|
01.05 - 31.05.2003
|
|
efrin.net 31.05.2003
Ji Bîr û Raya Giştî re
Di dîroka her gelî de mirov hene ku mohra xwe li dîrokê
xistine û bûne malê gel û dîrokê. Ew mirov bi kirinên xwe, bi berhem
û kesayetiyên xwe yên serbilind û azad xwe di dilê gelê xwe de bicih
dikin û digihîjîn asta nemiriyê. Jixwe bi domanê re bi zanîn û nirxandina
wan ew dibin malê mirovatî û cîhanê. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku
hemû mirovayetî deyndarê ked û kirinên wan e, ew kedên ku her tim riya
civak û mirovayetiyê ya ber bi pêşveçûnê ve vedikin. Ew bi finda rewşenbîriya
xwe ve her tim riya gelan ronî dikin.
Seydayê Cegerxwîn yek ji wan kesan e, yê ku ji gel û dîrokê re bûye
mal. Cegerxwîn bi helbest û kesayetiya xwe bûye malê dîrok û gelê kurd.
Wî di demên herî tarî yên gelê xwe de ji bo pêşveçûn û geşedana civakê
li berxwe da û heya dawiya temenê xwe ev keda xwe domand û ji gelê kurd
re berhemên gewre li pey xwe hiştin û bi vî rengî di dilê gelan de wek
nimûneyek kêrhatî ciyê xwe vekir. Lewre pêwîst e ku gelê kurd jî di
her hêlê de xwedîtî lê bike û di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn navê
wî binivîsîne.
Cegerxwîn yek ji hozanên gelê kurd ê herî mezin e. Hozanekî civatî,
evîndarî, siyasî, netewî û pêşverû ye. Cegerxwîn bi helbestên xwe sêrka
wêjeya kurd geş kiriye û rengekî din daye helbesta kurdî.
Cegerxwîn mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahirê
Uryan û hwd, ji bo vî gelî gelek êş û azar kişandine. Lê tu car ji evîna
xwe ku heskiriyê vî gelî bû ji dûr neket û layîqî vê evîna xwe ma. Bi
vê girêdana xwe bû çirûskek di helbesta kurdî de.
Îsal Sedsaliya Jideyikbûna Seydayê Mezin Cegerxwîn e. Em wek sazî, nivîskar
û hunermendên ku îmzeya wan li jêr in, sala 2003’an wek “Sala Cegerxwîn”
îlan dikin. Ji niha û pê de divê çi çalakiyên ku ji aliyê sazî û dezgehên
kurd û gelên din de bên lidarxistin li ser navê “Sala Cegerxwîn” bên
lidarxistin.
Em bang her kesi dikin û dibêjin ku werin em bi hew re kulîlkên Cegerxwîn
geş bikin û sala jidayikbûna wî, li gorî mezinbûna wî pîroz bikin. Her
rojeke sala 2003’yan bikin kulîlkek li baxê Cigerxwîn û ya helbesta
wî.
Sala 2003’ an “Sala Cegerxwîn” e, bila li gelê kurd û yên cîhanê pîroz
be!
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Desteya Rêveberiyê
|
|
efrin.net 30.05.2003
Pirtûka Mustefa Reşîd ya bi navê “Kurdische Märchen
für Kinder (Çîrokên Kurdî ji bo Zarokan)” bi zimanê almanî ji aliyê
weşanxaneya almanî ve “Verlag für Kultur und Wissenschaft“ hat weşandin.
Pirtûk ji şeş çîrokên kurdî yên gelêrî pêktê, ku ji zimanê kurdî hatine
wergerandin û niha li hemû firoşgehên pirtûkan li Almaniya, Austirya
û Siwîsreyê peyda dibe. Di pirtûkê de 90 wêne hene, ku ji aliyê şêwekarê
kurd Reshad Youssef ve hatine duristkirin. Bihayê pirtûkê 12 € ne.
Autor/Hrsg.: Moustafa Rechid
Titel: Kurdische Märchen für Kinder
Untertitel: -
Reihe/Unterreihe: Disputationes linguarum et cultuum orbis: Untersuchungen
zu den Sprachen und Kulturen der Welt, Reihe K: Disputationes Linguae
et Cultus Kurdica - Untersuchungen zur kurdischen Sprache und Kultur
Band-Nr.: 5
Verlag: Verlag für Kultur und Wissenschaft
Einbandart: Br
Seitenzahl: 100
Format: 21 x 14,7 (Din A5)
Anzahl der Abb. (sw/farbig): 90
Bestell-Nr.: Hä 540.967
ISBN: 3-932829-67-0
ISSN: 0938-8674
Preis in € [D]: 12.00
Preis in € [A]: 12.00
Preis in Sfr: 12.00
Preis: gebunden
Verlagsauslieferung:
Hänssler Verlag, 71087 Holzgerlingen, Tel. 07031/7414-177 Fax –119
www.haessler.de
info@haenssler.de
MwSt.-Klasse: 7 % (Buch)
Herstellland: Deutschland
Schlagworte: Kurden, Kurdisch, Märchen, Kinderbuch
Vorschau-Text (8 x 25 Anschläge): Zehn der schönsten kurdischen Märchen
werden in deutscher Sprache und für Kinder gut lesbar dargeboten und
von einem kurdischen Künstler reich illustriert.
|
|
efrin.net 30.05.2003
Danezan
Dema em li ser pêvajoya van deh salên dawî û serpêhatiya
sedsala nû biramin , wê hin taybetmendiyên balkêþ bên ber çavan , yek
ji wan ewe ku þerên herêmê û cengên mezin li seranserî cîhanê belav
bûye , ev þerên han gelek encam û guhartin li ser nexþeya ciyopolotîk
çêkiriye.
