ÊL Û MALBATÊN ÇIYAYÊ KURMÊNC
(2)

 

 

Rizgar Kurdaxî

Efrin.net 26. 05. 2005

Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:
Mala Gênc :
Li gor pîrtûka rêzdar Rocê Lîsko ezê vê êlê şîrove bikim
Bapîrê yekem ê vê êlê navî xwe gênc bû gênc jî bi kurmancî yanê (ciwan)e lawê nave xwe Um e(omer) ji Umê sê lawo bûn nave wan Gênc,Betal û Omer ji Betêl re digotin Betal axayê milî ji ber ku êla mîlana kurdî ya mezin inlê Gênc axa ji Qoneye hat kurdaxê ew kurdekî êzîdî bû.
Herwaha bingeha êlîtiya van êla milî ne, lê ev êl di sedsalên 20 an perçeyî ser sê malbetên mezin bûn
1-El Gênc: ji mezintirînî êlên zengînan bû deşta cûmê û hinek ji deşta Hemqê yê van bû lê piştî tevilkirina xaka hemqê tev xaka Turkiyê pir xaka va êlê li wê alî ma jilwera jî hinek ji wan jî li wa perçî man.
2-El betal:
Li Basûtê diman
3-El Imo:
Îro roj bi navî mala Heyder axa tên nasîn gundî Firêriyê ye ku ew jî girêdayî navçeya Cindirêsê ye.
Amkan (Amkî): Amka yek ji kevintirîn û mezintirînî êlên kurdaxê ye,ji tayîbetmendiyên wan Saxbûn,mêrbûn û dilsoz in,cîgeha wan çiyayê Hawarê û derdorî wê ne xaka wan ne gelekî çînbar e ,ji lewra jî li pir pêz xudî dikin û bi çêkirina komirê re mijûl dibin.
Gundên amkiyan jî ev in:
Çobana,Elendara,Kêla,gundî kerê,qûta,bîbaka,qaşa,qorta
Kotana,qilibaşê,gundî bêlê,opliya,zerka,qeregolê,gundî Eşûnê,gunndî dike,avrazê,gundî çê,şêx bila,hesen dêra,gundî şorbe, emara…
Herwaha nîvî navçeya şiyê jî amkî ne (senarê,erendê,
Çeqelê jorîn,heç bîlal,gundî xelîl,mistika,kokanê jêrîn
Şiketka,
Ev êla ha berê şîyî(elewî)bûn lê îro-roj ew mislimanên henefî ne.
Amkî di sale hefdehemîn de hatine kurdaxê û mirovên wan ta roja îroyîn li Dêrsimê hene,
Amka :navî îmareteke kurdî ye ku li herêma çiyayê Çûdî bû..
Biyan (Biyî): ev êl şaxek ji êla Reşwan e,ew li navçeya Bilbilê dimînin û girêdaneke wan tev îmareta Sason ya kurdan heye Saxên di jî ya êla Reşwanan ev bûn Şirewî-
Babosî-sosanî û tamoqî.
Lê navî vê êlê dibe ku ji bîyê be ew dareke,jiber ku herêm û cîgeha bîyan te bi av û ajînik e, û darên bîyê lê gelek in,gundên vê êlê jî \95\ gund in jê 45 li kurdaxa Efrînê ne û 40 li beşî turkiyê dikevin, malên vê êlê li navçeyên di jî ji kurdaxê dikevin wek: li gundên şêx kêlê û şêwiya herwaha li navçeyên mabeta û şiyê .
Û li gundên remedana,hec qêsim û dela
Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan belav dibin.
Şêxî ji êlên kurmancî yên kevnar in li kurdaxê .
Hebûna vê êlê ji derdorî Rohayê ta Wêranşaxê Sirûc
Û başorî Erziromê re heya kurdaxê belavbûne
Şêxiyên kurdaxê ji hemo êlên dîtir ên li herêmê mestir in
Ew bi gelemperî li navçeya Reco belav dibin yanê navçeya Reco navçeya şêxiyan ne,gelî gundên mîdeniyat li rojhilat vê êlê ji êla biyan vediqetîne û dawiya gelî mîdeniyet li başor şêxî dibin cîranê amkiyan,herwaha hejmara gundên şêxiyan dighîne 75 gundan
Girîngtirîn malbetên şêxiyan jî ev in
1-Mala dodîkê li Etmana
2-mala reş axa gundî wan jî Gomît e iro roj ew gund li Turkiyê dimîne ji vê êlê birêz Hisên Ewnî heye ew di sala 1936an de weke nûnerê kurdaxê di perlemana Sûriyê de bû .
3-Mala sîno û Elî Soro gundî mîdeniyet
4- Mala mose axa gundî maseka
5-Mala bilî reşê gundî kom reşê
6-El henîf axa gundî hec xelîl
