|
01.09 - 30.09.2003
|
|
efrin.net 30.09.2003
Li Kobanî şeveke çandî
- efrin.net, 27.09.03
Kobanî – Mislim Kobanî
Roja 25.09.2003-an helbestvan CAN BAPÎR bi amadebûna hejmarek ji
siyasetvan û rewşenbîrên bajêr şevbuhêrkek bi navê “Laşê siyasî”
li bajarê Kobanî li dar xist. Mamoste CAN BAPÎR berî ku gotara xwe
ji guhdaran re bixwîne hinekî bi devkî li ser gotara xwe axifî.
Pişt re dest bi xwendina gotara xwe kir. Li dawiyê jî beşdaran
têbîn û rexneyên xwe li ser gotarê dan û şevbuhêrka xwe pê
dewlemend kirin.
Şev bi awayekî germ û heyamekî demoqrasî de li maleke kurdperwer
borî.
Hêjayî gotinê ye ku mamoste CAN ji Kobaniya delal e.
|
|
efrin.net 25.09.2003
Li Brussel-ê Xwepêşandaneke Kurdan
- efrin.net 25.09.03
Bi mebesta rûreşkirin û protestokirina projeya “serjimartina
awarte” ya nijadperest û bona bibîranîna encamên wê yên malkambax
ên li ser gelê me yê kurd rêxistinên Belcîka yên Partiya Yekîtiya
Kurd û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd xwepêşandanekê roja
06.10.03-an li Brûksela paytext li dar dixin. Çalakî dê katjimêr
10.30 bi meşekê ji ber avahiya "palais de justice" dest pê bike û
dê li pêş balyozxaneya Sûriyê bi dawî bibe.
Birêvebirên xwepêşandanê bangî hemû Kurdên welatparêz û endamên
revenda kurd li Belcîka dikin da ku bi beşdarbûna di vê çalakiyê
de xwedî li xwe û doza gelê xwe derkevin.
Weke tête zanîn di 05.10.2003-an de 41 sal di ser projeya
“serjimartina awarte” a nijadperest re derbas dibin. Ev projeya ku
di encamê de 150.000 hemwelatiyên kurd (nuha hejmara wan dor
250.000-î ye) ji mafê hemwelatiyê û pê re jî ji hemû mafên xwe yên
mirovane hatin bêparkirin.
Hêjayî gotinê ye ku îsal çalakiyên curecur li gelek dewletên
ewropî (Almaniya, Yonanistan, Ingilîz, Swêd, Swêsra, Holenda,
Austriya) bi heman mebestê têne lidarxistin. Herweha dê li Şama
paytext jî xwepêşandaneke Kurdan roja 05.10.03-an li dar dikeve.
Navnîşana "palais de justice"
Poelaertplein, 1000 Brussel
|
|
efrin.net 25.09.2003
Li Viena xwepêşandaneke Kurdan
- efrin.net 25.09.03
Li gor agahiyên ku ji Partiya Hevgirtina Gelê Kurd gihane me dê
rêxistina Hevbenda Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî ya
Kurd, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd û Partiya Çep a Kurd roja
06.10.03, li katjimêr 11.00 xwepêşandaneke aştiyane li pêş
baregeha Neteweyên Yekbûyî li Viyena li dar xînin. Herweha
Rêxistinên navborî dê memorandomekê li ser projeya navborî û
encamên wê yên kambax pêşkêşî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û
Sekreterê wê, rêzdar Kofî Enan bikin.
Partiyên kurd dê di memorandoma xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî
bike da ku pestê li destlata Sûriyê bike, bona jiholêrakirina vê
projeya nijadperest û hemû siyasetên din yên şoven, yên ku gelê me
yê kurd di bin wan de dinale. Herweha bona jiholêrakirina yasa û
reşa awrte û bi cîkirina azadiyên siyasî li Sûriyê.
