|
01.02 - 28.02.2003
|
|
Payîz
Axin Welat
Bêyî ku li xa vegerin, gava didin pêş xa, pire bi pire, gund û
bajara dipîvin, û bêveger ber bi rojavayê va dimaşin.
derengî vê şevê, yan siba li ber destê sibê, berî ku bajarê min ,
yan bajarê te, tembiya birêketinê di guhê te da, yan di guhê min da
bixûne, wê berê xa bidin Bakur yan Başûr, mîna tayekî zirav ji
berbangê, wê hinda bibin, û bîrêkirinê, di çûn û hatinê da, ji
sirûda kewekî dîl birêsin.
nema pinpinîkêd bihara te ya dawî ji xûna min bardikin, û ev
bêxewiya ku di çavê min da mîna qûma beravêd te geh germ dibe geh
sar.
bêyî ku ji xa vegerin, rêya min a jorîn didin hev, di bin çengê xa
da dipêçin, û dest bi stirana barkirinê dikin.
dilxaş û şa ne, ev ewrêd bi hêstirêd min giranbûnî, dar jî mîna
zarokêd ku nû digihên, sîngê xa ji her bayekî ra vedikin, her kenekî
ku kevir bi me dikin dilorînin, û her wateyêd ku ji me direvin, û
dest bi goraniyêd Xaliqî û şecariyan dikin.
qirecira ku bi alî bêdengiya wî da, bi lez digindirî.
hespê kihêlî boz, ku virda wêda serê xa vediçengîne, û xa dide
hefsêr...
kera ling topel, çav bi şelpût, û hema hema zik bi erdê ra naxuşe,
dema çewalek ba lê siwar dikin, û her du çavîkêd xurcikê tijî tirs,
li piştê dikin...tu dibê qey birçî li şûn qereçiya maye... !!!
konêd vegirtî, bi kevira dorpêçkirî, kewê ku li ser stûnê veniştî
bêyî ku berê xa bide qublenameyê dike qebqeb, qebqeba wî jî bi tise,
geh bilind, pir cara jî nizm dibe.
Zarokêd bi qirecirê mezin dibin, giyayê bi xunav û xûzka sibê
vedibriqî...
hinekî li wê qirecira dûr guhdar bikin, û bi çavêd xay ji roniyê
hatine sirgûnkirin, li wî hespê rewan, kera pişt xar binirin bê
çendî ji hev dûrin erd û ezman....?!!
gelek xewnêd qedexebûyî bi alî taristana dest dirêj da digindirîn...
ne tenê xewn qedexe ne li vî bajarê gawira, her wiha reng jî...
ger tu wêrek ba teyê bigota çima ev rengêd gulgulî qedexene?
çima tiştêd tên gotin hindiktirin ji van kul û janêd dil
diperitînin..?
ger tu wêrek bê tê bêjê çima, û şeveder nemînê wê şevê.
xewnêd xay bi tirsê dorpêçkirî, rizgar bike, bi kenekî dîn gewriya
xa nerm bike, û herdu lêvêd bi kurbaya qelişî û zuha bûne, bi hinek
şahî şil bike...
êdî berge nameya ku tu ji xa û li xa venegerê...
bi dengekî bilind ji xa bipirse: çima tiştêd nayên gotin pirtirin li
vî welatê ber bi taristanê de digindire?
û herdu çavêd ji roniyê hatine koçberkirin damirîne, bêyî ku berê
xewnêd her şev bidê taristanê.
derengî vê şevê, yan siba li ber destê sibê, wê tayekî sipî ji
berbangê di nav tiliyêd te da dirêêêêêêêêêj û dirêj bibe, de birêse,
vaye teşiya pîrka min a ser bi dûman di destê te da, tevna xa birêse
û goraniyekê ji dengê Xaliqî bistîne, bila hinekî xewn rizgar bibin,
û çav bi ronî bibin.
* * *
Ji ber ku payîz bi êşe, tijî mirine, ez jê hezdikim...
Ziman wekî gilokek hevîrê tirş, di devê wî da dinepixî û giran giran
gotin ji nav lêva derdiketin, nizanî wê bi çi bersivê min ji
baweriya min bike, û bi kîjan gotinê, wê karibe hevoka min bibire,
bi zehmetî xaziya xa dadiqurtand û digot : çima tu ji êşê hezdikê?
xortekî pir tenik bû, wekî ku çawa heskirin ji tiliyêd wî diherikî
jiyanê jî jê hezdikir û ti carî pişta xa nedida xewnêd wî.
- ma ku êş ne hêja ba min jê hezdikir?
- ciyê ku bihar lê be, kesekî ji payîzê hezbike heye malneketê?
- nizanim ji bo çi hûn bi çavê mirinê li payîzê dinêrin, ku ne payîz
be ti carî bihar di çavê we da şêrîn nabe, ku ne payîz be, ti carî
mirov pê nahise ku jiyan êdî cilêd perçe ji xa dike, ku bi her rengê
nû xemla xa ji we ra girêdide, ti carî hûn tênagihên ku jiyan, di
her demê da, bi her tiştî, xa nû dike.
payiz ne wek hemû demsalê dine, bayê wê bi tirs û zuhaye, her tiştî
tazî dike, belkî loma hûn jê ne rehetin, ne ji niha da mirov ji
tazîbûna xa ditirse, naxaze xa ji- piristîja- rizgar bike, payîz jî,
mirinê ji her tiştê ku bi ser demê ketî ra, tîne...
nizam ji bo çi ev yeka li dilê her kesî xaş nayê, û di her demê da
bi tirsa ji mirinê, pal didin, bi tirs radikevin, bi tirs xewna ji
rê dikin, û hemû roj berdavên...
