|
01.01 - 31.01.2003
|
|
Banga 2an
Gelî xwendevan û nivîskarên hêja :
Li gor e-mail û nameyên ko ji me re hatine, tev li me û li nasnameya
{yekîtiya nivîskarên serbixwe} dipirsin. Lewra em karin bi kurtî bersivê
bidin; yekîtiya me li destpêka sala 2003 an li bajarê Qamiþlo hate damezrandin,
lê li gor daxwaza hemû nivîskaran û ji sedemin taybetî me nav ne danîn,
bi navê yekîtiyê em tev karin xebata xwe berdewam bikin; li gel silav
û rêzên hemû hevalan…
Me berî demekê bangek bi navê {pênûsa birakujiyê} belavkir, û ji dilêþiya
me li ser rewþa ko nivîskarên kurd têde dibûre, lew ew bi ber þerê birakujiyê
ve diçin. Me hewl da em li wan bangkin û bêjin; çû dema þerê birakujiyê,
êdî qonaxeke nû destpêkiriye; heger em berê pênûsên xwe ji wate û armanca
tekoþîn û þoreþa çandeyî biguhêrin. Û berê xwe bidin hev, û her yek
nivîsarekê binivîsîne xwe têde bide xuyakirin, ew qehremanê ziman û
afrandinê ye, piþt re yekî din wê gotarekê lê vegerîne û jê re bêje
gava ez nivîskar bûm, hîn wê çaxê li ziman tu hay ne bibû. Ev gera li
çixêza vala çi sûda wê nîne. A giring li pilanên dijminan em þiyarbin
û derfetê ne din wan da me ji hev tarûmar nekin.
Piþtî rûsarî û ketina pilanên mît û parastinên rêjîmê di berzkirina
nivîskarên mîna {Munzer Elmûsilî, Suhêl Zekar û Zekeriya Tamir}ev nivîskarên
þofenî û dûv yên ko pênûsên xwe dijî miletê kurd û kurdistanê bikaranîn,
û piþtî li nav kurdan û birayên Erebên dilsoz armancên ewan xuyabûn;
hem bawerî bi wan ne ma..rêjîmê berê xwe da nivîskarin nû {kurd} mixabin
!! da karê ewan nivîskarên þofînî berdewam bikin û li dijî cografya
kurdistanê, li dijî dîroka kurdî, li dijî serok û rêberên þoreþên netewî,li
dijî nivîskar û dîroknasên kurd, li dijî helbestvan û zimanzanên me
û li dijî rewþenbîrên kurd þer bikin.. da armancên mît û parastinên
rêjîmê pêkbînin; li gor ji wan tê xwestin û hin jêder dibêjin: ko gotarên
amadekirî ji wan re tên tenê navê xwe li bin dinivîsînin ; û belav dikin.
Mixabin ko xwe gihandine kovar û malperin kurdî yên bi nav û deng û
hîn berdewmin di belavkirina gotarên wan ên jehirkirî bê ko bizanin
bi destê kê hatine nivîsandin..!!
Vêca em dubare ji hemû kovar, rojname û malperên kurd ên hêja bi taybetî
ên li ewropa, dibe ko hayê wan ji evan pilanan tunebe..em wan agadar
dikin , bela hayê wan ji evan nivîskaran hebin û gotarên wan belav nekin...
-Banga me bangeke biratiye. Em hêvîdarin ko miletê me nema bi van xwefiroþan
bê xapandin..
Bijî kurd û kurdistan
Yekîtiya Nivîskarên Serbixwe
Qamishlo
|
|
Ji raya giştî ra,
Himber êrîşgerîya dewleta Tirk divê hemû Kurd Yekbin!
Bi bûyerên dawî xuya dike ku li Rojhilata Navîn şer nêzîk dibe. Amêrîka
û Îngîlîz ji bo êrîşa ser Iraqê xwe hazir dikin, leşkerê xwe li mintiqê
kom dikin. Ger Saddam û hevalên xwe terkî hukum û welat nekin, êhtimal
e heya mehkî şer dest pê bike.