Rêxistinên ku vê çalakiyê pê tînin bang li hemû rêxistinên
mirovhez û demikratxwaz dikin, da ku piştgiriya gelê me û tevgera
wî ya siyasî bikin û beşdarî vê çalakiyê bibin.
|
|
efrin.net 23.09.2003
Berpirsê Derve ya PHGKS di Medya
TV de
- efrin.net 23.09.03
Xeleka didoyê ji hevpeyvîna rêzdar muhemed Reşid, berpirsê
Rêxistina Derve ya Partiya Hevgrtina Gelê Kurd li Sûriyê, di Medya
TV de sibe (Sêşem 24.09.03) li katjimêr 15.40 li gor kata Ewropa
tête pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev hevpeyvîna bi rêzdar Mistefa Reşîd re weke
bernameyeke sêxelekane di Medya TV de têt weşandin. Hevpeyvîn bi xwe
jî li ser li ser rewşa Tevgera Kurd li Sûriyê û rêjîma sûrî ye.
|
|
efrin.net 21.09.2003
Şevbuhêrkeke rêzmanî li Şamê
- efrin.net, 21.09.03
Şêx Birîmce – Şam
Komîta Amedekar ya Şevbuhêrkên Kurdî roja Înê 12.09.2003-an li
paytexta Sûriyê li Şamê, taxa Kurdan katjimêr 8-ê îvarê
şevbuhêrkeke rêzmanî li dar xist. Weke tête zanîn ev cara yekemîn
bû, ko soza şevbuhêrkê piştî sêzde şevbuhêrkan, hinekî dereng
dimîne. Ew jî ji ber hin egerên taybetî bû.
Di despêka şevbuhêrkê de pêşkêşê şevê spasiya beşdaran kir û bi
navê xwe û komîtê û hemî beşdaran spasiya mêvanê şevbuherkê kir û
lêborîn ji beşdaran xwast û got: “Li me biborin, vê carê ji ber
hin egerên taybet ev şeva me hinekî bi derengî hat, lê em soz
didin ko şevbuhêrka me ya bê di soza xwe de be – Îna dawî ji mehê
be û şevbuhêrk wê li ser helbestvanê gewre Meleyê Cizîrî be.
Lehengê vê şevê rêzimanzanê kurd mamoste Berzo Omer bû. Gotar
mamoste lêkolîneke rêzimanî li ser paşgira (ER) bû. Mamoste Berzo
berî ko lêkolîna xwe ji guhdaran re bixwîne hinekî bi devkî li ser
lêkolîna xwe peyivî û beşdar xistin nav lêkolîna xwe. Pişt re wî
dest bi xwendina lêkolîna xwe kir. Li dawiyê jî beşdaran têbînî û
rexnên xwe li ser lêkolînê dan û şevîn pê dewlemend kirin.
Şev bi awayekî germ di heyamekî sar li ser bana maleke kurdperwer
borî. Hêjayî gotinê ye ko mamoste Berzo ji bajarê evînê Qamişlo
hati bû Şamê.
|
|
efrin.net 21.09.2003
Kemal Burkay: Bila leşkerê tirk ji Kurdistana
Başûr dûr bisekine
- efrin.net 21.09.03
Rêzdar Kemal Burkay, sekreterê giştî ya Partiya Sosyalist a
Kurdisan di daxuyaniyekê de, ku ji malpera me efrin.net re jî
şandi bû, helwesta xwe ya li dijî rêkirina leşkerên tirk bona
Başûrê Kurdistanê diyar dike û dibêje ku “sazûmana tirk a zordest
ji bo maf û armancên xwe yên qirêj dixwaze xortên tirk û kurd
bavêje nav agirê şer.”
Herweha rêzdar Kemal Burkay dide xuyakirin ku niyeta Tirkan xirab
e, lew “ew dixwazin bi vê firsendê Tirkmenan jî zêdetir bi çek
bikin, perwerde bikin û berdine Kurdan”. Li hember vê yekê û ji bo
parastina deskeftiyên Kurdan rêzdar Burkay dibîne ku pir pêwîst e
ku “Kurd gelek hişyar bin”. Ew bang li partî û saziyên kurd dike û
dibêje ku divê ew “li himber vê plana qirêj careke din dengê xwe
bilind bikin”.