* * *
ji pêsîrêd çiya
bi şîrdibûn
xewn û xeyalêd min
ji kanîsarkêd
vî welatî
reng dibirin...
bi rojbûa min
bi nav dibin
ev xeyalêd keskesorî..
û dem payîze,
xaşbû lîstika
bûk û zava
li bin darêd
zeytonê..
lîstika dê û bav û zaroka..
di siya wê Sicê da
em dibûn perwane
û dem bihar bû
ji reng û bîna te
xanîkêd zaroktiyê
dîwar bi dîwar
îro
bi ser min da
diherifin
hemû perwane
bi agirê
di henavêd te da
dişewitin...
her çar demê dil
payîzin
ewrêd evîna te
bi zerbûna rojêd min
giran dibin
ji hev ditirsin
xewnêd minî avî
di xaçerêkêd gund da
pel bi pel
diçelmisin
hişk dibin...
payîz
payîz
payîz
payîze ev dema
gurzek ba
gurzek ronî
gurzek bîranîn...
dimrim
ji dayîk dibim
payîze rojbûna min
jibîrkirine...
ne reng
ne deng
pelêd evîna min
bi ser we da
dibarin...
xuşe xuşa
kanîsarkêd dile
dar û berê
vî welatî avdidin..
ji pêsîrêd çiya
bi şîr dibin
xewn û xeyalêd min..
zivistane
dema bê..
havîne
bihare..
ne tenê
di payîzê da
pelêd dil diweşin.
|
|
Pirotêstek li Brokselê
efrin.com Broksêl
di roja 08. 03. 2003 bêtirî 10.000 kurdistanî ji her çar perçan li
paytextê Belçîka Broksêl ê, kurdistanî ji hemû deveran, bajar û
welatên Ewropî civiyan û gutina xwe li di jî çavsoriya dewleta Turk
kirin, kurdistaniyan ev xwepêshidan bi Ala Regîn û direshmên
nerazîbûnê xemilandibûn, komîteya Hevkarî û Hemawaziya kurdî ê ku ji
çar prçeyên kurdistanê hatiye damezrandin nameyek bi navê vê
xwepêshidanê dabûn Yekîtiya Ewropî û rêxistinên Ashtîxwaz û Mirovane
û têde diyarkiribû ku dewleta Turk li rabûn ûrûnshtinê terorê dixe
nêv gelê me ê Bashûrê Kurdistan.
di vê derbarê de Dr. Kamîran Bêkes ê ku yek ji komîteya amedekar ê (
vê meshê )bû li ser pirsa me efrin.com wilo
gutiye :armanc ewe,ku em ji dostan re jî û ji dijminan re jî bidin
xuyakirin ku kurd li her çar perçeyên kurdistanê û li Europa amedene
ku bi her awayî destkeftiyên bashûrê kurdistanê biparêzin çimkî ew
erk delameteke netewiye ji aliyekî din ve jî em dixwazin bidin
xûyakirin
ku çi gava bercewendiya netewa kurd, li kîjan beshî dibe bila bibe
tûshî gefûguran bibe emê bervedêriya wî beshî bikin:.
tishtê berçav ew bû ku pirr Nûçegîhanên kanalên Tilfizyonan û
rojnaman radyoyan hebûn.
em di efrin.com de vê karên serkeftî giran biha û ciyê pesnê
dibînin.
|
|
Perlemanî li Sûriyê bi nav dibin.
efrin.com
îro wezîrê Hundir ê Sûriyê Elî Hemud navên endamên perlemana ( nû )
ya Sûriyê li pêsh rojnamevanan û nûnerên Radyo û Televizyonan bi nav
kirin hêjmara wan bi tevayî 250 endam bûn. ji nav pirsên ku jê
hatine kirin
ev bû : ....gutin çêbûn ku di pir ciyan de, ji ber ne tendurustiya
hilbijartinan hina ji ber endama ne razî bûna xwe dane-
wî jî pirsîv hana da : belê raste, hinek ji ber endaman gava dibîne
ku ew nikane dengan bicivîne, ew dixwaze xwe li ber ew kesên ku deng
daniyê rû sipî derxîne-
hêjayî gutinêye ku em bêjin, ( piraniyên kesên ku navên wan hatine
xwandin û hat bi cî kirin ji berî hlbijartin bi dawî werin shahî û
dîlan bi boneya serkeftinê li dar xistibûn ).
Di vê derê de du pirs me ji tevgera Kurdî li Sûriyê hene.
- Ma hîn derfet heye ku rewsha rêzanî di welêt de were guhartin,
û jiyanek demuqratî were li darxistin.
- eger we kanîba Sê ( yan jî zêde ) kes bi derxistibana perlemana
Sûrîyê wê bi 246 behsî re çi bikirana.
|
|
BANGAWAZEK
Hevwelatîyên dilsoj,
Kurdên welatparêz yên derwayê welat,
Alozîya Iraqê gihîştiye qonaxeke astem û nazik. Herku amadekarîya
hêzên yekgirtî bo lêdana rejîma Saddam berbi pêş diçe, rewşa navçe
jî aloztir û tevlihevtir dibe. Hinek dewletên navçe, bi taybetî
dewleta Tirk dixwaze ji vê alozîyê keys verbigre û Başûre Kurdistanê
dagirbike. Şoven û nijadperestên Tirk ji hebûna Parlaman û Hukumeta
Heremî Kurdistan gelek aciz in û demek e, ku bi alîkarîya hinek
televîzyon û çapamenîyê, teblixateke kirêt dijî destkevtîyên me li
başurê Kurdistanê dikin. Bi rêvabirên Tirkîyê bi eşkere gefa
Kurdistanê Başur dixwin û venaşêrin, ku ew dijî federasyon in.
