|
01.11 - 30.11.2003 |
|
Berî kêr digihe hestû
Rizgar Kurdaxî
efrin.net, 30.11.2003
Belê, xwendevanên hêja, eger em bi rastî li rewşa Tevgera Kurd li Başûr-rojavayê
Kurdistanaê vegerin, emê rastiyeke beloq û ronak tê de bibînin. Ew jî
ew e ku xebata tevgera me li vî perçî tenê du mehan jînbar e, ango li
kar e: di meha mûsim û komkirina alîkriyê û di meha Avdara Newroza pîroz
de liv û tevger heye.
Bi van çalekiyan tenê jî, helbet, tukes û tutişt rizgar nabe. Weke çawa
bi çêrêkirina keçikekê yan jî bi xwestina destên wê mirov nazewice.
Ta ku mirov xwe digihîne yara xwe pir xebat, cefa û ked gerek û pêwîst
in.
Bi çalakiyekekê, dudyan û sedan yar nakeve destên mirovî, ji ber ku
ew kirine paş sed hezar milyon perde û kilît. Destên wê, çav, dev û
ling jî girêdayî ne – ne qêrîn, nalîn, ne jî dengek jê nayê.
Ew baş dizanin çi ji dest me girtine. Hûn jî vê yekê xweş û baş dizanin.
Eger hûn dikin li dozekê xwadî derkevin, ne bi vî rengî ye, na birano
na! Riya xebatê rêkeke zor zor dijwartir e, tev bi stirî, ar, kuştin,
lêdan û xewnekirin e…
Xebat ne roj û şevek e. Xebat dîrokeke dirêj û pehn e, qada mêran e,
konê xwegorîkirinê ye,
Berxwadan û serhildaneke berdewam e... Qêrînên rojane û katane ye. Xwadîderketina
li pirsekê xwapêşandan, fedekarî û xebata bêrawestan e, ne rûniştin
û peyvfirotin e. Ne navlixwekirin e. Ne dikim dikim, nakim nakim e.
Na, ew kar û barê me hemiyan e, herkes bi tiştekî û herkes di riya pê
zane re.
Pirsgirêka me zor zor dijwar e. Bêkesîtî û bi serda jî problema herî
mezintir û dijwartir, pirs û problema nelihevkirin û bêbawerîtiya kujer
e, ya ku di nava gelî de mezin bûye ye.
Rê û çareserî, helbet, ji nelihevkirinê re heye. Lê pirsa bê çareserî
ev nexwaşiya bêbawerîtiyê ye. Çawa tevger dê kari be baweriyê ji nuh
ve bi dilê ewqas kes de biweşîne? Zor zor e, û pir dijwar e, lê rastiyek
e jî, ku em kes nikarin wê veşêrin.
Bêbawerîtiya gel, an kêmbaweriya wî, bi tevgerê ji kû hatiye? Gelo ma
rast tevger ne ciyê baweriyê ye? An destên veşartî li paş vê pirsa jorîn
hene? Eger hene jî, gelo ew kî ne?
Ev yeka ha ji qurşîna neyaran nebaştir e. Ev bi hostatî û pilaneke neyartiyê
hatiye avakirin. Lewre jî divêt êdî em çavên xwe vekin, dost û guran
ji ser hevdu derînin, baweriyê “am û tam” bi kesî nînin, da ku em baweriya
rastirîn jî careke din wenda nekin û da ku xebata me bibe xebateke rojane
û zincîreke jevneqetiyayî; ne ku salê rojekê û mehê katekê be.
Li dawiyê ez dixwezim bêjim ku hertiştek tê kirîn û firotan, tenê dayîk
û welat ne tên kirîn ne jî tên firotan. Helbet li ba kesên bi şeref
û namûs, li ba kesên welathez. |
|
Tirajediya siyaseta Kurdên Bakur
Fûad Sîpan (Fuat Akpinar)
efrin.net, 24.11.2003
Tirajediya siyaseta Kurdên Bakur nû nîne. Loma her guhertinên di nava
partî û rêxistinên Kurdên Bakur de çêdibin, ez li ser matmayî namînim.
Tirajediya siyaseta Bakurê Kurdistanê di salên 70-î û 80-î de dest pê
kiriye. Çumkî Kurdan di despêkê de hêsabên xwe baş ne kirin. Ji ber
ku Kurd di siyasetê de baş negihîştî bûn, loma ev bi salan e, ku hên
jî di bin bandora siyaseta xelkê de mane. Mirov dikare sedemên negihîştin
û nepêşdeçûyîna siyaseta Kurdan û kilîtbûna siyaseta Kurdan ya îro him
li Kurdistanê û him jî li tevahiya cîhanê, bi taybetî bi du xalan ve
girêbide:
Kemalîzim
Qaşo çepên Tirkan (îdeolojiya sosyalîzim-komûnizmê)
Sedemên piştşikestina siyesata Kurdên Bakur ev in. Ji ber ku di despêka
siyaseta Kurdan de hefsar di dest xelkê de ye, loma pir mixabin, ku
Kurd bi salan e nikarin xwe nûjen bikin û siyaseteke bi gorî rewşa Kurdan,
rewşa Rojhilata Navîn û gorî rewşa cîhanê amade bikin. Di nava siyaseta
Kurdan de ji bilî Kurdan tiliya her kesên der mafên Kurdan de çavnebar
in heye. Bê guman rola perçebûna Kurdistanê û rola herêmê girîng e,
lê mirov nikare her tiştî bi rewşa herêmê ve jî girêbide. Baş e, ku
mirov xwe di siyasetê de bi awayekî pozîtîv biguherîne, lê divêt Kurd
tiştekî jî baş bizanibin, ku ew bi guhertina siyaseta xwe nikarin kesî
bixapînin. Mirov nikare pirsan bi sergirtî û veşartî çareser bike. Hin
daxwazên Kurdan hene, ku heta di Kurdistanê de derfet nebe, referandûm
çêbe, tu kes nikare di van xalan de bêyî raya gelê Kurd biryarê bide.
Divêt Kurd daxwazên xwe rast û durist daynin meydanê û bi bîr û bawer
daxwazên xwe yên mînîmûm û yên maxîmûm biparêzin. Ger rêxistinên Kurdan
gorî vîna gelê Kurd tevnegerin, ewê di siyasetê de herdem winda bikin.
Hingiya Abdullah Öcalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û bi rencîdekirina
Kurdan hate teslîmkirin, ji wê demê vir de, gelê Kurd her roj şokekî
derbas dike. Di van salên dawîn de PKK navê xwe guherand, kir KADEK
û KADEK jî navê xwe guherand kir KGK (Kongreya Gel A Kurdistanê), ARGK
(Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) navê xwe guherand û gotina Kurdistanê
ji nav derxist û kir HPG (Hêzên Parastina Gel) û hin partiyên din jî
navên xwe guhertin û gotina Tirkiyê li ser xwe rakirin û hwd. Guhertina
navên partî û rêxistinan şinûlk (marîfet) nîne. Mafê tu kesî nîne, ku
serê gelê Kurd bi guhertina navan ewqas tevlihev bike û bi pirensîpên
gelê Kurd bilîze. Partî û rêxistinên ku nizanin ji bo gelekî çi bikin
û çi bixwezin, bila gora xwe bikolin û têkevinê ji serî tevlihevkirinê
baştir e. Kurd bi vî awayî bi siyaseta bazara Ereban, nikarin xwe bigihîjînin
armanca xwe û bi ser bikevin.
Partiya ku nû ava bûye di daxuyaniya xwe de wiha dibêje "armanca Kongra
Gel, ne hilweşandina sînorên dewletên Kurd di nav de dijîn e."
(http://69.57.132.41/~kadek/kurdistan/modules.php?
name=News&file=article&sid=328&mode=&order=0&thold=0)
Ji ber ku Kongireya Gel A Kurdistanê bi navê Kurdistanê ava bûye, dikare
der mafê Kurdan de qasî mezinahiya xwe her biryarê bigire. Lê di pirsa
sînorên Kurdistanê de, nikare bêyî vîna gelê Kurd tevbigere û biryarê
bide.
Sînorên ku biryara dewletên din di nava welatê me de bi detsê zorê hatine
ava kirin, ne bi vîna (îradeya) gelê Kurd bûye. Loma mafê tu partî û
rêxistinekê tuneye, ku ew der mafê vê mijarê de biryareke wiha bigire
û vîna gelê Kurd bidin bin lingên xwe û bipelixîne.
PKK, KADEK an jî KGK navê wan çi dibe bila bibe, ew rêxistineke Bakurê
Kurdistanê ne û mafê wan nîne, ku herin li perçên Kurdistanê yên din
ji xwe re partiyan ava bikin. Eger ji wan tê bila alîkariya birayên
xwe li perçên din bikin. Li perçên Kurdistanê yên din partî û rêxistinên
Kurdan hene û hewceya wan bi alîkariyeke biratî heye. Divê PKK, KADEK
an jî KGK navê wan çi dibe bila bibe, dest ji hegomoniyan, kirin û gotinên
xwe yên tewşik berdin û werin ser dabaşê (sadetê).
