|
01.04 - 30.04.2003
|
|
efrin.net 30,04,2003
Em kompromîsê li ser kurdistaniyeta Kerkûkê
naki
Li gor ku malpera (kerkuk-kurdistan) ragihandî
Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 25.04 digel
serokeşîr û kesayetiyên siyasî û civakî yên Kerkûkê kom bû û careke
din ew yeke0020espand, ku kurd dê kompromîsê li ser kurdistaniyeta
Kerkûkê nekin. Herweha kek Mesûd anî zimên ku divêt şon û tesîrên
erebkirinê li Kerkûkê nemînin û herkes divê vegere ser mal û halê
xwe.
Di heman kombûnê de Mesûd Barzanî got ku ew dixwazin Iraqeke
demokratîk, perlemanterî, federal ava bikin û Kerkûk jî dê bibe
nimûneya bajarê birayetî û hevjiyana kurd, ereb, asûrî û tirkmenan.
Herwiha Mesûd Barzanî got ku divê ew zilm û neheqiya ku li Kerkûkê
li kurdan hatiye kirin bêt serastkirin.
|
|
efrin.net 23,04,2003
Pênûs 13 derket
Hejmara 13-ê ya kovara pênûs kete destê
xwendevanan. Herweha ew di malperê de jî (www.efrin.net/penus) li
ber destê we ye.
Hêjayî gotinê ye ku sernivîserê kovarê (dr. Kamiran Bêkes)
sernivîsara vê hejmarê li ser helwesta tevgera kurd li Sûriyê
sebaretî hilbijartinên Perlemana Sûriyê û sebaretî cejna Newrozê
nivîsandî. Em kêfxweş in ku li vir temna wê sernivîsarê pêşkêş
dikin.
|
|
efrin.net 20,04,2003
YNK bi wan kiryarên xweserî li Kerkûkê
şaşitiyeke siyasî kir
efrin.net, 20.04.2003
Rêzdar Abdullah Osman li ser rapirsa malpera hêja
“Kerkuk-kurdistan”, ku pirseke li ser ketina YNK ya Kerkukê xisti bû
rojevê, bersiv da û çawa ji “kerkuk-kurdistan” re, wisa ji me re jî
şandi bû.
Pirsa ”kerkuk-kurdistan” ev bû: “Gelo YNK-ê baş kir ko bi serê xwe
bêyî ko bi PDK-ê û Emerîkayê bişêwire bi hêzeke mezin ket Kerkûkê û
desthilata xwe û kurdan ya li ser Kerkûkê êxist xeterê de û Kerkûk
bê walî hisş?”
Bersiva rêzdar jî weha ye:
1. Na. YNK bi wan kiryarên xweserî li Kerkukê şaşitiyeke siyasî û
gunehiyeke
aşiqan bi serê hevalbendên xwe de kir. Li gel xwe siyaseta kurdan û
ya hêzên
hevbendiya "Îraqa Azad" cihviland, betenaş kir.
2- Du sebebên va diyardeyê hene:
a) Keseyetiya siyasî ya Mam Celal Talabanî (banyadê YNK)
Li diway mirdina Mullah M. Barzanî hinik serokên kurdan peyda bûn.
"Mam Celal" û paşran "Serok Apo" weke lawanên serhildayî şerê bavkê
xwe (M. Barzanî) kirin, carinan bi marksîstê, netewîstê û caran bi
îslametî yan nûjentiyê. Her du mirov neçar dibin, çon siyaseta bavkê
wan (yê kevnemay!) îro bi derengî bi cih tê. Bi ne-aramiyên xwe
tiştan li hev dixînin.
b) Dijberiya YNK bi PDK re
Binyadê YNK pircor û nûjenxwaz e, lê armanca wê (û ya PKK jî) ya PDK
ye. Endamên partiyekê xwe ji endamên partiyeke din cudah dibînin û
bizav dikin, vê yekê (bo nimûne di Kerkukê de) bi kar bihênin.
Mixabin xwenaziya YNK weke xweseriya PKK, Îslamiyan... û hwd.
dihêlin gelek kurd di demên nazîk de bibin pêrewiyên xêrnexwazên
Kurdistana Azad di nav europiyan, ereban û turkan de.
Kuştina çîneke mezin ji rêberiya kurdan (rewşenbîran, Barzaniyan,
...) di dehsalên dawîn de jîrebûna siyasî li ba kurdan gelek êşand.
