|
01.06 - 30.06.2003
|
|
efrin.net 30.06.2003
Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne
efrin.net, 29.06.2003
Li gor ku malpera www.kerkuk-kurdistan.com ragihandî Konseya
Serokatiya Kadakê (ya ku berê navê xwe Partiya Karkerên Kurdistanê
bû) daxuyaniyek (Ozgur Politika, 27.06.2003) derxist û tê de li ser
plana Tirkiyeyê ya derxistina zagoneke nû ye poşmaniyê radiweste.
PKK-Kadek di daxuyaniya xwe de diyar dike ku divêt tirkî zimanê
fermî yê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê be, lê belê di dibistanên
destpêkê de divêt zarokên kurdan bikarin bi kurdî perwerde bibin.
Di daxuyaniya PKK-Kadekê de heft daxwaz hene, ku hinek ji wan ev in:
serbestkirina zimanê kurdî ya di televizyonê de, pejirandina
nasnameya kurdî û derxistina lêborîneke giştî. Di benda pêncê de
PKK-Kadek dibêje ku “divêt hemî xebatên siyasî yên ku zor tê de
nebin, yekîtiya siyasî ya Tirkiyeyê tehdîd nekin û di çarçeweya van
mafan de, yên ku me li jorê destnîşan kirine de bimînin, bêne
serbest kirin”.
PKK-Kadek dibêje heger ku Tirkiye van daxwazên wê bipejirîne, ew
(Kadek) dê bibe parêzvana yekîtiya axa Tirkiyeyê û rê nede ku kes
daxwazên radîkaltir ji Tirkiyeyê bike. Wateya vê lixwegirtinê ya
pratîk jî helbet ew e ku eger li Bakurê Kurdistanê mirovek yan
partiyeke kurdî bi gotin yan nivîsandin jî daxwaza serxwebûnê,
federaliyê yan jî otonomiyê ji kurdan re bike, hingê PKK-Kadek dê li
dijî wî kesî yan wê partiyê raweste.
Berî pênc rojan jî (Ozgur Politika 22.06.2003) – dîsan li gor
kerkuk-kurdistan – serokê PKK-Kadekê Abdullah Ocalanî di hevdîtineke
xwe ya digel eboqatên xwe de careke dî êrişî serokê Partiya Demokrat
ya Kurdistanê Mesûd Barzanî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Celal Talebanî kir û got ew “nijadperestên kevnare”
ne. Di heman demê de jî wî êrişî Abdulmelik Firat, serokê Hak-Parê
kir û got ku ew lehîstokeke bive ya “miliyetçî” dilîze. Her di wê
hevdîtinê de Abdullah Ocalan aşkera Mustafa Kemal Ataturkî diparêze
û dibêje ku ew “pêşvero bû, esilzade bû, şerefmend bû”.
Vêca ev gotin li kû, û “ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek
nîne” li kû!
|
|
efrin.net 28.06.2003
Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê doza parastina
mafê xwepêşandanan dike
efrin.net, 28.06.2003
Rêxistina Mafên Mirovî li Sûryê duh di daxuyaniyeke xwe de ji rêjîma
Sûryê doza parastina mafê xwepêşandanan li Sûriyê kir.
Di daxuyaniyekê de Rêxistina Mafên Mirovî li Sûriyê doza
çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê jî kir. Herweha wê ji rêjîmê
xwast ku ew hemû mafan bidin Kurdan, da ku ew jî bikari bin weke
welatiyên Sûriyê yên din bijîn.
Derbarî girtiyên xwepêşandana zarokên kurd li Şamê, rêxistinê ji
rêjîmê xwast ku bilez û yekser wan heyşt girtiyên kurd ji
binçavkirinê azad bike.
Di dawiya daxuyaniya xwe de rêxistina navborî piştrast kir ku – heta
li gor destûra Sûriyê jî – mafê her kesî li Sûriyê heye ku bi riyeke
aştiyane protestoyê bike. Herweha wê bangî rêjîmê kir ku problêmên
welatiyan bêyî pêkanîna zorê çareser bike.
|
|
efrin.net 28.06.2003
Çalakiyên zarokên kurd dê sêwî nemîne
efrin.net, 28.06.2003
Berpirsiyarê rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd
li Sûryê Ehmedê Çeto duh êvarî di axaftineke xwe di Koçka Qamişlo ya
paltalkê de ragihand ku Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûryê biryara
çalakiyeke rûreşkirin û protestoyê, ku dê di demeke nêzîk de li
pêşiya wezareta karûbarên hundir li Şamê pêk were, standiye.