Divê ji Kurdên Bakur re siyaseteke nû û nûjen ava bibe. Divê ev siyaseta
nû dûrî îdeolojiya Kemalîzim û îdeolojiya sosyalîzim û komûnîzmê be.
Divê siyaseta nû ne antî Amerîka û ne jî antî Îsraîl be. Divê siyaseta
nû ji dil be û gelê Kurd nexapîne. Ji bo berjewendiyên Kurdan bi bîr
û bawer kar û xebatê bike û baweriya xwe bi demokirasiyê bîne. Ezê careke
din dîsa vegerim ser vê mijarê.
Almanya, 21.11.2003
|
|
Careke din
Rizgar Kurdaxî
efrin.net, 24.11.2003
Gelo ma hîn car pir inî an ev a dawiyê ye. Her mirovek tenê serok û
padîşahê mala xwa ye; ne ji mafê tukesî ye ku seroktî an rêbertiya mala
kesekî dîtir bike. Weke ku berê jî hatiye gotin “azadiya herkesî li
wir diqede, kûderê azadiya kesekî din dest pê dike”. Yanê gava mafê
min dest pê dike, mafê te pûç dibe.
Eger ez dikevim hundir mala te û azadiya te tê de dikujim, fermo tu
jî wî mafî bide xwe û tu jî azadiya min bi darve bike. Lê gava ku ez
rêzê ji te re digirim, divêt tu jî du caran rêzê û hurmetê ji min re
bikî.
Kurd dibêjin “bi çavekî li min binêre, ezê bi herduyan li te binirim”.
Ne ku ez bi çavekî li te binêrim tu jî herdu çavên min derînî yan jî
biceciqînî!
Bi vî rengî Kurd li hev dikin, mîna ku masiyê mezin yê biçûk dadiqirtîne
û wek çawa ku “bi kerê nikanin dibezin kurtên”. Ji dêvla ku em alîkariyê
ji wan bixwazin û ew bibin hêviya me, ew keda me dadiqirtînin, ciwanên
me didizin û bi ser de jî me tineyî derdixin holê, tevî ku hebûna wan
li malên me ye û tevî ku ew bi me hene.
Me Kurdên Başûrê biçûk, biqasî ku em kanin, me alîkariya saziyên kurd
li perçên din ên Kurdistanê kirî, lê ka wan çi ji me re pêşkêş kirine?
– Tenê jevketin, nakokî û… û… di nav me de çandine!
Gelo ma kîjan rêxistina me xwe serokê rêxistinan li seranserî Kurdistana
buha dîtiye, û kîjan serokî xwe serokê tevaya Kuridstanê dîtiye, yan
wilo hatiye hilbijartin û pejirandin?
Bes e, êdî em hevdu dixopînin û bi qedera hevdu dilîzin!
Restiyek heye ku PKK partiyeke bi hêz û çekdar e, demeke dirêj jî bi
rêjîma şoven ya nijadperest re ketiye şerên dijwar, lê ev nabe û çê
nabe bibe sedema wê yekê, ku îro ew xwe serokê seranserî Kurdistanê
bibînin. Ji aliyekî din ve gerîla û şervanên PKK-ê û hin kesên ku tê
de rêber û berpirsyar in jî ji perçê me ne. Ango me bi tiştê herî buha,
bi xwînê alîkariya wan kiriye –pir ciwanan dev ji dê, xwîşk, bira û
bavê xwa berdane û çûne tevî şêr bûne. Ango bi can û xwîn xwe diyarî
we kirine, hûn jî îro dixwazin û dikin ku me tune bikin. GELO ma ev
daxweza kê ye?!
Na, na! Tucarî ev yeka ha nayê pejirandin. Em tev bi hev hene, û em
tevde gewd û tenek in – yek çav e, yek dest e, ê din hêz e, tu mêjî
yî, ez jî vîn û bawerî me… Em kes beyî ê din nabin û nikarin jiyana
xwe berdewam bikin. Her weha bila tukes xwe di ser tukesî re jî nebîne,
lewre ku em giş zarowên dê û bavên xwe ne. Dê û bavên me hemiyan jî
weke hev in, kes ji kesî ne çêtir an paqijtir e. Diya me hemiyan Kurdistana
rengîn û şîrîn e.
Vêca çawa hevalên Kongira Gelê Kurdistan (KGK) xwe bi tenê dibînin,
û tenê xwe rêber, berpirsyar û serok dibînin?! Ev yeka ha nakeve mêjiyê
min, ji ber ku nerastiyeke dîrokî û damendelineke neyartî ye. Herweha
kedmijandineke aşkere ye jî. Ji lewra jî divêt ku ev yeka ha bête rexne-
û rûreşkirin.
Gelo çawa tu min tune dikî û pê re jî tu xwe dikî serokê min ê serdemî?!
BERZANIYÊ nemir şêrê Kurdistana Başûr çiqas ket, rabû, cefa dît, penaber
bû, serokê partî û cengan bû, rêberê mirin, xwapêşandan û şoreşan bû,
lê qet ziman negerî û ne got “ez rêber an serokê tevaya Kurdistanê me”.
Ne jî piştî koçkirna wî tukesî ew ne kir serokê nemir û şehîdan, tevî
ku ew NASNAMA KURD Û KURDISTANÊ bû.
|
|
PKK-Kadekê hîn ji totalîteriya xwe namîne
Dr. Kamiran Bêkes
efrin.net, 18.11.2003
Berî çend rojan li Başûrê Kurdistanê partiyeke nû bi navê Kongreya Gelê
Kurdistan (KGK) damezirandina xwe eşkere kir. Ev rêxistin weke tête
zanîn berdewamiya PKK-Kadek-ê ye, ya ku di 26-ê meha borî de di kongira
xwe ya dudoyê de dawî li hebûna xwe aniye.
Kongreya Gelê Kurdistanê (KGK) di danezana damezirandina xwe de dide
xuyanîkirin ku ew dê mîna partiyeke siyasî ji bo berjewendiyên gelê
kurd bixebite. Herweha wê piştrast kir ku "hilweşandina sînorên dewletên
ku kurd di nav de dijîn" ne ji armancên wê ye.
Di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de Kongreya Gelê Kurdistan eşkere
dike ku rêzdar Zubeyr Aydar wek serokê rêxistina “nû” hatiye hilbijartin.
Di civîna çapemeniyê de, ya ku .roja 15.11.2003-an li gundekî Başûrê
Kurdistanê hati bû lidarxistin, serokê Kongreya Gelê Kurdistanê (KGK)
rêzdar Zubeyr Aydar daxuyand ku “çareseriya pirsgirêka kurd dê li hemû
welatên ku kurd lê dijîn, bêyî ku sînor werin guherandin, li ser bingeha
yekîtiya azad a demokratîk pêk were”. Wî berdewam kir û got: “Armanca
Kongira Gelê Kurdistanê ne hilweşandina sînorên dewletên ku kurd di
nav de dijîn e.”
Lê tiştê herî balkêş ew e ku KGK Abdullah Ocalan wekî "Serokê Gelê Kurd"
hilbijartî. Ev biryara jî, bê guman aşkere dide xuyanîkirin ku PKK-Kadekê
hîn nikare dev ji siyaseta xwe ya çewt û totalîter berde. Belê ew hîn
nikare xwe bi guhartinên nû re li he bîne û tu kesî jî ji bilî xwe nikare
bipejirîne.
Helbet ji mafê wan e, wek çawa ji mafê her rêxistinekê ye jî, ku serok,
sekreter, rawêjbêjekî bala an jî peyrewekî hilbijêre yan destnîşan bike.
Lê hema partiyek an rêxistinek – kî dibe bila bibe – were û xwe nimînendeyê
tevaya gelê Kurdistanê bibîne û ji ber wî gelî ve, bê vîn û daxwaza
wî, serokekî netewî destnîşan bike, tenê tiştekî tîna bîra mirov, ku
ew jî totalîterî û nepejirandina kesekî din e.
Ji dest vê siyaseta çewt, ya ku PKK-Kadekê ev 2–3 dehsal in dajo, PKK-Kadekê
jî û gelê kurd jî gelek ziyan dîtiye û ji gelek destkeftiyan jî, ku
hebûn biqewimiyana, bêpar mayî.
Divê êdî xwediyên ton-siyaseteke weha baş bizani bin ku xweguhartin
û xwe-bi-heyamê re-lev-anîn ne bi guhartina navan, lê bi guhartina dîtin,
raman û mejîyan dibe. Bi rizgarkirina mejiyan ji zingara kevnare dibe.
Bi berî hertiştekî pejirandina ê dî dibe.
Rastiyek ji PKK-Kadekê hîn kêm e, ku divê êdî wê nas bike û bipejirîne.
