|
01.07 - 31.07.2003
|
|
efrin.net
31.07.2003
Semînareke Emar Bekdaş li Efrînê
efrin.net
Efrîn, 29.07.03
Roja 28.07.2003-an li Bajarê Efrînê sêmînarek ji aliyê Partiya
Komonîst ya Sûriyê (Baskê Xalêd Bekdaş) di bin sernava “Partiya
Komonîst û ragihandin” hate lidarxistin. Gotederê semînarê rêzdar
Emar Bekdaş (lawê rehmetî Xalêd Bekdaş) bû.
Rêzdar Bekdaş di axaftina xwe de li ser rewşa cîhanê, ya erebî û li
dawiyê jî li ser ya hundrîn rawestî. Lê mixabin ewî di axqaftina xwe
de, ne ji dûr, ne ji nêzîk, çêra rewşa kurd ne kir. Lê beşdarekî
semînarê kir ku ew (Emar Bekdaş) li ser vê rewşê jî baxife. Lew wî
pirsek ji çend mofirkan ji wî pirsî, ku ew jî li ser helwest û
siyaseta Partiya Komonîst beramberî:
1. guhartina navên herêmên kurd, ango siyaseta erebkirinê,
2. rewşa kurd li Îraqê çi ye
3. “serjimartina awarte ya stemkar” li Cizîrê.
Di bersiva xwe de rêzdar Bekdaş sebaretî erebkirinê helwesta xwe
weha anî zimên: “Em li dijî kirineke weha ne, ji ber ku ew li dijî
mirovatiyê ye. Mafên Kurd û Ereban li Sûriyê weke hev in.”
Sebaretî rewşa kurd li Îraqê jî ewî got: “Em bi awayekî giştî bi
Kurdan re ne, lê em ne bi wan kesan re ne, yên ku bi Emerîka re
hevpeyman bin. Herweha em bi federaliya Îraqê re ne jî.” Ewî hîn
berdewam kir û got: “Rehmetî Xalêd Bekdaş li Sovyetistanê got, ez jî
li Efrînê dibêjim: Em bi avakirina Kurdistana Mezin re ne, li
Tirkiye, Îran û Îraqê.” Vêca yekî ji beşdaran bi ser ve kir û got: "
û li Sûriyê."
Li ser “serjimartina awarte” jî Rêzdar Bekdaş got: “Em ji bêtirî sih
salî de li ser vê rewşê daxifin. Di xola perlemanê a nuha de jî, di
daniştina pêşîn de, min daxwaza rakirina (îbtalkirina) vê yasayê
kir. Herweha me pirî caran di rojnameya partiya xwe de doza vê yekê
kirî.”
|
|
efrin.net
26.07.2003
Kobaniyê Siyamend Îbrahîm hembêz kir
Rêzdar Siyamend Îbrahîm roja 24.07.2003-an semînarek li bajarê
Kobanî li dar xist. Di semînarê de gelek kesên çand- û zimanhez
beşdar bû bûn. Mamoste Siyamend di semînarê de bi ferehî li ser
rewşa çanda kurd li Sûriyê axifî. Herweha ew li ser kovara Aso jî
rawestiya, ya ku ew hem sernivîserê wê, hem jî berpirsiyarê wê yê
giştî ye.
|
|
efrin.net
26.07.2003
Pênûsa nû derket
efrin.net
26.07.03
Hejmara 14-ê ya kovara “Pênûs” kete destê xwendevanên xwe. Herweha
ewê pir nêzîk di malperê de jî (www.efrin.net/penus) li ber destê we
be.
Ev hejmara jî – weke hertim – ji 100 rûpelî hevedudan ye, û piraniya
wê (85 rûpel) bi zimanê kurdî ye.