Dewlet û hukumeta Tirk jî, herçiqas di destpêkê da nîşan da ku dijî
vî şerî ye û çareserîyeke aşitîxwaz dixwaze, lê ev helwest ne ji dil
bû. Nuha hazirî dike him rê bide eskerê amêrîkê ji bo vekirina cepha
bakûr, him jî bi xwe êrîş bike Kurdistana Başûr dagre.
Derd û tirsa dewleta Tirk Kurd in. Ew ji hukumet û parlamena Kurd ku
ev 11 sal e li Başûr avabûye û ji azadîya Kurdên vî parçeyî gelek aciz
e. Tirsa xwe ya mezin, pêkhatina statûyeke baştir e ji bo Kurdên başûr
piştî şer, çi bi şiklê serxwebûnê çi federalî. Dixwaze rê nede guhartineke
han, heya di vê firsandê da dawîya xumuxtarîya Kurdan bîne.
Her usa jî çavê Tirkan li nifta Mûsil û Kerkûkê ye.
Dewlet û hukumeta Tirk, heya muxalefeta li parlamenê hemû bi hevra hazirîya
êrîşekê dikin. Leşkerê Tirk li ser sînor kom dibe; ji xwe beşek ji zû
va ketîye Kurdistana Başûr.
Eva xetereke mezin e him ji bo Kurdistana Başûr him jî bo hemû milletê
Kurd.
Himber vê yekê divê milletê Kurd, partî û serokên wî gelek hişyar bin,
dest bidin hev pêşî li vê erîşgerîyê bigrin.
Divê himber êrîşgerîya Dewleta Tirk helwesta Kurdên Başûr yek be, ew
rê nedin lîstik û planên dijmin, erda xwe û destkevtîyên xwe biparêzin.
Divê Kurdên parçên dinê, bi taybetî Kurdên Bakûr himber êrîşa dewleta
Tirk bin, li hundur welat û li der welat çi ji dest tê bikin, vê rejîma
mîlîtarîst û dagirker, har û hov rûreş bikin, piştgirîya Kurdên Başûr
bikin.
Li rojhilata navîn bûyerên mezin diqewimin, kevir ji cîyê xwe dilivin
û ewê tesîreke mezin li ser qedera me Kurdan jî bike. Di rojeke hanê
da divê hemû hêz û rêxistinên Kurd, hemû welatparêzên Kurd dest bidin
hev, mafên xwe û heqên xwe biparêzin, bo vê yekê çi lazime bikin.
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
4 Sibat, 2003
|
|
Civîna Çilrojiya Kek Hemreş Reşo li Almanyayê
PDK-Bakur li Almanyayê, roja 09.02.2003 an, demjimêr
12:00 heta 17:00, li
navnîsana jêrîn
Civîna Çilrojiya Serokê Partiyê dilovan Kek Hemres Resoyî li dar dixe.
Em dixwazin bi vê minesebetê hemî dost û nas û pêgirtiyên Kek Hemres
û hemî
Kurdên welatperwer agahdar bikin. Her wisa hemî partî, rêxistin, sazîyên
Kurd û
Kurdistanî û kesên welatparêz dawetî çilrojiyê dikin.
HEVKARÎ-Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Almanyayê biryar girtiye
ko
pistgiriya Civîna Çilrojiya Kek Hemresî bike. Em dixwazin bi vê egerê
spasiya
Hevkariyê û hemî rêxistin û saziyan bikin, ji bo pistgirî û dilsoziya
wan û ku
dilêsî û xemgînîyê bi me re par dikin.
PDK-Bakur
Almanya
Navnîsana Civîna Çilrojiyê:
"SAAL 2000"
Schlodderdicher Weg 48
51469 Bergisch Gladbach
Ji bo peywendiyê: 0172-2487589, 0171-2141771, 0170-5273158
*** *** ***
Rêya cihê civînê:
Cihê civînê nêzîkî Kolnê ye. Kesên bi trêmbêlan (Auto) werin, dikarin
ji A3
Koln-Dellbrück (Ausfahrt) derkevin, ser destê çepê vegerin û berê xwe
bidin
Dellbrück/Holweide li ser cadeya Bergisch Gladbacher Str. 5,5 km bajon.