Ev pêvajo sînorên cografî ,siyasî,civakî,û olî hilweþand cîhan kiriye
mîna gundekî ,ev jî bi cîhanîbûyînê ( gulobalîzim) hat binavkirin .Hemû
welat û netewe xistin nav tirs û gumanan û ew neçar man ku helwesta
xwe bigrin li hember vê yekê û hin guhartinan li gor vê pêvajoyê pêk
bînin da ku ewlekariya xweyî netewî û hebûna xwe biparêzin.
Li Rojhilata navîn hemberî û astengî mezintirin ,û guhartin pêwîstire
ji ber ku Mezopotamya melovanî ji gelek þaristaniyên kevinar di destpêka
dîrokê de kiriye , û ya din welatên wê ji gelek netew û gelan peyda
bûye û her gelek bi çandek cuda û taybet þaristaniyeke hevbeþ bi hev
re afirandine û gelê kurd xwedî pareke mezine; di vê þaristaniyê de
.Û gelê kurd bi çand û zimanê xweyî kevinar dewlemendiyek da vê þaristaniyê,
ew jî tê wateya ku bi pirbûna gelan û zengîbûna çandan þaristanî avadibin
, servebûna þaristaniyan û danûstandinên mirovahî pêþdikeve .
Ji ber wê mafê her kesî û her gelî di jiyankirinê de û her wiha di azadiya
raman û çand û perwerdehiya zimanê xwe de heye , ji ber ku çand û ziman
di demokratîkbûna civakê de pergalek girînge, perwerdehiya ziman hizir
û ramanê mirovan pêþdixe û di kesaytiya wî mirovî de demokrasiyê dafirîne,
ji ber wê demokrasî meseleyeke pîskolojîkiye , dema we mirov de xwe
de demokratîkbûnê pêkbîne wê bikaribe bandorê li ser civakê jî bike
. Lê îro li Rojhilata navîn gelek pirsgirêkên mezin derdikevin hole
yek ji wan xetimandina sîstemên Rojhilata navîn yên li ser hîmê nejadperestiyê
hatibûn avakirin ,ku ji bilî xwe tu gel û çandên dîtir nedipejirandin.
Di vê demê de , bi þerê kendavê seyemîn û roxandina qalibê nejadperestiya
rejîma Iraqê Rojjhilata navîn dikeve qonaxeke nû ji guhartin û veguharînê
re ,jib o vê Rojhilata Navîn ji van guhartinan re neçar maye û êdî dem
hatiye ku gel riya xwe diyar bike û gaotina xwe di derbarê jiyanek demokratîk
de bêje û rê jib o çareserkirina pirsgirêka li ser hîmê yekitiya demokratîk
li Sûryê û parçeyên din bê pêþxistin ,pejirandina çanda kurdî tevî çandên
curbecur ,jibo civakek azad û dewlemendiyek bihêz , ji bilî vê jî xebata
kurdan di derbarê perwerdehiya zimanê xwe û pêþxistina çand û hunera
kurd mafekî rewaye ,di zagon û rêbendên navnetewî de hatiye pejirandin
.
Lewra jî pêwîste hin gav bên avêtin di derbarê guhartina pêkanîna van
mafan bi
riya :
1. pejirandina mafê azadikya gelê kurd di perwerdehiya zimanê Kurdî
de .
2. avakirina sazî û komeleyên civakî û çandî.
3. damezirandina alavên ragihandinê ( TV, Radyo ,Rojname, kovar û h.w.d)
4. parastina van mafan bi guhartinên destûrî û zagonî .
ziman nasname ye.
Bi zimanê xwe bixwînin û lê xwedî derkevin .
Yekîtiya Mamosteyên Kurd
Baþûrê Rojava 23.5. 2003
|
|
efrin.net 26.05.2003
Pêşangeha pirtûkên kurdî li Kölnê
Köln, efrin.net
Li gor agahiyên ku gihane me rojên 6.–8. Hizêranê li bajarê Köln/Almaniya
pêşangeheke pirtûkên kurdî bi boneya bîranîna sedsaliya helbestvanê
gewre Cîgerxwîn li dar dikeve. Amadekarê pêşangehê Yekîtiya Komelên
Kurdistan (Komkar) a xebatkar e.
Cigehê pêşangehê:
Bürgerzentrum
Alte Feuerwache
Köln / Ebertplatz
Ji bo agahdariyên bêtir hûn dikarin bi Komkarê re têkiliyê deynin.