Di beşê kurdî de gelek berhemên hêja çî girti e; ji wan:
1. Gureyarê xwe navêje; dr Kamiran Bêkes
2. Pirsa kurd bi çavên “demokratekî” ereb; Ehmed Abdalo
3. Gelê kurd li Kurdistana Sûriyê; dr. Ebdilmecît Şêxo
4. Hemreş Reşo; Bedirxan Eppzdemir
5. Nirxandinên yekalî; Lokman Polat
6. Ehmeqî; dr. M. Zeyno
7. Mem û Zîn; Albert Socin û Eugen pyrm
8. Bingehên gotinê; Keça Kurd
9. Zubêr Salih ji Pênûsê re dipeyive; Dilyar Dêrikî
10. Alole (çêrok); Perwîz Cîhanî
11. Lê ka Birîva; Ebdulrehman Efîf
Herweha hin helbest û nivîsarên din jî naveroka pênûsê xemilandine.
Di beşê erebî de jî (ku ji 15 rûpelan hevedudan e) berhemine hêja cî
girtine; ew jî ev in:
1. براعم الكرد في دمشق، نوري بريمو
2. الذكرى الثلاثون لمشروع الحزام العربي، سردار بدرخان
3. حسين حبش يوزع الورد في ساحات عفرين، زهير كاظم عبود
4. قصائد قصيرة جداً، عمر أوسو
5. أطفال أرض سمراء، بيريفان باكير
Hêjayî gotinê ye ku sernivîserê kovarê (dr. Kamiran Bêkes)
sernivîsara vê hejmarê (Gur eyarê xwe navêje) li ser salvegera 46-ê
ya damezrandina yekem partiya kurd li Sûriyê, xwepêşandana zarokên
kurd li Şamê û pêdiviyên demê nivîsandiye. Em kêfxweş in ku li vir
temna wê sernivîsarê pêşkêş bikin.
|
|
efrin.net
23.07.2003
Udey û Qusey hatin kuştin
efrin.net
23.07.03
Duh êvarî Richardo Sanchez, serokê hêzên emerîkî li Iraqê piştrast
kir ku wan herdu kurên Sedam Husênî, Udey û Qusey kuştine.
Hêzên leşkerî yên emerîkî duh li nêzîkî Mûsilê êriş biri bûn ser
malekê û herdu kurên Sedam Husênî, Udey û Qusey kuştin.
Paul Bremerê admînîstratorê sivîl yê Iraqê gotibû her kesê Udey û
Qusey sax yan mirî nîşa emerîkiyan bide ew dê ji bo her yek ji wan
15 milyon dolaran bide kesê ko giliya wan bike. Vêca Şêx Mihemed
Zeydan, yê ku Udey û Qusey xwe li mala wî veşarti bûn, û yê ku – li
gor hinek agahiyan – li wan dabû, nuha hêvî dike ku bibe milyoner û
30 milyon dolaran wekî xelat ji Emerîkayê bistîne.
Ji aliyekî din ve weha xuya ye ku emerîkî dikin wêneyên laşên herdu
kuştiyan belav bikin, da ku ew gumana ku li ba xelkê heye jî bête
hilanîn.
|
|
efrin.net
21.07.2003
Heft rêxistinên kurd nijadperestiya Sûriyê
rûreş dikin
efrin.net
21.07.2003
Ji bo rûreşkirina helwest û kiryarên destlata Sûriyê beramberî
xwepêşandana zarokên kurd li Şamê, ya ku roja 25.06.2003-an hati bû
lidarxistin, îro heft rêxistin û partiyên kurdistanî li Swêdê
nameyeke rûreşkirin û protestoyê pêşkêşî balyozxaneya Sûriyê li
Swêdê kirin. Herweha wan rêxistinan girtina her heft kesên kurd jî,
yên ku di wê xwepêşandanê de hati bûn girtin, bi bîr anîn û ji hemû
dezgehên swêdî û yên navnetwî daxwaz kirin ku ew dengê xwe ligel
Kurdan hildin û ji dewleta Sûriyê bixwazin ku:
1. hebûna 2,5 milyon Kurd nas bike û mafên wan ên rawa bide wan;
2. mafê hemwelatiyê li wan 250 hezar Kurdan vegerîne, yên ku hîn di
sala 1962-an di encama serjimartina awarte de ji wî mafî hatine
bêpar kirin;
3. projeyên nijadperest ên asimîlekirinê rake;
4. hemû girtîyên siyasî yên kurd, kevn û nuh, zû serbest bike.