Ligel silav û hêviyên serkeftina berxwedana we
Berlîn, 16. 04. 2003
ABDALLAH OSMAN
OSMANAbdll@aol.com
|
|
efrin.net 16,04,2003
Partiyên Kurdistana Sûriyê rizgarkirina Îraqê
pîroz dikin
efrin.net – Köln
Roja 15.04.2003-an Rêxistinên Almaniya yên şeş partiyên kurd li
Sûriyê di nameyeke hevbeş bo Kek Mesûd û Mam Celal de rizgarkirina
Îraqê û deverên Başûrê Kurdistanê, yên ku hîn bindest bûn, pîroz
kirin û şahiya xwe ji bo têkçûn û rûxandina rêjîma efleqî ya xwînmij
û dîktetor dan xuyanîkirin.
Di nameya xwe de partiyên kurd piştgiriya xwe ji bo Îraqeke
demokrat, pirla û federal dikin. Herweha ew hemû destêwerdanên
dewletên herêmê nav kar û barên Îraqê rûreş û protesto dikin.
|
|
efrin.net 16,04,2003
Hejmara 13-ê ya kovara “Pênûs” der ket
Li destêka heyva Nîsanê 2003-an hejmara 13-ê ya
kovara “Pênûs” kete destê xwendevanên xwe. Ev hejmara jî –weke
hertim ji 100 rûpelî hevedudan bû, û piraniya wê (80 rûpel) bi
zimanê kurdî bû.
Di beşê kurdî de gelek berhemên hêja çî girti bûn; ji wan:
1- Tevgera kurd ji çalekê di yeke din werdibe; dr Kamiran Bêkes
2- Serokê kurd Mistefa Barzanî; Mehmed Dehsiwar
3- Hemreş Reşo; Heyderê Omer
4- Stêrkeke geş ji esmanê Kurdistanê vemirî, Elî Cefer
5- Qamişlo; Mihemedê Mela Ehmed
6- Maktgalen; Lukman Polat
Ji bilî van berhemine din e curecur di kovarê de cî girtine: ya dr
Mihemed Zeyno, hevpeyvîneke bi Mahmûdê Ako re û kurtehelbestine Can
Hêmen.
Di beşê erebî de jî (ku ji 20 rûpelan hevedudan e) berhemine hêja cî
girtine; ji wan:
1. آذار الكردي و مئوية قائد؛ هيئة التحرير
2. الذكرى المئوية لميلاد القائد الخالد مصطفى البارزاني؛ جمعة الداود
3. البارزانية ما بين التحديث و دالة التقوى؛ هيبت بافي حلبجة
4. حكاية الأظافر المتكسرة؛ حسين حبش
|
|
efrin.net 15,04,2003
Emerîka Sûriyê azar dike
efrin.net – Köln
Piştî serketina şerê azadiya Îraqê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên
Emerîkayê (DYE) George Bush û hinde berpirsiyarên din yên DYE
dibêjin ku ew bawer in ku Sûriyê xwînmijên destlata Sedamî, yên ku
ji Îraqê direvin, dihewîne. Bi ser de jî ew dibêjin ku li Sûriyê
çekên kîmyayî, biyolojî û nuklear hene.
Donald Rumsfeld jî, şaliyarê parastinê yê Emerîkayê, got “em dizanin
ku gelek kes ji Sûriyê bi otobusan çûn Îraqê da ku di şerî de
alîkariya rejîma Sedamî bikin.
Îro jî rêzdar Coln Paul anî zimên û got ku „em bi wê yekê diramin ku
sizayên diplomasî û aborî li ser Sûriyê bi cî bikin.
Berpirsyarên Sûriyê jî dibêjin ku ev hewildaneke ji layê DYE ve da
ku bala cîhanê ji ser Îraqê bide alî. Çunkî – weke rayedarên Sûriyê
dibêjin – “Sûriyeyê ne alîkariya rejîma Sedamî kiriye ne jî kesên
bilind yên rejîma Sedamî li Sûriyeyê hene. Çekên tevkuj jî ne li
Sûriyê, lê li Îsraîlê ne”.
Rastî çi dibe bila bibe, a girîng ew e ku edî bi rastî dema wê yekê
hatî, ku Sûriyê li xwe û helwestên xwe vegere; bîrdozên hemdem
bipejirîne; deriyê Sûriyê ji guhartinên demokrat û parastina mafên
mirov û neteweyan re ne tenê veke, belê li ser piştê jî veke.