Herweha ewî ragihand ku Hevbendî niha amadekeriya protestoyeke mezin
dike û dê di demeke nêzîk de li ser vê yekê bi partiyên din re
baxife, da ku bi hev re bi vê çalakiyê rabin. Çimkî – dîsan gotin ya
Ehmedê Çeto ye – partiyeke bi tenê tenê nikare problêmên Kurdan li
Sûryê çareser bike. Lewre jî ew yekîtiya Tevgera Kurd pêwîst dibîne.
Ev yeka jî – li gor wî – dikare pêk were, eger partî gotarên
(xîtabên) xwe biguherînin û dev ji helwesta "tu bi min re kar nakî,
ango tu xerab î" berdin. Ji bo ku yekîtî pêk were jî Çeto biryara
partiya xwe, ya ku berî demekê di civata serkirdayetiyê ya fereh de
hati bû standin, dubare kir û got: “Pêwîste hemû partiyên kurd li
hev bikin û di kongireyeke netewî de li ser xebateke hevbeş
baxifin.”
|
|
efrin.net 27.06.2003
Rêzdar Şêx Dawod ji êzga dengê Emerîka re
efrin.net, 27.06.2003
Roja 25.06.203-an li katjimêr 14.00 Êzga Dengê Emerîka hevpeyivîneke
zindî bi endamê Komîta Rêzanî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd
li Sûriyê (Yekîtî), rêzdar mamoste Şêx Dawod (Bavê Mesûd) re kir.
Peyvdarê wê êzgê, mamoste Xelefê Zîbarî danûstendineke sebaretî
xwepêşandana zarokên kurd, ya li pêşiya UNICEF-ê (25.06.2003) li
bajarê Şamê, kir û çend pirs di vî warî de ji rêzdar Şêx Dawod
kirin.
Di vê danûstendinê de rêzdar Şêx Dawod di bersivên xwe de weha anî
zimên û got: “Di 25.06-an li bajarê Şamê katjimêr 10.45 li dora
dused zarokên kurd ji herêmên kurd û ji bajarê Şamê berê xwe ji bo
armancên jêrîn dan avahiya UNICEF-ê:
– Bi navê zarokên kurd li Sûriyê pîrozkirina zarokên cîhanê bi
boneya Roja Cîhanî ya Zarokan
– Diyarkirina derd û kovanên zarokên kurd û çewsandina ku ew
dikşînin ji zarokên Sûriyê û cîhanê re bi riya memorandumekê, ku wan
li ser vê yekê amade kiri bû.
Di wê xwepêşandanê de zarokan kurd gul hilgirti û sê durişm, yên ku
daxwazên wan aşkere dikirin, hilda bûn. Ev durişm jî ev bûn:
– Berve zaroktiyeke şad û kamiran dûrî newekhevî û çewsandinê
– Vegerandina nasnameya Sûriyê li Kurdên bê nasname
– Mafê hînkirina zimanê bav û kalan.
lê mexabin wan zarokan nikari bûn memoranduma xwe
bigihandanabaregeha UNICEF-ê, ji ber qedexekirina ku ji aliyê hêzên
parastin û polîsan ve hati bû holê û rêbirîna ku li pêşiya wan
zarokan hati bû kirin û bi ser de jî ji ber lêxistin, lêdan û
girtina hinek ji xwediyên wan zarokan.
Herweha rêzdar Şêx Dawod da xuyakirin ku çar partiyên kurd
piştgiriya vê xwepêşandana zarokan kirine û ew destek kirine,
herweha wan partiyan daxwaza azadkirina girtiyan jî, di daxuyaniyeke
hevbeş de, kirine. Ev partî jî ev in:
– Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
– Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
– Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê
– Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî).
|
|
efrin.net 25.06.2003
Xwepêşandana zarokên kurd bi çavsorî hate
pêşwazîkirin
efrin.net, 25.06.2003
Xwepêşandana ku îro bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan ji hêla çar
pertiyên kurd ve hati bû organîzekirin bi çavsorî û bi lêdan,
gefûgur û girtinan bi dawî hat. Hêzên şaoven ne hêştin ku zarokên
kurd bigihin avahiya UNECEF-ê. Wan berî ku xwepêşandan bigihe
armanca xwe bi 150 mitrî ew dorpêçkirin û rê li pêş girtin. Loma jî
tukesî nikari bû memorandum, ya ku bi mebesta diyarkirina daxwazên
zarokên kurd hati bû amadekirin, bigihanda serpereştên baregeha
UNICEF-ê ya li Şamê.