Ew jî ew e ku em tev bi hev re gelê kurd in; her rêxistin an partiyek
jî tenê beşek e, beşekî pir biçûk e ji tevaya gelê kurd. Ji lewre jî
mafê tukes an rêxistinekê – çendî bi hêz dibe bila bibe – nîne ku li
dewsa tevaya gelê kurd palvede.
Ocalan berê serokek ji serokên partiyên kurdan bû. Ew niha jî dikare
tenê ji bo wê yekê bête binavkirin. Lê bêtir ne ji mafê KGK ne.
|
|
Li ser Başûrê Kurdistanê
Dîtin, nêrîn û pêşniyarên min ên lı ser Başûrê Kurdistanê
ji bo pêşdeçûn, naskirin û çareserkirina doza Kurdistanê
Fûad Sîpan*
efrin.net 17.11.2003
Rewşa başûrê Kurdistanê di sala 1993-an de
Dema ez di sala 1993-an de çûme Başûrê Kurdistanê, rejîma Baas di pê
şerê 91-î de Kurdistan xerab kiri bû û ji Kurdistanê derketi bûn. Ji
ber ku rejîmê êdî bawer ne dikir, ku Kurdistan dê bikeve bin bandora
wan, loma rejîma faşîst înfirastrûktûr li Kurdistanê felç kiri bû. Rewş
wisa xerab bû bû, ku pireke mirov di ser avê re derbas bibe aliyê din
tunebû. Rejîma faşîst hemû karxane xerab kiribûn. Telekomînîkasyon ji
kokê de ra kiri bû. Yanê çi bê aqilê mirovan yên di pêşerojê de feyda
wan ji Kurda re bibe hemû ji holê rakiribûn.
Lê dîsa jî gelê me qîmet nedida tiştên materiyal, ew bi azadiya Kurdistanê
şa dibûn, tama azadiyê li ser axa xwe derdixistin û bi çar destan ve
dest pê kiribûn, Başûrê welatê xwe ji nû ve ava dikirin û birînên xwe
derman dikirin.
Ez gava di sala 1993-an de çûme başûr Kurdistanê, min ew rewşa baş dît
û vegeriyam Ewropa, bi coş û şewqeke wisa mezin bûm, ku eger baskên
min hebûna, ezê ji kêfan bifiryama. Lê pir mixabin, ku bêjim, demekê
şûn de şerê birakujiyê dest pêr kir û ew kêfa me hemû Kurdan demekê
şikiya. Her çiqas tiştekî pir xerab bû, ku birakujî li Başûr çêbû, lê
niha mirov baş dibîne ku Kurd êdî ji dîroka xwe dersan derdixin û nahêlin
dîrok dîsa ji bo wan dubare bibe. Hêvîdar im, ku aramî dê wiha li Kurdistanê
berdewam bibe.
Bi baweriya min, ev rewşa xerab, ku di nava Kurdan de li Başûr di sala
1993-an û 1994-an de, ku şaşiyeke pir bezin bû, lê paşê bi xwe re tiştên
baş jî derxist holê û îro gelê me ji her demê zêdetir yekîtiya xwe xurt
kiriye û bi herdû hukumetên herêmê ji gel re kar û xebatên baş dikin.
Her çiqas jî herdû hukumetên herêmê ji mecbûriyetiyê derketine holê,
lê gava mirov rewşa niha baş analîz bike, dîbîne, ku di nava herdû hukumetan
de hemberiyeke (reqabeteke) pozîtîv çêbûye û ev jî ji bo xizmeta gel
û pêşdeçûyîna Kurdistanê tiştekî baş e. Yanê mirov dikare bêje, li Başûrê
Kurdistanê Federasiyon çêbûye, lê hên baş bi rêk û pêk nîne. Ezê li
jêrê pirsa Federasyonê hinek dîsa vekim û çend mînakan jî bidim. Lê
ez dikarin dîsa bi serfirazî bêjim, ku gelê me di vê demê de şanî cîhanê
da, ku ew di nava 12 salan de bi serbilindî, him di warê leşkerî, him
diwarê aborî û him jî di warê siyasî de pêşde çûye û îro di Rojhilata
Navîn de êdî bêyî gotina wan tu tiştek nameşe.
Rewşa Başûrê Kurdistanê di sala 2003an de
Gelê me di nava 12 salan de, ne şoreşeke tenê kiriye, her kirinek û
xizmetek li Kurdistanê bi serê xwe şoreşek e. Ji ber ku neyarên gelê
me heta niha Kurdistan wek malê xwe dihesibandin û jêre tu tiştek jî
nedikirin. Rejîma Sadam û nokerên wî ji welatê xwe û ji gelê xwe re
tişteke nekirin, ku ji gelê me re jî bikin. Wan saltanat û hebûna xwe
li ser hovîtî, dîktatorî û kuştina gelê Kurd çêkiribûn.
Belê ez bawer dikim, ku di nivîsên min de yên li ser Başûrê Kurdistanê,
baş xuya dike, ku Başûr gelek pêşde çûye û dê di demeke pir kurt de,
ji her alî ve pêşde jî here û xurt bibe. Wek min li jorê jî got, li
Kurdistanê du hukumet hene. Ev herdu hukumet ber sedemên nakokî û birakujî
derketin holê. Lê qasî ku min rewşa niha dît, dikarim bêjim, her çiqas
jî ev herdu hukumetên Kurdistanê ji ber sedemên neçarî jî hatibin damezirandin,
avakirin, gava mirov van bûyeran baş analîz bike, têda dibîne, ku herdû
hukumet bi xwe re gelek tiştên baş jî derxistine holê. Yanê mirov dikare
qala Federasyona nav xwe yî jî bike. Ji ber ku di nava van herdu hukumetan
de reqabeteke pir mezin derketiye holê, loma mirov heta neçe rewşê li
Başûr bi çavên xwe nebîne nikare van bûyerên baş bi awayekî objektîv
analîz jî bike.
Ji ber ku reqabet di nava herdu hukumetan de heye, loma herdû hukumet
bi hemû derfetên xwe yên aborî, civakî û hwd. dixwezin ji hev zêdetir
ji gel re kar û xebatê bikin û her hukumet dixweze herêma xwe ji her
alî ve pêşde bibe û ji herêma din baştir bike.
Ez bawer dikim, ji bo pêşdeçûyîna Kurdistanê van mînakên min li jor
dane, pir rolên mezin lîstine. Lê dil dixwest, ku bila qet birakujî
di nava Kurdan de çêneba. Pir mixabin her dem daxwaza mirovan bi gorî
dil nabe.
Di hevdîtina min de li Silêmaniyê bi şaîrê me yê navdar birêz Şerko
Bêkes re, ku wî got, her tişt ji birakujî çêtir e.
Ji ber ku min di nivîsên xwe de der mafê Başûr de gelek bi berfirehî
nivîsîn, loma ez naxwazim dîsa li ser bisekinim û dubare bikim. Ez dixwazim
bi taybetî dîtin, nêrîn û pêşniyariyên xwe ji bo naskirina siyasî û
pêşdeçûyîna aboriya Kurdistanê hinek tiştên konkirêt jî bêjim û mînakan
bidim.
Başûrê Kurdistanê di qada navnetewî de baş nehatiye naskirin
Di vê di rojeva siyaseta Başûrê Kurdistanê de berî her tiştî daxwaza
statûyeke di qada navnetewî de qebûl û naskirina Kurdistanê be. Ev daxwaz
ji aliyê hemû dezgeh û saziyên Kurdistanê ve bi dengekî bilind bê xwestin.
Aramî niha li Rojhilata Navîn tenê li Başurê Kurdistanê heye, wekî din
li tu derê nîne.
Ji ber ku gelê me di dîrokê de her demê ji aliyê dijminan ve bi hovîtî
hatiye qirkirin, loma Başûrê Kurdistanê ji sala 1991-î vir de bi taybetî
li ser emniyeta Kurdistanê hatiye kilîtkirin. Sedemên kilîtkirina emnîyeta
Kurdistanê ji aliyê hukumet û partiyên Kurdan ve bêguman mafê wan bû
û ev di cih de bû.
Lê pir mixabin, ku ji ber sedemên min li jor gotin, rewşa Kurdistanê
ya baş, him ji aliyê demokirasî, civakî û him jî ji aliyê aborî de di
qada navnetewî de baş nehatiye naskirin, an jî kêm hatiye naskirin.
Ez bawer dikim, ku heta niha gelek kar û xebat hatine kirin. Lê pêwîst
e ev kar û xebatê siyasî û aborî ji aliyê herdu hukumetên herêma Kurdistanê
ve, bi taybetî li Ewrûpa û li seranserê cihanê bi awayekî sîstematîk
bêye naskirin.