Ku hûn
ketin hudêdê Bergisch Galdbachê (Ortschild!) li ber lampeya yekemîn
ser destê
rastê vegerin. Ev cade "Schlodderdicher Weg" e. "Saal 2000" pistî 410
metroyan
ser destê çepê ye. Parkeke mezin ya salê heye. Hûn dikarin bi trêmbêla
xwe
derbasî parkê bin. Û hûn bi xêr hatin ser sera û ser çavan!
Eger pirsên we hebin, hûn dikarin li van sê telefonan bigerin.
*** *** ***
Bi kurtî agahdarî li ser programa civînê:
- Pêdivîyên dînî û toreyî
- Axaftin
- Panel li ser jiyana Kek Hemresî -
bi besdariya çar gotarvanan -kurdî û yek bi elmanî- (Tilmann Zülch,
Ihsan
Aksoy, Bedirxan Epözdemir, Ömer Heyder)
- Gotinên mêvanan û mesaj
- Xwarina sînê
|
|
Hêmen Kurdaxî (Neşet Betal) berhevokeke helbestan
li pirtûkxaneya kurdî zêde kir.
Berhevok ji 72 rûpelên (Din A5) hevedudan e, ku tê
de (45) helbestan cî girtine. Helbestên Kurdaxî li gor hest û pêla derûna
wî carina dirêj, carina jî kurt in. Lê bi wate, wêne û helbestiya xwe
dewlemend in. Di piraniya helbestên xwe de – weke dr Kamiran Bêkes dibêje
– Kurdaxî dikare xewn û hestên mera ên xulmaşbûyî bi awazên peyv û hevokên
xwe, bi sirweya qêrînên xwe ên lal şiyar bike û wan di asoyên xwe de
bifirîne.
Kiz
Buharê derî girtin
Havînê pencere tazî kirin
Hîne sîngê min jî
wek kirîfekî
dil kiriye
êzingekî ter û
dişewtîne...
Navnîşana xwastinê:
Neşet Betal
Große Straße 29
49377 Vechta
Germany
Tel.: (0049) 044 41 / 90 71 96
E-Mail:
hemen_kurdaxi@t-online.de
|
|
Pênûsa birakujiyê
Ji nexwþiyên nivîskarên KURD !!
Em evê gotarê li þûna bangekê bi taybetî ji nivîskarên
kurd li rojavayê
kurdistanê re, û bi giþtî ji hemû nivîskarên kurdistanê re rêdikim..
Lewre em bang li hemû nivîskarên kurd dikim û ji ewan re dibêjim : bese,
bese ..Em þerê hev bikin , bese gotaran li hevûdu vegerînin .!! Birayên
hêja :Hûn çi navberê di nav þerê nivîskaran û dijayetiya wan de û
di nav þerê birakujiyê de yê ko her serê demekê li nav hêzên kurdî yên
çekdar de vêdiket, dibînin?
Di nerîna me de heger hin ji evan nivîskaran xwedî tifing bana , wê
birakujî
bikirana , tev ko hemû di nivîsandinên xwe de þerê birakujiyê jî dikin.
Rûpelên belavok, rojname, kovar, û malperên kurdî ji evan gotarên birakujiyê
dagirtîne…mixabin..!!
Elbete bûye wek alfabêtka çi nivîskarê ko karînên nivîsandinê li cem
wî ne
xurt in, bi evan gotaran dixwazin ,wekû nivîskar xwe bidin xwiyakirin
,lê
bawer bikin {serî bi paçan tucarî mezin nabe}, lê tiþtê balkêþ yekcarna
nivîskar in bi nav û deng li dûv xwe bivênevê dikiþkiþînin . û li vir
nexweþî kûrtir dibe , û ew di qonaxeke pir xirab de diraweste; ji ber
ko
nivîskarên bi nav û deng nema li wê rêzgirtina xwe dipirsin û bivênevê
li
evan birakujan divegerînin. Û ji nûv de þerê {pênûsa birakujiyê} dest
pê
dike…!!