Li ser vê yekê rêzdar Ebdilbaqî Yosif, sekreterê Partiya Yekîtî ya
Kurd di hevpeyvîneke bi beşê kurdî ya Radyo Flora li bajarê
Hannoverê ragihand ku xwepêşandan dora demjimêr 10.45 dest pê kir û
dora 300 kesî (ji wan 200 zarok) beşdar bû bûn. Rêzdar Yûsif herweha
ragihand ku hejmara polîs û hêzên asayêşa sûrî 2-3 caran ji ya
xwepêşandêran bêtir bû. “Berî ku em bigihin pêşiya avahiya UNICEF-ê
bi 150 mitrî, hêzên sûrî ketin pêşiya me û dest bi lêdanan kirin”,
weha Yûsif ji radyoyê re got. Wî hîn jî got ku polîsan li zarok û
mezinan dixistin û gefûgur li wan didan. Herweha wî diyar kir ku 7
kes hatine binçavkirin. Ew heft kesan jî – dîsan li gor rêzdar
Ebdilbaqî Yosif – ev in: Parêzger Mihemed Mistefa, Şerîf Remedan,
Xalid Mihemed, Amer Mûrad, Salar Saleh. Ji van pişt re sê kes hatin
berdan
Li gor agahiyên Kurdmedia.com dema ku polîs ketin pêşiya
xwepêşandanê, zarokên kurd li cihê xwe rûniştin û dest bi stranên
kurdî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, di xwepêşandanê de, zarokên kurd daxwazên xwe
li ser plakatan bilind kiri bûn; ew daxwaz jî ev bûn:
1. Xwendin û perwerdekirina bi zimanê dayikê
2. Pejirandina nasnameya kurdî
3. Hilanîna embargoya li ser herêma Kurdan
4. Wekheviya zarokên hemû netewan li Sûriyê.
Tê zanîn ku ew xwepêşandana ji aliyê çar partiyên kurd ve (Partiya
Yekîtî ya Kurd, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd (Yekîtî), Partiya
Hevgirtina Gelê Kurd û Partiya Çep a Kurd) hati bû amadekirin.
Bi vê boneyê herçar partiyên ku ev çalakî amade kirine daxuyaniyeke
hevbeş derxistin û ev kirinên hov diyarkirin.
Weke tê zanîn di 10.12.2002-an de jî Partiya Yekîtî ya Kurd
xwepêşandaneke aştiyane li pêş perlemana Sûriyê li dar xisti bû û di
encamê de du endamên Nivîsgeha Rêzanî ya wê partiyê (Hesen Salêh û
Merwan Osman) hati bûn girtin.
Weha xuya ye ku destlata şoven û nijadperest, herçendî guhartin li
cîhan û herêmê biqewimin jî, şêweya danûstandina xwe bi doza gelê me
ya rewa, dadmend û demokrat re neguhêre. Ango “erê gur tûyê xwe
diguhêre li mejiyê xwe tu carî na”.
|
|
efrin.net 24.06.2003
Zarokên kurd nijadperestiya destlata Sûriyê
rûreş dikin
efrin.net, 24.06.2003
Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan û bi mebesta rûreşkirin û
protestokirina siyaseta şoven û kiryarên nijadperest, yên ku gelê
kurd li Sûriyê her roj tôşî wan dibe, çar partiyên kurd (Partiya
Yekîtî ya Demokart a Kurd, Partiya Yekîtî ya Kurd, Partiya
Hevgirtina Gelê Kurd û Partiya Çep a Kurd) sibe (25.06.2003) li
katjimêr 11.00 xwepêşandaneke aştiyane li pêş baregeha UNICEF-ê li
Şamê li dar dixin. Di xwepêşandanê de dê li rex zarokên kurd nûnerên
herçar partiyên navborî jî beşdar bibin.
Xwepêşandêr dê mêmorandumekê (muzekere) li ser rewşa nebaş, ya ku
zarokên kurd li Sûriyê bi giştî û yên bê nasname bi taybetî dorpêç
dike, pêşkêşî baregeha UNICEF-ê bikin. Herweha ewê daxwaza wekhevî û
mafê xwendina bi zimanê dayikê dûrî çewsandina netewî, erebkirin û
besîkirinê bikin.
Hêjayî gotinê ye ku destlata şoven ji nuha de li hember vê çalakiyê
çavsor bûye û hewil dide ku rê li pêş wê bigre. Di vî warî de – li
gorî ku Partiya Hevgirtina Gelê Kurd ragihandî – destlatê rêvebirên
ku serperştiya baregeha UNICEF-ê dikin bo Şaxa Filistîn-ê (şaxeke
asayêşî li Şamê ye) di heman dem û kata xwepêşandanê de vexwendine,
da ku ew mêmoranduma kurdan wernegrin.
Helbet gelê kurd li Kurdistana Sûriyê serûber bi vê xwepêşandanê
kêfxweş e. Gelek hevalên partiyên kurd jî ragihandin ku ewê, herçend
partiyên wan beşdarî vê çalakiyê nebin jî, beşdar bibin.
