KURDAX ÇANDÎ

(3)

Rizgar Kurdaxî

efrin.net 30.05.2005

Li va herêma hêja hemo tişt tê çandin ji ber ku hewaya kurdaxê hewayeke çînbar e herwaha xaka wê ya sor jî zor zor nas e ango bi nav û deng e
Ji lewra jî kurdax tevda deşt û çuyayên wê xakeke ango herêmeke çinbar e li deşta wê(deşta Cûmê) hemo coreyên fêkî û keskayî lê tête çandin
Û li çiyayên wê jî yên ku têne ajotin ango cot lê dibe dîsan bi daristanên zêtûnê rengîn û tac kirine lê li deverokê ku cot lê nabe ew hemo bi darên merxê û palûtê htine rengîn kirin.
Mexistanên kurdaxê jî zor nas in ji ber ku pir cîgehên wê bûne seyrange
Wek Qaziqili(li bakorî gundî Kefersefrê dikeve) ev cîgeha ha weke seyrangeke bigehîn e li vê herîmokê yanê li navçeya Cindirêsê herwaha li ziyaretek jî hehe havînê xekî navçeya Mabeta tê vê ziyaretê û du sê rojan li wir dimînin
Wek me da bû xuyakirin jî ku ev herêma herêmeke çînbar e ji ber hewaya wê hewaya deriya sipî bi xwa ye û axa wê jî axeke taybet  e.
 
Herêma çiyayê kurmênc bi taybetî jî xaka kurdaxê ango ya Efrînê tev çînbar e,yanê tenê gava navî Efrînê tête gotin vêra jî daristanên zêtûnê yên pîroz ên ku Efrîn rengîn û zengîn kirine têne ber çavên mirovî,
Herwaha li vê herêmê tirî,tene(genim,cihe,nok,nîsk,colban….) jî têne çandin û dibin.ezê pêra bi kurtî li ser rawestim,
Li Efrînê bi sedan kanî û çemçemok jî hene ku va xaka pîroz a bihuştî di hemo demsalan de av didin ta ku ew hîn û hîn şîntir û geştirîn bibe.
Herwaha çema Efrînê ku ji bakorî vê herêmê dadikeve başorî wê ta ku deşta cûmê jî dibire derdorî xwe av dide ,li bakor jî çema Reş deştên rojavayî herêmê av dide .ango deşta ku herêmê dighîne çiyayê Gewir.
Herêma Efrînê weke herêmokeke taybet û cespandî ji aliyê baranê û hewayê de tête vebijartin.
Baranê vê herêmê sale bi qasî(600)mm dikeve, û hewaya xwe ya deryayê sipî ye ango hewaya zêtûnê bi xwe ye.
Herwaha ava xwe ya bizemînî jî gelekî pir e.
Bi taybetî jî di deşta cûmê û nêzîkî çiyayê lêlûn li gor pêşbîniya xaknasan dibêji ku bi deh milyonan mitr sêgoşeyî av têde heye.
Berî ku tête ji bîr kirin divê ku em balkêşiyê bidin ser wan kesên ku çandin hîn li kurdaxê li pêş xistî ango ez kanim bêjim jî ku rêbertiya şoreşeke çandînî û cotkarî bi serkeftî kirine yek ji wan kesan mamoste û endeziyarê çandinê birêz (Hacî Ehmed Hacî ) ye ku ew ji gundî Kefersefrê girêdayî navçeya Cindirêsê ye.
Vî endeziyarî rêke nûjen e zanestî jib o çandina zêtûnê yekem car bi vê herêmê xist,ew rêka çandina zêtûnan di malên lestîkî de ye ango hongaran.
Bi vê rêkê helbet dar nayên hilkirin cotkar jî ziyanê nabînin tenê dicing şaxên zêtûnê yên nêr ku temenê wan ji yeksalî ne bêtir be, jêdikin tînin mal wan bi alaveke taybet dibirin û her yekê bi qasî 15-20 sm dihêlin û di maline lestîkî de diçînin  têde ta 50 rojî dihêlin hinge ew tamar didin wan derdixin û bi rêkeke taybet û zanestî wan di zemînê de diçînin
Ewî endeziyarî ev rêka ha ji sala 1984-1985 de bi herêmê xistiye
Lê îro-roj cotkar gelekî sûdê ji rêkê dibînin ne tenê jib o çandinê na herwaha ev rêk weke çavkaniyeke aporî li pêşiya cotkarên me nebûye
Cotkar û gundiyên kuradxê her sal bi milyonan sûdê ji va rêka jorîn werdigirn ..
Herwaha yekem kesê ku çandina Patetê bi rêka avweşê bi vê herêmê xistî jî birêz û endeziyarê çandinê mamoste (Ebdilrihman Elî Ebdo) ye ku ew jî giundî Turindê ye, ev gund jî îro-roj bi başrorî bajarê Efrînê ketî..
Xwandevanên hêja wek me dabû xuyakirin jî ku ev herêma zêrînî a zorbedew û şêrîn bi zêtûnê nas e, yanê hejmarê darên zêtûnê li vê derê zêdetirî (12)milyon dar hene ew jî li deşt çiyayê kuraxa pîroz bi xêzine rasteqîn belav kirî ne,zêtûnên herêma kurdaxê jî ji car cureyan pêk tên
Zêtunên zêtî ku zêt di wan gelek çedibe
Zêtûnên xilxalî ewên tene gir û ren şêrîn
Zêtûnên celeb ku zêtûn her sal dikeve wan daran lê zêtê xw kêm e
Zêtûnên Xelo:jêra dibêjin zêtûnê xelo jiber ku yekem car cotkarekî ji gundî Anqelê girêdayî navçeya Şiyê ku navî wî Xelo ye ev dara li vê herêmê Çandibû..
Herwaha zêtê salane ku ji Efrînê tête der bi qasî(180  000)ton heye
Ji bilî zêtûnê pir darên fêkiya li herêmê hen
 