Rêxistinên ku beşdarî vê çalakiya hêja bûne ev in:
– Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
– Înstiativa Kurdên Swêdê.
– Komiteya Hevkariya Rêxistinên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
– Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
– Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê - (Elpartî)
– Partiya Hevgirtina Gelê Kurd Li Sûriyê
– Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
|
|
efrin.net
21.07.2003
Rêzdar Ismaîl Emo di “Koçka Qamişlo – bajarê
evînê” de
Rêzdar Ismayîl Emo, serokê Partiya Yekîtî ya
Demokrat a Kurd li Sûriyê, semînarekê li ser Tevgera Kurd di koçka
qamişlo – bajarê evînê de pêşkêş dike. Semînar dê roja Pêncşemê
24.07.2003-an li katjimêr 21.00 li dar dikeve. Herkes vexwendiyê vê
semînarê ye. Herweha mera hêvî dike jî ku herkes bi pirsên xwe
semînarê dewlemend bike.
|
|
efrin.net
17.07.2003
Serdana Mîr Celadet û şevbuhêrkeke çandî li
Şamê
efrin.net, 17.07.03
Şêx Birîmce, Şam
Roja 15.07.2003-an, li katjimêr 19.30 îvarî, li ser daxwaza komîta
amadekar ya şevbuhêrkên kurdî li Şamê -Taxa Kurdan- bêtirî sed kesî
ji nivîskar, rojnamevan, helbestvan, rewşenbîr, zimanhez,
welatperwer, xwendevan û gurzek ji perwanên hêje keçên kurd û çend
jinên hêja li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî li ser gora nemir mîrê
ziman û çanda kurdî, neviyê Bedir-Xanê gewre civîyan. Bi vêxistina
mûman û bi baxên gul û kulîlkan gora Mîr xemilandin; baxeke ji wan
bi navê komîta amedekar ya şevbuhêrkên kurdî li Şamê û yên dî bi
navê van mamoste û rêdzaran bûn: Helbestvana hêja Diya Ciwan,
helbestvan Husên Ehmed, Daryos Darî, nivîskar Ehmed Mihemed.
Hêjayî gotinê ye ku nameke devkî ji Almanya bi navê mamoste Sîrwan
Hecî Berko, xwediyê malpera Amûdê (www.amude.com), bi ser de jî
birûskek digel baxeke gul ji mamoste Husên Ehmed. Herweha ji
nivîskar û romanivîs Bavê Nazê, zimanzan Rizo Osê, nivîskar û
helbestvan Dildarê Mîdî, helbestvan Ferhad Icmo, helbstvan û
nivîskara hêja Bêwar Îbrahîm nameyên devkî hebûn.
Rêwresimê bi kurtegotineke devkî, ku ji aliyê nivîskar Şêx Birîmce
de hetî gotin, û bi xwendia Ayeta Qurana pîroz “Fatîhe” li ser
giyanê Mîr û malbata Bedir-Xwaniyan û hemî xebatkarên ziman û çanda
kurdî dest pê kir. Li dawiyê jî helbestek, ku li ser mîr Celadet bû,
ji aliyê nivîskar Konê Reş de hate kutakirin.
Piştî girtina hin wêneyên ji bo bîranîna vê rojê, piraniya beşdaran
çûn di maleke kurdperwe de şevbuhêrkek li dar xistin. Mamoste Rostem
Hemzê mîvanê şevbuhêrkê, mamoste Konê Reş bi kurtejîyaneke kurt li
ser rewş, jiyan û xebata mamoste ya kesayetî û torevanî ji beşdarên
şevbuhêrka kurdî ya taybet re da nasîn.
