|
01.08 - 31.08.2003
|
|
efrin.net 31.08.2003
Divê navê Cegerxwîn li kolan, dibistan û
garsîneke Qamişlo bibe
- efrin.net 22.08.2003
Komîteya Xelata helbestvanê kurd Cegerxwîn, ku ji mamoste
Abdulrezak Osî (Rezo), Selman Osman (Konê Reş), Hefîz Abdulrehîm,
Îbrahî el-Yûsif pêk tê, nameyek ji bajêrvanê bajarê Qamişlo re
rêkir û tê de doz kir ku navê Cegerxwîn li kolan, dibistan û
garsîneke bajêr bibe. Komîteya navborî ev yek di nameyekê de, ku
em bi dilxweşî deqê wê li jêr pêşkêş dikin, daxwaz kir.
Birêz serokê encûmena bajarê Qamişlo!
Komîta xelata helbestvanê kurd Cegerxwîn, vê yekê radixe:
Sala 2003-an sedsaliya helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn e. Ew
navê ku ne tenê di toreya kurdî de, lê wilo jî di toreya mirovanî
de diçîse. Ew mirovê ku bi şêweyekî mirovane piştgiriya
pirsgirêkên miletan, bi tevayî, dikir. Belê, Cegerxwîn kurê bajarê
Qamişlo bû û piraniya afirandinên xwe li vî bajarî nivîsîne. Erê,
wilo bi şûn û warê xwe ve girêdayî bû, tanî bicihbûna wî li
welatekî Iskandînaviyayê û warê xweşiyê û hezkirina bajarê wî di
dilê wî de sivik ne kir. Lewra xwasteka wî ya dawî – li ber mirinê
– ew bû ku li bajarê xwe û di hewşa mala xwe de bê veşartin, da ji
wan niştevanên ku ji wan hez dikir nêzîk bimîne.
Bo vê yekê, em Komîteya Xelata Helbestvanê Kurd Cegerxwîn – ev
sedsaliya ko ahengên wê li gêra navnetewî li dar dikevin – ji we
bi hêvî ne ku:
1. kolana ku di ber mala wî re derbas dibe bi "kolana Cegerxwîn"
bi nav bibe
2. navê wî li garsîneke bajarê Qamişlo bibe û nîgarê wî tê de bê
danîn
3. dibistanek bi navê wî bi nav bibe. Herwekî ew yek ji ronakbîrên
sereke bû ku doza vekirina dibistanan li Cizîrê dikir, wilo jî
hozanvanekî welatperwerî û mirovaniyê bû.
Qamişlo, 19.08.2003
Komîta xelata Cegerxwîn:
Abdulrezak Osî (Rezo), Selman Osman (Konê Reş), Hefîz Abdulrehîm,
Îbrahî el-Yûsif
|
|
efrin.net 22.08.2003
Elî Kîmiyayî jî hate girtin
- efrin.net 22.08.03
Li gor agahiyên nû duh (Pênceşem, 21..08.03) pismamê dîktatorê
Îraqê yê rûxandî Sedam Husên, Elî Hesen Mecît, yê ku bi Elî
Kîmiyayî hatiye naskirin, hate girtin û nuha di destê hêzên
emerîkî de ye.
Hêjayî gotinê ye ku Elî Hesen Mecît di bikaranîna çekên kîmiyayî
li dijî miletê me yê kurd de mirovê yekê bû. Herweha ewî roleke
sereke di hemû tawanên ku li dijî Kurdan û Şî’`iyan de hatine
kirin hebû.
Tê gotin ku rola wî di kuştina herdu zavên Sedam de jî a serekîn
bû. Yanê bi kurtî ew dest`e sedamî ê rastê bû. Di tevkuştina
Helepçe bi tenê de ewî dora 5000 kesên kurd di rojekê de qir
kirin.
Ji aliyekî din ve, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Samî
Ebilrehman duh kêfxweşiya xwe ji bo girtina vî xwînmijî diyar kir
û got ku ya herî baş ew e ku Kurd wî li Helepçeyê mehkeme bikin.
– Ev rojeke mezin e. Elî Hesen Mecîd berpirsê kuştina bi
dehhezaran Kurdan ya bi çekên kimiyayî ye. Kurd dixwazin wî li ber
derê mehkemeyê bibînin û cihê herî baş jî ji bo mehkemekirina wî
Helebçe ye.