Karbidestên dewleta Tirkîyê bi dehan car gotine, ku bona pêşî
lêgirtina dewleta Kurdî, wê bikevine Kurdistana Başur û bona vê
armancê jî leşkerkêşî ser tixubên Iraqê dikin. Wekî xuya ye li
başurê Kurdistanê destkevtîyên me yên netewî, ku berhema xwîna
sedanhezar şehîd û ked û renca gelê me yê zehmetkêş e, li ber gef û
tehdîda şovenîst û nijadperestên Tirkîyê ne.
Kurdîno,
Parastina Hukumet û Parlamana Kurdistana Başûr erkê hemu Kurdên
xudan şeref û dilsoj e. Parastina Parlaman û Hukumetê Kurd,
parastina azadî ye, parastina xwîna şehîden me ne, parastina ked û
rencê sedan sal e.
Kurdên welatparêz li derwayê welat,
Komîteya Hevkarî û Piştgirîya Kurdistana Başur, bona bilindkirina
dengê nerazîbûnê li dijî gef û tehdîda dewleta Tirkîyê û piştgîrîya
Parlaman û Hikumeta Kurdistanê, li ber Yekitîya Ewropa xwepeşandanek
amade kiriye.
Xwişk û birayên berketî,
- Dê werin em hemû nişan bidin, ku em piştgir û alîkarê Parlaman û
Hukumeta Kurdî ne,
- Dê werin em hemû bihevra nîşan bidin, ku em destkevtîyên xwe wekî
ronîya çavên xwe diparêzin,
- Dê werîn em nişan bidin, ku em heya mirinê vefadarê armanca
şehîdên xwe ne,
- Dê tu jî were, dengê xwe tev dengê me ke, em bi hev ra dengê
nerazîbûna xwe li dijî tehdîd û gefa Tirkîyê bilind bikin.
Navnişan, dem û saet:
08.03.2003 (Roja şemi)
saet: 13:00
Van Maerlantstraap
Rue Maerlant
1040 St Joost (Bruksel)
(Nêzikê Metroya Schuman)
Komîta Hevkarî û Piştgirîya Kurdistana Başûr
|
|
Li ser pirtûka Hêmen Kurdaxî
“Çêroka neynûkên shikestî”
Cankurd / 2003
Ev pirtûk qefteke helbestan e, ji 70 rûpelan e û bi bergên resh û
sipî ye.. Di meha Berfanbaranê – sala 2003 de -, ji aliyê çapxaneya
Babol ve, li Almaniya hatiye çapkirin. Berzanê Mendî grafîka pirtûkê
pêda kiriy û Reshad Yosêf berg û motîvên hundirê pirtûkê amade
kirine, Dr. Kamiran Bêkes jî ji pirtûkê re sergotineke kurt ji deh
rêzan nivisiye, tê da diyar kiriye, ku ev pirtûka yekê ye, pash ku
helbestvan di hin weshanên kurdî da, berê hinek berhemên xwe yên
helbestî belav kirîne.
Xudanê pirtûkê 30 salî ye û ji herêma Kurdaxê ye, ev herêm li
rojavayê Kurdistanê dikeve. Li rojavayê Kurdistanê dibistan û
çandeya kurdî qedexekirî ne.
Bi rastî mera shash dibe, gava ciwanmêrekî kurd ji zarotiya xwe va
diçe dibistana erebî, di nav Ereban da dijî û fêr dibe çand û
wêjevaniya wan, bi zimanê Ereban dixwêne, li televisiona wan temasha
dike, bi wan re dikeve pevçûn û gengashê, li gel wan diçe
leshkeriyê, di zinadnên wan demekê ji jîna xwe ya ciwaniyê derbas
dike, dawî bi welatên dûr ve baz dide, ku li wir jî bi zimanin din
re dijî, gava dinivise, bi zarê xwe yê zikmakî, bi Kurdiya, ku hîç
rojekê li dibistanê ne xwendiye, dikare wilo xweshik û asan wek
Hêmen Kurdaxî helbestan vehûne û hestên xwe wek coyekî avzelal
birijîne ser pelikan..
Hêmen Kurdaxî ji min ra bi xwendina van helbestan, wek kesekî bi
shîrê dayika xwe re zimanê Kurmancî mêtiye, diyar dibe. Navêd
helbestan wek sernavê pirtûkê bi asanî hilbijartine (Tenê gava tu
rûgesh dibî, dawiya shevê, wendabûn, miriyo, girî…) û her wilo.. Ev
asanî di teviya pirtûkê da wek bingeheke vebirajî tê ber çavan..û ez
dibînim, ku ev bingeh û ev terzê nivisandinê çêtir e, lora ku
piraniya gelê me dikare têbigihîne helbestvan çi dixwaze..
Parçeyêd helbestên Hêmen Kurdaxî bi giranî wek (Dûrik) ên Kurmanciya
kevin, kurt in hema bi hêz in.. Zarê Kurdî li ba Hêmen ê Kurdaxî pir
giring e, û wilo nivisandiye, ku jineka kurd a hîç ne cûye dibistanê
gava wan helbestan bibihîse bizane mebesta wan çiye. Lê belê dîsa jî
wêneyên, ku bi kar tîne, bi terzekî hostayî hatine vebijartin.
Helbestvan pir bi wêjevaniya devkî ya Kurdaxê hiker bûye, û xishim û
serpêhatiyên gelê Kurdaxê yên di vê demê da li ber çavêd wî konêd
xwe vegirtine, wek di (Xerîbo) da..
“ Hîn ev latê dilshikestî
Mîna kemencayeke dengzîz
Ahînên dayîkên lawwendayî,
Keserên dayîkên keçnedîtî
Li ber devên shikeftan dilorîne, lo…
Wey lo delalo, wey lo!
Birîndarê sher û cengano,
Siwarê hespê nêr ê kabhishîno,
Li erdê qulemishka
Tu xisti bûn feqan û tehfano..”