Di dawiya daxuyaniya xwe de rêzdar Burkay bi aşkereyî dibêje ku
bila leşkerê kirk nekeve Kurdistana Başûr û Iraqê! Lewre ku çûna
wê tucarî xizmeta aştî û aramiyê nake, lê tevlihevî û nakokiyan
zêdetir dike.
|
|
efrin.net 17.09.2003
Partiyên kurd xwepêşandaneke protestoyê li Şamê
li dar dixin
- efrin.net 17.09.03
Li gor agahiyên ku gihane efrin.net partiyên kurd li Sûriyê dê bi
boneya 41-saliya projeya “serjimartina awarte” ya nijadperest
xwepêşandaneke protestoyê li paytexta Sûriyê, li Şamê, li dar
xînin.
Tevî ku heta nuha dema xwepêşandanê ne hatiye ragihandin jî, guman
heye ku ewê di roja 05-ê Çiriya Pêşîn de be, roja ku ev projeya
nijadperest hatiye bicîkirin û bêtirî 150 000 kesên kurd ji
nasname û hemwelatiyê hatine bêparkirin. Weke têt zanîn hejmara
wan kesan îro roj dora 250 000 kesî ye.
Ji aliyekî din ve dê li gelek dewletên Ewropa jî çalakiyên
protestoyê pêk bên. Yek ji wan çalakiyan dê roja 06.10.03-an li
Berlînê ji aliyê Hevbenda Demokrat a Kurd, Partiya Yekîtî ya Kurd,
Partiya Hevgirtina Gelê Kurd û Partiya Çep a Kurd ve were
lidarxistin.
Helbet her kurdek vexwendiyê wê yekê, ku bi beşdarbûna xwe di van
çalakiyan de li gel, doz û mafên xwe xwedî derkeve.
|
|
efrin.net 16.09.2003
Colin Paull serî li Helepçeyê da
- efrin.net 16.09.03
Piştî 15 salan, pênc heyvan û 29 rojan ji tevkujiya Helepçeyê û
piştî dora pênc heyvan ji rûxandina rêjîma xwînmij ya Iraqê îro
Wezîrê derve yê gewretirîn û girîngtirîn dewlet, Dewletên Yekbûyî
yên Emerêkayê hat Helebçeyê. Li Helepçeyê wî eşkere kir û got ku
ew ticaran Helebçeyê ji bîr nake û dê ti carên dî qetlîamên
helebçeyên nû pêk neyên.
Di vê serdana xwe ya dîrokî de wezîrê derve yê DYE rêzdar Colin
Paull digel serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê kek Mesûd
Barzanî û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mam
Celal Talebanî û heyetên digel wan li Helebçeyê geriyan û Colin
Powellî mûzeya tevkujiya Helebçeyê vekir û serdana goristana
qurbanên Helebçeyê kir.
Helbet ev serdana Paullî di vê dema me de serdaneke xwedî
taybetiyeke mezin e. Ew çawa çû Iraqê, wisa jî çû Kurdistanê. Ev
jî helbet ne ji xwe berê ye – wateyeke xwe ye girîng heye.
|
|
efrin.net 14.09.2003
Xelata Komkar-ê 2003
- efrin.net 14.09.03
Piştî ku par çar kesên kurd yên xwedî berhemên curecur, di nav wan
de Şivan Perwer û Mlmisanij, ji aliyê komkarê de hati bûn
xelatkirin, îsal dîsan Komkar (Yekîtiya Komelên Kurdistan) pênc
kesên din dixwaze xelat bike. Komkarê hîn hîngê jî li xwe girti bû
ku dê salê hinekan xelat bike.