Hêjayî gotinê ye ku Komela bervedêriya miletên çewsandî (GfbV) li
Almaniyayê bi vê boneyê li ser zimanê serokê wê rêzdar Tilman
Zülch daxuyaniyek belav kir. Em li vir kêfxweş in orgînala wê
daxuyaniyê bi zimanê almanî pêşkêşî we bikin
|
|
efrin.net 21.08.2003
Ronîcan CD-êyeke nû derxist
- efrin.net, 21.08.03
Hunermendê Kurd Ronîcan Hiso, piştî şeş kasêtên tomarkirî, CD-yeke
nû bi navê SÎLVA derxist. Di vê CD-yê de deh (10) strana cî
girtine, yên ku piraniya wan ji awaz û gotinên Ronîcan bi xwe ne,
lê ji wan sê helbest yên helbestvanê hêja Xemgînê Remo ne.
Ronîcan Hiso yek ji wan hunermendên jîr û jêhatî ye. Di van salên
dawî de stêrka xwe digel hunermendin din geş bû.
Hêjayî gotinê ye ku me bi vê boneyê hevdîtinek bi Ronîcan re çê
kir. Em dilxweş in ku di demeke pir nêzîk de wê hevpeyvînê diyarî
xwendevanên xwe bikin.
|
|
efrin.net 12.08.2003
32-saliya Yekîtiya Nivîskarên Kurd
- efrin.net Duhok, 12.08.03
Yekîtiya Nivîskarê Kurd (Duhok) bi boneya 32-saliya damezrandina
xwe, ku îroye, pirtûkek bi sernavê “Karwanê rewşenbîrî yê Yekîtiya
Niviskarên Kurd ji 1991–2003-an” derxist. Pirtûk ji 132 rûpelan
hevedudan e û ev babet di nav xwe de civandine: Bizav û çalakî,
Festîvala Xanî, Cizîrî, Nalbend, Mehwî, Hesîb Qeredaxî, Sedsaliya
Cewahirî, Konfiransên Yekîtiyê, Çapemeniyên Yekîtiyê û
Bîblyografiya 26 hejmarên kovara Peyv.
Li gor agahiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok ev pirtûk li
êvara 12.08.2003-an, katjimar 21.00 li baxçeyê Yekîtiyê li Dihokê
li ser endam û mêvanan, yên ku ji bo pîrozbahiya vê helkeftê serî
li wir dabûn, hate belav kirin.
|
|
efrin.net 08.08.2003
Li Berlînê xwepêşandeneke Kurdan
- efrin.net Berlin, 08.08.03
Çend wêne ji xwepêşandana Berlînê>>
Îro dora 700 kurdî li Berlînê, li gor banga rêxistinên Ewropa yên
partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê, beşdarî xwepêşandeneke rûreşkirin
û protestoyê bûn.
Weke tête zanîn heşt partiyên kurd ev xwepêşandana ha bi armanca
danasîna doza gelê me yê kurd li Sûriyê û daxwazkirina piştgirtinê
jê re. Herweha armanc ew bû ku Yekîtiya Ewropa destêwerdanê di wê
yekê de bike, ku “kêşa gelê me yê kurd li Sûriyê bi awayên
demokrat, li ser bingeha wekheviyê û di çarçewa bîrdozên demokrat
û mafên gelan de, çareser bike û hebûna miletê me bi awayekî fermî
û destûrî bipejirîne, ta ku em jî – weke hemû gelên cîhanê – li
ser axa bav û kalên xwe û di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de
jiyaneke şad û bextewar derbas bikin û bi taybetmendiyên xwe yên
netewî şa bibin”. Herweha da ku kar ji bo wê yekê jî bête kirin ku
“girtiyên kurd ên di girtîgehên destlatê de, nemaze jî girtiyên ku
roja 25.06.2003-an di xwepêşandana zarokên kurd de hati bûn
girtin” di zûtirîn dem de bêne serbestkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev xwepêşandana bi piştgirtina Hevbenda
Partiyên Kurdistanê li Almaniya (Hevkarî) û Komîteyên Bervedêriya
Mafên Mirovî li Sûriyê hate lidarxistin.
Armanca xwepêşandana protestoyê ya aştiyane jî balyozxana îtalî li
Berlînê bû. Lewre ku Îtaliya nuha serokatiya Yekîtiya Ewropayê
dike. Loman jî partiyên kurd memorandoma (mozekere) xwe, ya li ser
rewşa kurd li Sûriyê û pêwîstiya destêwerdaneke erênî bona
çareserkirina doza kurd, di riya wê balyozxanê re pêşkêşî Yekîtiya
Ewropa kir.
Di memoranduma partiyên kurd de rewşa gelê kurd li Sûriyê bi
ferehî hati bû şirove- û diyarkirin.
Em kêfxweş li vir temna kurdî ya daxuyaniya xwepêşandanê ligel
temna erebî ya memorandumê pêşkêşî we bikin.
|
|
efrin.net 05.08.2003
Hejmara 9-ê ya “Zevî” derket
- efrin.net 05.08.2003
Li gor agahiyên ku ji Başûr-rojavayê Kurdistanê gihane me, hejmara
9-ê ya kovara “Zevî” derket.Em hêvîdar in ku emê di zûtirîn dem de
kari bin wê, di malpera wê de www.efrin.net/zevi, pêşkêşî
xwendevanan bikin.