Helbestvan ciwanmêrek e, lê wek pîremêrekî zana li jînê temasha
dike:
“ Bo yekemîn car min dîti bû ku
Sipî reshiyê bi dar ve dike,
Rastî ji nerastiyê re dadgehê li dar dixe
Çiyan jî
ramûsan bi ezmanan ve diteqandin… »
Di helbestên Hêmen ê Kurdaxî da, bo yarê gerdenekî ji stêrkan û
xemleke ji ramûsanan heye û helbestên wî jê re dibin ebeyeke
sultanan. Bo neynûkên shikestî çêrok hene û li ba helbestvanê me yê
hêja kevokên welêt jî çavtijî hêstirin, wek keçêd Kurdan hêvî li ser
lêvan zuwa dibin:
“ Surgûniya rojê
konê bêbextan fereh kiriye;
Tavên heyvê bi girî kirine.”
An li vir binêre:
“ Xemgîniyên dîrokê
di pasherojê de
diçin ava.”
An jî li vir:
“Hezar dest
ji dilê min
berv te dirêêêêêj dibûn…“
Carinan hozanvanê me yê, ku hîn ciwan e dilsar dibe, wek di vir da:
“ Berxê daîka mino!
Tehniya ku bi Ferat û Dicle neshke;
dilê ku bi gulistanekê,
bi gulên rengareng
kêfxwesh nebe.
Ma ezê çawa
Buharên vemirtî
Bi helbestekê vejînim?..“
An jî wek li vir:
“Fener sar bû
Perwana min jî westiya
Baskên wê ji ber ketin..“
Lê ez bawerim, ku ev pêla biçûka dilsariyê wek ewirekî bi lez di ser
destana helbestvanê me ra derbas dibe.. Ew meriyekî bi hêviye û her
omêdwar e..
“ Me perdeyên girî û ahînan
çirandin,
Destên me gîhan hev:
Wek pelê darekê
Wek gulên buharekê
Me reng da
Me bîn da. “
Ji xwe niviskarî û hozanvanî xortbûna di zimên û pêdakirina wêneyan
da ye, raman jî hevîrê wî ye.. Her kesek dikare nanekê bipije, lê
nanpijê jîr bi asanî tê naskirin û hezkirin.
Min bi kurtî li ser berhema yekemîn a hozanvanê me hêja Hêmenê
Kurdaxî çend bêje û pevek anîn zimên, lê bo Pashrojê ez hîn bêtir
berhemên wilo xweshik û giranbiha jê me çavrê dikim..Berxwedar be
Hêmen.
|
|
Kurdistanî li Brokselê dengê xwe bilind dikin.
efrin.com
Roja Şemiyê 08. 03. 2003 Komîteya hevkarî û hemawaziya kurd ya ku ji
hêzên her çar perçeyên kurdistanê hatiye Damezrandin ji nav wan jî (
tevgera kurdî li sûriyê bi tevayî ) serkêşiya meşeke proteto yî li
paytexta Belçîka - Broksêl – ê û li pêş avahiya yekîtiya Ewrupî
dikşînin. Li dijî gefûgurî û destdirêjiyên dewleta Turkiyê bi
derbaskirina sînorê Başûrê Kurdistanê
di vê derbarê de bi navê vê meşê wê Komîteya hevkarî û hemawaziya
kurd nameyek bidin yekîtiya Ewrupî û ji raya giştî re jî bi rêkin.
Em jî di efrin.com de û di rêya xwe re miletê xwe û hemû kesên
demuqrat
û aştîxwaz agahdar dikin ku tevlî vê meşê bibin û dengê xwe li dijî
dijminan bilind bikin.
|
|
( PDK ) û ( YNK ) gîhan hev.
efrin.com
di roja 02.03.2003 yan de
Partî Dîmoqratî Kurdistanî û Yekîtî Niştimanî Kurdistan gîhabûn
biryarekê ku komîteyeke birêvebir ( qiyadî ) Bi seroketiya mam Celal
Talbanî û kak Mes,od Al- barzanî û bi endametiya çend endamên komîta
siyasî ji Herdu Partiyan ( PDK) û ( YNK ) ta ku ev komîte
birêvebiriya xebata gelê kurd di va qonaxê de û di demên pêş û bi
alîkariya Partiyên Kurdistanî yên din bikin û li gor daxûyaniya
dawîn ( belax alxîtamî ) ku ji van civatan bi derketiye wilo hatiye
zimên Ji va komîtê tê xwastin ku têkliyan bi hemû hêzên demuqrat û
yên li dijî rêjîma Seddam husên bikin bi hêvîya
Pêkanîna avakirina dewletek demuqrat û Fêdralî di Iraqê de.
|
|
Bangewazî
Welatê me Kurdistan, cihekî wê ciyopolîtîkî giring heye.
Parçê Başûr piştî raperîna sal 1991ê ya pîroz şiyaye, di gel zor û
astengan, xaka azadkirî bi rêk û pêk bi rê ve bibe. Azadî û
demoqrasiya herêma Kurdistan dikare bibe nimûne, eger ji hêla
welatên derdorê û yên xêrnexwaz asteng bo wan peyda nebin. Ev
serbore dikariye civata kurd li başûrê welêt demoqratîze bike. Di vê
rewşa nazik û hesas de, amadebûna şer ya li dijî Sedam û rêjîma wî
ya diktator û xwîn mij dibe, Dewleta Turkî ya ku parçê bakur ji
welatê me dagîr kiriye û kurdan wek netewe nas nakê, dixwazê şert û
mercên xwe li Emerîka ferz bike, da bikevê başûrê welatê me, ew
parçê ku xelkê kurd û kêmneteweyên din bi tenahî tê de dijîn, û vî
parçeyî jî dagîr bike û xewnên xwe yên di pişt şerê cîhana yekê ji
dest çûyî, pêk bîne.