Bi taybetî PDK û YNK li peytextan û li gelek bajarên cîhanê ji xwe re
liqên partiyên xwe çêkirine. Bêguman ji bo ku Kurd têkiliyên xwe bi
welatên cîhanê re bikin, hebûna liqên partiyên Kurdan pêwîst e. Lê ji
bo naskirina welatekî wek Kurdistanê, liqên partiyan bi serên xwe nikarin
her tiştî bikin. Belê nûneriya hukumeta Kurdistanê jî li gelek dewletan
heye, lê ev jî bi awayekî sîstematîk û dîplomatîk nayên bikaranîn. Di
vir de tiştekî pir girîng jî heye, hewceyî gotinê ye, ku bêjim, ew jî
tunebûna temsîliya hevpar e. Yanê bi bîr û baweriya min, divê Kurdên
Başûr li dervayî welat, di cîhanê de bi yek dengî xwe bidin naskirin
û bi yek dengî biaxivin. Lê dibe ku di pêşerojê de bi balyozxaneyan
ev kêmasiyên Kurdan ji holê rabin. Kêmasiyeke din jî ji aliyê partiyên
Başûr de heye û ew jî têkiliyên wan û Kurdên ku li Ewropa dijîn e. Wek
tê zanîn, li Ewropa, bi taybetî Kurdên Bakur hêjmara wan ji yên din
gelek zêdeye. Ez têkiliyên PDK û YNK bi Kurdên Bakur re yên li Ewropa
dijîn pir sist dibînim. Divêt di pêşeroj de, bi taybetî hukumeta Kurdistanê
li ser van tiştan bifikire û li gor rewşa Ewropa siyaseteke baş bi rêk
û pêk li ser Kurdên Ewropa jî pêk bîne. Eger piraniya Kurdên li Ewropa
baş li ber çavan bêye girtin û têkiliyên baş bi hin çalakiyên profesyonel
bêne çêkirin, dê ji pêşeroja Başûrê Kurdistanê re gelek baş be. Divêt
em ji bîr nekin, ku êdî Kurdên Ewropa jî hêzeke mezin in. Lê pir mixabin,
ku piraniya van Kurdên li Ewropa dijîn di van salên dawîn de bi çalakiyên
bê bingeh û vala serên Ewropiyan gêj kirin. Piraniya Kurdên Ewropa ji
sibê hetanî êvarê di nava bajarên Ewropa de ne, bijî bijîtiyaya wan
e û bi xwe jî nizanin çi dibêjin, çi dixwezin û çi dikin. Ewropî jî
êdî ji wan aciz bûne, lê ew bawer dikin, ku bi siloganên bê bingeh û
vala ji Kurdan re tiştên baş dikin.
Li Ewropa hin caran nameyek an jî pêwendiya (diyalog) yek bi yek bi
Ewropiyan re ji hezaran û ji sed hezar çalakvanan çêtir e û di cih de
ye. Lê ji ber ku Kurdên li Ewropa ji aliyê mirovên cahîl ku ji siyasetê
fêhm nakin hatine organîzekirin, loma Kurd di siyasetê de ketine tengasiyê
û nikarin xwe îfade bikin.
Eger Başûrê Kurdistanê perspektîveke baş rayê Kurdên Ewropa bide, bi
bîr û baweriya min, Kurdên Ewropa ji sedî nod û neh dê bi Başûrê Kurdistanê
re bin û bi dil û can ji bo Kurdistanê kar û xebat bikin. Xebata wan
dê him ji aliyê aborî, him ji aliyê siyasî û jim jî ji aliyê dîplomatîk
ve ji bo pêşdeçûyîna dewleta Başûrê Kurdistanê be.
Divêt em ji bîr nekin, ku êdî li Ewropa di her zanîngehê (University)
de bi dehan û belkî bi sedan xwendevanên Kurd hene. Van xwendevanan
di pêşerojê de hemû mirovên Akademîker in û zimanên Ewropiyan wek Ewropiyan
dizanin û eger rêxistineke baş di nava wan de bêye organîze kirin, dê
ji hemû partî û rêxistinên Kurdan baştir pirsa Kurd û Kurdistanê biparêzin.
Lê pir mixabin, ku di vê mijarê de jî yekîtîkiyeke di navbera xwendevanên
Kurd de li Ewropa nehatiye damezirandin, yan jî tiştên heta niha hatine
ceribandin, bi awayekî îdeolojîk li meselê hatiye mêzekirin, loma bi
ser neketiye. Hinek partiyên Kurdan xwestin, ku xwendevanên Kurd li
Ewropa organîze bikin, lê ji ber ku ew partiyên dixwestin xwendevanan
organîze bikin, hê bi xwe ji siyasetê fêhm nekirine, da ku xwendevanên
Kurd li Ewropa organîze bikin. Van partiyên Kurdên Bakur bi salan e
mêjûyê xwe û mêjûyê gelê Kurd bi îdeolojiya qaşo sosyalîzim û komûnîzma
bi gemar şêlû kirine û bi xwe jî jê tiştekî fêhm nekirine.
Di pêşerojê de, ger tiştekî ji bo Kurdan li Ewropa an jî li Kurdistanê
li kûderê çêdibe bila bibe, divêt dûrî vê îdeolojiya bi gemar be. Îdeolojiya
sosyalîzim û komûnîzmê kêra wê tu demî ji Kurdan re çênebûye û çê jî
nabe. (ezê di hin gotarên xwe yên din de jî li ser vê mijarê bisekinim)
Rola PEN-a Kurd di qada navnetewî de ji bo Kurdan
Min di dema serdana xwe, ya ku ez di meha heştan de li Başûrê Kurdistanê
bûm, di her derfetê de û bi taybetî ji nivîskar û rewşenbîrên me re
qala PENa Kurd kir û rola wê ya navnetewî, pêwîstî û girîngiya PEN-a
Kurd anî ziman. Ji bilî PENa Kurd rêxistin an jî dezgeheke Kurdan ku
di cîhanê de hatibe naskirin tuneye. Lê pir mixabin, ku hên gelek Kurd
hene, ev delîve û firseta baş ji bo Kurdan fêhm nekirine. Ji bilî PEN-a
Kurd di cîhanê de gelek rêxistinên Kurdan hene, lê ji wan rêxistinan,
ku ji aliyê dewletan de wek muxatap têne qebûlkirin û alîkariya aborî
û siyasî têye kirin, Înstîtûta Kurd li Parîsê ye. Wekî din rêxistineke
ji bo Kurdan ku di nava dewletên cîhanê de bi awayekî fermî ji aliyê
dewletan de hatibe qebûlkirin tuneye. Loma ji ber sedemên jorê divêt
li her çar perçên Kurdistanê rewşenbîr û nivîskarên me bibin endamên
PEN-a Kurd. Çumkî ew dikarin di civînên PEN-a Kurd yên navnetewî de
pirsgirêkên xwe bînin ziman û xwe bidin naskirin. Yanê endametiya nivîskarên
Başûr û yên perçên din dê ji kara wan be. Loma ez bi dil û can bangî
hemû nivîskarên Kurdan li her derê dikim, ku bibin endamên PEN-a Kurd.
PEN-a Kurd niha pirek di navbera Kurdan û nivîskarên cîhanê de vekiriye.
Em jî dikarin bi keda xwe û alîkariya xwe vê xebata pîroz ji bo Kurdan
pêşde bibin.
(ji malpera PEN-a kurd) 4) Armanca rêbazê bi taybetî bi wê tê pêkanîn,
ku dan û standineke navnetewî di navbera nivîskaran de li gor hişê daxuyaniya
P.E.N.ê (P. E. N.-Charta) were kirin, ev jî di riya lidarxistina komcivînên
zanistî, amadekirina bernameyên lêkolînan, û da ku karên lêkolînerî
werine spartin. http://www.pen-kurd.org
Daristanîbûn li Başûrê Kurdistanê
Ez pir kêfxweş im, mizgîniyekê bidim gelê me, ku li Başûrê Kurdistanê
li herdû herêmên Kurdistanê ji aliyê partî û hukumetên Kurdistanê ve
dest bi daristanbûna başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Kurdistanî baş
dizanin, ku dijminên gelê me ne tenê bi me re dijminahî kirine û dikin,
her wiha ji çiyayên me, erd û dirbên me, zinar û mixare û bi taybetî
ji daristaniyên Kurdistanê re jî dijminahî dikin û daristaniya Kurdistanê
heta niha ji kokê ve qelandine. Sedemên ji holêrakirina daristaniya
Kurdistanê jî ew e, ku gava Kurd li dijî rejîmên xwînxar serî radikin
jî ew e, ku bila Kurd nikaribin têkevin nava daristanan û nikaribin
xwe veşêrin û paşê dîsa li dijî wan nikaribin şer bikin e. Loma despêkirina
daristanî ji bo me Kurdan tiştekî pir pîroz e. Li başûr der mafê daristaniyê
biryareke pir pîroz jî hatiye girtin, ku di roja rojbûna serokê me yê
netewî û lehengê Kurd û Kurdistan Mele Mistefa Barzaniyê mezin, ku her
mirovek divêt li Kurdistanê di vê roja pîroz de darekê biçikîne ye.