Elbete ev karê {pênûsa birakujiyê} tenê li bal me kurdên rojavayê kurdistanê
heye, kêm carina li hersê parçên kurdistanê din peyda dibe. Û heger
we gotar
in ji layê nivîskarên wan di evî warî de xwendinbin bêguman wê li nivîskarên
me vegerandibin, ma bervedêriya xwe jî nekin ? gava nivîskarna ji me
þerê
dîrok û cografiya , û tore û torevanên bilind kirine wê çawa nivîskar
li me
venegerînin ?
Kê ji we dîtiye ko {nivîskarekî kurd}peyê mît û parastinan û em di evê
de
tucarî þek û gumanê nakim . ko dibêje :”hinek ji reþenbîrên me xewnedar
in
ko welatekî me hebû , yekparçe, binavê kurdistan û dibêjin: pilanên
dijminan
ew parçe parçe kirine }. Bi rastî me ev gotin gelekî ji devê þofîniyên
Ereb,
Tirk, û Farisan û mîtên ewan bihîstiye , lê me ji devê nivîskarekî xwefiroþ
cara yekê ye em dibihîzin; ne tenê wilo jî, destdirêjî biratiya kurd
û
Aþûriyan bi xurtî kiriye û li ser “sitema ko kurd li Aþûriyan dikin”li
gor
gotinên ko jê tê xwestin camêr dipeyive!! , ji me re nebêjin ev nimûna
we
jî dikeve warê {pênûsa birakujiyê}!!? Na lê me weke nimûne ev got çimkî
dema
nivîskarekî welatparêz evê peyva evî xwefiroþê han bixwîne bivênevê
wê
tengav bibe, û çi tiþt bê ber devê wî wê bibêje …?lewre me ev gotar
weke
bangekê nivîsand da em birayên xwe yên nivîskar li evan pilanan hay
bikim.ewê ko dihêlin berê xwe ji kêþeya miletê xwe bide alî û berê pênûsa
xwe bide evî xwefiroþê han yê rêjîmên dagîrker bi hezaran dolar dide
da ko
yekî wisan peyda bike ….
Vêca gelî nivîskarên hêja :ji me tevan tê xwestin ko em dilê dijmin
û
xwefiroþan geþ nekin, û bera a wan li me neyê , em tev bi dozekê ve
girêdayî
ne. berê pênûsên xwe bidin xebatê , li xwefiroþan tucarî venegerînin
,
heger ev nexweþiya han zû bi zû ji nav me neyê hilanîn , emê herdem
þikestiyê evê qonaxê bimînin…
Banga me a dawî ji rojname, kovar , belavok û malperên kurdî re ye ,
em bi
hêvî ne ko ev gotarên wisan jehrkirî rûpelên weþanên we gemar nekin
û divê
hayê we ji xwefiroþan hebe…?
Yekîtiya Nivîskarên serbixwe
Qamiþlo
14/1/2003
|
|
Tevgera kurdî protesto dike .
efrin.net 2003/01/20
Di dîroka 29 / 01 / 03 roja çarşemê û li paytextê BELCÎKA Broksêl
Rêxistinên tevgera kurdî ya sûrî li ewrupa û bi tevlêbûna demuqrat û
kurdperweran derdikevin xwepêşindanekê ji bo çareserkirina pirsa kurdî
li sûriyê û Bi sedema ev girtinên ku li vê dawiyê li sûriyê di dermafê
herdu xebatkarên kurd Merwan osman û Hesen salêh û ji bo serbestberdana
wan û girtiyên me kurd yên din bi taybetî û yên siysî bi tevayî ên di
hudirê zîndanên sûriyê de.
|
|
Merwan osman û hesen salêh hatin dadgehkirin.