Îroj ji hemî rojan giringtir e, ku kurd destê xwe bidin hev û kur û
kêmasiyên xwe bidin layekî din.
Îroj, erkê her kurdekî ye, li kû bibe bila bibe, çi reng û deng be
bila bibe, parastina vê serbora pîroz û biserkeftî ya başûrê welatê
me Kurdistan e.
Vêca, em, wek Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-li Elmaniya û
Navenda Rewşenbîriya Kurd li Bajarê Hannover li Elmaniya piştgiriya
biryara Perlemana başûrê Kurdistanê û biryara hêzên berhingarên
Iraqê (oposîsiyon) dikin û bangewaziyê li hemî gelê xwe û hemî
aştîxwaz, nivîskar, hezmirov ji kurd û bilî kurdan dikin, ku dengê
xwe bilind bikin, bêdeng nemînin.
Em, her maytêkirin û destwerdanek di serbora gelê de li başûrê
Kurdistanê ji layê her aliyekî herêmî ve gunhbar dikin .
Hannover/ Elmaniya, 01.03.2003
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-li Elmaniya
Navenda Rewşenbîriya Kurd li Bajarê Hannover li Elmaniya
|
|
Kurd li Bremen û Berlin meşekê li dardixin.
efrin.com Berlin
Li hember siyasetên dewleta Turkiyê kurdên herdu bajarên Almanî di
roja
şemiyê 08. 03. 2003 de meşekê li dardixin û ji raya giştî re didin
xûyakirin ku ev pêlanên dewleta Turk
tazî ne û ne ciyê rêzgirtin û baweriyê ne û derbaskirina wan ji
sînorê kurdistanê re ew dixwazin xewna dewleta Turkiyê bi dest
dirêjkirina ser Petrol a Iraqê bi cî tîne.
|
|
Kurd li Bremen daxûaniyekê
belavdikin
efrin.com bremen
Kurdistanî ên ku li bajarê – BREMEN - bakurê Almaniya dijîn siyaseta
dewleta Tirkiyê şermezad kirin
Di roja şemîyê 01.03. 2003 de daxûyaniyek bi vê boneyê belavkirin û
têda anîn zimên ku dewleta Tirkiyê terorê bi serê miletê kurd de
dimeşîne û raya giştî bi gutinên vala dixapîne ev tonsiyaseta nema
veşartiye û herkesek jî dizane û bang raya ewropî û cîhanî kirin ku
dengê xwe tevlî dengê kurdan bikin û va hêrişa han bibirin.
|
|
li paytexta Sûryê li Şamê şevbuhêrkên wêjeyî
berdewamin.
ji şeş mihan û virde çarde şevbuhêrk hatin lidarxistin, heft li taxa
kurdan û heft li taxa Zorava.
di roja 24 an ji meha çile 2003 li taxa kurdan şevbuhêrkên wêjeyî
berdewamin. bi vê şevbuhêkê heft şevbuhêk li vî taxî tên lidarxistin
şevbuhêrka vê rojê çêrokîbû tê de çêrokvanê kurd şêx birimce kurte
çêrokek xwe xwand û bi dilekî vekirî rexne û têbînên nivîskar û
helbestvan û reşenbîran û xwedîyên kovarên kurd yên beşdarî vê rojê
bûbûn hatin bihîst û pê şevbuhêrk hat xemilandin.
li 31/1/2003 li paytexta soryê şamê li taxa Zorava şevbuhêrkek
wêjeyî ya heftan li zorava tê lidarxistin.
mejara iro çend kurte çêrok û kurtirîn çêrok yên nûjen bûn ,bi
wêneyên qeşeng wek gurzek gulên bihara rengîn hunandî bûn, gulên
çiya û deştên kurdistana şêrîn hatin xwandin ji alî helbestvan û
çêrokvanê kurd Wehîd Keleş û bi beşdarîya hin nivîskar û helbestvan
û xwedîyên hin kovarên kurd û bi beşdariya rewşenbîr û wêjehezan ev
şevbuhêrk borîya.
Di 1/2/2003 an şevbuhîrkek dî ji şevbuhêrên çanda kurdî hat
lidarxistin, şevbuhêka vê rojê romanek bizimanê erebî bû bi nave
(elweted )û ji alîyê helbestvan û romannivîsê kurd Canbapîr e, ji
ber ko ev roman nuh hatibû çabkirin û baş nehatbû belavvkirin û
pirên guhdaran ev roman nexwandibûn ,ji ber vê sedemê guvtegû û danû
standina li ser romanê qelsbû û sûd û havil baş jê nehat girtin.
Di 28 vê mehê ji sibatê şevbuhêrka helbesvanê kurd Ebdî Çaço bû berî
ku helbestvan gurzek ji helbestên xwe yên nuh di şevbuhêrkeke
torevanî de li şamê li taxa Kurdan bixwîne hunermend kurd yê mezin
mamoste Hemed husên li ser odê û keça wî ya hunermend( Dîlber) li
ser orgê û bi alîkariya xortekî hêja li ser tenbûrê , Dîlberê çend
sitranên xwe yên nazik gotin . piştî wan stran û awazên hêja diya
Ciwan helbestvan pêşkêş kir , mamoste Evdî gurzek ji helbestên xwe
xwendin helbestên mamoste bi du cureyan bûn despêk yên kevne şop û
ya dî helbestên aza bûn , şevbuhêrka îro jî bi rexneya helbestvan û
nivîskar û wêje heza dagirtîbû mamoste Evdî bi dilekî vekirî û
sîngekî fereh hemo rexne û têbîn qebûl kir û şev careke dî bi
alîkariya van hunermendên hêja û stiranên Dilberê dawî hat .