Pirsa zimanê kurdî (kurmancî) û pirsa alfabeya kurdî
Dijminên me raye û vîna me Kurdan dane bin lingên xwe û welatê me Kurdistan
di nava xwe de perçe kirine. Lê dijminan ne tenê welatê me perçe kirine,
her wiha zimanê me, zaravên me û alfabêya me jî perçe kirine. Her tiştên
ku heta niha hatine kirin, ne bi gor û dîtin û îradeya Kurdan bûne,
biryara dijminan her dem li dijî vîna gelê Kurd bûye. Lê îro êdî perçek
Kurdistanê azad e û hêdî hêdî ber bi serxwebûnê jî dihere. Li başûrê
Kurdistanê ev 12 sal e, ku perwerdeyî heta xwendina zanîngehê hemû bi
Kurdî ye. Wek tê zanîn, li Başûr bi du zaravên Kurdî têye axaftin, Kurmancî
û Soranî. Zaravê Kurmancî li Başûr bûye Behdînanî. Zaravekî bi Kurdî
ku navê wê Behdînanî be di lîteratûra Kurdî de tuneye, devoka Behdînanî
heye, lê Başûriyan ji ber ku tenê li herêma Behdînan Kurmancî têye axaftin,
Kurdiya Kurmancî kirine Behdînanî. Ez di vê nivîsa xwe de li ser şaşiya
vê babetê nasekinim. Armanca van gotinên min û pêşniyariya min li ser
pirsa ziman ew e, ku bila ji îro û pêve li başûrê Kurdistanê ji bilî
perwerdeya zaravê Soran û Kurmanciya herêma Behdînan, bi taybetî li
ser zaravayê Kurmanciya ku îro li her perçeyê Kurdistanê têye axaftin,
ku piraniyan Kurdan jî Kurmancî bi kar tînin be.
Di semînera ku min li Duhokê da, di pê axaftina min biraderek rabû hate
kursî, axaftinek kir û ez rexne kirim, ku goya min di axaftina xwe de
gotiye, ez li dijî Amerîka me (min tiştekî wiha jî ne goti bû, min bitaybetî
Amerîka û siyaseta wan ya herêmê parast). Sedema vê şaş famkirinê ew
bû, ku vî biraderî û gelek rewşenbîrên me li Duhokê axaftina min bi
zaravê Kurmanciya jorîn baş fêhm nekirin. Çumkî Kurmanciya başûrê Kurdistanê
bûye Behdînanî. Bêguman mirov nikare qala zaraveke ku bi navê Behdînanî
bike, lê em bixwezin an jî nexwezin gel wisa dibêje. Lê rastiyek heye,
ku ew jî Kurmancî û Soraniya Başûr tevlihev bûye û bûye Kurmanciya Behdînanî.
Min li Silêmanî Hozanê Hinda naskir. Hozanê Hinda ji Başûrê Biçûk e
û niha mala wî li Helebê ye. Ew bixwe jî şaîrekî Kurd e. Di xwaringeha
Hotêla Aştî de, ku wezîrê rewşenbîrî kekê Fatah Zaxoyî ji bo hevdîtina
me amade kiribû em hatine cem hev û wî jî gazinên xwe li ser zaravayê
Kurmanciya Behdînan kir û got, ez hatim Duhokê kesî axaftina min fêhm
nekir û min jî îsyan kir û got, ”Ez hatime Kurdistana vekirî û nizanim
kê zimanê min qut kirî” Belê ev realîte ye. Niha Kurd dikarin vî realîtê
li gor rewşa xwe û li gor rewşa cîhanê biguherînin.
Eger başûrê Kurdistanê, hukumet û hemû dezgehên wê dixwezin di pêşerojê
de bi perçên Kurdistanê yên din re pêwendî, diyalog, bazirganî û ji
bo ku çanda (Kultura) Kurdî jî pêşde here, divê ji niha ve xwe li ser
van pêşniyariyên ku ez li jêr li ser pirsa zimên û Alfabeya Kurdî dikim,
di pêşrojê de amade bikin.
1. Divêt li Başûr di hemû dibistanan de bi zaravayê Kurmanciya jorîn
jî perwerde bêye kirin, da ku pêwendî di navbera Kurdan de xurt bibe
û pêşde here.
2. Û her wiha da ku deriyê Kurdistanê bi welatên biyanî re, bi taybetî
bi welatên DYA û dewletên Ewropa re bi diyalogê pêşde here, divêt alfabeya
Kurdî bibe latînî û ji niha ve hazirî ji bo vê bêye kirin.
Yanê eger armanc Kurdistana mezin û yekgirtî be, Başûr mecbûr e ji niha
ve li ser van babetan serê xwe biêşîne. Eger em dixwezin di pêşerojê
de di navbera hemû Kurdan de, him ji aliyê siyasî, him ji aliyê sosyal,
him ji aliyê çandî (kultur) û him jî ji aliyê aborî ve pêwendî pêşde
here, divêt başûrê Kurdistanê xwe li ser van mijaran amade bike û kar
û xebat ji bo vê bike.
Rola herdû hukumetan û pirsa Federasyonê li herêma soran û herêma Behdînan
Gorî dîtina min li Başûr li herdû herêman Federasyon çêbûye, lê hê nav
li ser tuneye û bi rêk û pêk wek dewletên Federatîv nîne. Kêmasiya herî
mezin jî ew e, ku hukumeta hevpar (muşterek) nîne. Belê ev demek e,
ku di nava herdû hukumetan de germî heye û roj bi roj pêşde dihere û
heta niha çend caran parlamena Kurdistanê civiyaye û di hin mijarên
girîng de bi taybetî bi nûneriya herdû partiyan, PDK û YNK biryar jî
hatine girtin. Lê bi gorî dîtina min divê di başûrê Kurdistanê de Federasyoneke
nav xweyî çêbibe, ev Federasyon dê pir bi kêrî Kurdan were. Ez bawer
dikim, ku eger Federasyoneke bi rêk û pêk wek dewletên Federatîv di
cîhanê de çêbibe, dê ji pêşeroja Kurdistanê û perçên Kurdistanê yên
din re jî bibe wek hîmê (temel) esasî ji bo yekîtiya Kurdistanê. Ez
dixwezim li jêr hinek mînakan ji Federasyona Almanya bidim.
Federalîzim an jî Federasyon çi ne?
Gotina Federalîzmê ji zimanê latînî foedus “Yekîtî” tê û paşê bûye Federalîzim.
Federalîzim têye wateya dewletên yekbûyî. Di Federalîzmê de hukumeteke
navendî û hevpar heye û hukumetên ku di nava xwe de desthilat in û bi
dewleta hukumeta navendî de girêdayî ne. Mînak Dewletên Yekbûyî Amerîka
an jî Komara Federal ya Almanya û hwd.
Kara Federalîzmê ji bo welatan
1. Di dewleteke Federal de bi taybetî mekanîzma kontirolê zêde ye û
têkiliyên hukumeta navendî û ya herêmê bi hev re xurt e û nahêle di
nava dewletê de kesên bi desthilat in zerarê bidin dewletê.
2. Ji ber ku di Federalîzmê de kontirol zêde ye, loma demokrasî jî têye
kontirol kirin û Federalîzim nahêle totalîterî an jî dîktatorî çêbibe.
3. Partiyên siyasî dikarin berê li herêmê kalîta siyaseta xwe biceribînin,
bibin xwedî tercûbe û paşê di nava hukumeta Federal de bi tercûbên xwe
siyaseteke baş bikin.
4. Di Federalîzmê de hukumetên herêmê nêzîkî gel in û dikarin gotinên
xwe û daxwazên xwe bi siyasetmedaran ve bidin qebûl kirin û her gav
bi siyasetmedaran re bikevin têkiliyê jî.
5. Di Federalîzmê de reqabetî dibe tiştekî mecbûrî û her herêm dixweze
ji herêma din zêde kar û xebatên baş ji gel re bike.
6. Ji ber ku kontirola Federalîzmê zêde ye, loma îstîkrar û aramî jî
bê guman di navbera hukumeta navendî û hukumeta herêmê de xerab nabe
û pirsgirêkên çêbibin jî lihevkirin bi hêsanî dibe.
7. Di Federalîzmê de girêdahiya hukumeta herêmê bi ya navendî re garantiyek
e, ku pêşketina aborî, siyasî, çandî û wekhevî bi xwe re di nava hemû
hukumetên herêmê de tîne.
Ev tiştên min li jor der mafê Federalîzmê de rêzkirin, tiştên pozîtîv
in. Bê guman tiştên negatîv jî di Federalîzmê de hene, lê ji bona pêşdeçûyîna
welatekî yên herî girîng ew in, ku piraniya tiştan pozîtîv in. Tiştên
di Federalîzmê de negatîv, pir hindik in. Bi taybetî demên mirovan zêde
dihere, serê gel li ser hilbijartina hukumetên herêmê û hukumeta navendî
û hilbijartina bajaran hinekî tevlihev dibe û hilbijartina parlamena
Kurdistanê û hukumetên herêmê ji hukumetekî tenê bihayê wê girantir
e. Mirov dikare bi taybetî sedemên negatîv wiha bîne ziman.