efrin.net 18,01,2003
li paytexta sûryê Şamê li pêş dadgeha leşkerî ( almahkema aleskeriye
) îro herdu endamên komîteya siyasî ya partiya YEKÎTÎ a kurd li sûryê
berêz Merwan osman û hesen salêh hatin dadgehkirin
Hêjay gutinê ye ku em bêjin li pêş ( almahkema aleskeriye ) herdu berêzan
di gotina xwe de gotiye _ me mafekî xwe yê gelemperî û destûrî bi rengekî
aştîxwaz bi dest xistiye me xwastiye hebûna miletekî di destûra welêt
de were bi cî kirin, ku ew gelê dudiyê ye di hundir sûryê de û me xwastiye
wekheviyeke di danûstandinê de bi gelê kurd re wek gelê ereb hebe.
Pêwîste em bêjin ku herdu berêz piştî sê rojan ji
xwepêşdana bi salvegeriya roja cîhanî a mafê mirovan di dîroka 10 /
12 / 2002 hatin girtin.
|
|
Ji bo raya giştî,
8’ê Çileya Paşîn, li Diyarbekirê qezayeke balafirê pêk hat . Di qezayê
de 75 kes jîyanê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Platforma Kurdên Ewrûpayê serwxeşîyê xwe yên xemgîn pêşkeşî malbata
kesên, ku encamee qezayê de jîyana xwe ji dest dane, dikin û şîfa ji
bo birîndaran dixwazin.
Li seranserê Tirkiye û Kurdistana Tirkiye rêwîtîya bi balafir perçeyek
ji jîyana xelqê bûye. Her roj bi hezaran mirov rêya balafirê bikar tînin.
Lê mixabin, rastîya Tirkiyeyê, piştî qezaya li Diyarbekirê bi awayeke
vekirî careke din derket holê. Balafirgeha Diyarbekirê tevî 16 balafirgehên
din yên ku li bajarên Kurdistanê de hene, ji aletên pêwîst yên modern
ku di rewşa hewayên xirab de alîkarîya pîlotan dike, mahrûm in. Sebebê
esasî ya qezaya dawî jî, ew bûye. Piştî lêkolînan hate holê ku aletên
wisa di piranîya balafirgehên bajarên rojavaya Tirkiye de hene lê li
bajarên kurdan tune ye. Ev rastîya rûyê dewleta Tirkiye û nêrîna wan
ya derheq heremên Kurdistanê, radixîne ber çavan.
Em hêvî dikin ku qezayên wiha careke din neye serê mirovên me. Hêvîdar
in malbat û dostên yên mayî bi sebir vê êşa xwe ya giran derbas bikin.
PLATFORM - Platforma Kurdên Ewrûpayê
(DEM-KURD, PNK-Bakur, İnsiyatîf)
2003-01-10
Navnîşana Pêwendîyê:
FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org
|
|
Bo Birêz Serokê Partî Demokratî Kurdistan Kek Mesud
Barzanî,
Bo Birêz Sekreterê Giştîyê Yekêtîy Niştimanî Kurdistan Kek Celal Talaban
Serokên birêz,
Weke hemû kurdên li dinyayê, ew kesên ku li jêrê ev daxuyanî îmza kirine,
li ser lihevkirina we ya bi Peymana Waşingtonê gelek kêfxweş û dilşad
bûn. Ev pêngava dîrokî, ji alîyek ve bû bersiva hêz û dewletên ku dixwazin
gelê kurd ji holê rakin, ji alîyê din ve bo dostên kurdan bû mesajeke
dostî û dilgermîyê. Helbet ya herî girîng, manewîyat û jixwebawerbûna
civaka kurdan bi hêz kir. Vê yekê bi fidakarîya we rû da.
Em bawer in ku ev lihevkirina we dê bibe bingehê merhelayeke bilindtir
û bibe bingehê çareserkirina hemû pirsgirekên Kurdistana Başûr. Hûn
jî dizanin ku ev jî bi bernameyeke hevpar û netewî dibe.