Weke tête zanîn kovara “Zevî” li Başûr-rojavayê Kurdistanê
derdikeve. Ev çend hejmarin jî di internetê de jî tête belavkirin.
Desteya nivîserên kovarê jî ji wan nivîskaran pêk tê:
– Arşevê Oskan
– Mihemed Seyd Husên
– Mîdasê Azîzî
|
|
efrin.net 04.08.2003
Xwepêşandaneke protestoyê li
Berlinê
- efrin.net
04.08.2003
Bi armanca destek-kirina doza gelê me yê kurd li Sûriyê û
piştgirtina girtiyên kurd ên di girtîgehên destlatê de, nemaze jî
girtiyên ku roja 25.06.2003-an di xwepêşandana zarokên kurd de hati
bûn girtin, rêxistinên partiyên kurd ên sûrî, bi alîkariya Hevbenda
Partiyên Kurdistanê li Almaniya (Hevkarî) û Komîteyên Bervedêriya
Mafên Mirovî li Sûriyê, xwepêşandaneke protestoyê ye aştiyane li pêş
balyozxana îtalî (ji ber ku Îtaliya nuha serokatiya Yekîtiya
Ewropayê dike) li Berlînê li dar dixe.
Herweha partiyên kurd dê memorandomekê (mozekere) li ser rewşa kurd
li Sûriyê û pêwîstiya destêwerdaneke erênî bona çareserkirina doza
kurd pêşkêşî Yekîtiya Ewropa – dîsan bi riya balyozxana îtalî –
bike.
Xwepêşandan dê roja Înê 08.08.2003-an li katjimêr 10.30 li dar keve.
Partiyên kurd revenda kurd, bi mebesta piştgirtina doza kurd li
Sûriyê, vexwendî vê xwepêşandanê dike. Vêca hêvî ew e ku revenda
kurd bi girseyî û hêzeke xort beşdarî vê çalakiyê bibe.
Adrêsa meşê heve
Saminelplatz: Berlin - Tempelhof-Schöneberg,
Wittenbergplatz *
Route: Kleiststraße, an der Urania, Schillstraße, Lützowplatz,
Klingelhöferstarße, Tiergartenstarße.
Abschlusskundgebung: Berlin - Mitte, Tiergartenstarße (nähe der
Italinsche Botschaft)
|
|
efrin.net 01.08.2003
Memê bê Zîn
- efrin.net 01.08.2003
“Hezkirin ew hest e ku dihêle tu bibî an kole an jî qatil. Ez
Memekî bê Zîn im, hevalo, Memekî weha xemgîn mîna çiyayekî bê dar,
bê giha û di bin berfê de û bitenê mîna qatilekî… Çawa dibim Mem
bêyî ku Zîn hebe? Çawa hezkirin dikare weha devê mirov li ber sola
herkesî veke? Çawa weha mirov têk diçe û pişt lê dişke?...”
Bi van gotin û hestên xweş berhevoka nivîskarê me yê hêja Helîm
Yûsiv, ya ku berî çendakî ketî destên xwendevanan, hatiye danasîn.
Berhevok, ya ku sernavê “Memê bê Zîn” hilgirtî, ji 15 çêrokan, ku
di 160 rûpelî de cî girtine, hevedudan e. Ew li Stenbolê ji aliyê
weşanên Avesta de hatiye weşandin.
Çêrokên vê berhevokê jî ev in:
– Hezkirineke teknolojîk
– Giriyê li medbexê
– Welatê sêyem
– Şoreşên oda biçûçik
– Çavên bavê min
– Sênîka sincirî
– Xewna Mihemedê hunermend
– Dema hezkirin xwe dixwe
– Jina heftserî
– Sînorên bombekirî
– Meha sêzdehan
– Gerînok
– Berlîn êçav e
– Segbav
– Sol û serî
Weke tête zanîn nivîskar Helîm Yûsiv li Başûr-rojavayê Kurdistanê,
li bajarê Amûde, sala 1967-an ji dayik bûye. Heta nuha jî pêc
berhemên wî bi zimanê kurdî der ketine. Berhemên wî yên berê –
weke hûn jî dizanin – ev in:
– Mirî ranazin (çêrok, 1996)
– Mêrê avis (çêrok, 1997)
– Jinên qatên bilind (çerok, 1998)
– Sobarto (roman, 1999)
Hersê berhemên pêşîn bi erebî jî hati bûn weşandin. Herweha “mirî
ranazin” ji aliyê Rahmi Batur ve bo tirkî hati bû wergerandin û di
sala 1998-an de hati bû weşandin.
|
|