Lehengê vê şevê, nivîskar û helbestvanê hêja Konê Reş bû. Ewî bi sê
gotarên nirxbuha ev şev xemiland. Gotarek li ser xebata Mîr a rêzanî
û rojnamevnî “Mîr Celadet Alî Bedir-Xan di navbera polîtîk û
rojnamevniyê de” bû, ya dî gotareke bi navnîşana “Nirxandineke kurt
li dor Mîr Celadet Alî Bedir-Xan” bû, ya sêhem jî di bin sernava
(Ala Kurdistan bi danîna bedirxaniyan û hildana berzanyan). Herweha
ewî du helbest jî xwendin, ku yek ji wan li ser xwepêşandana zarokên
kurd li pêş Unicef-ê roja 25.06.2003-an bû.
Bi danûstandineke wêjeyî, têbînî û rexneyî ji aliyê mamosteyên
beşdar şev dewlemend dibû û bilez baz dida.
Têbînî: Di nûçeya me ya ku berî çend rojan belav bû bû şaştiyek çê
bû bû. Me di wê nûçeyê de goti bû ku gora dr. Kamiran jî li ba mîr
Celadet e. Lê a rast ew e ku dr. Kamiran li goristanekeke Parîsê li
Firansa hatî veşartin. Em lava lêborînê ji xwendevan dikin.
|
|
efrin.net
12.07.2003
Îtîfaqa Emerîka Û Kadekê Pîroz be!
Fuat Akpınar
akpinar@t-online.de
Almaniya, 12.07.2003
Min îro (12.07.2003) di radyoya Dengê Mezopotamya de heypevîneke
digel birêz Osman Ocalan (endamê konseya Kadek-ê) guhdar kir. Birêz
Osman Ocalan di heypeyvînê de ji bo bûyerên nû li Rojhilata Navîn û
bûyerên di navbera Emerîka û Tirkan de dîtin û nêrînên xwe anî zimên
û di gotinên xwe de gelek tiştên balkêş gotin. Ev cara yekem e ku
berdevkê Kadek-ê ji bo Emerîka gotinên pir pozîtîv dibêje û kirinên
Emerîka li Îrakê pêşverû dibîne. Birêz Osman Ocalan di radiyoya
Dengê Mezopotamya de wiha got: “Emerîka pozîsyoneke pêşverû
girtiye.”
Birêz Ocalan rola Emerîka li Viyetnam û Îrakê da ber hev û got: “Li
Viyetnamê, ku Emerîka piştî Şerê Cîhanê yê Duyem cihê kolonyalîstên
firensî girt, di pozîsiyona parastina sîstema kevnar û paşverû de bû
û, ji lew re jî, bi ser ne ket. Lê li Îrakê ew di pozîsiyona
pêkanîna sîstemeke nû û demokrat de ye. Ewên ku li Îrakê li dijî
Emerîka şer dikin, tiştê kevin û paşverû diparêzin. Ji ber wê jî,
ewê bi ser nekevin. Di bin axa Îrakê de ne tenê petrol heye, lê belê
ji termê mirovan jî tije ye, ewên ku bi destê rêjîma Sedam hatine
kuştin.” Û wiha berdewam dike: “Kurd hazir in ku ji bo maf û heqên
xwe bi Amerîka re îtîfaq bikin.”
Belê ev gotin têye wê wateyê ku KADEK di pirsa Emerîka de ketiye
pêvajoyeke nû. Ev bûyer ji bo gelê kurd û Kurdistanê bûyereke gelek
baş e. Ev gotinên birêz Osman Ocalan ji min re têne wê manê ku
PKK/KADEK êdî antî-Emerîka nîne.
Ev guhertin vî tiştî jî baş rayî me dide, ku îdeolojiya
qaşo-sosyalîzim û komûnîzima bi qirêj û gemar, îdeolojîya qaşo çepên
Tirkan yên kevneperest jî îflas kir û KADEK êdî bi vê îdeolojiyê
îtîbar nake û xwe li gor siyaseta cîhanê ya maqûl diguherîne.
Eger îtîfak di navbera Emerîka û KADEK-ê de îtîfaqeke jidil (samîmî)
be, dê siyaseta Kurdan bi tevayî ji bin bandora Tirkan derê û ev jî
silametiya Kurdan e.