Wekî hemû miletan, miletê kurd jî mafê xwe yê çarenivîsê heye û layiqê
demokrasî, hiqûq û mafên mirovan e. Gelê kurd dikare bi van deskeftîyan,
bi nasname û nirxên xwe yên netewî, li dinyaya global û demokratîk cî
bistine.
Serokênbirêz,
Tecrube û pêvajoya van çend salên borî da xuyakirin ku ger aramî û azadî
hebe, gelê kurd dikare welatê xwe birêve bibe, pirsgirekên xwe yên civakî,
aborî û sîyasî çareser bike. Ev bîr û ditîn roj bi roj ji alîyê gelek
hêz û dewletan ve tên pejirandin ku ev yek ji bo gelê kurd serbilindî
ye.
Ji alîyê din ve, mixabin hinek dewlet, bi taybetî dewleta Tirk, li hember
lihevkirina we û xasima piştî yekkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkhatina
aramî û aşîtîya navxweyî, dest bi gef û tehdîdan kiriye. Herwekî we
jî gelek caran gotiye, bi gef û tehdîdan, bi zordestî û çavsorî kes
bi serneketîye û sernakeve jî. Miletê kurd jî li ber van gef û tehdîdan
xwe paş ve nakşîne, gelê kurd dê maf û deskeftîyên xwe biparêze. Gelek
eşkere ye ku miletê kurd ji bo çu hêz û dewletan nebûye tehdîd û ji
îro şûn de jî nabe. Jixwe dem dema demokrasî û peywendîyan e, ne dema
binpêkirina maf û hiquqê ye.
Serokên birêz,
Em bangî hemû hêz û partîyên Kurdistanê dikin ku bala xwe bidin şert
û mercên îro û polîtîkaya reel a dinyayê. Dîsa em dibêjin mafê tu hêzekê
tun e ku weke teref mudaxeleyê kar û barên Dewleta Federala Kurdistanê
bike. Li hember tehdîd û zordestîyê, hêza herî girîng û bingehîn, ji
bo maf û hiquqa xwe hîşyari û tevgera gel e.
Serokên birêz,
Ji bo parastina Dewleta Federala Kurdistanê, ji bo parastina hemû deskeftîyên
netewî, em piştgirîya we dikin û we pîroz dikin. Serketina we, serketina
gelê Kurd e.
Bi silavên dostî..
M. Emin Bozarslan (nivîskar), Mahmut Kilinç (nivîskar, endamê berê a
Parlamena Tirkîye), Necdet Buldan (nivîskar, Seroke berê a Beledîyeyê
Geverê), Munzur Çem (nivîskar), Eskerê Boyîk (şaîr), Malmisanîj (nivîskar),
Şivan Perwer (hunermend), Yilmaz Çamlibel (nivîskar), Fettah Timar (mamoste,
Serokê KOMKAR), Zerdeşt Haco (nivîskar, Serokê Pena KURD), Keya İzol
(Serokê Federasyona Komelên Kurdistan li Swêd), Husen Hebeş (şaîr),
Haşîm Saydam (wênekêş), Feyyaz Ekmen (mamoste), Cankurd (nivîskar),
Dilbixwin Dara (nivîskar), Şükrü Güler (pizîşk), Nazif Telek (nivîskar),
Nuh Ateş (nivîskar), Kazim Özdemir (mamoste), Ahmed Zemdji (pizîşk),
Fatê (hunermend), Necmeddin Baker (Wênekeş), Hêmen Kurdaxi (şaîr), Elî
Cafer (nivîskar), Cuma Dawoud (nivîskar), Ekrem Kêro (hunermend), M.