Xelatên îsal dê, di sedsalîya nemirên Kurdistanê Mustafa Barzanî û
Cegerxwîn de, bona bîranîna dehsalîya qetlîama Sevasê, roja
21.09.2003-an di merasîmeke taybet de li van camêran bên
belavkirin:
– Şakro Xido, di warê lêgerina dîroka Kurdistanê
– Eskerê Boyîk, di warê edebîyata kurdîde
– Munzur Çem, di warê edebiyat û zimanê kurdî
– Dilşad Saîd, di warê awaz û muzîka kurdî de
– Hasret Gültekin, di warê muzika kurdî û bona dehsaliya qetliama
Sevasê.
Navnişan: Alte Feuerwache
Gathe 6
Wuppertal-Elbefeld
Dem: 21.09.03
Kat: 14.00
Bo têkilî û agahdariyê:
KOMKAR, Bunsenstr. 7, D-51145 Köln
Tel:0049 (0)2203-935172
Faks: 0049 (0)2203-31126
e-mail: komkar@t-online
|
|
efrin.net 14.09.2003
Du semînarên Partiya Yekîtî
- efrin.net 14.09.03
Bi boneya 30-saliya projeya “Kembera Erebî” û 41-saliya projeya
“Serjimartina Awarte” yên şoven û nijadperest, herweha bi boneya
guhartinên nû li herêmê, siyaseta destlata sûrî û rewşa gelê kurd
li Sûriyê Rêxistina Başûrê Almaniya ya Partiya Yekîtî ya Demokrta
a Kurd li Sûriyê roja 20.09.2003-an li bajarê Bonn-ê semînarekê li
dar dixe. Herweha roja 28.09.2003-an semînareke din li bajarê
Bottrop-ê jî bi heman mebestê li dar dixe.
Herkes bi şanazî vexwendiyê van semînaran e.
* Ciyê semînara Bonn-ê ev e:
Königstraße 88
Poppelsdorfer Alle
53115 BONN
Dem: 20.09.2003
Kat: 15.00
* Ciyê semînara Bottropê ev e:
Komela dostaniya Kurd û Almana (Hevaltî)
Gesellschaft für deutsch-kurdische Freundschaft e. V. Hevalti
Gerichts Straße 3
46236 Bottrop
Dem: 28.09.2003
Kat: 13.00
Ji bo têkilî û agahdariyê:
Tel.: 02041/26 780
Mobîl: 0174 922 47 09
|
|
efrin.net 05.09.2003
Li ser girtina welatparêzê kurd Xelîlê Sofî
Amnesty International dest bi Kampanyake bilez kir
- efrin.net 05.09.2003
Piştî ku hêzên asayêşa destlata şoven li Sûriyê bi awayekî hov û
derzasayî kurparêzê hêja Xelîlê Sofî (Xelîl Silêman) girt
rêxistina "Amnesty International" ji bo serbestkirina girtiyê kurd
Xelîlê Sofî kir.
Amnesty International bang li hemû kesî dike, da ku nameyekê ji
serokê Sûryê Beşar el-Esed û wezîrê hundir Elî Hemûd re bişînin û
tê de doza serbestkirina Xelîl Silêman bikin.
Nameya ku Amnesty International, ya ku ji bo vê kampanyayê amade
kirî, bi zimanê almanî, daxuyaniya Partiya Yekîtî bi zimanê erebî
û nûçeya efrin.net bi zimanê kurdî li vir li ber destê we ne.
– Nameya Amnesty International
– Daxuyaniya Partiya Yekîtî
– Nûçeya efrin.net
|
|
efrin.net 03.09.2003
Li DYE kongireke li ser rêjîma Sûryeyê
- Efrîn.net 03.09.03
Li gor agahiyên malpera elaph.com Wezaretên Derve û Parastinê yên
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka dê li dawiya vê heyvê li Waşingtonê
kongirekê li ser "rastî û rewşa rêjîma Beşar el-Essed" li dar
xînin. pêk bînin. Kesayetiyên ji oposîsyona sûrî û libnanî,
herweha berpirsiyarine bilind en emêrîkî dê beşdarî vê kongireyê
bibin.