Herkesê ku îjdil xêrxwazê Sûriyê û pêşdeçûna wê ye, divê hewil bide
ku, nemaze di vê dema me ya nazik û hestedar de, li Sûriyê al û
dengê demokrasî, mafên mirovî û azadiyên bingehîn bilind û bilind
bibe. Bi ser her tiştî de jî divê hewla wê yekê bête kirin, ku doza
kurd a dedmend û rewa bi awayên demokrat û li ser bingeha wekheviyê
bête çareserkirin.
|
|
efrin.net 15,04,2003
Divê êdî dewletên herêmê pirsa kurd çareser
bikin
efrin.net – Köln
Rêzdar Kemal Burkay, sekreterê giştî yê Partîya Sosyalîst a
Kurdistan (PSK), azadkirina Kurdistana Başûr û Îraqê di daxuyanizekê
de pîroz kir. Herweha Rêzdar Kremal Burkay hêviyên xwe ji bo Îraqeke
demokrat û federal anîn zimên, û wî giringîya wê yekê da xuyanîkirin
ku Perleman û Hukûmeta Kurd ya federe bêne nûkirin, da ku ev “sazîya
demokrat û federal bibe nimûneyeke baş ji bo tevaya Rojhilata
Navîn”.
Herweha rêzdar Burkay li hember destêwerdana nav karûbarên
Kurdistana Başûr rawestî û li hember hewildanên weha wî pêwîstiya wê
yekê anî zimên, ku “divê yekitiya hêzên Kurd xurt be, li ser pirs û
pirsgirêkên netewî bi hev re hereket bikin”.
Rêzdar Burkay ev boneza wek keyseke lêhatî dît ku bangî Tirkiye û
dewletên din yên herêmê bike, da ku ew “êdî sîyasetên xwe yên
kevnare biguhurin, pirsa kurd li ser bingeha dadî û wekhevîyê
çareser bikin û ne bi derewan, lê bi rastî bibin welatên
demokratîk”.
|
|
efrin.net 12,04,2003
Abdullah Gul derewa dike
efrin.net
Piþtî pêþmergeyên Kurdistanê bi alîkariya hêzên Emerîkî bajarê
Kerkûkê ji bin destê rêjîma Seddam Husên rizgar kirin siyasetmedar û
Genêralên Tirkan ketin bin tirs û sawek mezin û gotinên ne rast û
derew kirin û xwestin bi awakî fitnakê bavêjin holê ev gotin jî li
ser zimanê serok wezîrê Tirkiyê Abdullah Gul hatiye.
Abdullah Gul di NTV - de kanala Televizyona a Tirkan got :
; Partiya Demokrat Kurdistanê ji ketina hêzên pêmergeyên Yekîtî
Niþtimanî Kurdistanê bajarê Kerkûkê re ne raziye û soz dane me
( Tirkiyê ) ku emê bi we re alîkarbin eger tiþtekî wisa hebe her em
naxwazin hêzên YNK di Kerkûkê de bimînin...;
lê berpirsiyarê têkliyên derve yê Partiya Demokrat Kurdistanê birêz
Hiþyar Zêbarî li serok wezîrê Tirkiyê Abdullah Gul vegerand û got
haya me ji tiþtekî yan ji gotinek weha tuneye û di nêvbrê me û YNK
de ti kêþe nînin.
|
|
efrin.net 11,04,2003
Bajarê Mûsilê jî rizgar bû
Piþtî rizgarkirina Xanqînê û Kerkûkê û gund û
bajarokên wan ji duho êvarî de eskerên rêjîmê bajarê Mûsilê vala
kirin û Pêþmergeyên Kurdistanê û eskerên Emrîkiyan ciyê xwe li þûna
wan girtin.
gor nûçegîhanên Telvizyonan ku ji bajarê Mûsilê diaxifîn digotin ;
tenê Pêþmergeyên Kurdistanê li Mûsilê bi taybetî yên PDKê bi Ala zer
xûya dibin lê eskerên Emrîkiyan pirr kêmin û hebûna wan ne xûya ye
;.