Ehmed (nivîskar), Keça Kurd (nivîskar), Abdilmecid Şêxo (nivîskar),
Haydar Ömer (nivîskar), Nezîr Pola (şaîr), Dr. Kamêran Bêkes (nivîskar),
Enyat Diko (wênekêş), Xelil Emre (mamoste), Hüseyin Erk (mamoste), Ednan
Kaya (mamoste), Celal Erdoğan (rejisör), Dimokrat Taha (hunermend),
Ilhan Kizilhan (mamoste li Zankoya Konstanz), Xiyaseddin Zaroj Stêrk
(mamoste), Akram Naasan (pizîşk), Mahmut Gergeri (mamoste), Sertip Onat
(muhendis), Cemşid Haco (Muhendis), Brîndar (hunermend), Riza Çolpan
(nivîskar), Zeynelabidin Zinar (nivîskar), Cahit Kaplan (mamoste, dîrokzan),
Gohdarz Hajo (pizîşk), Ömer Tuku (mamoste), Mesut Bayram (mamoste),
Evin Khalil (hunermend), Bedirxan Epözdemir (mamoste), Ibrahim Guneş
(pizîşk), Osman Aydin (hiquqnas), Ahmet Akbaş (mamoste), Zeki Öztürk
(hiquqnas), Dilşad Ahmadi (pizîşk), Huseyin Bektaş (pizîşk), Çetin Taşçi
(hiquqnas), Siddik Unus (pizîşk), Ehmed C. Çamlibel (nivîskar), Ali
Cahit Kirac (nivîskar), Talal Suleman (wênekeş), Firat Cewheri (nivîskar),
Newroz Saidpour (nivîskar), Bedil (hunermend), Hasan Yildiz (nivîskar),
Gul Acar (pizîşk), D. Izoli (nivîskar), Baran (hunermend), Rêzan Kaya
(hunermend), Kemal Tolan (nivîskar, mamoste), Kamal Sido (nivîskar,
diroknas), Fikret Yildiz (pizîşk), Hesen Şetevi (pizîşk), Gulistan Saribaş
(pizîşk), Osman Kizilkan (pizîşk), Cemal Xeznedar (nivîskar), Xelil
Cindi (nivîskar, mamosteyê Zanko), Şükrü Gulmuş (nivîskar), Zurab Aloian
(mamosteyê Zankoya Bremen), Rassoul Faki (pizîşk), Omar Simo (pizîşk),
Ihsan Aydin (nivîskar), Kamiran Derweş (pizîşk), Sêvê Izolî (hiquqnas),
Maruf Yimas (nivîskar), Mete Tekin (mamoste), Celal Avci (mamoste),
Mahmut Aydin (mamoste), Hamit Gevheri (nivîskar), Mustafa Aydogan (nivîskar),
Bûbê Eser (nivîskar), Laleş Qaso (nivîskar), Vildan Tanrikulu (mamoste),
Şahin Sorekli (nivîskar), Ali Tuku (mamoste), Huseyin Şahin (mamoste),
Mukaddes Şahin (nivîskar), Muzaffer Özgür (mamoste), Abdul-Rahman Kejo
(pizîşk), Ali Beltir (mamoste), Mehmet Dehsivar (nivîskar), Sedat Karakaş
(hunermend), Serhat Bucak (hiquqnas), Çeko (nivîskar), Mustafa Birden
(mamoste), Seyidxan Kurij (nivîskar), Loqman Polat (nivîskar), Saleh
Djato (hiquqnas), Pîr Xidir Silêman (nivîskar), Macide Çamlibel (mamoste),
Hoşeng Sabri (Dermannas), Ziya Acar (hiquqnas), Bilge Acar (wênekêş),
Selahattin Çelik (nivîskar), Kamuran Kiki (hiquqnas). Şêrin Perwer (hunermend
), Muchtar Mohamed ( pizişk ) Cuma Yakut (hiquqnas )
|
|
Mesûd Barzanî ji ya xwe danakeve
ARIF ZÊREVAN
STOCKHOLM, 3/1 2003 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî
ji ya xwe danakeve û ji serokwezîrê Tirkiyeyê Abdullah Gul kêmtir kesê
qebûl nake ko pê re rûne. Mesûd Barzanî meha borî serdana xwe ya Tirkiyeyê
ji ber nexweşiya xwe ya sermayê texîr kiribû û hesab ew bû ko Mesûd
Barzanî duşema bêt li Tirkiyeyê be.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî dê van rojan dest bi serdaneka
çend welatên Rojhilata-nêvê bike û Îranê îro ji Abdullah Gul re diyar
kir ko ew dikare roja duşemê biçe Îranê.