Komkar
Bunsenstraße 7
51145 Köln
Tel.: (02203) 93 51 70-3
Faks: (02203) 311 26
E-Mail: komkar@t-online.de
|
|
efrin.net 23.05.2003
PAKÊTÊN VALA û QANÛNA POŞMANÎYÊ
Beyana PSK
Hukumeta AKP (Partîya Edalet û Pêşveçûnê) jî wek yên berî xwe, “pakêtên
demokratîyê” ji parlamenê derbaz dike. Dibêje evana ji bo endametîya
Yekitîya Ewrûpa ne.. Him berdevikên hukumetê, him jî di çapemenîyê da
hin rojnamevan, wek her timî, gelek pesna van gavên teze didin di rîya
demokratîyê da...
Lê bi rastî, ev tiştê ku dibêjin dîsa ne gavên mihîm in û berê tiştekî
nagrin, tu pirsan çareser nakin. Wek nimûne: Hukumet dixwaze benda 8.
ya Qanûna Dijî Terorê (TMK) rake û hin kes, bi taybetî esker dij derdikevin.
Hingê Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek dibêje: “Metirsin, bi rabûna vî bendê
kêmasîyek çênabe, di Qanûna Cezayê da bendê 312 heye û cîyê vêna digre!..”
Wezîr rast dibêje! Ne tenê bendê 312 ya Qanûna Cezayê, lê gelek bendên
din di vê qanûnê da, di yên dinê da, bi taybetî di Qanûna Esasî da heye
ku pêşî li azadîya ramanî digre û rê dide ku kesên xwedî bîr û bawerîyên
“ne baş” bêne derdestkirin, zindanîkirin û bêdengkirin...
Xuya ye bi van “pakêtan” tiştek naguhure. Ev guhartina bendê 8 a TMK
jî wek xapandineke ji bo raya giştî..
Yek ji hazirîya hukumeta AKP jî, derxistina “qanûna poşmanîyê” ya nu
ye. Dibêjin ew ji bo çekdarên PKK-KADEK´ê ne û armanc daxistina wan
ji çîyê ye û wek ef e. Ewê xizmeta avakirina aşitîyê bike di civakê
da.
Lê di rastîyê da, ew qanûna teze jî, wek yên berî xwe, xizmeta tu armanceke
baş nake û tenê hîle û dafik e, ji bo kesên serê çîyê.
Ev qanûn jî, qasî ku eşkere bûye, ji wan kesan dixwaze ku werin teslîm
bin, curm û guneyên xwe bêjin, hevalên xwe bidin dest. Himber van tiştan
jî cezayê wan dîsa ef nabe, lê biçek tê daxistin..
Ango dewleta Tirk dixwaze bi rîya vê qanûnê cardin endam û çekdarên
PKK bîne ber lêngê xwe, serçokî bike..
Behsa heq û azadîyên Kurdan ji xwe nayê kirin.
Ev yek jî nîşan dide ku di mesela Kurdan da di navbera sîyaseta AKP
û yên berî wê da tu ferq tune. Tiştê ku ew dike û dixwaze bike dîsa
xapandineke bu raya giştî ya hundur û der.
Bi raya me ev Qanûna Poşmanîyê ya teze jî berê tiştekî nagre. Çima di
van rojana da cardin dest avêtinê, ew jî malûm e. Piştî Şerê Kendavê
ya dawî li İraqê û Kurdistana Başûr rewş gelek guharî. Sazûmana Tirk
kete tengasîyê. Tirsa wê ew e ku hêzên PKK jî wek yên Micahîdînî Xelk
sîlehên xwe teslîmî hukma Başûr bikin û li wir bimînin. Hingê ew maneya
“terorê” ku bi salan e bûye benîşta devê dewleta Tirk, wê nemîne û Tirkîye
mecbûr be eskerê xwe ji Başûr vekişîne.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, careke din bangî karbidestên
Tirk dikin ku dev ji van dafik û lîstikan berdin, bo çareserkirina pirsa
Kurd û bo demokratîyê gavên rastî bavêjin.
Yek ji wan gavan derxistina efekî giştî yê bê şert û şûrt. Lê ew têrê
nake. Divê hemû astengên li pêş azadîya ramanî û rêxistinî jî bêne rakirin
û heqên Kurdan yên esasî bêne naskirin.
Bona vê yekê jî divê berî hertiştî Qanûna Esasî ya teze û demokratîk
bê çêkirin û tê da nasnama Kurdan bê qebûlkirin.
Divê bo naskirina heqên esasî yên kurdan gav bêne avêtin. Berî hertiştî
xwendina ji dibistanê heya zanîngehê, weşana radyo û TV ya bê qeyd û
sînor, û avakirina partî û komelên Kurdan bi serbestî.
Ev Kurdên ku di dema şerê qirêj da ji welatê bav û bapîran bi zorê hatin
derxistin û koçber bûn, ku bi mîlyonan in, divê bikaribin bi serbestî
vegerin ser axa xwe û zirara wan bê dayîn, birînên wan bêne dermankirin.
Di dema şerê qirêj da her usa jî aborîya Kurdistanê ser û bin bû. Divê
bo avakirina welatê me û jîndarkirina rewşa aborî projeyên aborî bên
serrastkirin.
