KURDAX
HERÊMA ÇIYAYÊ KURMÊNC
Rizgar Kurdaxî
Efrin.net 24. 05. 2005
Pêşgotin :
Dema xwasti bû ku ez li ser xaknîgariya kurdaxa pîroz tiştekî
bixwînim min ji dost û hogirên xwe pirs kir ka pirtûkên li ser vê mebest
û mijarê li cem hene bidin min ta ku ez jî bixwînim lê biburînin bersîv
hetim yek bû!! Ew jî na bû ji lewra min xwast ku bi qasî ez kani bim Ji
ciwan û nefşên bê re vê berhemê komî ser hev bikim. Di vir de ez
dixwazim bêjim ku min pir tişt ji pirtûka rêzdar Dr Mihemed Ebdo birî
jilewra jî ez sipasiyeke tayîbet ji wî guyannetewî re pêşkêş di kim
Herêma Kurdaxê:
Herêma Çiyayê Kurmênc (kurdax,Efrîn) beşê herî rojava ji Başurê Biçûk e.
Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr dikeve. Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya
rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur dora 75 km e. Xeta tirênê, ku
ji Stenbolê diçe Helebê, di vir re derbas dibe.
Kurdax ango herêma çiyayê kurmêc îro-roj debaşî ser dû beşan an du
perçan dibe perçî bakor di bin destî rejîma Turkiyê de ye û perçî başor
di bin desthilata Sûriyê de, maye(herêma Efrînê)..
Ferehiya xaka Kurdaxê (4124)km goşe heye, herwaha hejmara xelkê kurdaxê
jî (442000) kes hene ev li gor belegeyên sala (2001)
Ezê bi taybetî li ser perçî başor rawestim ango li ser herêma Efrîna
ciwan
Kurmanc kî ne ?
Bêjeya kurmanc bêjeyeke hevdudanî yanê ji du bêjeyan pev ketiye
Kur + manc- kur = lawo we
Manc jî li gor şîrovekirina Êzîdiyan = pak,paqij,baş an rind
Herwaha kurmanc yanê lawê pak
Herêma Efrînê li goşeya bakorî rojavaya Sûriyê dikeve her waha li ser
nexşeya kurdistanê jî ew li goşeya herî rojava dikeve
Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê HAWARÊ ye, ku 1269 m ji rûyê
deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj
dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê
û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe
nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava
digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê vê
herêmê, Çiyayê Lêlûn(Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat
ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne
axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê
heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê
û li rojhilat, li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew,
bi vî awayî, navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê Efrîn,
ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê(Entabê) hildavêje,
li nêzikiya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya
Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û
diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Ava Reş dibe; û gişt bi hevre,
li nêzikiya Entekê(Hetayê), dikevin Derya Sipî.
Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hîn di
dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA û hin caran jî
KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî
jêre gotine: Kûrd-Dax (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hertimî jêre
gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya
Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê,
Mîrîtiya Mand yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin.
NAVEND Û NAVÇEYÊN KURDAXÊ:
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn û avakirina Dewleta Sûriyê, herêma
Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê Sûriyê man. Lê
belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir de dihate kirin,
li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî di destpêkê de hat gundê Mabetan.
Piştî demekê, ku bajarê Efrîn nû hatibû avakirin, serdarî (hukûmet) çû
bajarê Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm (qeza) û sê navçeyên wê
hatin çespandin Ew navçe jî ev bûn: Hemam, Bilbil û Reco. Lê belê, sala
1938an, Frensa wilayeta Îskenderûnê (Hetayê) diyarî da Tirkiyê, navçe (wek
nawend) ji Hemamê hat gundê Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe. Di salên
60î de, sê navçeyên din, bi awayekî fermî, hatin çespandin. Ew jî ev in:
Mabeta, Şera û Şiyê. Ji ber wê, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês,
Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji
366 gund û nawendan pêktê û hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên 60î
de, ku dewletê rêforma axê pêkanî (belavkirina erdê axan li ser cotkaran),
bi vê sedemê, hin erd dan Ereban jî. Lê hejmara wan gelek kêm e.
Sînora herêma Kurdaxê:
Sînorên xaka Efrînê ev in
1-Bakor:Turkiyê( navçeya Bilbilê) gundên li ser sînor jî ev in gundî
kurdo,meyîdan ekbes,şingêlê
2- Rojava: Turkiyê (navçeya Şiyê û Reco)
gundên sînorî jî ev in(Qerebaba,meemila,Qermîtliq,Merwaniyê jêr)
3- Başor:herêma Hêrimê+herêma çiyayên Semanê
navçeya Cindirêsê
4- Rojhilat: herêma Ezazê (navçeya Şera)
|