Ta dema şevbuhêrkeke dî bi mînin di nav gurzek ji xwaşyên tore û
wîjeya kurdî de.
Şêx birîmce şama şerîf 28/2/2003
|
|
Hevbendî û Eniya demuqrat a kurd daxûyaniyek
biderxistin
efrin.com
Di vê daxûyaniyê de bang li hemû ashtîxwaz û demuqrat ên li hundir û
derveyî welêt de kirin.
Pishtî ku dewleta tirk gefûguriyên xwe bi rengekî eshkere kirin
( emê derbasî bakurê îraqê bibin em nahêlin Dewletek kurdî ava bibe
em dixwazin bercewandiyên dewletê biparêzin ) ev û hin gutinin din
jî li ser zimanê berpirsiyarên dewleta tirkiyê di her cihekî tên
teqandin , û bang hat kirin ku hêzên cîhanê Kanibin sînorekî ji van
çavsoriyan re dînin û miletê kurd li bashûrê kurdistanê ji terorê
biparêzin.
|
|
Namek ji Saîd Yûsuf re
Hunermend hêja, dengê evnînê, dengê Qamîşloka birîndar, dengê
Evîndaran..
Tu ji qebqeba kawan re distirînî, ji kesên bê deng re, de bimîne
denge wan.
Saza te kelandina dilên pirr hestên windabûyî ye, weha ne ke û dengê
saza xwe ne firoşe bi arzanî.
Saza te na hê bihakirin, na hê nerx kirin.
Neke ku kes karîbe te bikire ji xwe re, tu yê Qamîşloyê yî, tu yê –
Hey Newroz_ ê yî, Newroz nizîk dike vêca xwe ne hêle bêkes.
Qoling bi refê xwe re başê, ne be pêlek har di kêlîkekî de, dijî
hêviyên Kinê, binêrê li cihanê çawa dikele, difûrhe, wekî agirpêjekê
nixumandî.
Çi kes nizane ev kelandin wê çi bide me yan jî çi ji me bistîne... .
Me ji perîşaniya xwe teliyên te yên zêrîn bi hêviyen xwe pêçan û me
pişta xwe ne da te û em pişta xwe na din te, xefkên pûç û derewîn te
ne rakişînin zalkavê, tu pirr baqijî, pirr pakî, lê aya tu dikarî
weha bimînî di vî demê pêwîst de ji her demek din bêhtir.
Tu zelalî wek kaniyên gundê me yên cencilî.
Wek dîlana ku li ber dengê saza te samayê dike û mest dibe, wek
hestên qîzikekê xwêdayî li ber dengê wê sazê kûlîlka xûnav girtî
bêhna nememan li deştên bajar û gundên difire, tu wehayî.
Ez naxwazim serê te û serê xwe jî gêj bikim lê omîdek e û ez mîna
nêrgizek çiyayî dinava tiliyên te de diçûnim û bi yawiriya stiranên
te yên zindî veperyanê dixwazim ku tu Seîd Yusifê gelê xwe biparêzî.
Kursiyek ( Ji çar pêpikên darî ) Di perleman de, ne mezintire ji
hezên milletekî, eger jibo nanê rojane ye, gelek ji me birsî
dirazin, lê hergîz qebîna Kewên xwe na firoşin.
Raste pêşiya çar salan û pêşiy heşt salan jî te dîsa hewilda ku tu
bibî perlemantoyek lê belê - ew ware lê ne ew bihar e - , raweste li
ver!!
Ma qey tu yî nêcîrvanê ava şêlûyî ?
Dilyar Dêrikî
|
| Tevgera
kurdî li Heleb û hilbijartinên perlemanê.
li parêzgeha Heleb û Piştî danûstandinê di nêvbera
tevgera kurdî de, ji bona derketina bi yeklîsteyê gîhabûn vê biryarê
û li ser van sê navan hatiye erê kirin.
1 - Nûrî Birîmo - endamê komîta siyasî a Partiya Yekîtî ya Demuqrat
a Kurd li Sûriyê - Efrîn -
2 - Ehmed Al-qasêm - Partiya Demuqrat a Pêshverû ya Kurd li Sûriyê
-Kobanî-
3 - Muslêm Şêx Hesen - Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd li Sûriyê -
Kobanî-
Divê ku em bêjin tevî ku rewşa demuqratiyetê di welatê me Sûriyê de,
ji tevgera kurdî û ji hemû kesên serbixwe û demuqrat ve xûya û
zelale, biryar dan ku hetanî hêvî hebe ku ev hilbijartin bi awakî
xwerist derbasbibin, emê jî bimînin lê dema em bibînin ku destlata
Sûriyê destdirêjiyan dike emê xwe ji hilbijartinan bikshînin.
|
| Tevgera
kurd dibêje ( NA )
efrin.net
Li parêzgeha Hesekê tevgera kurd li sûriyê gîhabû vê biryarê ku xwe
ji hilbijartina encûmana gel ( meclês alshe,b ) 02. 03. 2003
bikshîne, ji ber ku, carek din rêjîma sûrî rê li pêsh kesên demuqrat
û serbixwe girtine, û para kesên serbixwe tenê ji çar nûneran re
hêshtine, hêjaye em bêjin ku herdu rêxistinên kurd ( Hevbendî ) û (
Bera kurd ) daxûyaniyek di vê derbarê da bi derxistine û têda bi
kurtî ev mijar anîne zimên, ji ber ku rewsha demuqratiyetê di welatê
me de xûya û zelale.
|
|
Xelate pêşbirka kurte çîroka kurdî
li bajarê qamişlo giha nivîskarê mezin ( qado şêrîn )
Bi hatina baranek xweş û bi rûniştina qeflek ji rewşenbîrin û
nivîskarên kurd li bajarê qamişloka rengîn
Pêşbirka kurte çîroka kurdî li bajarê qamişlo 20-2-2003 yê pê rabûn
govara ( zevî ) .