Li gor agahdariyên berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê
Hişyar Zêbarî, serokê PDK-ê Mesûd Barzanî qebûl nake bi kesekê ji serokwezîr
kêmtir yê Tirkiyeyê re rûne û lewra çûna Mesûd Barzanî çend rojekê hatiye
paş ve dan. Hişyar Zêbarî tekîd dike ko serdan dê di hefteya bêt de
pêk bêt lê belê hê jî roj ne diyar e.
Mesûd Barzanî berê jî di gera xwe ya Îranê de digel serokkomarê Îranê
Muhemmed Xatemî û di gera xwe ya Sûriyeyê de jî digel serokkomarê Sûriyeyê
Beşar el-Esed rûniştibû û qedrekê giran jê re hatibû girtin. Herwiha
li Brîtanyayê jî serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair digel Mesûd Barzanî
û Celal Talebanî rûniştibû.
2003-01-03 21:58
|
| Rêzdar
Ebdilbaqî Yûsif, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd!
Hevalên hêja, endamên Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî!
Di demeke ku cîhana me ya îroyîn bi bîrdozên demokrat
û mafên mirov û miletan şanaz û serbilind e; di demeke ku li seranserî
cîhanê gavên xurt berve guhertin û pêşketina di warê azadî, demokratî
û wekheviyê de têne avêtin; di serdemeke ku bi azadî û mafan hatiye
sertackirin û binavkirin hîn li Sûriyê – mixabin – rewş her weke berê
ye: Hîn ji sedî 10 ji miletê Kurd li Sûriyê bê nasname ye, bê seretayîtirîn
mafên mirov e; hîn hebûna Kurdan, ku li Sûriyê gelê diduyê ye – weke
mirov jî, netewe jî – ji aliyê desthilata Sûriyê ya “welatparêz” de
ne hatiye pejirandin.
Belê, hîn Kurd bi tevahî li Sûriyê, li ser xaka bav û kalên xwe, têne
hingavtin û bi hemû awayan hewla pişaftina wan, erebkirina wan tête
kirin.
Li hember berdewamiya siyaseteke weha şovenî û nijadperestiyê de, helbet,
mafê gelê Kurd e ku bi hemû awa û derfetan hebûna xwe, kesayetiya xwe
ya taybet û serbixwe, berjewendiyên xwe û paşeroja xwe biparêze û xwedî
lê der keve. Di vî warî de jî xwepêşandana Kurdan, ya ku ji aliyê we
de, roja 10.12-an li pêş Perlemana Sûriyê hati bû amadekirin, yek ji
alavên herî rewa, aştiyane, demokrat û destûrdayî ye. Helbet ji mafê
gelê kurd de jî, ku di xebata xwe ya netewî-demokrat de, hertim alavên
weha bikar bîne.
Hêvî ew e ku kar û çalakiyên weha hertim û hîn bi awayekî firehtir,
ji aliyê Tevgera Kurd li Sûriyê de berdewam bêkrin, da ku rojekê zûtir
em jî, weke hemû miletên cîhanê li ser xaka bav û kalên xwe azad û serbest
bijîn.
Ji aliyekî din ve em we HEVKARÎ girtina herdu rêzdaran, Merwan Osman
û Hesen Salêh ji aliyê destlata şoven de rûreş dikin. Ev gava çavsor,
bê guman, xuya û aşkere dike ku destlata sûrî hîn dixwaze xwe dûrî hemû
guhartinan bigre, yên ku li seranserî cîhanê roj bi roj di rajeya (xizmeta)
maf û azadiyan de diqewimin, û bi serhişkî bervedêriya bîrdozên xwe
yên zingarî û kufikî bike. Lê Bila şoven û nijadperest baş bizanibin,
ku tu hêz û şiyan nikare miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî
û serbestiya xwe bike qurban, heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja
azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.
HEVKARÎ
28.12.2002
|
|