Dîsa gelê Kurd bi taybetî û miletê îraqê bi tevayî guvend û dîlanên
Azadiyê gerandin û dawiya Dîktatorekî anîn.
em di efrin.net de dibêjin
( pîroz be û aqîbet li Dîktatorên mayîn be )
|
|
efrin.net 10,04,2003
Kerkûk ( Dilê Kurdistanê )rizgar bû
îro gelê Kurdistanê û hemû gelên îraqê govend û
dîlan girtin û ev welatê ku ji demeke dirêj ve di bin nîrên
stemkaran de pirr zulm û zor dîtine îro rizgarkirin û hulmeke dirêj
a azadiyê kishandin.
pêshmergeyên Kurdistanê li her aliyekî bajêr cî girtin û hemû
avahiyên
ku rêjîmê jê bazdayî bi destxistin
dengên stranên azadiyê ji her hêlekê ve dihat û li seranserî bajarên
Kurdistanê dîlanên azadiyê hatin gerandin.
em di efrin.net de rizgarkirina Kerkûkê li hemû gelê Kurdistan û
îraqê
pîroz dikin û em hêviya serkeftina mezinin.
|
|
efrin.net 09,04,2003
Hejmara 8-ê ya kovara “ZEVΔ derket
Qamişlo – efrin.com. Li gor agahiya ku ji sernivîserê kovara Zevî,
rêzdar Arşevê Oskan gihaye destên me, hejmara 8-ê ya vê kovarê, ku
li Rojavayê Kurdistanê derdikeve, kete destên xwendevan.
Helbet di demeke nêzîk de emê jî wê di malpera we de
(www.efrin.net/zevi) pêşkêşî mêvanên malpera xwe bikin.
Em di malpera efrin.net de serkeftin û berdewamiyê ji Zevî û
xwîşkmakên wê re hêvî dikin.
|
|
efrin.net 09,04,2003
"Moxaberatên" Sûriyê bi Zorê Peran ji Kurdan
distînin
Şiyê - efrin.com.
Ev şerê ku dewletên hevbend li dijî rêjîma Sedam Husên dikin bûye
behane, sedem û sûceke çêkirî ta ku rêjîma Sûriyê ya şofen
çavsoriyan bêtir li ser miletê kurd li hundir welêt bikin; peyên wan
jî ev şer ji xwe re derfeteke lêhatî dîtine û bazirganiyê pê dikin.
Li gor agahiyên ku ji bajarokê Şiyê, ku li Rojavayî Kurdistanê
dikeve, ji me re hatine Moxaberatan ciwanmêrin girtin û pere di bin
terorê de bi qasî 2000 LS ji wan standin. S.M . û R.T. dibçejin ku
Moxaberat aşkere peran ji milet distînin. Bi ser de jî Moxaberatê bi
wan re gotiye "eger hûn dixwazin xwe biparêzin divê hûn peran
bidin".
De ji xwe re li vê sosretê bimeyzîne!
|
|
efrin.net 08,04,2003
Elî Kîmyawî hat kuştin.
08,04,2003 efrin.com
Nûkerê cîhanî qatîlê miletê Kurd Elî Hesen Almecîd ku bi ( Elî
Kîmyawî ) hatiye bi navkirin, bû du rojin bêtirî Berpirsekê eskerî
yên ingilîzîyan diyar dikin ku ew di êriþa li ser Besrayê da hat
kuþtin
( rihma xudê ne lê be ) di gel wî jî nobedarên wî jî hatin kuþtin
( rihma xudê ne li wan be jî ).
Elî Kimyayî pismamê Sedam Hisên e û wî bi xwe fermana lêxistina bi
kîmawî li Helebçe di sala 1988an de da bû û ew bi xwe jî pê rabû
ne tenê bi serê kurdan kir li baþûrê îraqê jî pirr komkuþtî çêkirin
ew berpirsiyarê Partiya Behis li beþê Kurdistanê bû û hîn pir ciyên
bilind li ba Seddam Husên girtin.
|
|
efrin.net 08,04,2003
Kemal Xerrazî tê Sûriyê
08.04.03 efrin.com
Ev þerê ku dewletên hevbend li dijî rêjîma Seddam pê radibin
dewletên hirêmê kirine bin terorekê ji ber ku rewþa wan ji yê Seddam
ve ewqasî ne dûre ji ber vê duhu wezîrê derve yê komara îranî Kemal
Xerrazî hat Turkiyê û bi serok wezîrê Tirkan Abdullah Gul re
hevdîtin çêkirin û diyar kir ku divê em hersê dewlet ( îran -
tirkiyê - sûiyê ) bi hev re alîkarbin ta em nehêlin dewletek Kurdî
ava bibe. û tirsa xwe herdiya jî bi zelalî xûya kirin û ji ber vê
yekê wezîrê derve yê komara îranî Kemal Xerazî dike sibe here Sûriyê
û bi serok wezîrê Sûriyê Faroq Alþerih re ji bo vê mijara ( mixenet
) bi axife û bi hev re jêre çarakî bibînin.