1-Fêkî
 
Tirî,lêmûn,portiqan,sêv,mişmiş,hermût,hejîr,çefteli,hingidini,henar,
kêraz ( beyîv,gûz)
Gûz 9 hezar
Mişmiş 22000 dar
Çefteli(70) Hezar dar
Sêv(75000) dar
Tirî(220000) mêwo
Henar(1,3)mil dar
Zêtûn (12)mil dar
Hejîr (10)hezar
Bevy(3) hezar
Hermût(5) hezar
Xox(5000) dar
Fistiq(10) dar
Kêraz(6000) dar
 
Hişînayî û tene:
Bextenîs,reşad,pirpar,xeyar,xes,benedor,patete,beecan,nok,nîsk
Genim, cihe,fasîle,baqil,çelemê sor û çelemê şêkir,êsot,pembi,
Titûn ,kundir,qawîn,zebeş,gêzer,tirp,sîr,pîvaz,kunci,
 
ÇÊKIRIN Û KARGEH LI KURDAXÊ:
 
Herêm bi xwe herêmeke bêpêwendî ye û çanbar e, ji lewra jî ji aliyê çêkirinê bi awayekî balkêş ne ewqas li pêş e,herwaha alavên ku li vê herêmoka keskane dihatin çêkirin jî alavine ji bo pêwendiya çandin û cotkaran bû,herwekî mer,tevir,bivir(palte)
Hevçar berê darî bûn lê pêre kirin hesinî,das,kêser,bîcaxe,bêr,milêb
Wê demê piraniya kesên ku ev alav çêdikirn Ermenî bûn.
Wek Şêxoyî hesinkar ji gundî bircikê.
Kirîkiyan li gundî kefersefrê rûdinşt

Çêkirina kêran li gundî çoqê dihate çêkirin li ser destên Eliyê Xeco
 
Kargehên herêmê:
 
Efrîn ne tenê bi bedewtiya xwe nas e na, ne tenê bi zengînbûna xaka xwe ya çînbar û ya şopane na herwaha herwaha bi kagehên zêtûnê jî ango fabrikeyên zêtder(Guvaşgeh) jî Efrîn zengîn û dewlemend e
Yanê hejmara guvaşgehên vê herêmê roja îroyîn de (250) guvaşgehên nûjenî yên Îtalî li vê derê hene..
 