Di vê kongireyê de, ya ku dê roja 29-ê vê heyvê li baregeha Komela
Niştîmanî ya Rojnamevaniyê li Waşingtona paytext dest pê bike, dê
bi berfirehî li ser rewşa rêjîma Sûryeyê bête axaftin. Herweha
pirsa "dagîrkirina Libnanê ji aliyê Sûryayê ve" jî dê bibe
mijareke serekîn ye kongireyê. Li gor agahiyên elaph.com
kesayetiyên ji oposîsyona sûrî û libnanî, yên ku li derve dijîn,
vexwendik ji bo beşdarbûna di vê kongireyê de wergirtine; ji wan
rojnamevan Nîzar Neyof û rikberê sûrî Ferîd Gazî, yê ku li vê
dawiyê partiyek avakirî. Herweha dê ji Libnanê jî hin kes beşdar
bibin; ji wan Tonî Hedad, Jozêf Cibêlî. Bi ser de jî zanyar û
siyasetmedarên emêrîkî dê di kongireyê de baxifin; mîna Matthew
Levitt (Înstîtûya Waşington ji bo Siyasetên Rojhilata Jêrîn), Gary
Gambill (sernivîserê The Middle East Intilligence Bulletin), Paul
Wolfowitz (Cigirê Wezîrê Parastinê û rawêjkarê wê wezaretê),
Senator Rick Santrum, Richard Armitage (Cigirê Wezîrê Derve) û
Richard Perle (rawêjkarê Wezareta Parastinê).
Hêjayî gotinê ye ku civata roja pêşîn dê di bin sernavê “Beşar
el-Esed: serastkirineke nû lê dengekî kevin”, ya roja didoyê jî di
bin sernavê “Sûriye û Libnan: Parastin yan dagirkirin” li dar
kevin.
Tevî ku rojnamevanê sûrî Nîzar Neyof, yê ku ji du salan de li
Parîsê dijî, ji bo beşdarbûna vê kongireyê hatiye vexwendin. Lê
hîn ew bi misogerî nizane ka wê beşdar bibe an na.
Ciyê balkêşiyê ye ku şeş dezgehên emerîkî jî dê beşdarî kongireyê
bibin; ew jî ev in:
– Dezgeha Parastina Demokratiyetan
– Encûmena Emerîkî-Libnanî ji bo Demokrasiyê
– Înstîtûya Waşington ji bo Siyasetên Rojhilata Jêrîn
– Komîteya Emêrîkî ji bo Libnaneke Azad
– Navenda Lêkolînên Stratêjî û Navnetewî
– The Middle East Intilligence Bulletin
Bê guman lidarxistina kongireke weha bi serpereştiya herdu
wezaretên emerîkî, Wezareta Derve û ya Parastinê, û bi beşdarbûna
berpirsiyarên mezin tê de, nîşaneke haydarkirinê ye aşkere û beloq
e, ku Emerîka ji Sûryayê re bi vê rasterastiyê dişîne.
|
|
efrin.net 03.09.2003
Semînareke siyasî li Bajarê KIEL
- efrin.net 03.09.2003
Roja 06.09.2003-an Rêxistina bakurê Almaniya ya Partiya Yekîtî ya
Demokrat a Kurd li Sûriyê sêmînareke siyasî li ser guhartinên nû
li herêmê û rewşa kurd û Kurdistanê, bi taybetî jî rewşa
Kurdistana Sûriyê, li bajarê Kiel li dar dixe.
Di sêmînarê de dê nêrîn û siyaseta Partiya Yekîtî bête
şirovekirin, herweha dê helwestê “Yekîtî” jî beramberî rûdawên nû
bêtne zelalkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Kurdên ji herçar perçeyên Kurdistanê
vexwendeyî vê Semûnarê ne.
Navnîshan:a ciyê sêmînarê ev e:
In der Pumpe
Haßstr. 22
24103 Kiel
|
|
efrin.net 03.09.2003
Diyalog di nêvbera olan de
- efrin.net 03.09.03
Roja Înê, 05.09.2003-an, ji seet 18.00-23.00, li bajarê Hannover,
Dêra Gerhard-Uhlhorn Luth-ev., şeveke hemereng guftûgo û mûzîk û
rêwresimên ol û ayînan (Diyalog di nêvbera olan de) li dar dixe.