Komîta hilbijartî ji bo nirxandinê :
1. xalid mihemed
2. fewaz ebdî
3. ahmed ismaîl
4. masûm şukrî
ji bo derbarê du saliya damezirandina kovara ( zevî )
gotina zevî mamûstayê hêja arşevê oskan xwend
xwendina çîrokê nivîskarê delal fewaz ebdî xwend
desxistina xelatê gula şêrîn wê girt
çîrokên ku hatibûn amedekirin ji bo vê xelatê :
1. kirîna serokan – qado şêrîn
2. siwarê hespê – baran baravî
3. xewnên rûsar – bavê rosîm
4. biryara vegerê – reşad şeref
5. nimêja sibehê – arşev oskan
6. lehiya qamîşa – ciwan evdal
7. tiştên ne ji mafên tene – selah mihemed
8. gur û rovî – bavê rojîn
9. mehvanê tariyê – evdê caco
yê ku birûskname xwendin endamê zevî ( mîdasê azîzî )
xelata pêşbirka kurte çîrokê giha nivîskarê hêja û mezin ( qado
şêrîn ) .
ji qamişlo: Messûd Akko
|
|
Balafirên emerîkî bar anîn Amedê
KK-Nûçe
» Balafireka US Air Force C 130 li balafirxaneya Amedê
AMED, 17/2 2003 — Natoyê biryar da ko arîkariya Tirkiyeyê bike û
Emerîkayê jî dest pê kir ko bi balafirên baran esker û sîlehên xwe
bîne Amedê da paşê ji vê derê hêzên xwe bibe başûrê Kurdistanê.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Abdullah Gul û wezîrê derve Yaşar Yakişî îro
jî diyar kirin ko hê jî wan rê nedaye Emerîkayê û parlamentoya
Tirkiyeyê dibe ko sibe, 18-ê mehê jî biryarê li ser rêdanê nede.
Wezîrê derve Yaşar Yakişî di serdana xwe ya Emerîkayê de emerîkî baş
qane nekirine ji bo ko hêzên tirkan jî bikarin bikevin başûrê
Kurdistanê û ji ber hindê Tirkiye hê jî xwe dudil dide nîşandan û
daxwaza pirtir tawîzan li Emerîkayê dike.
Di heman demê de heyetên PDK-ê û YNK-ê li Silopyayê digel berpirsên
wezareta derve ya Tirkiyeyê û berpirsên eskerî yên emerîkî kom bûne
û hê jî ne diyar e ka wan li hev kirine yan na. Kurd naxwazin ko
hêzên tirk bi ti awayî û bi ti hêcetê bikevin Kurdistanê û ev jî
bûye problemeka mezin di nêvbera Tirkiyeyê û Kurdistanê de.
|
|
Ciwan dîsa derketiye derveyî sînoran
azadiyawelat
Salih Demîrkaya / DÎHA
Ciwan Haco piþtî albûma xwe ya bi navê "Destana Egîdekî" ku di sala
1998'an derketibû, îcar jî bi berhema xwe ya bi navê "Derya" ji Ses
Plakê derket pêþberî hezkiriyên xwe. Ciwan Haco bi her berhema xwe
ya nû guhdar û hezkiriyên xwe þaþwaz dike. Di vê berhema ku bi
tevahî ji stranên li ser evînê pêk tê de tarzeke nû ceribandiye û ji
bo vê tarzê jî Ciwan Haco ji guhdarên xwe re dibêje, 'Hema bêjin
muzîka Ciwan'. Li ser albûma "Derya" em pêre peyivîn.
Tu ji bo albûma "Derya" çi difikirî?
Bi rastî ev albûma min a bi navê "Derya" tiþtekî nû ye. Min tê de bi
temamî muzîka modern bi kar aniye û ez hêvîdar im ku guhdarên min dê
ji vê albûmê hez bikin.
Te bi çi psîkolojiyê dest bi vê albûmê kir, armanca te ya vê berhemê
çi bû?
Armanca min ew bû pêþî kesên ku li min guhdarî dikin, ez li wan
fikirîm. Min xwest tiþktekî nû ji bo wan çêbikim. Ya duyemîn jî min
dixwest, ji xeynî kurdan jî gelên din jî muzîka min guhdar bikin. Ez
behsa cîranên xwe dikim, cîranê miletê kurd û kesên ewropî, min
dixwest ez xwe bigihînim van û muzîka xwe bi wan bidim guhdarîkirin.
Yanî min ev albûm pêþî ji bo kesên ku li min guhdar dikin, amade
kiriye.
Di albûmê de te bi temamî amûrên rojavayî bi kar anîne. ó amûrên
rojhilatî yên wekî; tembûr, ney, bilûr, erbane, def nîn in. Gelo ev
helwestek e yan dê Ciwan bi temamî xwe ber bi rojava ve bajo?
Me têra xwe dahol, zirne, bilûr, ney û saz lê xistin di kasetên xwe
de. Xweþ in jî ew amûrên folklorî yên kurdî. Di pêþerojê de ezê
dîsan xwe nêzîkî wan bikim. Niha ezê di albûma xwe ya bê de, hema
bibêje hemû stranan ji meqamê beyat hilbijêrim. Di albûma nû ku niha
ezê dest pê bikim de, ezê wan stranên ku min ji 14 saliya xwe de
strîne û bi piranî stranên elewiyan in bibêjim. Dê ji sedî sed saz
balkêþ be. ó amûrên kurdî yên din dê diyar bibin. Wexta we jî dê
were.
Gelo cihekî taybet ê vê albûmê ji bo te heye? Ji ber ku di albûmên
te yên din de tembûra te derdiket pêþ. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî?