Hêvî ew e ku ev çalakî serkeftiyane pêk were û çalakiyên hîn hêjatir
û yekîtiya gotara siyasî ya kurd bi xwe re bîne.
|
|
efrin.net 20.06.2003
Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî bi boneya du
bîranînên piroz ahengeg li dar xist
efrin.net 20.06.2003
Di 15-ê Pûşperê 2003-an de rexistina partiya yekîtî li Ewropa bi
boneya bîranîna 46-saliya Tevgera Azadîxwaza Gelê Kurd li Sûriye û
bi têperbûna 10 salan di ser damezrandina Partiya Yekitî re ahengeke
mezin li Hannoverê (Almaniya) li dar xist. Di vê ahengê de pirtirî
700 heval, nivîskar, rewşenbîr, dostên Yekîtî û Tevgera Kurd ji pir
şarên Almaniya û dewletên din, wek Belcîka û Holenda beşdar bûn.
Piştî rawestandina kêlîkeke bêdeng li ser giyana pakrewanên
Kurdistanê û xwendina sirûda netewî “Ey Reqîb” endamekî ji Komîta
Rêxistina Ewropa gotareke berfereh li ser bizava gelê kurd li
Kurdistana Rojava û rola gelê kurd di rizgarkirina Sûriyê ji Firansa
diyar kir. Har wisa jî hemî zordestiyên ku li ser Kurdan bûne û hîn
jî dibin di ber çavan re derbaz kir û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir
ku ew dîsan li siyaseta xwe vegere û dîroka gelê kurd bi çavên
zanistî bixwînin; hebûna nasnama me ya netewî, ziman û çanda me nas
bikin. Ewî hîn got: “Mafxwarin û bindestî pirsgirêk in, lê
çareserkirin û mafdayîn tenê derman e.”
Dîsan hevalê navborî li ser rewşa rêxistinî ya Tevgera me rawestiya
û giringiya “Yekbuyî” û pişt re “Yekîtî”, “Hevbendî”, “Eniya
Demokrat a Kurd” û “Kongira Nistîmanî” ya dûhatî di pêşketina Bizava
Azadîxwaza Kurd de da xuyakirin û rola “Yekîtî” di pêşxistina
weşanên kurdî li Sûriyê û li dervayî welêt û hînkirina zimanê dayîkê
diyar kir.
Herweha ewî got: “Lê Tevgera me bi giştî pêwîst e hîn pirtir, bi
jîrtir xebatên xwe berdewam bike”. Herweha ewî erkên kurdperwer,
hevl, nivîskar û rewsenbiran, bi taybetî li dervayî welêt destnişan
kir û ji wan lava kirin ku ew jî li dervayî welêt ji tevgera xwe re
bibin balyozên rasteqin.
Li aliyê din jî, hevalê Yekîtiyê helwesta gele kurd li Sûriyê ya
erênî li beramberî tevgera azadîxwaza gelê kurd li beşên din (Bakur,
Başûr û Rojhilat) ronî kir û serkeftinên Kurdistana Başûr û
rizgariya Îraqê ji rêjîma dîktator pîroz kir. Li dawiyê jî ewî azadî
ji hemî girtiyên rêzanî li Sûriyê, wek Arif Delîle û pir hevalên wek
wî demokratîxwaz û ji hemî girtiyên Kurdan re, wek Îbrahîm Nesan,
Hesen Salih, Merwan Osman, Ehmed Qasim û yên mayin xwast.
Piştî wê endamê Komîta Navbendî berpirsiyarê Rêxistina Ewropa nama
pîrozbahiyê ya Komîta Rêzanî ya “Yekîtî” xwand û ewî weha got: “Bê
goman jidayikbûna yekemîn rêxstina rêzanî ya kurd li Sûriyê ji gelê
me re pêdiviyeke dîrokî bû, ta ku ew berevaniya armancên gelê kurd
bike, lê dewleta Sûriyê destgirtî nema, bi her awayî hewal da ku rêl
û keleman di pêşketina vê partiyê de biçikîne... Tevî tehliya
perçebûnên tevgera me ya netewî ya kurdî ji vîna têkoşînê ji bo
yekîtiya hêzên kurd berdewam bû, û hîn jî di vê riye de berdewam e.
Beriya 10 salan Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê hate
damezrandin. Partiya me li hember pilan û projeyên wan ên
nijadperest û ne mirovane, mina serhejmartina awerte, kembera erebî,
û bi dehan dost û havalên partiya me di vê riyê de hatin
îşkencekirin, lê baweriya me li cî ye ku tu hêz nikare serê gele me
yê kurd û xebatkarên wî yên qehreman bitewîne.” Herweha ewî berdewam
kir û peyivî: “Yek ji waneyên sereke ku ji hilweşandina rêjîma
Sedamê devbixwîn hate girtin ew e ku divê dewleta Sûriyê doza gelê
kurd çareser bike.”
Li dawiyê Komîta Rêzanî di nameya xwe de ahenga navborî pîroz kir û
silavên xwe ji xebatkarên xelatgir re dişîne û wan pîroz dike.