Hêjayî gotinê ye ku bi vê boneyê helbestvanê kurd Tengezarê Marînî
vexwendî vê şêvê ye, da ku çend helbestên xwe bi zimanê almanî
bixwîne, herweha hunermendê kurd yê genc Kadar Nûrî jî bi saz û
dengê xwe beşdar dibe.
Grûp û olên ku beşdarî vê diyalogê dibin ev in:
Gerhard-Uhlhorn Gemeinde
Bingeha Êzdiyan li derveyî welêt
Hindos Hare Krishna û dengbêja olî Vishaka devi dasi.
Pêdagogê şanoyê Loek Grobben
Vietnames Buddhist rehbaniya Vien Giac
Palgirê Îmamê Newresî.
Navnîşan:
Gerhard-Uhlorn Gemeinde Linden
30451 Hannover.
Xeta 10 ji êstegeha bajêr Hauptbahnhof => Ahlem
Daketin: Li Leinaustr. Nêzîkî FAUT Gelände û Radio FLORA
|
|
efrin.net 01.09.2003
Kurdparêz Xelîlê Sofî hate girtin
- efrin.net 01.09.2003
Li gor agahiyên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê pêr
(Şemî, 30.08.03) bi sibê endeziyarê kurd Xelîl Mistefa Silêman
(1958) li bajarê Tel el-Deman (herêma Çiyayê Sem´an/parêzgeha
Helebê) ji aliyê hêzên ewlekariya hewayê ya sûrî ve hate girtin û
bo Şama paytext hate birin. Sedema vê girtina hov û çavsor jî hîn
– li gor daxuyaniya Nivîsgeha Rêzanî ya partiya navborî –
tu kes nizane. Ango ne diyar e ka ji bo çi rêzdar Xelîl Mistefa
Silêman, ku bi Xelîlê Sofî nasraw e, hate girtin û ta kînga ewê
girtî bimîne.
Di daxuyaniya xwe de, ya ku efrin.net re jî hati bû şandin,
Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd radigihîne
ku endeziyar Xelîl Silêman di dema girtinê de li avahiya çandiniyê
li bajarê Tel el-Deman li ser karê xwe bû. Herweha ew dibêje ku
endeziyar Xelîl li herêm Kurdaxê û di nav xelkê xwe yê kurd de
xwedî navekî baş bû. Lewra jî ew di sala 1994-an de ji aliyê
Tevgera Kurd de ji bo endametiya Perlemana Sûryayê weke berendam
hati bû vebijartin. Ev yeka jî, weke tête zanî bû sedama girtin û
jêpirsînên asayêşî, herweha bû egera wê yekê, ku ew ciyê karê xwe
li bajaroka Cindirêsê (herêma Efrîn) ji dest bide û bi awayekî
nerewa û dadmend bo Til el-Dema bête veguhastin. Weha jî ew diviya
bû rojê 240 km ji bo çûna ciyê kar here û were.
Di dawiya daxuyaniya xwe de “Yekîtî” vê girtinê rûreş û protesto
dike. Herweha ew bang li hemû hêzên niştîmanî yên demokrat û
piştgirên mafên mirovan dike, da ku ew dengê xwe li dij vê
girtinê, ya ku ters`i hemû zagon û yasayên herêmî û navnetewî ye,
bilind bikin û doza berdana endeziyar Xelîlê Sofî bikin.
Hêjayî gotinê ye ku endeziyar Xelîl Mistefa Silêman di sala
1958-an de li bajarokê Şiyê (Çiyayê Kurmênc) ji dayik bûye. Navê
diya wî Kerîme û yê bavê wî Mistefa ye. Wî di sala 1983-an de
xwendina endezyariya çandiniyê li Zanîngeha Helebê bi dawî aniye.
Ew bi jin e û çar zarokên wî hene: Ferzend, Rolav, Delav û Deland.
|
|