Rast e rast e... Di albûma "Bilûra min" de jî tembûr hindik hebû. Lê
di du sê stranan de tembûr hebû. Bes min xwe ji tembûrê dûr
nexistiye. Ez ji tembûrê pir hez dikim. Tembûrê ez bi xwe lê didim.
Lê bi rastî ev albûma Derya tiþtekî balkêþ e.
Gelek gotinên stranên vê albûma te yên mîna; "Kezîzer kezîzer ez
xulam memikên gilover, "Ev çend sal in li hêviya te", "Xweziya yarê
tu ya min ba"...Ez te nadim bi malê dinê." Ev qet ji me re xerîb
nehatin. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?
Gotin ne gelekî balkêþ in. Gelek gotinên basît hene. Niha dema em li
muzîka ewropî guhdarî dikin tu carina dibînî gotina "I love you" di
stranê de gelek caran tê bikaranîn. Min jî dixwest ez tiþtekî wilo
bikim. Gotinên stranan basît in. Straneke tenê ku gotinên wê balkêþ
bin, ew jî ya Hekîm Sefkan e, ya strana "Pero". Ew gotinên wê pir
balkêþ in, gotinên wê gelekî bi dilê min in. Lê yên din bi awayekî
basît min dixwest ez çêbikim. Carinan jî wexta min strana "Diyalog"
digot "Bera xeynî min bistrênin" gelek kurdan ji gotinên min fêm
nedikir û digotin 'yaw tu çima werê gotinên zehmet dibêjî?'
Te got muzîka pop. Em dikarin muzîka te têxin bin kîjan navî? Bi
rastî yên berê me hinekî dikarîbû bi nav bikira?
(Dikene) Hema bila navê wê muzîka Ciwan be.
Dema mirov bala xwe dide vê albûmê, piraniya gotinên stranan te bi
xwe nivîsandine, çima? Ev tercîhek bû yan ji bêgavî bû yan jî hema
wisa lê hat?
Bi rastî ez bi xwe gotinên staranan kêm dinivîsim. Vê carê min got,
hema ez binivîsim, wek hewldanekê min xwest ez bikim. Ez bi xwe
muzîkê çêdikim, lê di vir de min dixwest ez tiþtekî nû biceribînim.
Tu ceribandina xwe ya gotina çawa dibînî, biserkeftî ye an na?
Wexta tu ji min bipirsî, ez gelek ji wan gotinan hez dikim. Gotin bi
dilê min in. Gotin pir basît in. Belkî gelek kes jê hez nekin û
bêjin weeeeew Ciwan çi gotiye wisa, ev gotin gelek basît in ev çi
mesele ye. Lê ez hêvîdar im wê kêfa guhdaran jî jê re were.
Di albûmê de tê xuyakirin ku muzîk ji gotinan bêtir derketiye pêþ...
Me bi rastî qeweta xwe da ser muzîk û deng. Di berhemê de rîtmên
cuda û balkêþ me bikar anîne. Tiþtekî nû û tiþtekî modern derketiye
holê. Rast e, gotinên Derya basît in lê xweþ in, ez gelekî jê hez
dikim.
Em bandora Miradê Kinê (Miradko) ya li ser te dizanin. Di strana te
ya bi navê "Seyro" de gotin ên te ne. Lê dîsa jî Miradko tê de cih
digire. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî?
Niha di muzîka kurdî ya folklorî de tu guhê xwe bidiyê, ev stranên
sivik ku rîtm tê de hene gelekî basît in û piraniya stranan jî li
ser hezkirinê yanî li ser evînê ne. Rast e gotinên strana "Seyro"
nêzîkî gotinên folklorî ne. ó bandora Miradko tê de xuya dike.
Dema mirov bala xwe dide albûmê tekane hêma evîna dilan e, gelo di
vir de monotoniyek nîn e, gelo Ciwan ji bilî hestên evînî tiþtekî
najî?
Ez dibêjim, însanê ku nikaribe ji pîrekekê hez bike, hezkirina
pîrekekê pê re çênebe, nikare ji welatê xwe jî hez bike, nikare ji
miletê xwe jî hez bike. Ez bi vî çavî lê dinêrim. Gotinên di vê
albûmê de hemû gotinên evînî ne, hemû li ser eþqê ne. Li ser evîn û
eþqa pîrekê ye. Min berê jî ev gotin bi kar anîne. Lê gotinên ku min
li ser welatê xwe gotine dîsan jî di dilê min de ne. ó dîsan jî ezê
li ser bêjim. Ew stran stranên min in. "Diyalog" ez pir jê hez dikim
"Bera xeynî min bistrên ji bo aþtiyê" ez pir jê hez dikim. ó ez ji
welatê xwe jî pir hez dikim...
Wekî dawî tu ji bo vê albûma xwe çi mesajê ji guhdarên xwe re
diþînî?
Ez dibêjim kesên ku kaseta min kete destê wan bila bi dengekî baþ û
bilind lê guhdar bikin. Ez dibêjim ewê ji "Derya" hez bikin, ez
hêvîdar im. Ji ber ku min "Derya" ji bo ew kesên ku li min guhdarî
dikin çêkiriye. Rast e, pêþî min ji xwe re çêkiriye. Lê dema min ji
"Derya" hez nekira, min dernedixist. Ez hêvîdar im ku kesên ku li
min guhdar dikin, dê jê hez bikin, ji ber ku Ciwan bêyî kesên ku lê
guhdar dike ne tiþtek e. Kesên ku li min guhdar dikin, ez ji wan hez
dikim, birayên min in, xwiþkên min in, hurmeta min pir ji wan re
heye.
Ez serkeftinê ji Azadiya Welat re jî dixwazim. ó ez hêvîdar im di
nêzîk de emê li welat hev û din bibînin.
|
|