Aşitî bi vî awayî tê Tirkîyê û Kurdistana Bakûr. Wekî din çi bê kirin
vala ye. Dewleta Tirk bi van kirinên derewîn nikare Kurdan û dinyayê
bixapîne. Bi hîle û dafikan tu pirs çareser nabin, lê her diçin mezin
dibin, girantir dibin.
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
22 Gulan, 2003
|
|
efrin.net 17.05.2003
Avakirina hikûmeta demkî li Îraqê nêzîk dibe
efrin.net, 17.05.2003
Piştî binavkirina admînstratorê nû yê Emerîkayê Paul Bremer li Îraqê
duho ew digel serokên partî û rêxistinên desthilatdar yên Kurdistan
û Îraqê li Bexdayê civiya. Di civînê de danûstandin li ser kêşeyên siyasî,
îdarî û asayêsî yên Îraq û Kurdistanê hate kirin. Ev cara yekê ye ku
Paul Bremer digel berpirsiyarên siyasî yên Îraq û Kurdistanê rûdine.
Di vê civînê de admînîstratorê berê Jay Garner jî beşdar bû bû.
Hêjayê gotinê ye ku piştî civînê Rêzdar kek Mesûd Barzanî li ser navê
konseya serokatiya hêzên desthilatdar yên Kurdistan û Îraqê ji bo medyayê
axaft û diyar kir ku heta du hefteyan hikûmeteke demkî dê ava bibe.
“Me gengêşiya prosesa siyasî kir û heta du hefteyan dê kongreya niştimanî
bête amadekirin”, kek Mesûd di axaftina xwe de got.
Weha diyar e ku kongreya niştimanî ya Îraqê dê piştî du hefteyan kom
bibe û hikûmeta demkî bibijêre. Di vê hukûmetê de –weke tête xuyakirin,
rola Kurdan dê roleke serekî û girîng be.
|
|
efrin.net 16.05.2003
Tirkiye ji nijadperestiya xwe namîne
16.05.2003
Köln, efrin.net
Weke me berî çend rojan di nûçeyên xwe de ragihandi bû, Yekîtiya Komelên
Kurdistan (Komkar) bi boneya sedsaliya jidayikbûna seydayê gewre Cîgerxwîn
pêşangeheke pirtûkan li Kölnê li dar dixe. Vêca li gor agahiyên ku ji
Komkarê gihane me dewleta tirk ya nijadperest ji vê yekê çavteng bûye
û dixwaze rê li vê çalakiya hêja bibire.
Cîgira konsolosê Tirkiyê li Kölnê, Fatma Ünlü nameyek ji berpirsên saziya
ku pêşangeh dê lê bête lidarxistin nivîsiye. Ew di nameya xwe de di
dermafê çapxane û kesên ku dê di pêşangehê de beşdar bibin agahdariyê
dixwaze. Ew, helbet, bi vê nama xwe dixwazin bizanin ka kî dê di pêşangehê
de beşdar dibe, da ku pêşî li wan bigre. Ev jî dîsa nîşan dide ku Tirkiyê,
herçend dixwaze xwe wek dewleteke nûjen ye li ser riya Yekîtiya Ewropa
nîşan bide, ji pîvanên hevdemiyê ne tenê dûr e, belê pir dûr e. Ne bes
e ku wê ziman, çand û toreya kurdî li Tirkiyê û Kurdistana Bakur qedexe
kirî, hîn bi ser de jî destdirêjiyan dike û dixwaze têkilî nav kar û
barên Almaniya yên nevxweyî jî bibe, da ku li wir jî şerê xwe yê qirêj
li dijî gelê kurd û taybetiyên wî yên netewî berdewam bike.
Tirkino, mera ne weha bi doza miletekî re, ku ji azadiya xwe pê ve tu
tiştekî din naxwaze, têkildar dibe; ne jî mera weha berve dergehên Yekîtiya
Ewropa diçe. Ma ne hîn duho bû ku Yekîtiya Ewropa pîvanên Kopenhagen-ê
anî bûn bîra we.
Hêjayê gotinê ye ku dê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî rojên 6–8 Hizêranê li
bajarê Kölnê bête lidarxistin. Navnîşana wê jî ev e:
Cigehê pêşangehê:
Bürgerzentrum
Alte Feuerwache
Köln / Ebertplatz
Ji bo agahdariyên bêtir hûn dikarin bi Komkarê re têkiliyê deynin.
Komkar
Bunsenstraße 7
51145 Köln
Tel.: (02203) 93 51 70-3
Faks: (02203) 311 26
E-Mail: komkar@t-online.de
|
|
efrin.net 15.05.2003
Tirk hewil didin xwe bi Kurdên Başûr re li hev
wînin
efrin.net, 15.05.2003
Piştî rûxandina rêjîma Sedamî û bilindbûna rola Kurdan li tevaya Îraqê
Tirkiyê dixwaze êdî têkiliyên xwe bi Başûrê Kurdistanê re baş bike.