Hêjayî gotinê ye ku gelek nameyên pîrozbahiyê ji partî, komele û
kesayetiyên ramyarî ji vê ahangê re hati bûn şandin. Ew jî ev bûn:
1. PDK-Sûriyê (Elparti) – Rêxiszina Almaniya
2. Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
3. PDK-Îraq – Rêxistina Hannovere
4. Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê
5. Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî
6. Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriye – Rêxistina Almaniya
7. Komelgeha Kurdên Sûriyê li Berlin û Brandenburg
8. Komîtên Berevaniya Mafên Mirovan li Sûriye (CDF)
9. Rebhan Remedan , endamê komîta Partiya Hevgirtina Gel li Sûriyê.
Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd di ve ahengê
de gaveke erenî ye baş avêt û pir girtiyên siyasî, yên ku ji bo doza
gelê kurd li Sûriyê keti bûn zindanê û niha li dervayî welêt dijîn,
bi parola Partiya Yekîtî, bi medaliyên zêrîn, ji aliyê berpirsiyarê
rêxistina Ewropa ve hatin xelatkirin. Ew kes jî ev in:
– Dara Heso
– Ebdilsetar Yosif
– Husên Kuro
– Kemal Seydo
– Mihemed Mile Ehmed
– Neşet Betal (Hêmen Kurdaxî)
– Omer Dawod
– Salih Cefer
– Serdar Seid
– Welîd Ehmed Binbaş
Hinekên din jî ji bo xelatkirinê hati bûn vexwendinberçavkirin, lê
wan nikari bû ji ber sedemên taybet amede bibûna. Ew kes jî ev bûn:
– Azad Husên
– Cankurd
– Ehmed Îbrahîm
– Hoşeng Sebrî
– Mihemed Omerî
Herweha ji ber dengbej M. Şêxo ve kurê wî Îbrahîm Şêxo hate
xelatkirin. Komîta Ewropa xwast ku nirxeke buha bide Şivan Perwer û
rola wî ya bala di şiyarkirina hesta neteweyî li her çar perçên
Kurdistanê û li dervayî welêt ji bîr ne kir, lewre ew jî wek
girtiyên me bi dilşadî hat xelatkirin.
Pişt re mamoste M. M. Ehmed, ji ber van girtiyên jorên de, peyveke
siyasê ye hêja xwend.
Di birê duhem de dengbêjên beşdar, wek Evina Welat, Hevraz,
Gulistan Sobari, Eli Sofi, Zoro Seid Yosif û li dawiyê bilbilê
Kurdistanê Şivan Perwer bi deng û sazen xwe ahenga me xemilandin û
geş kirin. Herweha jî koma Tîrêj ya govendê ya navdar çend awayên
semayê ji beşdaran re pêşkêş kirin.
|
|
efrin.net 15.06.2003
Festivala jinên kurd a yekê
efrin.net 15.06.2003
KOMJIN, KOMKAR, IKV-Wuppertal û Hevaltî-Bottrop bi hev re û bi
alîkariya Ökofons, Gleichstellungsstelle für Frauernfragen,
Gesellschaft für bedrohte Völker, Alte Feuerwache, Bündnis90/Die
Grünen KV Wuppertal, IMK Navenda Mafê Kurdan a Navnetewî rojên
20–22.06.2003 li bajarê Wuppertal festivalekê bi navê “Festivala
Jinên Kurd a Yekê” amade dikin.
Navnîşan:
Altefeuerwache
Gathe 6
42107 Wuppertal
Roj: 20–22 Hizîranê 2003
Destpêk li katjimêr: 17.30
|
|
efrin.net 14.06.2003
Herdu hikûmetên Kurdistana Başûr dibin yek
efrin.net 14.06.2003
Da ku gelê kurd li Kurdistana Başûr kari be rola xwe di Îraqa
paşerojê de hîn xortir bike û da ew bikari be akameke girantir li wê
yekê bike ka awayê federalîzmê dê çawa be, roja 12.06.2003-an
Polîtbûroyên Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê di bin serokatiya kek Mesûd Barzanî û mam Celal Talebanî
de li havîngeha Dukanê kom bûn û biryareka nû ya dîrokî ji bo miletê
kurd dan. Herdu partiyan biryar dan ku heta du hefteyên di herdu
hikûmetên Kurdistanê bikin yek.
Ji bo şopandin, rêdûzkirin û bicihkirina vê biryara pîroz herdu
partiyan komîteyeke hevbeş ji şeş kesan ava kirin. Li gor
agahdariyan ew şeş kes ev in: Herdu serokwezîr (Nêçîrvan Barzanî û
Berhem Salih), herdu serokên Parlamentoyê (Roj Nûrî Şawês û Kemal
Fuat) û endamek ji polîtbûroya her partiyekê: Rêzdar Samî Ebdurehman
û Fuat Mesûm.