Demokrasî çi ye?
Demokrasî desthilatiya gel e. Jiyaneke wekhevî, azadî ji bo hemû hemwelatiyan
e. Her çiqas jî li Kurdistanê hilbijartin zûde çênebûne, sedemên wê
jî hene. Lê divêt em tiştekî baş fêr bibin, ku di desthilatiya dewleteke
demokrat de jî, hertişt gul û gulistan nîne. Çarçove û kirîterên demokrasiyê
jî hene. Eger hin kes bawer dikin li welatên demokrat wek welatên Ewropa
û Amerîka her tişt gul û gulistan e, bi baweriya min dikevin xeta û
şaşiyeke pir mezin.
Ez dixwazim ji hin kesan li başûr yên her roj qala demokrasiyê dikin
û bawer in li Kurdistanê demokrasî tuneye pirs bikim, gelo ew dizanin
demokrasî çi ye? Û çiqas ji demokrasiyê fêhm dikin? Û heta niha çend
dewletên demokrat dîtine?
Bêguman divê kêmasiyên demokrasiyê bêne ziman û ji bo demokrasiyeke
xurt li Kurdistan kar û xebat bêye kirin; bi taybetî muxalefet hebe.
Welatekî bê muxalefet, welatekî bê demokrasî ye, mirov wê çaxê dikare
qala rejîmeke totalîter an jî dîktator bike. Lê divê mirov di daxwazên
xwe de jî realîst be û li gor rewşa welêt û cîhanê tevbigere.
Dewlet û hêmanên (elementên) dewletê
Mirov gava li dîroka dewletan dinêre, di cîhanê de kevneşopiya dewletan
ji 200 salî derbas nabe. Hîmê ramana dewletê cara yekem di sedsalên
15. û 16 de di lîteratûra polîtîk ya Îtalya de ji aliyê Niccolo Machiavelli
(1469 heta 1527) ve hatiye avêtin. Lê mirov li gor dîrokê dikare bêje,
ku piraniya dewletan ji 1945an vir de serên xwe girtine. Eger qiyaskirineke
ji bo kevneşopiya dewletan bêye kirin, mirov dikare bêje, dewlet û kevneşopiya
wan ji 60 salî derbas nabe.
Lê armanca min nîne, ku li ser pirsa dewletan û koka wan seriyan tevlihev
bikim, tenê dixwezim bi kurtayî çend mînakan ji dîrokê bidim, da ku
Kurd jî bizanibin, ku dewlet ji esmanan ve nehatine damezirandin û damezirandina
dewleta Kurdistanê jî ne durî aqilan e.
Wek tê zanîn, UNO koma rêxistina Neteweyên Yekbûyî (koma miletan) ji
bo hebûna dewletkê 3. element şert kirine. Ev 3. element di qada hiqûqa
navnetewî de hatine pejirandin. Ev sê element ev in:
Hebûna erd û axa dewletê
Gel, netew (milet) hemwelatiyên dewletê
Otorîte (desthilatî) fermandarî, serwerî, serdestî û hukimdarî
Ev her sê element ji bona hebûna dewleteke serbixwe şert in. Hetanî
ev sê element tunebin dewlet çênabin. Ji van elementan yek ji dest here
û yên din bimînin jî dîsa nabe dewlet.
Li başûrê Kurdistanê ev sê element jî hene. Dewltên van elementan ji
gelê Kurd re rewa dibînin, yanê nasnakin neheqiyê li Kurdan dikin, tenê
ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Yên di qada navnetewî de li dijî
dewleta Kurd dertên ne tenê Tirk in û herweha dewletên ereban yên kevneperest
in û di pêre ew dewlet in, ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi
Tirk û Ereban re dikin. Ka em binêrin û dubare bikin.
Erd
Gel
Desthilatî
Ev hersê elemen jî li Başûr hene û goya dewletên UNO ev hersê element
ji bo dewletekê şert kirine, dîsa dewleta Kurdistanê nasnakin. Ji bona
ku dewleta Kurdistanê di cîhanê de bêye qebûl kirin, niha bar ketiye
ser milê gelê Kurd li başûrê Kurdistanê û li her derê cîhanê.
Pêşniyarî ji bo li ser konferanseke nawnetewî li Hewlêr an jî li Ewropa
Ez dixwazim hinek pêşniyariyan pir konkirêt ji bo ku Kurdistan di qada
navnetewî de baş bêye naskirin bikim. Divêt konferanseke navnetewî li
Hewlêr bêye amade kirin û bi taybetî ev kesên ku li jêr navên wan dinivîsînim
bêne vexwendin (dawetkirin):
1. Jimy Carter (serokê Amerîka yê kevin)
2. Bill Clinto (serokê Amerîka yê kevin)
3. Helmut Schmidt (serokwezîrê Almanya yê kevin)
4. Valéry Giscard d'Estaing (serokomarê Firansa yê kevin)
5. Berpirsiyarên hemû dewletan ji Amerîka, Asya, Ewropa û hwd.
6. Vatîkat
Gotineke Napoliyon heye û dibêje, pere, pere, pere. Belê eger Kurd destên
xwe bavêjin cêba xwe (berîka xwe) û ji dil de bixwezin, ku konferansek
navnetewî li Hewlêr çêbibe, dê ne hêsan be ku ev kesên min li jor navên
wan nivîsîne bêne konferensê û dîtin û nêrînên xwe li ser Kurdan bêjin.
Bê pere û bê organîzasyoneke bi rêk û pêk tu tiştek nameşe.
Eger pirsgirêk hebe ji bo hatina van kesan, divêt ev Konferans li Ewropa
bêye damezirandin.
Ez hazir û amad eme, ku bi hemû derfetên xwe alîkariya konferanseke
wiha bikim û bi baweriya min ev ne hêsan e.
Pirsa serxwebûnê
Ji ber ku min heta niha çend caran li ser serxwebûna Kurdistanê nivîsiye,
loma ez naxwazim dubare bikim. Di pirsa daxwaza serxwebûna Kurdistanê
de pêşniyariyên min yên berbiçav (konkirêt) ev in:
1. Divê li Hewlêr her hefte rojên înî (Cumê) an jî rojeke din çalakî
çêbibin û daxwaza gel Kurdistaneke serbixwe, souveräne be.
2. Divêt gel di çalakiyan de dengê xwe û daxwazên xwe ji bo serxwebûnê
bi awayekî gur biparêzin û bilind bikin.
Ji ber ku bi taybetî niha cîhan di pirsa Iraqê de hişyar e, loma eger
Kurd her heftê li Hewlêr bi çalakiyên mezin dengên xwe bilind bikin
û daxwazên xwe bînin ziman, dê ji aliyê çapemeniya cîhanê ve bi awayekî
rasteqîne bêye girtin û cîhan dê li ser mijara serxwebûna Kurdistanê
giftûgoheke berfireh bike.
Heta Kurd daxwaza serxwebûnê bi bîr û bawer neparêzin û lê xwedî der
neyên, dê tu caran xwe negihînin armanca xwe.
Dewleta Tirk gelê Kurd û cîhanê tehdî dike û dibêje, ku eger Kurd li
başûrê Kurdistanê qala serxwebûnê bikin, dê bi destê zorê herin têkevin
başûrê Kurdistanê û wê derê xerab bikin û dê nehêlin, ku Kurd dewleteke
serbixwe îlan bikin. Ez bawer dikim, Tirkan wek her dem di dîroka xwe
de hên tiştek di pirsa başûrê Kurdistanê de fêhm nekirine. Dema Tirk
bi detsê zorê têkevin başûrê Kurdistanê, êdî li hemberî wan dê ne tenê
bi sed hezaran pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê şer bikin, her wiha
dê 5 mîlîyon Kurd dijî Tirkan şer bikin. Ez li vir bi mîlyonan Kurdên
Bakur, rojhilat Kurdên Başûrê Rojava û Kurdên Erwopa jî hesab nakim.
Belê divêt Tirk di pirsa siyaseta xwe de li ser başûrê Kurdistanê hesabên
xwe baş bikin. Gotineke wan (Tirkan) heye û dibêjin, "Dimyat'a pirinc'e
giderken evdeki bulgurdan olmak da var" (çûyîna Dimyatê ji bo birinc,
dibe ku ji bilxurê malê jî bibe)
Dewleta Tirk zûde di pirsa Kurdan de winda kiriye û haya wan ji wan
nîne. Bi gotineke din dewleta Tirk Tîrena xwe zûde revandiye, lê bi
kevir û kuçikan li pê Tirenê ketine. Ev heştê sal e çi xerabî ji destê
wan hatiye, bi gelê Kurd kirine û hên jî dikin.