Lewre jî wezareta derve ya Tirkiyê heyetek di bin serokatiya konsolosê
Tirkiyê yê Bexdayê yê kevin Selim Karaosmanoglu de rêkir Kurdistana
Başûr. Armanca Tirkan, bê guman, ew e ku pêwendiyên xwe, yên ku ev demeke
dirêj e têk çûne, bi Kurdan re baş bikin.
Weke tê zanîn ev nêzîkî sê salan e ku pêwendiyên hikûmeta Kurdistanê
û dewleta tirk xirab bûne. Tirkan ev demek e bi armanca rêlêgirtina
pêşketina aboriya Kurdistanê deriyê Xabûrê girtine. Ew nahêlin bazirganî
di navbera Kurdên Başûr û Bakur de xurt bibe, da ku Kurd sûdê jê wernegirin.
Ji aliyekî din ve roja 12-ê Gulana 2003-an Perlemana Kurdistanê biryar
girti bû ku hêzên Tirkiyê (hêza “çavdêriya” aştiyê) yekcar ji Kurdistanê
derkevin. Emerîka jî di vî warî de piştgiriya helwesta û daxwaza Kurdan
dike û serokerkanê Emerîkayê ji serokerkanê Tirkiyê xwastiye ku ew leşkerên
xwe ji Başûrê Kurdistanê derxînin.
Bi kurtî, Emerîkî zorê li Tirkiyê dikin ku ew pêwendiyên xwe digel Kurdên
Başûr xweş bikin. Berî çend rojan konsolosê Emerîkayê yê Enqereyê ji
Tirkan re goti bû “eger Tirk bixwazin bazirganiyê û karî li Îraqê bikin,
gerek ew pêşîn pêwendiyên xwe bi Kurdên Başûr re xweş bikin”. Ji aliyekî
din ve Tirk bi xwe jî dibînin ku ew neçar in bi Kurdên Başûr re têkiliyên
xwe xweş bikin, ji ber ku Kurd li Îraqa piştî Sedam hêzeke bingehîn
in û rola wan jî roleke sereke ye. Ji bilî wê jî boriyeke petrola Kurdistanê
di Bakurê Kurdistanê re derbas dibe û dewleta tirk perene pir ji wê
boriyê digire. Tirk dizanin eger ew pêwendiyên xwe digel Kurdan xweş
nekin petrol di boriyê re nayê û pere jî ji wan re nayên.
|
|
efrin.net 13.05.2003
Hêzên Tirkiyê ji Kurdistanê tên derxistin
efrin.net – 13.05.2003
Parlamentoya Kurdistanê diho biryar da ku hêza leşkerî ya Tirkiyê, ya
ku bi navê Peace Monitoring Force – Hêza Çavdêriya Aştiyê PMF-ê naskirî
ye, ji Kurdistanê derxe. PMF di sala 1996-an de, di dema şerê birakujiyê
ya di navbera PDK û YNK-ê de, xwedêgiravî ji bo çavdêriya aştiyê hati
bû Kurdistanê, lê rastî ew e ku piştî 1996–1997-an tu karê wê ji bilî
alîkarî û piştgiriya Irak Turkmen Cephesi tune bû.
Weke tê zanîn PMF ji dor 800 leşkerî hevedudan e. Ev hêz bi giranî li
du navendan bi cî bû bûn: Hewlêr û Koyê. Ji bilî PMF-ê hin hêzên din
ên leşkerî yên Tirkiyê li Bamernê, Kanîmasî û Bêgovayê li nêzîkî sînorê
Bakur û Başûrê Kurdistanê jî hene. Vêca li gor hin serkaniyan (KK) Dewletên
Yekbûyî yên Emerîka ji Tirkiyê re gotine ku divêt ew wan hêzan jî ji
Kurdistanê derxin.
|
|
efrin.net 13.05.2003
Tirkiye hewil dide ku Kadekê di bin kontrola xwe
de bihêle
efrin.net – 13.05.2003
Tirkiyê ji bo ku PKK-Kadekê di bin kotrola xwe de bihêle zagoneke nû
ye poşmaniyê amade dike. Egera derxistina vê zagonê ew e ku Emerîkiyan
ji PKK-Kadekê xwestine ku ew ji Başûrê Kurdistanê yan derkeve, yan jî
xwe ji çekan bike. Vêca da ku PKK-Kadek nekeve bin kontrola Emerîkayê,
Tirkiyê ve zagona nû ya poşmaniyê amade dike.
Weke tê zanîn berî demekê rêxistina Mucahidînî Xelq ya Îranê baregehên
xwe spartin hêzên emerîkî û xwe ji çek kir. Piştî wê Emerîkiyan ji gerîlayên
PKK-Kadekê jî daxwaz kirin ku yan ji Başûrê Kurdistanê derkevin, yan
jî – weke Mucahidînî Xelq – xwe ji çek bikin. Lewre jî dewleta tirk
ketiye tirseke mezin ku PKK-Kadek jî heman helwestê bigre û xwe bispêre
Emerîkiyan.
Ji aliyê din ve hin berpirsyarên PKK-Kadekê dibêjin ku ew ne teslîm
dibin û ne jî bi zagona poşmaniyê qayil dibin.