Dem ji Kurdan re demeke pir nazik û dîrokî ye. Eger têkiliyên
Kadek-ê bi Emerîka re pêş de herin, ev têye wê wateyê ku di pêşerojê
de înisyatîveke pir xurt dê têkeve destê Kurdan. Yanê rojên
jiholêrakirin û çirandina Peymana Lozanê ne dûr in. Belê ew Peymana
ku bêyî razîbûna gelê kurd hati bû çêkirin, gelê kurd tu caran nas
ne kir û nas jî nake, dê di pêşerojê de bête çirandin û li nava çavê
Tirkan û Ewropiyan bikeve.
Nakokiyên van rojan, yên di navbera Emerîka û Tirkan de li ser
girtina 11 eskerên Tirkan li Silêmaniyê jî baş rayê dide, ku êdî
tamîrkirina têkiliyên wan ne hêsan e.
Dewleta devrût niha ketiye şokeke pir mezin û nizane çi bike. Ji ber
ku ev cara yekem e têkiliyên wan wisa bi Emerîka re xerab bûne.
Emerîka jî roj bi roj Tirkan baş nas dike û ji bo wan jî baş dertê
holê, ku Tirk di siyaseta xwe de jidil (samîmî) nînin.
Divê Kadek ne tenê bi biyaniyan re, lê bi hêzên Başûrê Kurdistanê re
jî têkiliyên xwe baş bike, li ser bingeh û di çarçoveya neteweyî de
tevbigere û fen û fûtên dijminan pûç bike.
Bûyerên nû yên baş ji bo gelê kurd û Kurdistan pîroz bin.
|
|
efrin.net
11.07.2003
Serdana Mîr Celadet Bedir-Xan
efrin.net, Şam
11.07.2003
Komîta amedkar ya şevbuhêrkên kurdî li Şamê (taxa Kurdan) bi daxwaza
çûna ser gora mîrê çanda kurdî, dê di 15.07.2003-an de dest bi
saleke dî ye çadî bike. Belê komîta navborî dê sala xwe bi bîranîna
52-salîya koçbarkirina mîr Celadet Alî Bedir-Xan nuh bike.
Weke têt zanîn Mîr di goristana şêx Xalidê Neqişbendî yê kurd de bi
cih bûye. Ev guristana bi rêzdarî û serbilindî giyanê penaberên
kurd, yên ku li vir jiyane û li vir çûne dilovaniya Xwedê, wek Mîrê
me yê bê hempa Celadet û birayê wî Kamiran û xanima wî Rewşen xanim,
hempêz dike.
Komîta amedekar ya şevbuhêrkan nameyeke nivîskî li ser beşdarên
şevînên xwe û hemû dostên çanda kurdî û cemawerê xwe belav kirî û ew
agahdarî vê çalakiyê kirine.
Helbet em gelek bi vê çalakiyê serbilind in û bi hêvî ne ku ev kar
bi coşeke mezin were hembêzkirin.
Bi vê boneya hêja jî rm hêvîdar in ku em li zimanê xwe bêtir xwedî
derkevin û dest bi fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî bikin, zarokên
Kurdan hînî xwendin û nivîsandina zimanê dayikê bikin.
Eger em bi rastî dixwazin li Mîrê xwe yê nemir xwedî derkevin, divê
berî hertiştî em li zimanê xwe xwedî derkevin, ev zimanê ku ewî
hîmên rêziman û rastnivîsandina wê danîne. Belê divê em berî
hertiştekî din lim zimanê xwe xwedî derkevin, çunkî “miletên bindest
heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan
diparêzin. Ol yek. Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest
yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e”.
|
|
efrin.net
02.07.2003
Edvokatên Kobaniyê piştgir in
Kobanî, efrin.net
02.07.2003
Gropeke ji edvokatên herêma kobaniyê namake rûreşkirin û protestoyê
ji şalyarê karûbarê hindirîn yê Sûriyê, Elî Hemûd re bi rê kirin û
tê de piştgiriya hemwelatiyên kurd yên ku roja 25.06.2003-an, di
dema xwepêşandana zarokên kurd li Şamê de, bê sûc û sedem ji hêla
hêzên ewlekariya destlatê ve hati bûn girtin û binçavkirin. Evokatên
kurd di nameya xwe de didin xuyakirin ku ev karê ku wan kirî, karekî
rewa, destûrdayî ye, herweha ew ne li dijî yekîtiya niştîmanî ye jî.