Eger dewleta Tirk dixweze pirsgirêkan çareser bike, karên wan ne li
başûrê Kurdistanê û ne jî li Iraqê heye. Bila ji çareserkirina pirsa
Kurdistanê bi awayekî duristî, ne bi awayekî qelaşî, fîtne û fesadî
li Tirkiyê çareser bikin.
Lê eger ew ji çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê hên jî birevin,
dibe êdî ji îro û pêve hesabên xwe baş bikin. Êdî di cîhanê de her tişt
bi gotin û daxwaza Tirkan nameşe.
Ala Kurdistanê û ala Iraqê
Min li başûrê Kurdistanê li herêma Behdînan li tu derê ala Iraqê nedît.
Jixwe di 22.08.2003an de pêşmergeyan bi merasimeke ji bo dostaniyan
Kurd û Amerîka li serê çiyayê Helgurdê ala Kurdistanê û ala Amerîka
bi hev re bilind kirin û di wê demê de serokê birêz Mesût Barzanî jî
daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got, ew êdî destûrê nadin, ku
ala rejîma Baas li Kurdistanê bêye libakirin. Ev biryar di cih de ye
û gelê me li herêma Behdînan ji ala rejîma Baas bi tevayî xelas bûn.
Lê tiştekî min jê fêhm nekir, ku alên Iraqê li herêma Soran, yanê herêma
bi taybetî di bin kontirola YNK de ye hê li her derê hene û têne libakirin.
Bi bîr û baweriya min, divêt alên rejîma Baas ji Kurdistanê bi tevayî
temîz bibin û bêne avêtin.
De werin Kurdino, werin, de werin merdino werin, guhê xwe ker nekin,
zimanê xwe lal nekin û çavên xwe kor nekin, li welatên xwe xwedî derkevin.
Ev dîroke, dîrok her dem û her wext derfetan nade mirovan, li Kurdistanê
xwedî derkevin. Ji Kurdistanê re kar û xebat bikin, da ku welatê me
yê Başûr di qada navnetewî de bêye naskirin û em jî bi serbilindî bêjin,
ku em ji Kurdistanê ne û em hemwelatiyên Kurdistanê ne.
Her Kurdekî li dijî Kurdistanê û li dijî berjewendiyên Kurdan derkeve
û jêre astengiyan derxe, di xizmeta dijminên Kurdan de ye. Ew nikare
û mafê wî/wan jî nîne, ku bêjin ez/em Kurd in.
Çavkanî
1. http://www.pen-kurd.org Malpera PENa Kurd
2. http://www.bundesrat.de Malpera konseya Federal ya Almany
3. http://www.uno.de Malpera UNO bi zimanê Almanî
4. http://www.un.org Malpera UNO bi zimanê Îngîlîzî
5. Karl-Michael Reineck, Allgemeine Staatslehre und Deutschesrecht
|
Serkeftina Kurdan
bi hebûna wan li paytextên cîhanê ve
girêdayî dimîneDamezirandina navendeke serbixwe
bo Kurdên Sûriyê û Libnanê li Berlînê gerekiyeke zor giring e
ABDALLAH OSMAN
Îro li va Almaniyayê dorî 75.000 mirovên Kurdên Başûrê biçûk (Sûriyê)
cihwar bûne. Lê xistên wan ji jiyanê vir kem in. Komeleyek yan navendiyek,
pênasîneke fermî yan mafeke çandî bo wan li vir tuneye. Rêxistinên wan
zêde ne kêm in, bê madeyet in; pêkanîn û pêzanîn li ba wan ne hindik
in, lê piraniya wan jî di bêkariyê (îşnedariyê), hejariyê de li ber
xwe didin. Beşa mezin ji xelkê me li va welatî yan li vir bê mafên neteweyî-çandî
ji dayik û tîmar bûne, yan jî nû ji welat hatine û hên bi cihwarbûna
xwe li va derê ve mijol in. Niweyê (cîlê) naka gihiştî, yanê law û keçên
15-25 salî ji wan îro di heyrana pir aloziyan de diperçiqin. Bo van
kurdên Almaniyayê rêvebiriyeke kurdî serbixwe pêwîst e, ya bikanibe,
mirovên xwe ji helandin, windabûn û rezaldinê gavbigav rizgarbike: Bo
nimûne di avakirina navendiyekê de li va Berlînê bo Kurdên ji Sûriyê
û Libnanê li tevahiya Almaniyayê.
Aşkere ye, piraniya kurdên Sûriyê li rojavayê Almaniya (Nordrhein-Westfalen
û Niedersachsen) dijin, lê li va Berlînê (paytexta Komara Federal a
Almaniyayê) li dorî 2.000 kurdên rojavayê Kurdistanê dijîn. Bajarê Berlînê
paytexta padişahiya Preusiya (Preußen 1701) û Qayseriya Almaniya (Deutsches
Reich 1871) bûye û ji nizîkî 200 sal de (1835-40 General Moltke di cenga
turkan dij îmareta Bedirxaniyan de) dewrekî giring, xerab li dij mafên
mirov û welata kurdan li Rojhilata Navîn leystiye. Berlîn îro yekem
bajarê li derveyî welat e, ya ko tê de mezintirîn hejmareke ji kurdan
dijîn. Nûka li dorî 100.000 (70.000 - 132.000 !?; xelkê Berlînê bi giştî
îro 3,5 milyon kes e) niştîvnanên kurd li va şarê dijîn. Kurdên Berlînê
ji hemû beşên Kurdistanê û deverên ko kurd tê de welatî ne dihên. Hema
hemû partî, rêxistin, çîn, ol, zarav û komeleyên kurdan li va Berlînê
amade ne. Bes kurdên Sûriyê û Libnanê hên li va Berlînê bê navendiyekê,
navnîşanekê ne.
Ji sala 1990 de paytext Berlîn gavbigav dewreke mezin di siyaseta cîhnanê
û pê ve di ya rojhilata navîn de jî digire. Eger kurdên Sûriyê bixwazin,
mafên neteweyî-çandî li welat û li va derê bistînîn, gerek hebûna xwe
li va paytextê biçespînin, dengê xwe hilbidin.
Fermandariya siyasî ya dewleta Almaniyayê ta îro rê nedaye saziyên jimardinan
da ko li hejmara niştîvanên kurdan li va welatî bi rastî bigere, biderxîne
û biweşîne. Her wisa saziyên rêzandinê (danîn, bikarhan û meyzandina
zagûnan) heta îro jî destûrê nadin da ko kurd li va welatî mafdar bibin.
Rêvebiriyên Almaniyayê, yên Bend (Bund) û yên Bendaxan (Bundesländer)
du hoyan, sebeban bo va kêşê binavdikin:
1. Binyada dewleta Almaniyayê bo netew, gelê aleman hatiye danîn û li
ser wê jî rêzandiya (nîzama) va dewletê hatiye danîn. Dêmek dewlet û
cihvat mirovê aleman (welatî = Bürger) ji însanên biyaniyan yan ecnebiyan
(derwelatî = Ausländer) cudadike: Alemanyetiya mirovên li vir (yên kurdên
Sûriyê jî) di ser kurdeyetiya wan re ye.
2. Siyaseta dewleta Almaniya hên bi rêyê Hevbendiyê Rojava, NATO û Yekitiya
Europayê ve û hên jî bi seriyê xwe dijminên mirov û welatan kurdan (yanê
rêjîmên Turkiyê, Arabên Sûriyê û Iraqê, Îranê) dinase, dipejrîne û bikardihêne.
Ev siyaseta bi berjewendiyên madî û giyanî yên Almaniya ve girêdayî
ne.
Ev binyad û siyaseta Almaniya ya – heta naka – li dij Kurdan wê bihête
guhartin, eger kurd siyaseta xwe serbixwe di vir de bihajon, dahînin
meydanê. Hejmara Kurdan li va Europa îro li dorî 2 milyona ne. Ji milyonekî
zêdetir (1.385.000 kes) li va Almaniyayê ne. Dewleta Aleman nema dixwaze,
dikane, bi qandirî tewanîn xwe yên heta nûka hebûn xizmetan bide niştîvanên
xwe – yanê kurdan jî. Di alîyekê de hejmara (xista) biyaniyan, kurdan,
bi taybet yên ji niweyê nû (salpiçok) li va welatî pirtir dibe, di aliyê
din de jî dewleta aleman li ser wan (beşek ji gelê vir in) maf û xizmetan
dibire, kemdike. Pereyên pir dikevin berîkên hindikan. Di derfeteke
wisa de xetereke mezin dihête ser cihvata kurdan li vi derê: Hên maf
û xizmetan û hên jî made û pere kem dibin. Di vir de danistana wan –
bêyî Navendeke komkirinê – lawaz, sist dibe, kesên wan erzan, winda
dibin. Eger cudahî di navberên çînên zengîn (aleman û jihu) û yên hejar
(biyanî û aleman) li va Almaniyayê ferehtir bibe û rastgir (CDU-CSU-FDP)
hajotina siyasî bikin, tersî di asayişa va welatî wê hilbide. Mirovên
li jêr (kurden ji van in) wên pirtir biêşin. Bo nimûne: Rastgirên Almaniya
û mixabin çepgirên wan jî (SPD-Grüne-PDS) mafan li kurdên vir dibirin
û wên tivedidin reqiyî, cinayetan, şeran û ji berpirsayetiyê birevin.