 
KARGEHÊ BÊRÎN Û SABÛNÊ:
 
Bêrîn jêmayna zêtûnên hêrayî ye , piştî ku zêtûnan diçinin û dibin  guvaşgehê û lêdikin zêt tête der û ew pelûşê ku ji ber hêrana zêtûnê mayî jêr dibêjin bêrîn
Hejmara fabrikeyên bêrînê li Efrînê (13)ê ne.li Efrîn
Salê bi qasî 12000 ton zêtê çêkirî ji bêrînê dedixin û dikin sabûn  herwaha salê 4000 ton sabûn li kurdaxê tête çêkirin û hejmara fabrikeyên sabûnçêker li kurdaxê 10 ne
 
MEYXANE:
Ev peyv ji du bêjeyan pev ketî
Meyî: araqi
Xane : cîgeh
Yanê cîgeha ku araqi têde tête çêkirin.
Çêkirina meyê û ya inbîtê li herêmê ji zotirîn dem de , hatiye naskirin
Meyxaneya Hilobiyê:li rex ava Qerecurnê ew jî ya Henan axayê Cilosî bû.
Meyxana Erendê:meyxana mala Etêr ji gundî çeqelê şiyê  li ser geliyê şiyê bû
Meyxanên Xelîl axa:yek li çoqê bû ya din jî li gundî cilaqa bû.
Meyxana Efrînê: ew jî ya Bozant Kiwaniyan bû sala 1927an de hatiye avakirin û ta îro jî tenê ew meyxana li herêmê kar dike yên dîtir jî rawestî.
Meyxana êla fîlik(meyxana bîra gûzê
Meyxana Mehmod axa Kiso..
 
HÊRANA GÊNIM (AŞ):
Li vê herêmê gelek aş hatin avakirin ew jî li ber avan bûn di sala (1903)yan de hejmara aşên ku li kurdaxê hebûn(31) bi avê dihatin xebtandin, û (25) jî bi dewêr dihatin xebtandin, û sê aşên hewayî ango bi bê dihatin xebtandin ew jî li herêmoka çiyayê lêlûn bûn,
Herwaha hejmara cîgehên nançêker jî bi qasî (32)yan hebûn
Naha jî ezê çend aşan ji were pêşkêş kim
1-  Aşê ku li ber ava Tilîlaq navbera Dêrsiwanê û Erebwêranê hebûn:
Aşê êla Hec Ûmer
Aşê Mihemed diran
Aşê Cawîş Oxlo
2-Aşên li ser ava Kefercenê :
Ji Kefercenê û ta Qeredepe du aş hebûn pêra aşê Oliq û Misto
Ji pira Qeredepe û ta çema Efrînê aşê Bêrem Oxlo û aşê Çamorlo
3- Aşên ku li ber ava Sabûnsê hebûn:didu bûn li rex pira Romanan
4-Aşê Hilobiyê ya Henen Axa Cilosî
5- Aşî gundî Baflorê ku ji aliyê hemedî hec omer ve hatibû avakirin û ta roja îro kar dike, baflor bi xwa jî gundekî biçûk e , bi 2 kîlo mitran li rojavayî navçeya Cindirêsê dikeve
  
RÊK  LI KURDAXÊ:
Wekek tê zanîn û li gor rêkên şopane li kurdaxê xuyaye ku Romaniyan yekem car rêkê kevirî li vê herêmê çêkiri bûn ew jibo sedemine parizî û liva leşgerên wan.
Her waha qonaq(birc) jî li ber wan rêkan jafrandibûn da ku wan rêkan biparêzin  ji lewra jî hîn li kurdaxê (deşta çûmê û li çiyayê lêlûn) çend gund hene hîn bi navî bircan têne nasîn wek bircikê ,birc Ebdela,birc heyderê..ûhw
Di wê demê bajarê Entekê payîtexta Roman a wîlayeta rojhilat bû ,û girêdana wan bi rojava re bi sê riyên bingehîn bû
1-rêkek li ber deryayê sipî bû li dawiya dirêjiya çiyayê gewir
2-rêka bîlan li ser çiyayê gewir re bû ew li rojhilatî bajarê Îskenderonê ye.
3-Rêka sisiyan ber ve bi başor ve hidikşîn di deşta hemqê re û li rex çiyayê Toros re li rojava ve  ango li deşta navbera çiyayê gewir û çiyayê kurmênc de ,ta bajarê Meletiyê.
Her waha girêdana Entekê bi rojava re jî bi rêkên bingehîn bû
1-ji herêma hêrimê di Bab Alhewa re berve bi rojhilat vet a bajarê Heleb
2-di deşta cûmê re : rêkên vê derê jî ev bûn
Rêkek bingehîn ji Enetkê diçû Islehiyê di deşta hemqê re
Û rêkekejê vediqetî û diçû Meydan Ekbesê û gungê Midaniyata
- Rêkek jî di gundî Hemamê li rojhilatî kurdaxê re derbas dibû û dihate Cidirêsê,ji wir diçû ziyareta Şêx Ebdirihmên û di cîgeha Efrîn a îroyîn re diçû Sîrosê
-herwaha ji bajarê Sîros jî çar rêkine bingehîn dihatin der
Yek diçû Islehê
Yek diçû Heleb
Yek diçû Ferêt
Yek jî diçû Ezazê û digihîşt rêka ku Entekê tê û tev diçûn bajarê Nezeb ber Ferêt.                                                       Rêkek jî ji Keleha Semanê de dest pêdikir û di Basûfanê,Beradê,Kefernabo û Kilotê diçû bajarê Heleb
Ev bûn bi kurtî liser rêkine bingehîn ên kevnar li va herêmê lê îro-roj li kurdaxê bi gelemperî rê reş in( zift in)
Di beşa li ser navçeyan ezê hîn bi hûrbînî li ser rawetim
Lê rêkên navbera navçeyan û bajarê Efrînê tev da zift in
Herwaha ji navçeyan û ta gundên ku defret heye rê hatine zift kirin
 