Di vî warî de serokê PKK-Kadekê Ebdelah Ocelan – li gor daxuyaniya ku
ji Med TV gihaye me – hêvîdare ku “Dewletên Yekbûyî yên Emerîka riya
şerê li dijî Kadekê negre û weke Tirkan nebêje ku ew rêxistineke terorîst
e”. Bervajî wê ew hêvîdar e ku DYE bîrdoza hevpeyvîn û têkiliyên aştiyane
bistîne.
Herweha Ocelanî da xuyakirin ku Tirk ji Kurdan bêhtir hewcedarê aştî
û demokrasiyê ne. “Şerekî nû dê rê li pêş yekîtiyeke azad bibire”, Ocelan
dibêje, “Eger Tirkiyê demokrasiyê pêş ve nebe û helwesteke erênî beramberî
Kurdan negre, wê têkeve bi rihmeta DYE.”
|
|
efrin.net 12.05.2003
Salvegera Ebdî Ne'san
Kobanî – efrin.net
Berî 18 salan, û di rojeke wek diho de, xemginiyek bi ser xelikê herêma
Kobanî de hat. Di wê rojê de rehmetî Ebdî Ne’san hati bû kuştin. Ji
hîngê ve hersal di 11-ê Gulanê de xelkê me yê kurd li herêma Kobaniyê
bi awayekî balkêş diçe ser gora rehmetî.
Hêjayê gotinê ye ku serdana îsal di heyameke taybet de hat li darxistn,
ji ber ku rewşa kurdî taybetiyeke xwe ye nû di cihanê de, li gor guhartinan
heyî, digre.
Di vê bibîranînê de beşdariyeke mezin ji partiyên û welatparêzên kurd
li ser goristana gundê rehmetî Elpelorê amade bû bûn. Hin gotinên xweş
jî li ser sincî û ramanên rehmetiyê hêja ji hêla Partiya Yekîtî ya Demokrat
a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ, Partiya Kurd a Sûrî, Partiya Çep a Kurd li
Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Kurd hatin xwendin. Herweha wêneya rehmetî
Ebdî Ne’san li camawerê beşdar hate belavkirin.
|
|
efrin.net 12.05.2003
Bûyereke xemgîn
Kobanî – efrin.net
Roja Înê 09.05.2003-an li ser riya Heleb–Idlibê hevalekî Partiya Pêşverû
ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi lêdana tirimbêlekê jiyana xwe ji dest
da û çû dilovaniya Xwedê. Rehmetî Ferhan jî tev karwaneke seyranê diçû
cîgeha festîfalekê, lê nervînê ne hîşt ku bigihe cîgehê seyranê.
Hêjayê gotinê ye ku hejmareke mezin ji gelê kurd ji bajarê Kobaniyê
bi gelek tirimbêlan li çatriya Sirînê pêşwaziya cendekê rehmetî kirin
û pê re meşiyan ta ku gihan gundê wî Çixurê. Li wê derê dora 250 mirovî
ji heval, dost û gundiyên wî li ser guristanê kom bûn.
Di dema binaxkirina cendekê rehmetî de ji hêla malbata û partiya wî
gotin hatin xwendin. Herweha birûskek ji Partiya Yekîtî ya Demokrat
a Kurd li Sûriyê jî hate xwendin.
|
|
efrin.net 08.05.2003
Azadî ji bo Leyla Zana
efrin.net
Weke tê zanîn navenda PEN-a kurd di kongireya xwe ya 5-an de dest bi
çalakiyeke berfireh ji bo azadî û serbestiya qehremana kurd Leyla Zana
kiri bû. Bi encama wê çalakiya berfireh jî PEN-a Navneteweyî jî niha
kampaniyayeke berfereh bi vê armancê daye destpêkirin. Di van rojan
de navenda PEN-ên pir welatan êdî ketine nava liv û tevgerê. Ew ji hêlekê
ve nameyên rûreşkirinê ji serdarên Tirkiyê re dişînin û ji hêla din
ve di rojname, kovar û weşanên din de di derbarê Leylayê de gotar û
nivîsan belav dikin.
Roja 20.04.2003-an PEN-a Bosniyayê jî tevî vê çalakiyê bûye û li bajarê
Sarajevo gotarek bi sernivîsa "Navenda PEN-ê azadî ji bo Leyla Zana
dixwaze" di rojnameyan de belav kiriye. Di gotarê de hatiye gotin ku
“Leyla Zana ji 1994-an de di dirtîgehên Tirkiyê bi sûcdariya sêxuriyê
girtî ye”. Herweha gotar dide xuyanîkirin ku “ew demezrênra yekem rojnameya
bi kurdî li Tirkiyê Yeni Ülke ye [!]”. Li dawiya nivîsarê tête gotin
ku “ew bi 15 salan hatiye sizakirin. Leyla Zana wergira xelata Sabarov
a azadiya ramanê ya Perlemana Ewropa (1995) ye. Herweha ew ji xelata
Nobel re jî hem sala 1995-an, hem jî sala 1998-an hati bû binavkirin.