divê em bêjin ku ev her sê dewlet ( sûiyê - îran - tirkiyê ) di vê
dema þerê li dijî rêjîma Seddam dibe da. çawa ew berê zulmê bi serê
miletê kurd dikin hîn jî bêtir kirine ev þer wek sûcekî ji Kurdan re
dibînin.
|
|
efrin.net 07,04,2003
Dewleta Sûriyê Kurdan Xayîn dibîne
efrin.net 07,04,2003
nûçeyek bi lez ji me re hat têda rewþa hemwelatiyên Kurd li sûriyê
xûya kirin. muxabaratên Sûriyê li bajarê Efrînê û gundên wê kurd bi
refean birin û îfadeyên wan girtin û xeber û sixêfên xerab bi wan re
kirin, nemaze li gundê ( Dêrsiwan ) ku li nîvê gund milet rakirin
feleqê û bi kirbaca li bin nigên wan xistibûn û gotine wan ( hûn
xayînê welatê xwe ne hûn hevalbendên Emerîka ne... )
lê ev ne tenê li efrînê çê bû ye, belê li Kobanî û seranserî Cezîrê
jî
û li hemû bajar û cîyê Kurd li bi malin.
li Helebê jî Rûnþitvanên Ereb jî astengan ji Kurdan re çêdikin û
dibêjin ( hûn jî wek îsraîla ne) û ev gotin jî bi dengekî bilind tê
kirin û dewlet jî bi wan ra tiþtekî nabêje wek çawa ew gutina wan
be.
|
|
efrin.net 06,04,2003
12 Pêşmerge bi bombeyên Balafirên Emerîkî hatin
kuştin
efrin.com 06.04.03
Bi þaþtî îro Balafirên cengê yên emerîkî giropek ji hêzên hevbend ko
ji Pêþmergeyên Kurdistanê û Eskerên emerîkî pêk dihat bombe kirin û
12 pêþmerge kuþtin û Di vê êriþê de dora 45 kes ji pêþmergeyên
Kurdistanê û çar eskerên Emerîkî jî birîndar bûn.
Hêjaye em bêjin ku kurê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd
Barzanî ( Mensûr Barzanî ) û birê wî ( Wecîh Barzanî ) serokê hêza
taybet ya Kurdistanê bi temenê xwe yê 33 salî di vê bûyerê de
birîndar bûn û di cî ew û birîndarên din jî bi balefirek taybet
rakirin Almaniya ji bo dermankirinê.
di preskonferansekê de berpisiyarê têkliyên derve yê PDK birêz
Hiþyar Zêbarî xûya kir ku hevkariya pêþmergeyên Kurdistanê tev hêzên
emerîkî wê berdewam be û ev bûyera han tev giraniya xwe bandoreke ne
baþ li ser têkiliyan di navberê me de çê neke.
|
|
efrin.net 01,04,2003
Kovara ZEVî biderket
efrin.net 05,04,2003
Em mizgînîyê didin xwadevanên hêja ku wê di demek nêzîk de hijmarek
nû
ya ( 8 )an ji Kovara Zevî bighe destên we. hêjaye em bêjin ku Kovara
Zevî yek ji serekeyên Kovarên li Rojavayê Kurditanê ku giraniya xwe
daye ser çand û wêjeya Kurdî û gelek nivîskar û helbestvan û
rewshenbîr
û çêroknivîs berhemên xwe li ser rûpelên - Zevî -yê diweþînin
sernivîserê Kovarê Mamoste Arþevê Oskan e.
Komîta Kovarê :
Arþevê Oskan .
Mihemed Seyd Husên .
Mîdasê Azîzî .
--------------------------------------------------------
Zevî bo me þaristane
Sera têde ava bikin
Hemû rengan bi’afrînin
þaxên bedew li ba bikin
çîrok û helbest û nîgar
Tîna dilê xwe sar bikin
Hemû pênûsan bikin yek
Dilê xwendevan þa bikin .
--------------------------------------------------------
|
|