta nuha
gihane me bêtirî 200 kesî di vê calakiya rûreşkirinê de beşdar
bûn.
Partiyên ku di vê çalakiya rûreşkirinê de beşdar bûne ev in:
– Partiya Çep a Kurd (Xêredîn Murad)
– Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd (Ezîz Dawê)
– Partiya Hevgirtina Gelê Kurd
– Partiya Demokrat a Niştîmanî ya Kurd
– Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd
– Partiya Yekîtiya Kurd
Nêzîk de emê hewil bidin ku ragihandinê berfireh li ser vê
çalakiya rûreşkirinê belav bikin.
|
|
efrin.net 01.10.2003
Kurdan li Londonê jî desthilata Sûriyê rûreş
kirin
- efrin.net 05.10.2003
E. Hadî Dorî - LONDON
Duh li katjmêr 12.00 dora 100 mirovî ji revenda Kurd, yên ku li
Îngelterayê dimînin, bi mebesta rûreşkirin û protestokirina
projeya “serjimartina awarte” ya nijadperes, ya ku di
05.10.1962-an de li herêma Cezîrê hatiye çêkirin, xwepêþandanek li
dar xistin. Berpirsiyarên xwepêşandanê memorandumek (muzakerak) bi
navê Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî a Kurd û
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê gihandin balyozxaneya îtalî, ya ku
niha seroketiya Yekîtiya Ewropa dike. Di memoranduma xwe de
rêxistinên navborî rewşa hemwelatiyên kurd, yên ku ji nasnameyê
bêpar in, bi taybetî û rewşa miletê kurd li Sûriyê bi tevayî
şîrove kirin bûn.
Weke tête zanîn di 05.10.2003-an de 41 sal di ser projeya
“serjimartina awarte” a nijadperest re derbas dibin. Ev projeya ku
di encamê de 150.000 hemwelatiyên kurd (nuha hejmara wan dor
250.000-î ye) ji mafê hemwelatiyê û pê re jî ji hemû mafên xwe yên
mirovane hatin bêparkirin.
Hêjayî gotinê ye ku îsal çalakiyên curecur li gelek dewletên
ewropî (Almaniya, Yonanistan, Ingilîz, Swêd, Swêsra, Holenda,
Austriya) bi heman mebestê têne lidarxistin. Herweha dê Şama
paytext jî çalakiyeke rûreşkirinê ji aliyê şeş partiyên kurd ve
îro (05.10.03) li dar ket û heyateke şêkesane daxwazên çalakvanan
gihande serokwezîrê Sûriyê.
Çalakiya Birêtaniya ji aliyê van rêxistinên jêrîn de hati bû
organîzekirin:
- Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- Partiya Hevgirtina Gelê Kurd Li Sûriyê
- Komeleya Rojavayî Kurdistan
|
|