Leyla Zana hîn girtî ye, tevî ku di Tîrmeha 2001-ê Dadgeha Ewropî ya
Mafên Mirovî dadkirina wê ne dadmend binav kiri bû
Li gor agahiyên ku ji navenda PEN-a kurd gihane me welatê Argentîn jî
daxuyaniyek di derbarê serbestberdana Leylayê de belav kiriye. Herweha
PEN-a Siwîsreyê nameyeke protêstoyî ji hukûmeta Tirkiyê re şandiye û
PEN-a Finnlandayê jî di tevgerê de ye; heya PEN-a Kirgîzistanê jî tevî
vê çalakiyê dibe. Navenda PEN-a Navneteweyî hem nameyan ji Tirkiyê re
û hem jî ji konsolxane û balyozxaneyên wê re birê dike.
Ji aliyekî din ve navenda PEN-a kurd ragihand ku “navenda PEN-a Navneteweyî
ji Navenda PEN-a kurd dixwaze ku bi riya xwe nûçeyên van çalakiyan bigihîne
Leylayê, da ku zani be rêxistin û saziyên nivîskar û helbestvanên cîhanê
li aliyê wê rawestiyane”.
|
|
efrin.net 07.05.2003
Diziya herî mezin li cîhanê
efrin.net, 07.05.2003
Kurê dîktetorê Îraqê yê rûxandî, Sedam Husên bi diziya ewqas sal ne
kir, bi ser de – weke berpirsiyarên banka navendî ya Îraqê radigihînin
– roja 18.03.2002-an, yanê berî destpêkirina şerê azadiya Îraqê bi du
rojan, milyarek dolar ji banka navendî ya Îraqê derxist. Berpirsyarên
bankê dibêjin ku Qusey Sedam Husên wê rojê li katijimêr 04.00–an sê
kamyon tijî pere ji bankê derxistin.
Li gor ku New York Times dibêje Qusey û sekreterê kesane yê Sedamî Abidilhemîd
Mehmûd bi hev re çûn bankê û pere derxistin. Hêjayê gotinê ye ku rojnameya
emerîkî New York Times-ê ev kar weke şelandina herî mezin ya cîhanê
binav kir.
Ji aliyekî din ve Emerîkiyan berî çendakê 650 milyon dolar di xaniyekî
Udey (kurê Sedamî yê mezin) de dîti bûn.
Kolonêl Ted Seel, ku serbazekî hêza taybet ya emerîkî ye, li ser vê
yekê got ku çend katjimêran (seetan) piştî wê diziyê konvoyeke kamyonan
derbazî Sûriyeyê bûye. Lewre jî guman li wê yekê heye, ku Sedamî ew
pere bi riya Sûriyeyê derxisti bin.
|
|
efrin.net 07.05.2003
Federaliyeta Kurdistanê xelkê Kurdistanê biryarê
li ser dide
efrin.net, 07.05.2003
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêr li Bexdayê serdana
liqê pêncê ya PDK-ê kir û li wir ji endam û birêvebirên Partiyê re li
ser rewşa Kurdistanê, Îraqê û paşeroja herdu welatan axivî.
Mesûd Barzanî – li gor ku KK radigihîne – di axaftina xwe de bi taybetî
li ser federalîzmê rawestiyaye û gotî ku miletê kurd qebûl nake tu kes
biryarê li ser qedera wî bide.
Em dilxweş in hinek parçeyên giring ji wê axaftina kek Mesûd Barzanî,
yên ku di KK de hati bûn weşandin, ji mêvanên xwe re biweşînin:
– Spas ji bo Xudayê gewre, miletê kurd û şehîdan ko em îro dibînin miletê
kurd serbilind e. Iraq hemî azad e û em îro di qunaxa avakirina Iraqeka
nû de ne.
– Divêt îro hemî hewl û xebata me ew be ko em Iraqeka nû ava bikin.
Iraqeka ko hemî hevwelatiyên wê tê de xudanmaf bin û erkên xwe jî bizanin.
Divêt Iraq li ser esasê federalîzmê be û meseleya federalîzmê jî, bi
nizbet me Kurdistan yek iqlîm e û nabe xelkekê dî biryarê li ser qedera
xelkê Kurdistanê bide. Xelkê Kurdistanê bi xwe biryarê dide ka qedera
wî dê çawa be. Em rê nadin ko ji vêderê [ji Bexdayê] xelkek bêt û bo
me bibêje wiha bike yan wiha neke.
– Em qebûl dikin ko di çarçeweya Iraqê de bin. Iraqeka yekgirtî be,
Iraqeka demokratîk be, Iraqeka parlamenterî be û firehizbî be. Lê belê
federaliyeta Kurdistanê xelkê Kurdistanê biryarê li ser dide.
– Gelo Iraq dê bibe çend parçeyên federal, ev qabilê minaqeşeyê ye û
minaqeşe li ser dibe jî. Heger federaliyet li ser esasê qewmî be dîsa
em ne li dij in: federaliyeta kurd û ereban. Heger li ser esasê coxrafyayê
be dîsa em ne li dij in belê bi şertekî ko yekîtiya coxrafyaya Kurdistanê
bêt parastin.
|
|
efrin.net 06.05.2003
Kirinên Beşar el-Esedî giring in, ne gotin
efrin.net
Wezîrê derve yê Emerîkayê Colin Powell piştî vegera xwe ya ji Rojhelata
Navîn ragihand û got ku ne gotinên serokomarê Sûriyê Beşar el-Esed girîng
in, belê kirinên ku dê di dahatûya nêzîk de pêk bîne. Lewre jî DYE dê
di çend roj, hefte û heyvên li pêş me de li wan kirinên Sûriyeyê yên
hêvîkirî bipên, çunku – weke ku Powellî ragihandî – ewê giringiyê nedin
gotinên Beşar el-Esedî, lê dê kirinên Esedî giring bibînin.