Weke tête zanîn jî, piştî sala 1996-an Yekîtiya Niştîmanî ya
Kurdistanê li Silêmaniyê hikûmeteke xweser çê kir û bi vî awayî,
mixabin, du desthilatên cida û du serokwezîrên cida li Kurdistanê
peyda bûn.
|
|
efrin.net 12.06.2003
NÛVÎN HERSAN
Ji aliyê asayêşa destlata şoven ve hate girtin
N. HERSAN
www.saradistribution.com
efrin.net, 12.06.03
Roja Çarşemê 11.06.2003-an li Qamişlo keça kurd a navdar NÛVÎN
HERSAN ji bal asayişa dewleta Sûriyê ve hate binçavkirin.
Bi armanca dîtina diya xwe ya nexweş Nûvîn ji welatê derbederiyê rê
girti bû û berê xwe dabû welatê bav û kalan, da ku hesreta dîtina
diya wê pê re nemîne. Lê sed mixab in ku dema ew sînor derbas dike
asayişa dewletê wê digre û dişîne bajarê Hesîçê. Çiqasî ew ji wan
dixwaze ku derfetê bidinê da here diya xwe, berî mirina wê, bibîne û
dîsa li wan vegere jî, lê wan guh ne dan xwesteka wê. Demjimêr 8.30
êvarê, berî ku berê wê bidine Şamê, diya wê ya nexweş bi hesreta
dîtina keça xwe çavên xwe girtin û koça dawîn kir.
Wekî nas e, Nûvîn Hersan keçeke kurd e zîrek û jêhatî ye. Eve bêtirî
30 salî ye ku ew li Swêdê dijî. Endama Partiya Kar a Sosyalist a
Demokrat a Swêdê ya bi nav û deng e. Ew di şarevaniya Stokholmê de
nûnera partiya xwe ye. Ew keça Ûsivê Hersan e, ew mirovê ku beriya
dora 70 salî berketiyê doz û zimanê kurdî bû û yek ji xwendevan û
aboneyên kovara kurdî “HAWAR”-ê bû (niha ew li bajarê Amûdê dijî)
Pirs ew e, ma gelo ta kengî dê karbidestên dewleta Sûriyê bi vî
rengî, bi vê gomanê, têkiliyê bi keç û lawên gelê me yê kurd re
bikin?! Çima, ji ber ku em kurd in, em di çavên wan karbidestan de
gunehkar û tewanbar in?! Ma gelo ew ji riha bavê xwe şerm û fihêt
nakin vê ton danûsitandinê bi keçeke kurd e şareza mîna Nûvînê re
dikin?! Ma wê çi bû ba ku wan derfet bidanê da ew diya xwe berî
mirina wê bibîne û xatiran jê bixwaze?!
Lê xuya ye ku dema xwîna şovenîzmê di serê mirovan de dikele, ew
reng mirov nema ber çavên xwe dibînin û nema dizanin bê çi dikin.
Em di efrin.net de vê kiryara şoven rûreş dikin, azadiyê ji
çalakvana kurd re daxwazin û bang li hemû Kurdan û hemû mirov- û
demokrathezan dikin ku dengê xwe li dijî vê çavsoriya destlata şoven
ya Sûriyê bilind bikin.
Hêjayî gotinê ye ku rayedarekî Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li
Sûriyê ev kar ji raya giştî re da xuyanîkirin, ew riswa û şermezar
kir û daxwaza ayadkirina çalakvana kurd kir.
|
|
efrin.net 11.06.2003
Dewletekê bidin Kurdan
efrin.net, 11.06.2003
Profesorê îsraîlî Shlomo Avineri, ku li Unîversîteya Hebrew ya
Yerusalemê profesorê zaniyariyên siyasî ye, di rojnameya “Jerusalem
Post” de pêr nivîsareke balkêş li ser Îraqê û Kurdan nivîsandi bû.
Rêzdar Shlomo Avineri di nivîsara xwe dibêje mirov nikare
demokrasiyê derbasî Îraqê bike, çunkî ew tradîsyon li welatên Ereban
nîne. Di heman demê de ew balê dikişîne ser wê yekê ku Îraq wekî
terîtoryum ne li ser hev e û dibêje ku Başûrê Kurdistanê divêt ji
Îraqê bêt veqetandin û Kurd dewleteke serbixwe ava bikin.
Shlomo Avineri dibêje ku yekmayîna axa Îraqê ne bivê-nevê ye, tenê
hinek sedemên realpolîtîk yên wekî dijayetiya Tirkiyeyê ya avabûna
Kurdistaneke serbixwe hene. Lê belê, dîsan Shlomo Avineri dibêje,
piştî şerê li dijî Îraqê rola Tirkiyeyê li ba Emerîkayê weke berê
nema. Tirkiye jî dê, weke çawa Îsraîl bivênevê avakirina dewleteke
filistînî dipejirîne, avabûna dewleteke kurdî ye serbixwe
bipejirîne.