KOPIRIYÊN KEVNAR LI KURDAXÊ :
Çema Efrînê yak u dirêjiya xwe \150\Km e di çigeheke zor girîg re derbas dibe , ew cîgeh Sûriya bakor bi Asiya bi çûk ve girê dide,ji lewra jî du kopiriyên kevnar li çema Efrînê hatin avakirin. Ew jî di dema Roma de bûye,
1- ya yekê li çema Sabûnsê ye li rojhilatî keleha Nebî Horî, dirêjiya wê kopiriyê jî \120\mitir in
2- ya duyem jî li rojhilatî vê kopiriyê ye, li ser ava Germikê ye dirêjiya wê jî (90) mitr e…
 
Rêka hesinî ya li kurdaxê:
Navê rêka hesinî ya tirin(çîmana) zûtirîn bi gelek bûyerên dîrokî ve girêdayî, ew di salên(1922-1912) hatiye avakirin, lê îro-roj ew wek rêkeke herî girîngtirîn di navbera rijhilata navîn û Ewripê de, û ya yekemîne ku ewripa bi Asiya û rojhilata navîn ve girêdide,dirêjiya va rêkê di xaka kurdaxê de ,(61,5)km in, navbera rawestangeha Qitmê û meydan Ekbesê de,  li ser wê rêkê çar rawestan hene ew jî ev in .
1-Qitmê  2-Qirtqilaqê  3- Reco  4- Meydan Ekbesê
Herwaha ev rêka ha di çar rêkên binzemînî re derbas dibe ew jî ev in.
1-rêka binzemînî ya Meşalê (235)m in
2-ya Reco ya yekem (540) mitir e.
3-ya Reco ya duyem(165)mitir in
4-ya Reco ya seyem(130)mitir e
Herwaha ew di ser pênc kopiriyên hesinî re diçe .
 
AV,ÇEM,KANÎ Û KURDAX:
Herêma çiyayê kurmênc ji hemî hêman û hokarên cografî(xaknîgariyê) de zengîn û dewlemend e.
Bedewtiya kurdaxê ne tenê dar û berê xwa ye, na herwaha bi cîgehên şopane, seyrangeh,av û hewaya xwa jî zor û pir xwaş e
Av û çemçemokên kurdaxê:
1-ava Meydankê û solavên wê yên bi nav û deng berî
girtina bendê
2-kaniya Kefercen
3-kaniya Basûtê
4-kaniya Qerecornê(kaniya cornî reş)
5-kaniya Şiyê
6- kaniya Cidirêsê
7-kaniya Germikê ku ji rojhilatî gundî şîltetê tête der
8-Çema Sabonê(Sabonsê)
9- Çema Efrînê ku ji ava sabonsê û germikê pev dikeve
10-kaniya Betmanê
11-kaniya Îska
12-kaniya ziyareta Xêx Ebdilrihmên
13-kaniya Celemê
14-kaniya bêşbêraqê
15-kaniya gundî astêr
16-kaniya Circimê
 
3- PITROL:
 
 li herêma Efrînê bakorî gundî Qitmê îro-roj pitrol hatiye dîtin û li gor gotinan dibêjin ku pitrol gelekî pir e

4-HESIN:
weke ku tê zanîn xaka kurdaxê zengîn û dewlemend e ji bilî keskayî,fêkî,zêtûn û pitrolê hîn ew bi Hêsin jî zengîn e.
çiyayên herêmoka navçeya Reco tevda hesin e ango çiyayên hesinî ne

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]