Weke baş tê zanîn û aşkere ye piştî rûxandina rêjîma Sedamê xwînmij
rewşeke stratejîk ya nû li herêmê peyda bûye. Vêca DYE bi aşkereyî ji
Sûriyê xwastine ku ew (Sûriye) li gor wan guhartinan tevgerê bike û
xwe û siyaseta xwe bi wan re hemawaz bike. Di vî warî Colin Powellî
di serlêdana xwe ya Şamê de ji serokomarê Sûriyeyê Beşar el-Esed xwast
ku Sûriye piştgiriya rêxistinên terorîst neke, rewşa xwe ya Libnanê
serast bike û destêwerdanê di pêşeroja Îraqê de neke.
Wezîrê derve yê Emerîkayê Colin Powellî got:
– Gelek zelal e ku rewşeke stratejî ye nû li herêmê heye. Pêwist e Sûriye
tiştên ko hatine guhartin bipejirîne û bi cî bîne.
Ji aliyekî din ve Powellî azareke weha daye Îranê jî. Yanî çê nabe Îran
piştgiriya tevgerên terorîst bike û ne jî destêwerdanê di paşeroja Îraqê
de bike.
Pir xuya û aşkere ye ku rêjîmên Sûriye û Îranê piştî rûxandina rejîma
Sedamî gelekî ji wê yekê ditirsin, ku dora wan jî bêt.
|
|
efrin.net 01.05.2003
Li Bakurê Kurdistanê erdhej
Berî berbanga îro bajarê Bingolê, li Bakurê Kurdistanê,
toşî erdhejekê bû, ya ku hêza xwe 6,4 bûn. Li gor agahiyê desthilata
tirk bi qasî 150 mirovî (di nav wan de 130 zarok in) jiyana xwe ji dest
dane û dora 400 mirovî jî birîndar in. Herweha gelek xanî û mal jî toşî
ziyan û hilweşandinê bûne.
Em hêvîdar in ku ziyana erdhejê vê hejmarê derbas neke. Bila serê xwedî
û malbetên jiyanjidestdayiyan sax be.
|
|
efrin.net 01.05.2003
Divê Sûriyê siyaseta xwe biguhêre
01.05.2003
efrin.net
Şaliyarê karûbarê derve yê DYE, Coln Paul ragihand ku ewê ji Sûriyê
bixwaze ku siyaseta xwe li gor guhartinên nû ên li Herêmê biguhêre.
Herweha Coln Paulî çespand ku tu pirojeyên DYE a ketineke leşgerî ya
dijî Sûriyê tune ne, lê belê ewî bang li Sûriyê kir ku xwe bi guhartinên
li Rojhilata Navîn re hemawaz bike.
Rûxandin rêjîma Sedam Husênî – herwekî ku Coln Paulî ragihand – ji Sûriyê
re nîşaneke aşkere ye ku “civata navnetewî hema-hema sebir û arama xwe
bi wan dewletan re wenda dike, yên ku tundrewiyê destek dikin, hewila
bidestxistina çekên tevkuj û xêrê ji drawsên xwe re naxwazin”.
Di wî warî dê Coln Paul, di serlêdana xwe ya Sûriyê de, bi serokomarê
Sûriyê û şaliyarê karûbarên derve re danûstandinê bike.
Ji aliyeî din din ve duh rapora şaliyariya karûbarên derve ya DYE derket.
Li gor wê raporê dewletên ku tundrewiyê destek dikin her ew heftên berê
ne, ku Sûriyê û Îranê jî di nav de ne.
|
|
efrin.net 01.05.2003
Dahatûya cîhanê dê bi dilê xebatkar û bindestan
be
01.05.2003 efrin.net – Köln
Bi boneya 1-ê Gulanê Partiya Sosyalist a Kurdistanê bi daxuyaniyekê
Cejna Karkeran pîroz kir. Herweha PSK-ê hêviyên xwe yên bi paşerojeke
xweş û rintir anîn zimên û got: “Em ji dahûtûyê hêvîdar in. Dawiya tu
sazî û dezgeyeke neheq û zalim tune, çiqas xurt be jî roj bê wê biruxe.
Dawiya Fîrewnan, ya Romê, ya Osmanî, ya Çarîya Rûsîya û ya împaratorîyên
kolonyalist yên sedsalên dawî ew bû. Îro jî dawiya Saddam nîşaneke wisa
baş e. Em bawer in, zû an dereng dahatûya mirovetiyê jî sazîyeke adil
e, jiyaneke bê zulm û zêrandin e. Ango dahatûya dinyayê wê delal be,
li gor dilê xebatkaran û bindestan be.”
|
|