Shlomo Avineri di dawiya nivîsara xwe de dide xuyakirin ku ev yeka
(avakirina dewleteke kurdî ye serbixwe) di rajeya erebên Îraqê de ye
jî, çunkî, herçendî raya giştî ya ereban li hemberî parçekirina
Îraqê derkeve jî, lê di bingehê de avabûna dewleteke kurdî dê rê ji
erebên Îraqê re veke ku ew bi xwe di paşerojeke bêzor de bijîn.
Hêjayî gotinê ye ku Shlomo Avineri di salên 70-yî de wekî
gerînendeyê giştî li wezareta derve ya Îsraîlê kar kiriye.
|
|
efrin.net 10.06.2003
11-saliya Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê
efrin.net, 10.06.2003
Bi boneya 11-saliya Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê duh li Hewlêra
paytext kombûneke taybet hate lidarxistin û tê de, ji bilî serok û
berpirsiyarên partiyên kurd û herdu serokwezîran, serok û
berpirsiyarên partiyên Ereban û berpirsên leşkerî û siyasî yên
emerîkî û birîtanî beşdar bûn.
Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe
de li ser giringiya federalîzmê, destûra nû ya Îraqê û rola
pêşmergeyên Kurdistanê rawestiya û got divêt tu kes hêzên
pêşmergeyên Kurdistanê wekî mîlîsan nehesibînin ji ber ku
pêşmergeyan hertim kurd û erebên li dijî rejîma dîktator ya Sedam
Husênî parastine û di paşerojê de jî dê bi awayekî nû bibin hêmaneke
sereke yên parastina Îraqê û Kurdistanê.
Kek Mesûd Barzanî nemaze li ser destûra nû ya Îraqê rawestî û diyar
kir ku ewê yekîtî yan perçebûna Îraqê moseger bike: Heger ew destûra
federaliyeta Kurdan biçespîne û nehêle bi tu awayî bivehî bête ser
Kurdistanê, hingê Kurd dê yekîtiyeke azad de digel Ereban bijîn; lê
belê heger ew destûr dudiliyê ji Kurdan re çê bike, hingê ne Kurd
dibin perçeyek ji Îraqê û ne jî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dibin
perçeyek ji ordiya Îraqê ya nû.
Sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî
jî di axaftina xwe de got ku yekîtiya axa Îraqê dê nikari be bêt
parastin, eger ev çar tişt nebin: demokrasî, mafê mirovî,
parlamentarîzm û federalîzm.
Hêjayî gotinê ye ku berpirsiyarên sivîl û leşkerî yên emerîkî û
birîtanî, wekî Bruce Moore, Tim Cross û general David H. Petraeus
jî, beşdarî civîna parlamentoyê bû bûn. Herweha Admînîstratorê Îraqê
yê emerîkî Paul Bremerî jî mesajek bo Parlamentoya Kurdistanê şandi
bû, ya ku tê de goti bû: “Gelek tiştên ku em ji bo pêşeroja Îraqê bi
hev re bikin hene. Em bi hev re jî ji avakirina rêveberiyeke îraqî
ye nû û destûreke nû bixebitin.” Herweha cîgirê admînîstratorê Îraqê
Tim Cross (birîtanî ye) gotinek got, ku tê de pesna ezmûna
Kurdistanê da û silavên serokwezîrê Birîtaniya Tonî Blair gihande
endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê. Pişt re jî general
Petraeus di gotina xwe de pesna rola pêşmergeyên Kurdistanê di
azadkirina Îraqê de da.
Weke tête zanîn civîna pêşîn ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê di
04.06.1992-an de hati bû lidarxistin. Ji hingê de Encûmenê – weke
serokê Encûmenê rêzdar dr. Roj nûrî Şawîş aniye zimên – 472 civîn li
dar xistine û 144 biryar di rajeya gelê Kurdistanê de wergirtine.
|
|
efrin.net 10.06.2003
Salvegera Partiya Demkrat a Kurdistan - Sûriyê
li Holenda
efrin.net – Holenda
10.06.03
Bi boneya salvegera damezrandina yekem rêxistina siyasî ya kurd li
Rojavayê Kurdistanê, herweha bi bona piştgiriyqa televisiyoneke
netewî Federasiyona Rêxistinên Kurdên Sûriyê li Holenda û Partiya
Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (rêxistina Holenda) roja
13.06.2003-an ahengekê li dar dixin.
Aheng dê bi dengê hunermendê gewre Şivan Perwer bête xemilandin. Li
rex Şivên jî hunermendên me yên hêja (Evîn, Haşim û Zubêr Salih) dê
bi dengên xwe yên zîz şahiyê dewlemend bikin.
Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a
Kurd jî roja 15.06.2003-an li bajarê Hannover (Almaniya) ji bo heman
boneyê û bi boneya 10-saliya Partiya Yekîtî şahiyekê digêre.
Agahdariyên Ahenga Holenda
Roj: 13.06.2003
Katjimêr: 17.00
Cih: Cort v/d Lindenstraat 1
Delft / Holland
Ji bo têkilî û agahiyê: (0031) (0)645562552
(0)647664197
|
|
efrin.net 09.06.2003
Sûriyê li hember înternêtê tengijiye
efrin.net – Efrin
Di çarçewa sînorkirina belavbûna agahiyan de destlata Sûriyê ya
“welatparêz û pêşverû” ev sê roj in xelkê Sûriyê ji Hotmail-ê bêpar
kiriye. Weke tête zanîn destlata Sûriyê berî vê jî gelek malper û
navnîşanên înternêtê qedexe kiri bûn û ew ji ser xelkê Sûriyê birî
bûn, filter kiri bû.
Di sedsala 21-ê de, û di demeke weke ya me de, ku tê de gelek
pêngavên hêja berve azadî û demokrasiyê têne avêtin, helbet,
kirineke ji vî rengî ne tenê kevneperestî û dîktetoriyetî ye, belê
ji cîhana hevdem jî dûrketin e. Pir bi dûrketin e.
Ji dêvla ku destlata Sûriyê ji guhertinên herêmê sûdê werbigre û
riyê li pêş pêşketin, demokrasî û mafên mirov û gelan dûz û fereh
bike, ew bi vê hewildanên xwe yên kufikî hîn dixwaze li pêş
guhertinên herî biçûk jî bibe kend û kelem!! Lê helbet, di vê heyama
me ya cîhangêriyê de, tu hêz dê nikari be hetava (roja) azadiya hizr
û boçûnan, bi alav û bêjingên xwe yên kufikî, veşêre.
|
|
efrin.net 01.06.2003
Hevbendî, Yekîtî û Hevgirtin hilbijartinan
boykot dikin
efrin.net 07.06.2003
Piştî ku “hêviyên mayî” jî li ba Tevgera Kurd di qaşo-hilbijartinên
perlemana Sûriyê de hatin şikandin û ew gihîşte wê baweriyê ku “gur
eyarê xwe navêje” Tevgera Netewî ya Kurd li Sûriyê helwesteke erênî
sebaretî hilbijartinên rêvebiriya herêmî girt, ango ew gihîşte wê
biryarê ku di hilbijartinên rêvebiriya herêmî de, yên ku di
21.06.2003-an de têne lidarxistin, beşdar nebe û pişta xwe bide wan.
Di vî warî Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd di civîna fereh a
serkirdayetiyê de (dawiya Gulanê 2003) biryar da ku ewê çi bi
dengdayînê, çi jî bi namzetiyê “di hilbijartineke weha derewîn de,
ku kêmtirîn pileyên rasteqîniyê tê de tune ne, beşdar nebe”.
Herweha Hevbenda Demokrat a Kurd, roja 31.05.2003-an, di
daxuyaniyeke xwe de da xuyanîkirin ku wê biryar daye ku ewê “di
hilbijartinên bê de ne bi deng, ne jî bi berendamtiyê beşdar nebe,
heta ku destlat dest ji kirinên xwe yên dijî yasaya hilbijartinan û
bîrdozên demokrat û mafên mirovan bernede” .
Li aliyekî din Partiya Yekîtî ya Kurd jî di daxuyaniyeke xwe de
(01.06.2003) bang li gelê kurd kir ku “pişta xwe hem di dengdayînê
de, hem jî di berendametiyê de bide van hilbijartinan, ji bo
riswakirina vê lîstika sexte û virançî, ya ku bi sextekarî ew bi
hilbijartinan binav kirine”.
Hêjayê gotinê ye ku Partiya Hevgirtina Gelê Kurd jî li dawiya Gulanê
di daxuyaniyekê de da xuyakirin ku “ji ber nebûna tu guhartineke
erênî berve demokrasiyê, tu guhartineke destûrî, yan jî tu
guhartineke di yasayên hilbijartinê de, û ji ber berdewamiya rewşê
bi giştî weke berê, û da ku em heman şaşiyê weke di xolên borî de
dubare nekin, em danezan dikin ku partiya me pişta xwe dide tevaya
çalakî û karûbarên hilbijartinên rêvebiriya herêmî yên ku dikin di
Hizêranê de bibin”.
Ji bo bêtir agahdariyê, hûn dikarin hemûdaxuyaniyên bi babetê ve
girêdayî di beşê erebî de (www.efrin.net/arabi) bixwînin, Çunkî
orgînala wan hemû daxuyaniyan – mixabin – bi erebî ne.
|
|