Eger kurd berînedin, Almaniya wê naka jî kurdên li vir û yên li rojhilata
navînê daxîne cengeke xwînawî.
Avakirina navendiyekî bo kurdên Sûriyê (û Libnanê) li Berlînê asan e,
berdewam û berxwedana kar û îşên wê wên dijwar bin. Nîzama siyasî li
va Berlînê bo kurdan gelekî pîs e. Rêvebiriya siyaseta paytextê ji destpêka
salên 1960yan ta îro – wek yên turk û arab û farisan - li dij sergihiştin
û hevgirtina cihvata kurd li va derê ye. Mirovên kurd li tevahiya Berlînê
hatine belavkirin; ji hev sêrek bûne; nema dikanîn û naka jî nikanin
li cihekê, harekê, beşekê li va bajarê hevjiyaneke, bajariyeke kurdî
avabikin. Dewleta aleman bi siyaset nehêştiye û nehêle cihvateke kurdî
(Ghetto) serbixwe li va derê avabibe. Lewma keseyetiya niştîvanê kurd,
bi taybet yên niweyên li vir tîmarbûne, ji cihvata, jîngeha kurdî hatiye
bidûrxistin. Li gor rêzandiya (nîzama) va derê cîhazên asayişên Almaniya
pêçên xwe dikene hemû deran, guhên xwe didine ser hemû dengan û seyrên
xwe danîne ser hemû kesan û livan. Hemû komele, rêxstin û gelek kes
û malên kurdan dikevin bin pêwandina asayîşa dewletê. Her komeleyek
ne serbixwe be, yarmetiyê ji dewletê bistîne, dikeve bin serpereştiya,
xizmeta wê. Nimûne gelek in: Komeleyên kurdan li Berlînê îro hema gişt
yarmetiyên diravî (pere) û îşkariyê distîne. Lewma hemû kem pir ketine
bin destên dewletê. Li ser kar û siyaseta van komeleyan siyaseta, asayîşa,
mirovên aleman biryardidin. Ev siyaseta heta îro jî li dij kurd e. Heta
îro dewleta aleman rê nade dersên fermî yên zimanê kurdî di dibistinanên
Berlînê de. Mîzaniyeke bo çanda, perwerdiya kurdî li Almaniya nenas
e. Her car ko livandineke kurdan (bo nimûne Înstituta Kurdî li Berlîn
1993/94 yan Bernameya Kurdî di MultiKulti 1993/94 de yan Cihvata Kurdî
li Berlîn 1992-94 yan MedTV 1994 yan çîroka Kurdologie 1970-2003, ...ûhp.)
peydabiba se, dewleta aleman yan hevkarên (koleyên) xwe (yên kurd!)
dixiste wan karan yan jî li wan têk dide – çon doh îro wisa ye!
Navendeke serbixwe gerek qanûnî, rêzandî be, li gor jîngeha vir û dinyayê
be, lê (bo xatirê peran jî) nekeve bin lepên asayîşa dewleta aleman.
Eva deh li ser xebata dehan komele, înstîtut, bernameyên kurdî di radio
(yan TV) de, komcihvînan, weşanan ...ûhd. li va welatî yên bi dewletê
ve girêdayî ne derbazdibin, bêyî ko van xizmetek hêja bo xelkê, gelê
xwe yê kurd li va Almaniyayê encamdabin. Mixabin hejmara mirovên bêkar
û bê xwedan li ser cadan dimîn in û yên bûne xapînok yan koloyên asayîşa
û siyaseta Almaniya hefkî çuyê pirtir bûye. Di va diyardê de rastiya
doza kurdan jî zelal dibe: Eger aleman wek araban û turkan nîzamên dewletên
xwe yên bingehîn (yek gel – yek welat) neghurînin (welatê gelan) û her
tim siyaseta serdariya neteweya mezin (aleman) li netweya piçok (kurd)
bikin, vayê paşîn wê gavbigav bê deng di ya mezin de têkbiçe, bihele.
Li dij va xeterê cihvata jihuyan li gel dewleta aleman 2001 peymaneke
fermî (Staatsvertrag) dahanî îmzekirinê, tê de dewleta aleman parastina
mafên gelê jihu li va welatî bêlihdike û diçespîne! Ev yeka bo me kurdan
li Almaniya û li welat a tevî giring, gerek e. Nerendiyên ji hukmetên
Berlînê li dij me kurdan bikarhatine gelek in. Lê dîsan û bi xatirê
azadî û dewlemendiya ko Amerîka li vir ji sala 1948 de dahanîbû kurdan
ji Berlînê gelek sûd wergirtin û xistin xizmeta gel û welatê xwe. Eva
du sal in doza kurdên Sûriyê hildide û Berlînê weke meydaneke girin
bo hin berxwedanan vedibjêre. Dengên kurdên Sûriyê gerek her êpê li
peytextan bilind bibin, danistana wan bi hev re û danasîna xwe bi cîhanê
re siqtir bibe. Hemû pêrabûnên heta nûka bo avakirina malekê bo kurdên
Sûriyê li va Almaniyayê bi negihêştina sewiya wan ve têkeldar in. Îro
derfeta kurdên Sûriyê li va derê wisa nîşan dide, ko damezirandina komeleyeke
serbixwe bo xwe tev kurdên Libnanê li va Berlînê dikane çêbibe û pireke
berve guhartinan di paşeroja nizîk a Kurdistan û Rojhilata Navînê de
dahêne. Navendeke serbixwe wê bikanibe, li bersivan bo pirsên li ser
rewş, maf û erkên mirov û cihvata kurdan li va Almaniyayê, Europayê
û cîhanê bigere û zêde hindik bibîne. Serxwebûna kesekî yan komeleyekî
li va welatî karekî dirêj û berxwedankêş e, lê kurdên binxetê gerek
di va biwarê de xwedanên hajoyê (hefsarê) xebat û bextên xwe bi xwe
bin.
|
|
ZIMANÊ ME NASNAMA ME YE
Rizgar Kurdaxî - Efrîn
09.11.2003
Belê, xwendevanên delal û hêja, ev gotina jorîn pir bi sûd e. Ji lewra
jî min ew kir navnîşana vê gotarê.
Dostên hêja, ez dixawzim vê gotarê wek xelekeke taybet li ser Kurdên
Başûr-rojavayê Kurdistanê rawestim.
Piraniya Kurdên ku ji kobanî, Kurdax û Qamilokê hatine û ketine bajarên
mezin, çi Heleb û çi jî Şama paytext, zimanê xwa yê zikmamî belaş winda
û ji bîr kirine – bi zimanî erebî di hundir malên xwe de tev zarowên
xwe daxivin!!! Bi bîr û baweriya wan e ku axafitina bi zimanekî dîtir
şaristaniyek e, pşveçûyîn û pêşvebirineke bêsînor e. Ji ber ku di temenê
xwa de rojeke tenê ji ber zimanî dê û bavê xwa de kar ne kirine û ne
xebitîne, ne jî dîwarên zîndanên tarî dîtine.
Tevî ne ku xwe kurd nabînin, na. Lê wê giringî û pêwîstiyê nadin zimanê
xwa. Gelo ma hezikirina zimên û xemxwariya wê erk û stûbariya kê ye?
Mîrê gewre CELADET ALÎ BEDIR-XAN bi zimanekî nerm gotiye ku “zimanê
me nasnama me ye”. Eger ziman winda bibe, nasname vê re winda dibe.
Ku nasname jî winda bû, gel jî netewe jî ji xwe wenda dibe. Ev şîroveya
gotina gewre C. Bedir-Xan e.
Lê ez bi zimanekî tûjtir dibêjim ku kurdê ku bi kurdî nizani be binivîse,
baxive û bixwîne bila qet nebêje ez kurd im, û ne jî bila xwe kurd bibîne.
Zor sipas ji wî re. Êdî ew bi çi zimanî dipeyive, ne xem e û ne jî em
serê xwe pê re dêşînin.
Wek çawa rêzdar KAMIRAN BÊKES jî dibêje “divê pîvan kurdayetî be”, an
jî ew pîvan ji bilî û binî de ne gerek e.
Evên ku ketine bajaran, çi li vir û çi li wir dibe, û bi zimanî xwe
naxivin, bi bîr û baweriya min be wan xwe ji tamaran de ji kurdayetiyê
hilkirine. Êdî kurdayetî ji wan dûr e, û ew jî ji şaristaniya mirovane
bi carekê dûr in.
|
|