Lewre jî ew dibînin – û doza wê yekê jî dikin – ku divê ew girtiyan
di zûtirîn de bêne azadkirin.
Edvokatên ku ev name îmze kirine ev in:
Berkel Hemî
Bozan Bekî
Dara Ebdî
Ebdela Îmam
Faroq Hinko
Ferhad el-Baqir
Ferhad Şahîn
Fewzî Elî
Hesen el-Mihemed Elî
Hesen Nebo
Mehmûd Bedirxwan
Mehsûm Elî
Mihemed Ebdo
Mihemed Elî Temo
Mihemed salih hesen
Mihidîn Îsmayîl
Mistefa Elî Misto
Omer Zekî
Redîf mistefa
Xelîl Eslan
|
|
efrin.net
01.07.2003
Gelê kurd li Sûriyê rabûye ser piyan wek dilêr
Heleb, efrin.net
01.07.2003
Duh (Duşem, 30.06) li bajarê Heleb bi sedan welatiyên kurd li taxên
Kurdan xwepêşandanek li dar xistin. Armanca wan ew bû ku destlata
Sûriyê wê qedexekirinê, ya ku li ser çand û zimanê kurdî heye, ji
holê rake. Lê – weke hercar – ev çalakiya jî di çavên şovenistan
hilnehat, lewra jî hêzên asayîş û ewlekariyê yên destlatê bi
şêweyeke tund û hov bi vê xwepêşandanê re têkel bûn û dora 50 kesî
binçav kirin.
Hêjayî gotinê ye ku berî vê xwepêşandanê tenê bi çend katjimaran
serokê Sûriyê Beşar el-Esed li Helebê bû.
Weha xuya ye ku gelê me li Sûriyê êdî “rabûye ser piyan wek dilêr”
ta li maf û azadiya xwe xwedî derkeve.
|
|
efrin.net
01.07.2003
Seroka PEN-a Kolombiyayê û xwepêşndana zarokên
kurd
efrin.net, 01.07.2003
Piştî ku Komîteya Wergerandin û Parastina Zimên ya Navenda PEN-a
kurdî di daxuyaniyeke xwe de bangî PEN-ên din li cîhanê kir ku ew
piştgiriya daxwazên Navenda PEN-a Kurd, yên ku di wê daxuyaniyê de
hati bûn destnîşankirin, bikin seroka PEN-a Kolombiyayê, birêz stiya
Cecilia Balcázar de Bucher di nameyeke xwe de xemgîniya xwe ji ber
rewşa Kurdên Bashûrê Rojava bi giştî û xwepêşendana zarokan Şamê bi
taybetî nîşan da.
Weke tête zanîn Komîteya Wergerandin û Parastina Zimên ya Navenda
PEN-a kurd daxuyaniyek bi zimanê îngilîzî derxist û tê de piştgiriya
xwe ji bo xwepêşandana zarokên kurd li Şamê anî zimên û daxwaza
serbestkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li Sûriyê kir. Herweha
PEN-a Kurd di daxuyaniya xwe de li ser rewşa ziman û wêjeya kurdî li
Sûriyê radiweste û radigihîne ku ew ji ber qedexkirin û çewsandinê
di rewşeke pir dijwar re derbas dibin. Ji bilî vê yekê jî Navenda
PEN-a Kurd bangî PEN-ên din li cîhanê dike, da ku ew piştgiriya
daxwazên Navenda PEN-a Kurd bikin û ji rêjîma Sûriyê doza
serbestkirina zimanê kurdî li Sûriyê bikin.
|
|