7- Mala Cefer gundî memila
8- Mala kûr Ehmed gundî mistika û hinine din jî
Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin navçeya Mabetan
Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin navçeya Cindirêsê
Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne, yanê ew ji berê de li vir in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan di heyamên kevnare de jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî hene, ku dibe ew paşê hatibin vê herêmê. Ew jî ev in:
Şikakan (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şeran). Dibe ku ev êl, di demekê de, ji Şikakên rojhilata Kurdistanê veqetiyabe û hatibe vê herêmê.
Şikakî êleke ku li seranserî kurdistanê nas e, ji wan li Îranê,Îraqê û Turkiyê jî hene.
Girîngtirînî serokê wan Îseyl Axa (SIMKO) ye,yê ku
Ji bo rizgarkirina kurdistanê hergav têdikoşî, lê belê Rûsan xinizî pêre kirin û nehîştin ku ew bihîne armanc û daxwaza gelê xwe .
Gundên êla şikakan li kurdaxê 37 in ew jî ev in:
Diraqliya,dêrsiwanê,şera ,xirabî şera,çema,qitmê,qestelê Elî cindo,qestelê kişkê,kortikê,metîna,naza,keferomê,hilobiyê mezin û a biçûk,qirtqilaqê,şêxûtka,gemrûkê,qere depe,ereb wêranê,qerqîna,sînka,meşalê,kefercenê,baflûnê,kefermizi
Omer simo,zêtûnekê,omera,alçiya,elîqîna,gabeleka,
Gundî dêrwîş,meserkê.
Şikakî êzîdî ne û ew di sale 1415an de hatine kurdaxê
Ji şikakiyên navdar di roja îroyîn de ev in mala Hemdoş li kefercenê, mala xilbaş,mala topel hemo û mala alcilosî
Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.
Û robarî bi kurdî yanê çem,Robarî dibêjin ku nave bapîrê wan mihemed şah robarî ye û ew ji îstenbûlê hatiye kurdaxê Robarî di destpêkê li cûmê û cîgeha wan a îroyîn dijîn û keleha basûtê navenda wan bû,li piştî sala \1737\an kesin ji herêma Qoniye hatin kurdaxê û nave wan gêncî bûn ev êl pevçûn û şerek navbera wan de pêkhat li dawiya vê pevçûnê robarî ji cûmê çûne çiyayê lêlûnê ev êî moslimanên henefî ne,
îro-roj ew li çiyayê robariya dimînin û gundên wan jî ev in :
Cilbil,basilheyê,zirêqat,xirêbke,keştiaar,iqêbiyê,zaretê
Keferbetrê,comkê,kersanê,celemê
Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û kuntarên wî de dimînin.
Heyştiyan (Heyştî): Li kuntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta Cûmê dimînin.
Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derdorên wî hene. Hin kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî), Zagî û hwd.. Gundên bi navê Xerzan, Xaltan, Dimiliyan û Behdînan xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.
 
Ol û mezheb:
Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û mezhebê wan henefî ye (ne şafiî ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li vê herêmê gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in. Li vê herêmê bi tenê gundê Mabetan elewî ne.

Kela û seyrangehên Çiyayê Kurmênc:
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Horî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin.
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.

Warên pîroz:
Gelî vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek warên pîroz nasdike: Kela Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ hatiye veşartin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]